STENBOL - Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Tenduristî û Civakî Dr. Samet Menguç got: "Berpirsiyarê sereke yê rewşa tenduristiyê AKP'ya ku berjewendiyên sermayeyê diparêze bixwe ye."
Ji ber ku li dijî şewba Covîd-19'ê tevdîr baş nayên girtin, pirsgirêkên heyî jî her diçe zêdetir dibin. Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Tenduristî û Civakê ya HDP'ê Dr. Samet Menguç, diyar kir ku rêya ku îqtidar di warê pandemiyê de dişibîne polîtîkayên neo-lîberal in û lewma berpirsiyarê vê rewşa xedar AKP bixwe ye.
DANE TÊN VEŞARTIN
Menguç, bibîr xist ku daneyên tenduristiyê ji raya giştî yên veşartin û daneyên li ber destekî tên komkirin şaş û kêm in. Menguç, bilêv kir ku îqtidar bi vî awayî kesyperestiyê dike û lewma ne tenduristiya civakê, sermayeyê diparêze û got: "Berpirssiyarê sereke yê vê rewşa xeternak, AKP'ya ku polîtîkayên aboriyê yên neo-lîberal û bejwendiyên sermayeyê diparêze bixwe ye."
HELWESTA ÎQTIDARÊ YA JI BO PANDEMIYÊ
Menguç, destnîşan kir ku tevdîrên di çarçoveya têkoşîna li hemberî şewbê de tên girtin kêm in û heger tevdîrên baş neyên girtin dê hejmara nexweşan û miriyan zêdetir bibe. Menguç, helwesta îqtidarê ya ji bo pandemiyê jî wekî helwesteke necidî pênase kir û got: "Bi vê ferasetê ne mimkun e ku tu li dijî şewbê bitêkoşî. Têkoşîna li dijî pandemiyê bi tsratejiyeke têkoşînî ya topyekûn pêkan e. Hêleke neteweyî û hêleke navneteweyî ya vê têkoşînê heye. Li her du qadan jî divê têkoşîneke hevpar hebe."
TEVDÎR
Menguç tiştên divê li dijî pandemiyê bên kirin wiha rêz kir:
"* Budçe divê ji nû ve bê sererastkirin.
* Xizmeta li gor asasên parastin û pêşîlêgirtinê divê.
* Peymanên nexweşxaneyên bajêr û projeyên bi vî rengî giş divê bên betalkirin û bên îstimlaqkirin.
* Liv û tevgera mirovan divê bê kêmkirin, liv û tevgera navendên danûstendinê divê bê kêmkirin û deverên ne mecbûrî divê heya pandemî biqede neyên xebitandin.
* Pergala tenduristiyê divê bê têkûzkirin û îstihdama xebatkarên tenduristiyê bê kirin.
* Parastina xebatkarên tenduristiyê bê kêmanî divê bê kirin û şert û mercên wan ên xebatê bên sererastkirin.
* Testên PCR'yê divê bên berbelavkirin, karantîna û îzolasyon tam bê kirin.
* Pêdiviyên mirovan divê bên peydakirin.
* Dewlet divê zexîre, ceryan, av û hêwirandinê bêheq peyda bike.