* Çetîn Dogan gava li Edîrneyê li eskeriyê bûye, gotibû "perwerdehiya bi kurdî" û ji ber vê lê dabûn. Piştî Dogan gilî kiriye, derbarê du eskeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin û der barê Dogan de jî bi tawanbariya "propgandaya rêxistinê" û bêîteatiya emrî" lêpirsîn hatiye destpêkirin.
* Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû, diyar kir ku tevdîrên li dijî şewbê tên girtin kêm in û ev yek jî dibe sedema ku hejmara miriyan û pêketiyan zêde bibe. Hamzaoglû, anî ziman ku talûkeyeke mezin li ber derî ye, lê hîna jî tu tevdîr nayên girtin.
* Derket holê ku di civîneke taybet ku di 27'ê Cotmehê de li avahiya Mesûd Barzanî hatiye kirin, biryara "Operasyona Garê" hatiye girtin. Piştî vê civînê, liv û tevgera PDK'ê ya li hemberî Garê û Şengalê, zêde bû.
* Xurdefiroşin navçeya Tûşbayê anîn ziman ku her fiyetê her tiştî 3 qat biha bûye û gotin, ji ber vê niha nikarin heqê kirêya xwe jî bidin.
* Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li seranserê Tirkiyeyê belav bûye û got, hemû parêzvanên mafên mirovan, hiqûq û demokrasiyê divê li ber tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan rabin.
* Piştî dinya sarbû, karkerên ku di qada şikandin û bêjinkirina komirê de dixebitin jî dest bi amadekirin û barkirina komirê kirin. Karkerên ku di nav şert û mercên giran de dixebitin gotin: "Em ji ber toza komirê nikarin nefesê bistînin. Lê ji ber ku em debara xwe bi vî karî dikin, em mecbûr in bixebitin.
* Danişîna doza 16 kesên ku xizmê wan di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dabûn , li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê bê dîtin. (10.00)
* Berdevka Meclisa Jinê ya HDP'êAyşe Acar Başaran, li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* DİSK, wê li ber Meclisê derbarê qanûna torbe de daxuyanî bide. (12.00)
* HDP, ji ber salvegera 4'ê mijdarê li gelek bajaran daxuyanî bide. (13.00)
* Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, li Meclisê civîna çapameniyê li dar bixe. (14.30)
* Parlamentera CHP'ê ya Denizliyê Gulîzar BÎçer Karaca, serdana navçeya Farqînê ya Amedê ku di nav 55 rojan de 7 ciwanan lê întîhar kir bike û piştre li avahiya partiya xwe ya Amedê civîna çapameniyê li dar bixe. (18.00)