* Endama Înîsiyatîfa Jinan a Rojhilata Navîn Buşra Elî diyar kir ku wan bi avakirina Înîsiyatîfê re tovên têkoşînê çandine û felsefeya Ocalan di têkoşîna jinan de rûpelek nû vekiriye.
* Siyasetmedar û rewşenbîrê kurd Tarik Ziya Ekîncî li dijî rageşiya li Başûrê Kurdistanê banga aştî û demokrasiye kir û xwest bi dostaniya sexte pêbawerî neyê kirin.
* îrsen Karakoyûn tevî hemû fişarên derdorê jî kar dike û di meha çile de xwe ji teqewîtbûnê re amade dike û got: “Jiyanek din mimkin e. Peyama min ji bo jinan ev e; hin bêtir wêrekî lazim e.”
* Li navçeya Rezanê ya Amedê qeyûm xaçerêyek di du salan de sê caran xera kir û ji nûve çêkir.
* Danişîna 16'emîn a doza derbarê 33 ciwanên SGDF'î yên li Pirsûsê di encama êrîşa bombeyî ya DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn de hatibû vekirin, wê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bê dîtin. (11.00)