ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, bandorên civakî û aborî yên li ser jinan ên di dema pandemiyê de bir rojeva Meclîsê û xwest Komîsyoana Lêkolînê ya Meclîsê ji bo pêşiya xizantiya jinan bigire bê avakirin.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum, bandorên civakî û aborî yên şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ên li ser jinan bir rojeva Meclîsê û xwest Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin da ku pêşiya zêdebûna xizantiya jinan bigire.