MÊRDÎN - Navçeya Qoserê ya ku qeyûm bi çêkirina "cadeya xaliyên bi neqş" pesnê xwe dida, ji ber taviya baranê ya duh bi şev veguherî gola heriyê.
Kolan û cadeyên navçeya Qoser a Mêrdînê, ji ber taviya baranê ya duh bi şev bûn gola heriyê. Qeyûmê Şaredariya Qoserê Huseyên Çam ê ku bi çêkirina "Cadeya xaliyên bi neqş" her gav û saet pesnê xwe dida, veguherî gola heriyê. Ligel vê yekê jî ev xebata qeyûm a cadeyên bi neqş ên xaliyan dewam dike. Ev xebatên qeyûm ji meha Çileyê ve dewam dikin û wisan xuya dike ku wê qet bi dawî nebe.