Ji bo 10 girtiyên nexweş banga lezgîn a berdanê hat kirin

  • rojane
  • 13:16 19 Kanûn 2020
  • |
img

ENQERE – Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî bal kişand ser rewşa 10 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Bafrayê û ji bo wan banga lezgîn a berdanê kir.

 
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 328’emîn de çalakiya xwe ya heftane ji ber Kovîd-19 bi vîdeoyekê li dar xist. Li ser navê Înîsiyatîfê Nûray Çevîrmen a Endama Desteya Rêveberiya Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa 10 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Bafraya Samsûnê ya Tîpa T.
 
ENGÎN AYDINALP
 
Çevîrmen diyar kir ku ji girtiyên nexweş Engîn Aydinalp (49) sal in di zîndanê de ye û got: “Beriya ew bikeve zîndanê penceşêra mejîpişt (omurilik) derbas kiriye. 4 car emeliyat bûye. 3 sal felç maye. Her cihê laşe wî diêşe û her ku diçe rewşa wî girantir dibe. Nexweşînek nemaye ku lê peyda nebûye. 6 caran ji pişikê xwe emeliyat bûye û ew nikare nefesê hilde.”
 
ADEM DÛRMÛŞ, EMRÛLLAH GEZER Û MAZLÛM DÎNÇ
 
Çevîrmen da zanîn ku girtiyê nexweş Adem Dûrmûş yek ji nexweşên giran e û çavê wî çepê ji sedî 10 dibîne û nayê dermankirin. Çevîrmen got yek ji girtiyên nexweş jî Emrûllah Gezer e û divê ji guhê xwe were emeliyatkirin lê nayê tedawîkirin. Çevîrmen anî ziman ku Mazlûm Dînç jî girtiyek nexweş e û sê tiliyên destê wî rastê tune ne û gelek nexweşîn lê peyda bûne.
 
METÎN TÛRAN
 
Çevîrmen destnîşan kir ku Metîn Tûran jî yek ji girtiyên nexweş ê rewşa wî giran e û ew li Girtîgeha Bafrayê tê ragirtin û ji ber wî di Operasyona Lêvegera Jiyanê de derbek ji serê xwe xwariye ji wê rojê ve nexweş e. Çevîrmen got ji bo Metîn Tûran serî li Saziya Tiba Edlî hatiye xistin û berdana Tûran hatiye redkirin û ew bi nexweşînên giran re rûbirû ye.
 
HASAN KARDAŞ
 
Çevîrmen anî ziman ku girtî Hasan Kardaş jî bi nexweşîna epîlepsî ketiye û ji ber vê yekê bi rêkûpêk derman bikar tîne. Çevîrmen got Kardaş hêdî hêdî hişê xwe jî winda dike.
 
BÎLAL AKBAŞ
 
Çevîrmen anî ziman ku bi salan e girtî Bîlal Akbaş jî bi nexweşîna aciziya derûnî re rûbirû maye û her wiha nexweşîna guatr pê re heye.
 
OKAN OCAK
 
Çevîrmen da zanîn ku bi Okan Ocak re jî nexweşîna astimê heye û roviyên wî qetiyane û emeliyat bûye. Çevîrmen got Okan Ocak di sala 2016’an de ji fitiqa zik emeliyat bûye û nexweşîna hemoroîdê jî pê re heye û ji ber pandemiyê tedawiya wî nayê kirin û her wiha ji ber aciziya derûnî jî dermanên giran bikar tîne.
 
OMER ÇEKEN
 
Çevîrmen diyar kir ku nexweşîna prostatê jî bi Omer Çeken re heye, di kezeba wî de damar li hev siwar bûne û kîtle çêbûye, bronşit pê re heye, di pişt û stûyê wî fitiq heye û di qirika wî de beze trioda bi îltîhap heye û ew ji mîdeya xwe jî nexweş e.
 
ŞEYHMUS KOÇ
Çevîrmen anî ziman ku tileyek destê girtî Şeyhmus Koç jî jê bûye, di sîng û mile wî de parçeyê şarapnele heye û aciziya derûnî pê re heye.
 
‘DIVÊ LEZGÎNÎ WERIN BERDAN’
 
Çevîrmen destnîşan kir ku tedawiya girtyên nexweş nayê kirin û got: “Pêwîste girtiyên nexweş ên nikarin di zîndanê de bimînin bi lezgînî werin berdan.”

Sernavên din

19/12/2020
20:17 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bi ser 2 milyona ket
16:43 Li Edeneyê welatiyek hat girtin
16:13 Li ‘Komkujiya Gurgumê’ komkujiyên din zêde kirin
15:44 Di ‘Rûniştina F’ de, Komkujiya 19’ê Kanûnê hat şermezarkirin
15:39 Kesên di Komkujiya 19’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:11 Ciwanan ji bo piştevaniya greva birçîbûnê pankart daliqandin
15:08 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût bi parêzera xwe re hevdîtin pêk anî
14:58 Tedawiya girtiyê nexweş Yildirim nayê kirin
14:10 26 salin agahî ji Ahmet Bîçîmlî yê ku Hizbûllahê revand nayê girtin
14:03 Dayikên Şemiyê: Destê dewletê ketiye xwîna kurdan
13:59 Polîsan li Êlîhê welatiyek binçav kirin
13:16 Ji bo 10 girtiyên nexweş banga lezgîn a berdanê hat kirin
11:25 Di teqîna li nexweşxaneyê de 8 kes mirin
11:17 Ji bo emelîyata ku nexweşiya wê biqedîne li benda alîkariyê ye
11:01 Ji ber ku lêgerîna tazî red kir, hat derpkirin
10:42 HDP’ê derheqê ATV’ê de cara duyemîn serî li RTUK’ê da
10:37 Li Amedê mij bandora xwe didomîne
10:13 Li Girtîgeha Rihayê pêketî zêde bûne û test nayên kirin
10:12 Li dijî Şaredariya CHP’ê ‘operasyona bertîlê’
09:21 Di doza Girtîgeha Bayrampaşayê de xetereya bêcezatiyê
09:20 Ji ber komira nebaş nikarin bêhnê bistînin
09:20 Di malbatê de kes nemaye ku ceza li wan nehatiye birîn!
09:16 Karkeran bang: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Qeyûm ji îhaleya bi 15 milyona TL'yî 30 milyon TL çirpandiye
09:12 Unsal: Kurd êdî bêstatubûnê qebûl nakin
09:10 'Dixwazin bi tecrîdê heyfa Rojava ji me bistînin'
09:03 Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bang li Wezîrê Dadê kir
09:01 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2020'AN
18/12/2020
21:00 246 kes mirin, 26 hezar û 410 kes jî pê ketin
20:57 Nûçehgihana me Dûrgût birin Wanê
16:42 Cezayê hefsa malê dan Hevserokê Navçeyê yê HDP’ê
16:41 Walîtiya Sêrtê ji bo 15 rojan çalakiyan qedexe kir
16:24 TUHAY-DER’ê ji bo grevên birçîbûnê serdana partiyên siyasî kir
16:22 HDP’ê Komkujiya Gurgumê li Meclîsê bi bîr anî
15:57 Rêxistina Efûyê ji bo Siddik Meşe bang kir
15:44 Leyla Guven: Em ê tu carî nedin jibîr kirin
15:42 Di erdheja Sêrtê de 52 jê giran 737 avahî xesar dîtine
15:23 Endama Dîwana KCD’ê Jiyan Taş hat berdan
15:23 Koalîsyona Jinan a Rojnamegeran ji bo nûçegihana me Dûrgût bang kir
15:19 Parastvanên Maf: Doza Komkujiya 19’ê Kanûnê 20 sal in bi dawî nabe
15:01 Di hevdîtinên budçeyê de herî zêde parlamenterên jin ên HDP’î axivîn
14:44 Polîsan di mudaxileya daxuyaniya greva birçîbûn de, gelek kes binçav kirin
14:43 KESK: Ev budçe ne ya me ye
14:11 Platforma Jinan a Antalyayê: Piştgirî da Altin a rastî tundiyê hatibû
13:34 MÎT’ê siyasetmedarên ewropayî jî kiriye hedef
13:18 BES: Bergiriyên pêwîst bigirin, em naxwazin bimirin
13:03 HDP’ê Cejna Êzî ya civata êzidî pîroz kir
13:00 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li Hevseroka berê ya MEYA-DER’ê birî
11:47 Li Girtîgeha Konyayê 5 girtî beşdarî grevê bûn
11:36 Li 5 bajaran operasyona li dijî Eniya Gel
11:23 Ketina Îçkaleya Amedê hat qedexekirin
11:16 Li Eyn Îsayê şerekî dijwar rû dide
11:15 Rojnameger Dûrgût a di bin çavan de wê bibin Wanê
10:43 Emîne Şenyaşar: Kê zarokên min kuşt?
10:42 Kêm jî be qezenca wan di berîka wan de dimîne
10:03 4 girtî hatin sewqkirin
09:55 Greva birçîbûnê di roja 22'yemîn de ye: Li Rihayê 9 girtî tevlî bûn
09:29 Li 17 bajaran rapirsî: Pirsgirêka herî bingehîn pirsgirêka kurd e
09:24 Ozen: Qirkirina Mereşê îro jî berdewam dike
09:22 Ozturk: Em yekîtiya neteweyî pêk bînin, tifaqa xwe çêbikin
09:21 Jiyan li gundên Colemêrgê: Şertê îkametgahê, destûra ji bo nexweşxaneyê, kotaya ji bo erzaq
09:19 ‘Armanc, em pêşî li ber bişaftinê bigirin'
09:16 Şahida komkujiya 19'ê Kanûnê: Armanc civakê hepsî hcureyan bikirana
09:14 'Wesayîta qeyûm bi pereyê bertîlê hat stendin'
09:13 Arslan: Meaşê jiyaneke mirovane sînorê xizaniyê ye
09:11 Dek û dolabên Midûriyeta Polîsan: Pêşî binçav kirin, dû re biryar girtin
09:09 ‘Mahmût Baksî ji bo nifşê nû hêvî bû'
09:08 Bazara Heywanan a Agiriyê di nava heriyê de ma
09:05 Dayika Girtî: Ew li hundir em jî wê li derve li berxwe bidin
09:02 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2020'AN
17/12/2020
19:26 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:57 4 rojnamevan hatin binçavkirin
16:41 Partiyên Saadet û Pêşerojê bertek nîşanî gotinên Bahçelî dan
16:26 Leyla Guven: Dem dema yekitiya neteweya kurd e
16:10 Ferdên malbata Şenyaşar bi şertê kontrola edlî hatin berdan
16:08 Rêxistinên ciwanan çûn seredana karkerên Sînboyê
16:07 HDP'ê têkildarî budçeyê gel agahdar kir
16:05 Gergerlîoglu: Hatin û mirovan tazî dikin
16:04 Beştaş: Rûniştina li pêş HDP'ê serbest e, lê li pêş AKP'ê qedexe ye!
15:28 Di doza Ayten Adiguzel de biryar nehat dayîn
15:26 Haber Sen: Sirgûnanan rawestînin
15:14 Komîsyona ÎHD’ê ya jinan: Tekane sûcdarê tacîzê tacîzkare
14:38 Dozger 4 girtiyên ku daxwazname şandin ceza kir
14:00 Ji gelê Şirnexê coşa yekitiya neteweyî
13:49 Serokwezîrê Iraqê Kazimî gihîşt Enqereyê
13:22 Serokkomarê Fransayê Macron bi koronayê ket
13:17 YPG: Hêzên me bi tu awayî êrişî baregehên pêşmergeyan nekirine
13:01 Di doza Hrant Dînk de parêzeran parastin nekir
12:57 Daxwazên rojnameger Karataş ê girtî nayin pêşwazî kirin
11:37 Li Stenbolê jinek hat qetîlkirin
11:23 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:59 Li Amedê mijekî zêde
10:22 Grevên birçîbûnê ket roja 21’an
10:22 Mexdûrên erdhejê: Hikûmetê soz dan lê pêk neanîn
10:21 Mihrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê dest pê dike
09:59 Dengbêjê nemir: Mihemed Arif Cizrawî
09:12 Nêzî milyonek TL cezayê pandemiyê li HDP'iyan birîn
09:10 Kakşar Oremar: Em bi dengê Çarçira bibin yek
09:10 Guven: Daxwaza bi milyonan kesî bidawîkirina tecrîdê ye
09:05 Malbatên girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin