Akademîsyen Guney: Em ne di nava bendewariya reformê de ne

  • rojane
  • 09:05 23 Mijdar 2020
  • |
img

AMED - Akademîsyen Atîlla Guney, gotinên reformê yên AKP’iyan nirxand û got: “Em êdî, ne di nava berdewariya reformenê de ne. Ji ber vê kes baweriya xwe bi van gotinên reformê nayîne.”

Di rojên dawî de Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û endamên civata wezîran, behsa reformên nû dikin. Prof. Dr. Atîlla Guney ê bi Biryara Hikmê Qanûnê (KHK) bi hinceta belavoka “Em ê nebin hevkarê vî sûcî” îmzer kir ji peywira xwe ya Beşa Rêveberiya Çemawerî ya Fakulteya Zanistên Îdtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Mêrsînê hatibû îxraçkirin, ev gotin û daxuyaniyên reformê yên AKP’iyan nirxandin.  
 
QANÛNÊN 12’Ê ÎLONÊ BI BÎR DIXE!
 
Guney, diyar kir ku divê kes baweriya xwe bi van gotinên siyasî yên hikumeta AKP’ê neyîne û wiha axivî: “Jêdera reformê ya Serokkomar Erdogan rast nayê dîtin. Çi dema ku azadî û mafên bingehîn ên di Qanûna Bingehîn de bên bi cih anîn, wê demê civak dê nefesek rehet bistîne. Em êdî, ne dinava berdewariya reformenê de ne. Ji ber vê baweriya kesekê bi van gotinên reformê nayê. AKP’ê di desthilatdariya xwe ya 18 salan de, bi dehan car sozên reformê, demokrasiyê, maf û azadiyan da civakê. Lê AKP’ê di 10 salên dawî de sozên xwe yên demokrasiyi bi tu awayî bi cih ne anîn. Berevajî, rêveberiyek otorîter li welat hat avakirin. Di rewş heyî de jî, qanûnên heyî, qanûnên 12’ê Îlonê bibîr dixi!” 
 
QANÛNÊN SIYASΠ
 
Guney, anî ziman ku ew ne li benda sererastkirinekê ne û wiha bilêv kir: “Reformeke nû, di qada hiqûqî de ji dil nayê. Çawan ku sozên xwe yên berî 5-10 salan negirtin, wê îro jî nekarin van sozên xwe bi cih bînin. Gotinên reformê, ne ji ber encama hilbijartina Emerîkayê ne. Dema ku em şerê navxweyî yê Sûriyeyê, rewşa kurdên li Rojava û Başûrê Kurdistanê difikirin, di dema Obama de jî ev tişt dewam kirin. Di dema Trump de jî tu guhertin çênebû. Ji ber vê ez bawer nakim ku hatina Bîden bandorekê li têkiliyên Tirkiye û Emerîka bike. Ez nafkirin k udi polîtîkayên Emerîka yên Rojhilata Navînde tu guhertin cîdî çêbe. Li Emerîka, wateya hilbijartinê, tê wateya tercîha sermayeya navneteweyî. Tirkiye bi krîzeke aborî, civakî û îktîsadî re rû bi rû ye. Ji xwe rewşa mûxaletefê pir xirabe.”
 
AMADEKARIYA HILBIJARTINEK ZÛ
 
Guney, destnîşan kir ku di binyada hilbijêrên AKP’ê de belavbûnek mezin heye û wiha pê de çû: “Desthilatdarî bi vê belavbûyî re naçe tu hilbijartinê. Pergala Serokkomariyê û tifaqa heyî jî êdî nikare wan xelas bike. Ji ber vê difikirin ku di Qanûna Hilbijartinê de biçin guhertinê. Di rojên pêş de, di qadên hiqûqî û demokrasiyê de, ji reformekê zêdetir, dibe ku qanûnek nû derbixin. Ev di hin kûlîsan de tê axaftin, ji xwe hin çapemenî jî vê yekê aşker dikin. Êdî Tifaqa Cumhûr jî têrê nake ku desthilatdariyê xilas bike û ji destên wê bigire. Ji ber vê wê di Qanûna Hilbijartinê de hin guhertinan bikin. Ez wisan difikirim ku wê di nava sala pêş me de, tu hilbijartinê li dar nexin.” 
 
MÛXALEFETA RAST A HDP YE
 
Prof. Dr. Atîlla Guney, bal kişand ser nêzîkatiya HDP’ê ya ji sala 2015’an ve û wiha bi dawî kir: “HDP ji sala 2015’an ve muxalefeta herî raste. Ji bo pevparên xwe, hilbijêrên xwe, zext û zilam li ser gelê kurd, her tim bi awayekê organîzekirî tevdigere. Piştî Hezîrana 2015’an, tundiya qanûnî ya herî mezin a desthilatdriyê li HDP’ê hat kirin. Ev tundî hîna jî dewam dike. Tevgera siyasî ya kurd, dibe ku îro di asta parlamentoyê de nikare muxalîftiyek cidî bike. Lê sedemên vê yên pir mezin hene. Ev jî sedema xwe, pêkanînên hikumetê yên ji dij demokratîk tê. HDP, mûxalefetiya xwe ya bi hêz, li kolanan, li malan û dinava civaka sîvîl de dewam dike. Hewl dide binyada xwe ya civakî xurtir bike.”
 
MA / Ergîn Çaglar
 
 

Sernavên din

25/11/2020
14:53 Welatiyê ku polis wî derp kiribû jiyana xwe ji dest da
14:45 Girtî li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê dikin
14:15 Daxwaza girtinê ya profesrorê bersûcê destdirêjiyê dîsa hat redkirin
13:51 Sancar: Li meclîsê butçeya şer tê niqaşkirin
13:15 Tanrikulu: Mêran di 10 mehan de 246 jin kuştin
12:45 Wekilên jin ên HDP'ê: Bila tundiya li dijî jinê bê lêklînkirin
12:36 Rojnamegerên Wanê: Divê rêxistinên pîşeyî bi lezgînî gav bavêjin
12:31 19 sal ceza li zilamê xwest bikuje hat birîn
12:19 Li Bûrsayê 2 parêzer hatin binçavkirin
11:48 Ji siyasetmedarên jin ên girtî peyama 25'ê Mijdarê
11:45 Berktay: Pergala Hevserokatiyê ji bo jinan çavkaniya hêzê ye
11:37 Ji qeyûmê Wanê afîşên zayendperest ên 25’ê Mijdarê
11:04 Karkerên li Gebzeyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dolar cardin bû 8 TL
10:26 Şeker: Dozger û dadger bi fezleketiyên li pêş xwe dilîzin
10:09 Hêjmara betalên Tirkiyeyê dê ji 4.7 milyonan derkeve 11.7 milyonan
10:03 Girtîgeh elerm didin: Dixwazin tecrîda Îmraliyê belav bikin
09:15 Bi îdiaya ku 'tif kiriye' bi tawanbariya 'propgandaya rêxistinê' lêpirsîn dan destpêkirin!
09:14 Beyazbûlût: TUÎK rastiya betaliyê vedişêre
09:14 Berî encama DNA'yê diyar bibe cenaze li goristana bêkesan defin kirin
09:13 Rojnamevan Elî: Di nav eskerên şandine Şengalê de komên tirkmen jî hene
09:12 Kesê ku keçika 7 salî kuşt, piştî 8 salan hat girtin
09:11 Standina kulîlkan jî sûc hatiye hesibandin!
09:11 Aşkin ya ku ji ber tahdeya mêrî seqet bû, bersiva Soylû da: Arvanê xwe li aş dike
09:10 'Faşîzm ji dengê bilind û biryardariyê ditirse'
09:09 Ji ber têkiliya bi 'gurgebozan' re bertekên li hemberî Tirkiyeyê zêde dibin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2020'AN
24/11/2020
21:44 Nûçegihanê me birin Erziromê
20:00 161 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:35 Li Bedlîsê 5 kes hatin binçavkirin
16:24 Bulent Arinç li ser medya civakî îstîfaya xwe ragihand
15:41 Dadgehê cezayê giran li 8 kesan birî
15:25 Darizandina parlamentera HDP'ê were nirxandin
15:06 Kedkarên tenduristiyê wezaretê bi çepikan şermezar kirin
14:35 Rêxistinên rojnamegeran Rojnamegerên Kurd her dem dibin hedef
14:28 Hevdîtina bi nûçegihanê me Karataş re hat qedexekirin
14:12 Dayikên Şemiyê: Dev ji reforman berdin edliyan ji edaletê re vekin
14:10 Dayikên Aştiyê ji girtiyan re kartên piştevaniyê şandin
13:58 Bûldan: Cîhan wê bi têkoşîna jinan re bi guhere
13:45 HDK’ê banga 25’ê Mijdarê kir
13:17 Têkoşîna jinan nîqaş kirin
13:17 Rapora ÎHD’ê: Li Herêmê 42 jin hatin kuştin
12:43 'Min tevî kelepçeyê nimêj kir'
12:37 Li Şemrexê rageşiya DEDAŞ'ê: Polîsan bi gaza îsotê mudaxile kir
12:12 Doza nivîskar Demîrer hat taloqkirin
12:08 Di doza Dînk de dozger ji bo biryarê wext xwest
12:00 Ûca banga parastina Şengalê kir: Dixwazin fermana 75’emîn pêk bînin
11:29 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
11:18 Qeyûm dibin xizmeta avahiya AKP'ê de ye!
11:04 Polîsan di serdegirtina buroya me de dest danîn ser komputeran
10:47 Pirtûkxaneya Lîlav bi wesîleya 25 Mijdarê dest bi kampanyayê kir
10:41 Kuştina apê wî yê berî 11 salan bi bîr xist û gef lê xwar
10:37 Li bakurê Licê operasyona eskerî
10:30 Amed ji aliyê kesên ji derve hatin tayînkirin ve tê birêvekirin
10:29 Çîroka têkoşînekê: Dayika Fatê
10:12 Çelîk: Em dikarin bi yekîtiya neteweyî firsendên mezin bi dest bixin
09:18 Rîham Hesen: Peymaneke bêyî vîna civaka êzidî ne tifaq e, xiyanet e
09:17 Gaza xwezayî hat, xîzarkêşî jî mir
09:15 Hevseroka Giştî ya DBP'ê Aydenîz: Dixwazin bi tecrîdê pêşî li ber tifaqê bigirin
09:14 Profesorê bi tecawizê tê tawanbarkirin dê di 25'ê Mijdarê de bê darizandin
09:13 Bi zorê biryara HES'ê bi Meclîsa Bajêr a Êlihê dane qebûlkirin
09:07 Qeyûmê Şemrexê çav berda meaşê hevşaredarê
09:07 'Heger derbarê Peker de biryara beraetê nehata dayîn, dê Çakici nikaribûna gef bixwarana'
09:07 Muzîkjenên betal mane zehmetiyê dikişînin
09:07 Bang li Meclîsê kir: Peywira xwe ya venêranê pêk bîne
09:07 ‘Ji salên 1960’an heya roja îro cînayetên jinan ne guherîn’
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2020'AN
07:35 Polîsan Nûçegîhanê MA'yê Dîndar Karataş binçav kirin
23/11/2020
20:32 Di lêpirsîna derbarê KCD'ê de 5 kes hatin girtin
18:51 Edîtora JinNewsê Metîna hat berdan
16:53 Şaredariya Panosê ji bo jinên gundan Navenda Bêhnvedanê ya Jinan vekir
16:50 Li Amedê 44 kes sewqî edliyê hatin kirin
16:49 Çîroka DBP’iyê hat binçavkirin û berdan
16:13 MXDŞ’ê banga lezgîn kir: Şengal bi fermanek nû re rû bi rû ye
16:12 Hêzên PDK’ê li herêma Metîna bendê ava dikin
15:42 Li Mêrdînê çalakî hatin qedexekirin
15:33 Beştaş: ji ber pergala totalîter nalenala milyonan e
15:26 Doz li Dayikên şemiyê vekirin
15:24 ‘Emê destûrê nedein talana li Erbaa, Bogali û Sakaratê’
15:12 Ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin
15:06 'Rojê zêdeyî 50 hezar mirov bi şewbê dikevin'
15:03 Îdîanameya tecawîzê ya li GGM’ê hat amadekirin
14:55 Xwestin tundiya li ser jinan were lêkolînkirin
14:34 Bernameya 25’ê Mijdarê ya Meclisa Jinan a HDP’ê
14:12 Rojnamegerên jin: Divê pênûsên me têkoşîna jinan binivîsin
14:05 Hevşaredarê Bêgiriyê tehliye bû
14:05 Dadgehê 'Biryara rawestandinê' ya darizandina Helîn Şen red kir
14:04 Bijîşkan xwest Dr. Şeyhmus Gokalp ê binçavkirî were berdan
13:51 Soylû yê xwedî tecawîzkar Orhan derketibû: Ev kuştinên jinan ji ku derket?
13:48 Koçyîgît xwest li Girtîgeha Wanê lêkolîn were kirin û Fatma Tokmak jî were berdan
13:47 Doza KCK'ê ya Dîlokê: Eger Wezareta Dadê reformê dixwaze bila vê dosyayê bibîne
13:40 Rapora Las Tesîsê: Mudaxale, binçavkirin, lêpirsîn û doz
13:35 Pezkoviyên ku dikevin ava bendavê dimirin
13:03 Dixwazin xwişk û birayên hev ên ji Hesekê der sînor bikin
12:42 Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP’ê: Em ê bibin dengê Z.M. a îranî
12:31 Jinan giliyê polîsan kir lê dozger biryara ‘dozvenekirinê’ da
12:11 Ji jinên kurd beriya 25’ê Mijdarê çalakiya bipankart
12:11 HDP: Îqtîdar di tevdîrên dij koronayê de biserneket
10:58 Ji bo operasyonê li çar gundan derketina derve qedexe kirin
09:05 Akademîsyen Guney: Em ne di nava bendewariya reformê de ne