Rojnamevan Orûç: Ez îro li pêşberî kamerayê me sibê jî ez ê li pişt kamerayê bim

  • rojane
  • 14:33 11 Mijdar 2020
  • |
img
STENBOL – Rojnamevan Azîz Orûç ê ji girtîgehê hat berdan li dijî bêhiqûqiyê got: “Îro ez li pêşberî kamerayê me lê sibê jî ez ê li pişt kamerayê bim.”   
 
Rojnamevan Azîz Orûç di 11’ê kanûna 2019’an de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê hatibû binçavkirin û bi îdiayên “endamê rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” hatibû girtin. Di danişîna duyemîn a doza xwe de li 9’ê mijdarê hat berdan. Orûç sala par xwestibû ji Başûrê Kurdistanê bi ser Îranê re xwestibû derbasî Ermenîstanê bibe. Ermenîstanê wî radestî Îranê kiribû û Îranê jî wî der sînor kiribûn û wî şandibûn Bazîdê.
 
Orûç behsa tiştên hatin serê wî û binpêkirinên mafan pê re rûbirû maye kir.
 
Orûç diyar kir ku ew ji Başûrê Kurdistanê çûye Ermenîstanê û li vir hatiye binçavkirin û bi muameleyên dij mirovî re rûbirû maye û gef lê hatine xwarin û wî radestî Îranê kirine. Orûç got ew bi awayek bêhiqûqî radestî Îranê hatiye kirin beriya were teslîmkirin şidetê li dijî wî dest pê kiriye û rojek ev muameleya xerab lê hatiye kirin.
 
ÎRANÊ ÊŞKENCE LÊ KIRIYE
 
Orûç anî ziman rojek şûn ve polîsên îstîhbarata Îranê wî teslîm girtine û li Îranê jî şideta fizîkî û derûnî lê hatiye kirin. Orûç got ji ber ku wî di sala 2014’an de li Wanê nûçeyên derbarê êşkence û binpêkirina mafan ên li Rojhilatê Kurdistanê çêkiriye polîsên Îranê van nûçeyan jê pirsîne û ji ber vê yekê zext lê kirine.
 
WÎ AVÊTINE VÎ ALIYÊ SÎNOR
 
Orûç da zanîn ku haya kesî jê nebûye ku wî radestî Îranê kirine û rojek pişt re wî derxistine dadgehê û biryara ku dê radestî Tirkiyê bikin dane. Orûç da zanîn ku bi pereyên Îranê milyonek 400 Riyalê Îranê lê birine û wê rojê saet 22.00’an de wî anîne deriyê Sînorê Îranê û gefa wê wî radestî Tirkiyê bikin lê xwarine. Orûç anî ziman ku pasdarên Îranê wî bi darê zorê avêtine vî aliyê sînor û ji ber êşkence lê hatiye kirin ew nikaribûye bimeşe û ew li ber sînor ketiye û heta hêj birînên wî sekinîne.
 
Orûç anî ziman ku piştî wî avêtine aliyê Tirkiyê li Bazîdê li mala Muhammet Îkram Muftuoglû maye û Hevserokê HDP’a Bazîdê Abdullah Ekelek wî daniye Agiriyê û her du jî bi vê sedema alîkariyê 7 mehan girtî mane.
 
TUNDIYA DERÛNÎ LÊ HATIYE KIRIN
 
Orûç diyar kir ku piştî ew li Agiriyê hat binçavkirin bi tundî û zextên derûnî û fizikî re rûbirû maye û her cûre muameleya xerab lê hatiye kirin. Orûç anî ziman ku li miduriyeta polîsan 8 rojan di binçavan de maye û parvekirinên wî yên medya civakî û xebatên wî yê rojnamevaniyê jê pirsîne. Orûç girtina xwe jî wek trajikomik pênase kir û kî bûya jî wê bihata girtin çimkî Wezareta Karên Navxweyî daxuyanî dabû.
 
Orûç destnîşan kir ku ew bi awayek neyasayî û bêhiqûqî hatiye girtin û pişt re wî şandine Girtîgeha Panosê ya Tîpa L û li girtîgehê jî bi muameleyên nebaş re hevrû maye û mafên wî hatine binpêkirin.
 
‘DIVÊ BI EHLAQÎ ROJNAEVANIYÊ BIKIN’
 
Orûç anî ziman ku piştî ew hatiye girtin medyaya îqtîdarê wî hedef nîşan daye û ji bo vê yekê got: “Pêwîste ehlaqek medyayê û rojnamevaniyê jî hebe. Ez bi wan sûcdarî û îdiayên avêtin ser min pir xembîn bûm. Çimkî rojnamevanî karek pîroz e û terorîze dikin. Bi girtinê rojnamevaniyê terorîze dikin û ev yek jî deqek mezin li rojnamvaniyê dixe.”
 
ŞERTÊN GIRTTÎGEHÊ
 
Orûç bal kişand ser şert û mercên li Girtîgeha Panosê jî û got: “Gelek mafên girtiyan dihatin binpêkirin. Li dijî neheqiya her çiqas me serlêdan dikir jî bêencam diman. Ne paqijî hebû. Di rewşek wiha awarte û nexweşiyê de girtiyan bi mirinê re rûbirû dihêlin. Girtî bi gelek binpêkirinên mafan re hevrû dimînin. Nameyan nedidan me. Xwarin kêm bû û nepaqij bû. Nameyên me jî dikirin karantînayê. Tecrîd li ser tecrîdê heye. Li girtîgeha me du girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan.”
 
‘ÎRO EZ LI PÊŞBERÎ KAMERAYÊ SIBÊ JÎ EZ Ê LI PIŞT KAMERAYÊ BIM’
 
Orûç destnîşan kir ku her çiqas ew ji girtîgehê derketibe jî lê kêfxweş nîne û wiha got: “Li pişt wan dîwar û hesinên zengar girtî bi sedan girtiyên nexweş, bi hezaran siyasetmedar, rojnamevan, hiqûqzan, akademîsyen, nivîskar bêhiqûqî girtî ne. Ez ne bawerim em ê li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng bimînin. Ez li girtîgehê bûm, hevpîşeyên min dengê min radigihandin. Niha ez derketim ez ê jî dengê hevpîşeyên xwe girtî ragihînim. Duh hevalên me din ji hepsê derketin, li hember kamerayan tiştên hatibûn serê wan vegotin. Îro jî ez li pêşberî kamerayan im û ew hevalên min li pişt kamerayê ne. Sibê jî ez ê li pişt kamerayê bim û hevpîşeyên min ên ji hepsê derkevin wê li pêşberî kamerayan bin û tiştên hatine serê wan vebêjin.”
 
MA / Sadiye Eser - Erdogan Alayumat
 
 
 

Sernavên din

13/11/2020
09:11 Bijîşk Yavîç: Tabloya firûzeyî veguherî tabloyeke tarî
09:11 Muzîkjenên ku êdî nikarin debara xwe bikin enstrumanên xwe difiroşin
09:11 Xebatên Rêya Hermûşê zerarê dide esnafan
09:11 Ûgûrlû: Têkbirina bloka AKP-MHP’ê bi têkoşîna hevgirtî pêkan e
09:11 Israra Ocalan a ji bo çareseriyê
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2020'AN
12/11/2020
22:29 Dayika Aştiyê Meles Tekîn jiyana xwe ji dest da
19:47 88 kesên din jî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan
16:58 Endamên DAKAP’ê ligel astengiya polîsan jî çîrokên jinan xwendin
16:12 Li Mûglayê binefserek jinekê qetil kir
16:01 Li Cizîrê 12 kes serbest hatin berdan
15:58 Bi çekên cerdevanan şerê erd kirin: Kesek giran 3 kes birîndar bûn
15:41 Girtiyên nexweş ku jiyana xwe ji dest dabû li Meletiyê hat definkirin.
15:13 Hevdîtina HDP’ê ya bi jinên elewî re: Rêya tekane hatine gel hev e
15:12 Ji bo Dersimê ji Meclîsê daxwaza lêpirsînê hat kirin
14:59 Li Mêrdînê çalakî û şahî mehek din jî hatin qedexekirin
14:43 Li Mêrdînê 7 gund kirin karantînayê
14:06 Dayikên Aştiyê bangî hêzên kurdan kirin: Em xwîna hev ne rijînin
13:25 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Wanê bi dawî bû
12:56 Gundiyan kuştina kewan asteng kir
12:32 21 girtiyên nexweş di sêgoşeya dozger ATK û nexweşxaneyê de mirin
12:15 Sewalkar li dijî astengiyan di çalakiyê de ne
11:42 Li Îzmîrê qetilkirina jinekê
11:05 Cenazeyê Şahîn a ji Goristina Bêkesan hatibû girtin hat definkirin
10:33 Tiryakî: AKP ne ji bo civakê ji bo berjewendiyên xwe ‘Qanûna Hilbijartinê’ diguherîne
10:20 Ji ber Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da, lê gotin mirina bi xwezayî
09:27 Li Meletiyê jinek hat qetilkirin
09:09 Qeyûm nûnerê TUGVA kir midûrê hiqûqê
09:09 Tarim Orkam-Sen: Polîtîkaya çandiniyê îflas kiriye
09:08 Polîs li Dayangaçê ku 2 sal berê kuştibûn digerin!
09:08 ‘Barê têkoşîna li dijî şewbê li ser milê karkeran bar kirin û dane ber însafa patronan'
09:07 Prototîpa ewil a Gûantanamoyê: Îmralî
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2020'AN
11/11/2020
21:52 Girtiyê nexweş Berktaş jiyana xwe ji dest da
20:12 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 402 hezar û 53
18:34 Girtiyê 82 salî nayê tedawîkirin
17:10 'Em ê xwe bi rêxistin bikin û li ber xwe bidin’
16:59 TJA’ê serdana karkerên tekstîlê kir
16:52 HDP'iyan li Wanê civîna gel li dar xist
16:47 83’emîn salvegera qetilkirina Seyît Riza: Em ê nedin jibîrkirin
16:28 Polisên ku rêya rojnamegeran birîn gefên şewitandinê li wan xwarin
16:28 Beştaş: Wê li ser Înstagramê hêj gelek nûçeyên îstîfayê werin
16:27 Ji ÎHD’ê derbarê mirina Baga de rapor: Leşkerên Îranê sûcê şerê navneteweyî kirin
15:50 Jin wê di 25’ê Mijdarê de li Kadikoyê bin
15:25 Hejmara mijdarê ya Kovara Zrîng derket
15:19 Li Mêzgêrê qezeya trafîqê
14:47 Ji jinan piştevaniya 25’ê Mijdarê
14:38 Endamê PM’a HDP’ê Aydin hat berdan
14:33 Rojnamevan Orûç: Ez îro li pêşberî kamerayê me sibê jî ez ê li pişt kamerayê bim
14:32 Ji bo Endama Komeleya Jinan a Rosayê Çoşkûn daxwaza ceza
14:10 Bêaramiya ji bêkariyê ya Waliyê Amedê!
13:33 HDP’ê serdana esnafê Bazara Rûs ku dikanên wan şewitîn kir
13:28 DÎSK: Têkoşîna ji bo çîna karkeran didome
13:28 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan Endama Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor
13:05 ‘Piştî erdhejê penaber bi cihêkariyê re rûbirû mane’
12:07 Li Dersimê operasyoneke leşkerî dest pê kir
11:48 Tankêr û kelek li hev qelibîn
11:47 Hevşaredara Qersê Alaca sewqî girtîgeheke din kirin
11:27 Li Mêrdînê bernameya 25’ê Mijdarê hat eşkerekirin
11:27 Serlêdana parêzeran red kirin
11:06 Li Girtîgeha Rihayê hejmara girtiyên bi vîrûsê ketine derket 15’an
10:41 Wezîr Gul pirsên têkildarî girtîgehan bêbersiv hişt
10:39 Dadgeha Îstînafê îtîraza li dijî cezakirina hevşaredaran red kir
10:21 Gergerlîoglû: Pêdiviya Tirkiyê ne bi girtîgehan bi pêşketin û fabrîkayan heye
10:13 Li Pentagonê li pey hev îstifa hatin
09:55 Hejmara 7’an a kovara Folklorame derket
09:05 Li girtiyên ku binpêkirinên mafan ragihandin cezayê dîsîplînê birîn
09:05 Di 10 mehan de serdana hezar û 110 malbatan kirine û 500 kesî kirine endam
09:05 Înîsyatîfa Peymana Stenbolê ya Kocaeliyê: Em ê têkoşînê dorfirehtir bikin
09:05 Li Okmeydaniyê li dijî tiryakê Platforma Demokrasiyê ava kirin
09:05 Êrişî ciwanê bû endamê HDP’ê kirin
09:04 14 sal in nexweşiya lê peyda bûye nayê teşxîskirin
09:04 Banga PÎA'yê ya ji bo yekîtiyê: Divê meclîseke îstîşareyê were avakirin
09:04 'Dibe ku dadgeh ev maf dabe te, lê dewlet vî mafî nade te'
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2020'AN
10/11/2020
20:45 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
19:39 Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bi ser 11 hezarî ketin
17:47 Xebatkarê Yenî Yaşamê Bayram hat binçavkirin
16:36 Odeya Tabîban: Stenbolê Wuhan derbas kir
16:00 Dadgehê ji zarokên hatibûn tecawîzkirin rapora ‘îtîbarê’ xwest
15:45 DÎSK: Em li qadan e dê rê nedin dest bidin qidemê
15:41 Partiya Şoreşger: Em ê hemû bi hev re li dijî êrişan derkevin
15:35 Parêzerê got Kurdistan 2 sal şûnde doz lê vekirin
15:19 'Bi girtina rojnamevanan hûn nikarin ser rastiyan bigirin’
15:12 Gunduz ê hat îdîakirin ku hatiye revandin, derket holê ku di bin çavan de ye
15:12 TJA'yê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de fîlm nîşan da
14:48 Girtiyan 5 hezar car serî li Meclîsê dan
14:48 Sancar: Lazim e Erdogan tevî kabineya xwe îstîfa bike
14:41 Li dijî beraeta polisan serî li Dadgeha Bilind hat dayîn
14:36 Ji Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê 5 HDP'î ji peywirê hatin dûrxistin
14:19 Psychology Kurdî bi dosyeya ‘Koçberî û derûniya koçberiyê’ derket
14:09 Li Êlihê dormîşa karkeran qeza kir û 14 kes birîndar bûn
13:56 Ji ber girtina fermandarên sînor kir nûçe lêpirsîn li Kanbal vekirin
13:24 Walîtiya Şirnexê derbarê binçavkirina HDP’iyan de daxuyanî da
12:04 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
12:02 103 can hatin bibîranîn: Bi têkoşînê serkeftin çêdibe
11:58 HDP'ê ji bo 'çareserkirina krîzê' civîna giştî daxwaz kir
11:36 2 rêveberên HDP'ê yên Erziromê hatin binçavkirin
11:32 Karkerê ji înşaatê ket jiyana xwe ji dest da
11:26 Emîrê ku li benda hucreya kok bû jiyana xwe ji dest da