* Serokên Partiyên Kurdistanî têkildarî rageşiya PDK û PKK'ê de diyar kirin ku di nava hêzên kurdan de şerekî navxweyî biqewime wê tifaqa netewî têk biçe û gotin: “Şerê di nava hêzên kurd de wê xizmetê ji dagirkeran re bike.”
* Serokê Giştî yê Lîmter Kanber Saygili, rapora cînayetên kar weke “Bîlançoya Şer” nirxand û ev tişt got: “Ev hejmareke, em li vir qala mirovên ku jiyana xwe ji dest dane didin. Çareseriyên demkî ne rizgarî ne. Divê li dijî van êrişên bingehîn eniya kedê têkoşîneke baş bimeşîne.”
* Hevserokê Şaxa SES’ê ya Mêrdînê Dr. Ozgur Bîlek, derbarê zêdebûna hêjmarên pêketiyên vîrûsa koronayê de hişyarî da û ev tişt got: “Derbarê rawestandina pêla ku dest pê kiriye tu agahiya me tuneye. Nexweşxane û xebatkarên me wê kêm bimînin. Wê hê bêtir mirov jiyana xwe ji dest bidin.”
* Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, agahî neda malbata 4 girtiyan ku zarokê wan bi vîrûsa koronayê ketine.
* Danişîna 3'yemîn a Rojnameger Azîz Orûç wê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê bê dîtin. (10.00)
* Rêxistinên Civak Sivîl (STO), bi boneya 9'emîn salvera erdheja Wanê, wê li Salona Civînê ya Tahir Elçî ya Baroya Wanê penelekê li dar bixin. (13.00)