Ji Dayika Aştiyê Kiran banga yekîtiyê: Ne ji bo birakujiyê divê em ji bo yekîtiyê rabin

  • rojane
  • 09:17 4 Kanûn 2020
  • |
img

AMED - Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran têkildarî gengeşiya ku li Başûrê Kurdistanê diqewime axivî û xwest ku rêveberiya Herêma Kurdistanê nebe maşeya tu dewletan û got: “Ji bo ku birêz Barzanî û kesên dora wî şerê birakujiyê bisekînin û xwîna bira neyê rijandin, me laçikên xwe yên bi rûmet avêtin erdê.”

Endama Meclîsa Dayika Aştiyê ya Amedê Hewa Kiran bi rageşiya ku tê xwestin li Başûrê Kurdistanê di nava hêzên Kurdistanî de biqewime û carek din rê li ber şerê birakujiyê veke nirxand.
 
‘PÊWÎSTE PDK NEBE HÊSÎRÊ DEWLETAN’  
 
Kiran bi bîr xist ku di pêvajoya çareseriyê de bi heyetekê çûbûn Herema Kurdistanê bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî re hevdîtinek pêk anîbûn e û wiha got: “Ji bona yekitiya gelê kurd çêbibe em bi heyetekê çûn bi birêz Barzanî re hevdîtin pêk anî. Em gelek têkoşiyan ku her çar parçeyên Kurdistanê bikin yek û Kongreya Netewî pêk were. Wexta Başûrê Kurdistanê hat avakirin me got ‘lingekê Kurdistanê hat danîn wê êdî wek Kurdistaneke azad û demokrat pêşve here.’ Lê mixabin ji wê demê heta niha ji bo yekitiya kurd pêk were tu pêşketinek çênebû, tenê ji bona berjewendiyan pêşveçûnek heye. Ji bona yekitiya gelê Kurd çênebe xwe kirin maşe û destê herkesê kirin nav xwe, destên qirêj kirin nav xwe û bi wan destên qirêj hereket kirin. Ji ber wê yekê îro PDK li Başûr bûye hêsîrê dewletan. Çima yekitiyê ava nake? Wexta ku yekitî were avakirin dê berjewendiyên wan jî biqedin”
 
‘BAREGEHÊN DEWLETA TIRKIYÊ XETERE NE’
 
Kiran bal kişand ser baregehên Tirkiyê yên li Herema Kurdistanê û wiha axivî: “Bi qasî ku li çiyayên Başûrê Kurdistanê baregehên dewleta Tirkiyê hene yên Başûriyan tune ne. Ev xeteriyeke, ne tişteke ji rêzê ye. Me hezar caran gotiye zarokên li wê derê dijîn neviyên bavê te ne. Mirov zirarê nade birayê xwe. Birayê mirov hêz û qeweta mirov e. Wexta DAIŞ’ê êrişî Hewlerê kir kê xwe da pêşiyê? Zarokên vî gelî xwe dan pêşiyê. Îro çi dikin? Çiyayên Kurdistanê bi temamî baregehin û dora zarokên ku birayê wî ne girtine. Heke îro em li welatê xwe bi rengê xwe jiyan nekin, zimanê me were qedexekirin ji ber ku yekitiya me tune ye. Niha pêwîstî bi yekitiya gelê kurd heye û divê gelê kurd bi yekîtiyê rabe. Em naxwazin bira, birayê xwe bikuje. Kuştina biratiyê li lingê xwe xistin e. Heke birayê te ji bo azadiya te li wê derê cane xwe feda bike, gereke tu jî mezinatiya xwe bikî destê xwe deynî bin kevir û ji bo yekîtiyê bikevî nava hewldanan. Yekitiya gelê kurd ji nan û avê ferztir e. Ji bo Kongreya Netewî ya Kurd pêk were çi kesê dibêje ez kurd im divê destê xwe têxe bin kevir. Di demekî nêzîk de bi lezgînî yekitiya her çar perçeyê Kurdistanê û gelê kurd çêbikin.”
 
‘JI BO ŞERÊ BIRAKUJIYÊ ÇÊ NEBE ME LAÇIKÊN XWE AVÊTIN ERDÊ’
 
Kiran destnîşan kir ku ew laçikên xwe yên spî li dijî şerê birakujiyê û ji bo avakirina yekîtiya neteweyî diavêjin erdê û wiha berdewam kir: “Berê eşirtî hebû. Wexta du eşîran şerê hevdu dikir dayikekê laçika serê xwe diavêt nava wan her du jî disekinîn. Rûmeta wê laçikê hebû. Li gor dîn porê jinekê xuya bike guneheke mezin e. Ji bona ku ev şer bisekine û şerê birakujiyê tune be temamê meclîsên me laçikên xwe yên giranbuha avêtin erdê û porê xwe yên spî derxistin ku kesên dibêjin em mirov in destê xwe deynin bin kevir. Em naxwazin şerê birakujiyê çêbibe. Ji bo ku birêz Barzanî û kesên dora wî şerê birakujiyê bisekînin û xwîna bira neyê rijandin ew laçikên xwe yên bi rûmet me avêtin erdê. Şerê birakujiyê me nagihîne tu derê wê me têk bibe. Em dibêjin yekitî, yekitî, yekitî.”
 
‘BILA DESTÊN GEMAR JI BAŞÛR DERKEVIN’
 
Kiran bang li hêzên kurdan hemû kir ku pêwîste destê aşitiyê û biratiyê dirêjî hev bikin û got: “Ji bona em nebin maşeyê tu dewletan em yekitiya xwe ava bikin. Em dixwazin destên gemar bila ji nav Başûr derkevin. Kesên ku li Rojava dixistin birine dora Qendîlê bi cih kirine. Gelek pêşmerge jî li dijî vê yekê ye. Ew şerê birakujiyê bikin dê xwe biqedînin. Wê nasnameya xwe ya kurditiyê ji holê rakin.”
 
BANGEK GIRÎNG LI BARZANÎ KIR
 
Kiran bang li Serokê PDK’ê Mesût Barzanî jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Baregehên xwe rake û yên dewleta Tirkiyê ji welatê xwe derxîne û yekitiya xwe çêbike. Wek dayik em ji te rica dikin. Tu serokek û mezinekî Başûrî xwe hîn mezintir bike. Destê xwe bide birayê xwe bila yekitiya gelê kurd çê bibe. Bi şerê birakujiyê çê nebe. Zarokên me jî yên te ne yên te jî yên me ne wê dilê me bi hev biêşe. Divê her kes ji bo ku Kongreya Netewî ya Kurd çêbibe û şerê birakujiyê çê nebe di nav hewldanan de bin.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Eylem Akdag

Sernavên din

04/12/2020
10:20 Li Wêranşarê îdîaya di du rojan de 2 'întîhar'
09:56 Derbarê kuştina Erbaş de lêpirsîna ‘biqisûr’ hat destpêkirin
09:17 Ji Dayika Aştiyê Kiran banga yekîtiyê: Ne ji bo birakujiyê divê em ji bo yekîtiyê rabin
09:16 Malbatên girtiyan: Em ê li ber zindanan kon vedin
09:15 'Walî û Midûriyeta Polîsan a Şirnexê wekî partîzanên AKP'ê tevdigerin'
09:14 Li Mêrsînê 300 kes bûn endamên HDP'ê
09:08 Esnafên Çarşiya Sifirkaran: Dikan vekirîne, lê di asasê xwe de girtî ne
09:07 Parlementer Gulum: Girtîgeh veguherîne malên komkujiyê
09:06 30 sal in perçeyek têkoşîna jinê ye
09:06 Tumuklu: A ku tecrîda li Îmraliyê bişikîne têkoşîn e
09:05 Îlhan:Armanca sereke tunekirina destkeftiyên kurda ne
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2020'AN
03/12/2020
20:46 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan û kesek hat girtin
20:40 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 14 hezar û 316
18:13 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li nivîskar Deryaspî birî
16:57 50 fezlekeyên nû derbarê parlamenterên HDP'ê de amede kirin
16:53 Wê li hucreya yek kesî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bibe
16:08 Li Misircê erdhej: Avahiyan xesar dît û nexweşxane hat valakirin
15:57 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
14:49 HDP’ê daxwaza xwe ya bihayê asgarî aşkera kir: Divê herî kêm 4 hezar TL be
14:30 Serlêdanên 8'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî dest pê kir
14:29 Ji bo Serokatiya Şaredariya Sîweregê jinek hat hilbijartin
13:44 Başaran: Roj roja berxwedana li dijî pergala zilam-dewletê ye
13:38 AYM, serlêdana Paylan bi hinceta “demboriyê” red kir
13:36 Li ber Ozgur Ulke ya hatibû bombekirin bang kirin: Em dîsa li vê derê ne
13:04 Parlamenter Guzel têkildarî tundiya li ser jinên astengdar pêşnûmeke lêkolînê da meclisê
12:50 Federasyona Pêkhateyên Bêasteng: Em salê tenê carek tên bîra mirovan
12:47 Çalakiya greva birçîbûnê bi tevlîbûnên nû dewam dike
12:47 Parêzeran ji bo serdana Îmraliyê serlêdan kirin
12:02 Piştigiriyên ji bo Asayîşa Êzidxan didomin
11:52 ENAG, TUÎK’ê derew derxist: Di meha Mijdarê de enflasyon 3.43 zêde bû
11:43 Ji JinNews’ê çeteleya tundiyê ya mijdarê: 30 jin hatin kuştin
11:12 Rêya Sêrt û Bedlîsê ji ber erdhejê ji trafîqê re hat girtin
10:49 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Em li daxwazên wan xwedî derkevin
09:55 Dozger ji 112’an îxbarê derxist lê nikaribû tu belgeyan bi dest bixe
09:12 16 caran îşkenceya binçavkirinê
09:11 Li HDP'iyên ku binçavkirina hevserokan şermezar kirin 139 hezar û 500 TL ceza birîn
09:11 Ji kesên heqaret li Guvenê kiribûn tenê derbarê 3 kesan de îdianame hat amadekirin
09:10 'Ciwan dê li dijî tecrîdê têbikoşin'
09:10 Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm dê sibê bicive
09:09 Başaran: Pergala Îmraliyê siyasî ye, têkoşîna li dijî wê jî divê siyasî be
09:09 Girtiyên jin ên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin
09:09 Rojnamevan Çetîn: Dema ku DYA'yê dabû Tirkiyeyê qediya
09:07 Li Sêrtê erdhej çêbû
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2020'AN
02/12/2020
22:51 Li Colemêrgê polîs du kes birîndar kirin
20:20 Li Şirnexê 7 kes serbest hatin berdan
19:46 193 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:49 3 endamên Meclîsa Giştî ya Bajar a Şirnexê yên HDP'î, ji peywirê hatin dûrxistin
16:44 Li Geverê gengeşiya TEDAŞ’ê
16:07 Dayikên Aştiyê laçikên xwe avêtin erdê
15:44 Doza rojnamevan Sayilgan hat taloqkirin
15:25 Tundiya polisan a serdegirtinê: Hûn biqîrin em ê we bikujin
14:29 Dadger salek û 3 meh ceza li rojnamevan Muftuoglû birî
14:10 Haber-Sen: Êdî bes e em dimirin
13:48 Olûç: Hûn bi operasyonan nikarin xebatên HDP’ê asteng bikin
13:47 Li Dersimê rêya 56 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin
13:41 Kesên li Denîzliyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:27 Danişîna Ferhat Tûnç taloq bû
12:40 26 sal di ser bombekirina Ozgur Ulkeyê re derbas bû: Em sibê li Kadirgayê ne
12:28 Nivîskar Îmrek ji doza Emîne Erdogan hat beraetkirin
12:17 Li Rihayê kesek hat girtin
11:54 Siyasetmedar Celal Yoldaş hat berdan
11:53 Polisan li Qoserê 3 kesan binçav kir
11:49 Koma duyemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
11:37 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 23'an
09:55 Rojnameger Karataş: Sedema girtina me teşhîrkirina îşkenceyan e
09:40 Li Sûrê dîrok hat paqijkirin û avahiyên dişibin girtîgehê hatin çêkirin
09:28 Esnafên Cizîrê: Dewletê em bi zirareke mezin re rû bi rû hiştin
09:27 Akkûzû: Em dixwazin çanda kurdî derxînin holê
09:27 Li gor walîtiyê sedema kuştina sivîlan a bi destê eskeran ji ber heman sedemê ye
09:26 Aborîzan Ari: Wekî her salê ji sedî 83'yê budçeyê li ser milê xebatkaran hatiye barkirin
09:20 Kesê ji bo debara xwe bike du karan dike: Werin li sarinca min mêze bikin, vikîvala ye
09:13 Ozgur Ulke 26 salî ye: Dê ew agir we jî bişewitîne
09:12 Ozkîraz: HDP, ne muhtacî tu kesî ye, berevajî muhtacî hilbijêrên HDP'ê ne
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2020'AN
01/12/2020
19:24 Îro 190 kes mirin, 30 hezar û 110 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
17:08 Li Colemêrgê carek din çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:54 Şengaliyan 'Peymanê Şengalê' bi meşekê şermezar kirin
16:54 Jinek li Bûrsayê bi gumanbar jiyana xwe ji dest da
16:32 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Tûran hat redkirin
16:23 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: Em ê têkoşîna xwe dewam bikin
16:00 Rêxistinên ciwanan: Em ê serî ji terora girtinê re netewînin
14:55 HABER-SEN: Êdî bes e kedkarên PTT’ê westiyan e
14:43 Sancar: Fatoreya derewên desthilatê ji tenduristiya gel re dertê
14:23 'Ligel rapora ATK'ê, çima girtiyên nexweş nayin berdan?'
14:08 Dadger daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar red kir
13:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:27 Dest bi îfade girtina 18 kesên dibin çavan de hat kirin
12:58 Hevdîtina bi telefonê ya têkildarî Roja Ziman sûc hat dîtin
12:55 Koma li ber HDP’ê êrişî xebatkarên HDP’ê kir
12:38 Polisan li Amed û Mersînê 4 kesan binçav kirin
12:35 Li Şirnexê 21 binçavkirin: Destê keça min şikandin
11:53 Li gorî Walîtiya Colemêrgê leşkerên ku Erbaş kuştine guleyan berî hewayê dane
11:27 ‘Ji ber xemsariya dewletê tundî li jinên karkerên malê tê kirin’
11:27 Koma duyemîn dê greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewr bigire
11:14 'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê' hat taloqkirin
10:43 Girtiya nexweşa pençeşêrê Çetîn nayê dermankirin
10:41 Malbata pitika li Êlihê mir wê derbarê xemsariyê de gilî bike
10:11 Newaya Jin bi manşeta 'Dîktator tê darizandin!' derket