‘Rêveberiya girtîgehê peyama 'hûn nikarin hilberînin' dide me'

img
STENBOL - Hatîce A. ya ku li Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan dimîne diyar kir ku di serdegirtina qawişan de nivîsên wan yên ku bi salane dinivîsin hatine desteserkirine û got: “Peyama 'divê hûn ne hilberînin' didin me." 
 
Hatîce A. ya ku li Gîrtîgeha Gebzeyê ya Jinan dimîne têkildarî serdegirtina qawişan a di 27’ê Mijdara 2020’an de pêk hat nameyeke bi sernavê “Jiyana girtiyên jin hat talankirin” nivîsand. Hatîce A. ji bo ku tiştên li qawîşê qewimîne raya giştî jî jê agahdar bike nameyek berfireh nivîsan û ji Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn re şand.
 
Hatîce A. di nameya xwe de li ser tiştên ku li derve û hundir jin pê re rûrûbi mane rawestiyeye. Hatîce A, diyar kir ku êrişên li ser jinan ji hev ne serbixwe ne û bi armanca nivîsên wan yên bi salane dinivîsin ji holê werin rakirin û ji hilberînên wan re astengî werin derxistin gardiyanan bi ser qawîşan de girtine. Hatîce A. diyar kir ku jin li derve zêdetir bi awayekî fîzîkî tên qetilkirin û li girtîgehan jî hêvî, xeyal, hest, raman û keda bi salan a jin didin tê qetilkirin.
 
Hatîce A. da zanîn ku sedema nameyê ji Eren Keskîn re nivîsînê zext û zilma li girtîgehê ku ji her kesê re vebêje ye û wiha got: “Li girtîgehê 27’ê Mijdara 2020’an bi tarzê talankirinê lêgerînek hat kirin. Ev lêgerîn tenê li qawişên girtiyên siyasî hat kirin. Qaşo ‘Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 2'yemîn a Kocaeliyê’ ji hin hevalên me re lêpirsîn daye destpêkirin. Ev lêgerîn jî ji bo wê hatiye kirin. Di lêgerînan de 20-30 gardiyan bi hêceta lêgerînê ket qawîşên ku ji 14 girtiyan pêk tê. Bê rûpoş di hundir de lêgerîn pêk anîn. Ji ber şewba vîrûsa koronayê tu tevdîr ne girtin û bi pêlavên xwe pêl nivînên me kirin. Hemû tiştên me belav kirin. Bi heman lepikan ketin dolabên me hemûyan. Heta li nav bincilkên me jî lêgerîn pêk anîn. Bi destên xwe yên ku kirin çopê de, li ser me lêgerîn pêk anîn. Em nizanin em bi vîrûsê ketine an na.”
 
DEST DANÎN SER NIVÎSAN
 
Hatîce A. destnîşan kir ku di lêgerînê de gardiyanan dest danîne ser xebatên wan yên nivîskî, tiştên wan xistin poşeta û birine û got: “Lênûskeke ku em nîşeyan bigirin jî nehiştin. Li vir hevalên me yên ku 30 sal ceza girtine hene. Hemû wêne, pûlên nameyan, lênûskên me yên vala, nameyên me yên bi kaşe, çîrok, helbest, roman, bîranîn, ceribandin, lênûskên me yên nîşeyan û gelek tiştên din desteser kirin û birin.”
 
‘JI JINÊN HILBERÎNER DI DITIRSIN’
 
Hatice A. diyar kir ku rayedaran ji wan ra gotine ku tiştên ku birine wê piştî lêkolînê bidin wan û wiha axivî: “Cara sêyemîne ku em bi lêgerînek wiha re rûbirû dimînin. Tu tiştên ku birin paşve nadin me. Wekî din derbarê me hemûyan de jî biryara lêpirsînê tune ye. Lê dîsa jî bi ser qawîşên me de digirin û dest datînin ser alavên me.  Heke lêpirsîn hebe jî lênûskên me yên vala, pûlên nameyên me nikarin bibin. Bi van lêgerînan ji me re peyama ‘hûn nikarin bixwînin, lêkolîn bikin, nikarin binivîsinin û hilberînin' didin me. Li dijî ewqas neheqiyan mirov nikare bêdeng bimîne. Bi rastî jî ji hilberînên me û fikirandina me ditirsin û êrişî me dikin."  
 
‘WÊ DENGÊ ME RAGIHÎNIN’
 
Hatice A. anî ziman ku dest danîna ser 15 lênûskên wê yên ku ji destnivîsên wê pêk tê û wiha domand: “Di van lênûskan de keda min ya 13-14 salan hebû. Xebatên min yên rojnivîsk, helbest, çîrok û hin nîşeyên girîng ku ji bo min bi nirx bûn birin. Dixwazin me ji fikr û hestan qût bikin û bi me paşde gavan bidin avêtin. Em dizanin ku em ne bi tenê ne. Li derve bi hezaran jinên berxwedêr hene. Em dizanin ku em û ew yek in û wê dengê me ragihînin.”
 
‘BERIYA 30 SALAN BAVÊ MIN BIRIN, NIHA JÎ NIVÎSÊN MIN BIRIN’
 
Hatîce A. di beşeke nameyê de jî qala jiyana xwe dike û wiha dibêje: “Di sala 2007’an bavê min qezayek trafîkê derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Bavê min qehremanê min bû. Bi keda wî ya bêhempa min we nas kir. Ez berxwedan û têkoşînê ji wî hîn bûm. Bavê min di salên 90’î de her cara dihat binçavkirin bi mehan îşkence lê dihat kirin. Min û dayika xwe jî para xwe ji vê îşkenceyê girt. Ji ber vê yekê ez têkoşiyam. Piştî 30 salan dîsa dibim şahidê tiştên giran. Ez di zîndanê de hîn bûm ku bavê min jiyana xwe ji dest daye. Piştî zarokatiya xwe min ew qet nedît. Derbarê wî de min bi dest xebatekê kiribû. Bavê min beriya 30 salan hatibû binçavkirin û birin, niha jî nivîsên ku min derbarê wî de nivîsandin ji min tên girtin û dest datînin saer. Dîsa wêneyên ku min bi malbatê re girtibûn desteser kirin."  
 
‘HÊRSA ME DANAKEVE’
 
Hatîce A. nameya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bawer im dixwazin hişên me jî tune bikin. Lê tiştên bi sala ne di serê me kurdan de tînin di hiş û ruhê me de ewqas cih girtiye ku em bixwazin jî nikarin ji bîr bikin. Her pêkanîn û nêzîkatiya wan jî nayê jibîrkirin. Bi van pêkanînan tiştên ku kirine bi bîr dixin. Ji ber vê yekê em qet ji bîr nakin û hêrsa me qet danakeve.”
 
EREN KESKÎN DIÇE SERDANÊ 
 
Eren Keskîn jî diyar kir ku nameya Hatîce A’yê gelek bi bandor e û kurteya rastiya ku tiştên li kurdan tên ferzkirin e û ew ê di demek nêzîk de biçe serdana Hatîce A. û tiştên ku bi serê wan de hatine dê li gel xwe binivîsine û pişt re 
ji raya giştî re ragihîne.
 
 

Sernavên din

05/01/2021
09:09 Rêvebera TAJÊ Şengalî xwest Asayîşa Êzîdxan bê naskirin
09:09 Jinên Ciwan: Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:36 Nûçegihanê me Mehmet Aslan hat binçavkirin
04/01/2021
19:58 197 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:23 Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê rapora kanûnê aşkere kir
17:14 Di doza Pinar Gultekîn de daxwaza reda dadgerî hat kirin
15:55 Wê Assange lê Amerîkayê neyê vegerandin
15:26 Xwendekarên Bogazîçiyê avahiya rektoriyê mohr kirin
14:45 Demîr, Nayir û Ûyar li Silopiya hatin bibîranîn
14:32 HDP: Em bi barîna zaman re ketin sala nû
14:04 DGF: Di 2020'an de 24 rojnameger hatin girtin
13:25 Çeteleya tundiyê ya 2020'an a Jin Newsê: Herî kêm 332 jin hatin qetilkirin
13:16 Polîsan destûr nedan encumenên şaredariyê têkevin şaredariyê
12:54 Raporek bendewariya ciwanên kurd hat parvekirin
12:49 Wekîla HDP’ê derbarê miduriyeta polîsan de gilî kir
12:24 ‘Rêveberiya girtîgehê peyama 'hûn nikarin hilberînin' dide me'
11:55 DÎB: Wê li dijî zilma desthilatê têkoşîna me bidome
11:20 Îtîraza li dijî berdana Aydemîr hat redkirin
10:56 Pelosi ji nûve bû Seroka Meclîsa Nûneran
10:46 Wezareta Bazirganiyê 20 hezar 953 tl ceza li Evrenselê birî
10:27 Li Enqereyê jinek hat kuştin
10:20 Derbarê Fîkrî Saglar de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Salek e agahî ji Gulistan Dokû nayê girtin
09:02 Esnafên Beyoglûyê: Çavê xwe vekin û birçîbûnê bibînin
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 39'emîn de dewam dike
09:02 Girtiyên siyasî yên Gumuşhaneyê nikarin bêhn bistînin
09:02 Dozger tevlîbûna Alaca ya daxuyaniya Bûldan sûc hesiband
09:02 Başaran: Îqtîdar li dîwarê berxwedana jinê qelibî
09:02 'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:12 Di 3 salan de li Efrînê 674 sivîl hatin kuştin
03/01/2021
20:30 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 21 hezar û 488 kesan
16:27 Cenazeyê jina winda hat dîtin
14:06 Li Rihayê ciwanê winda mirî hat dîtin
12:50 Dikanderên ceyran û ava wan hatin birîn: Cihekê em biçînê tuneye
12:17 Çalakiya Mexmûriyan a li dijî tecrîdê didome
11:43 Hêjmara Xwebûn a 55'an derket
10:40 Ji bo qedexeya 5 sal in li Wanê didome korona kir hincet
10:38 Midurê qeyûm şaredarî barkir mala xwe
10:08 Walîtiya Meletiyê tecawiza li dijî zaroka astengdar derewand
09:47 Li Qeyseriyê xebatkarê tenduristiyê mir
09:46 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 38'emîn de ye
09:45 Şêniyên Şengalê 33 roj in li dijî peymanê nobetê digirin
09:11 Esnaf îflas dikin
09:10 Unsal: AKP'ê bi salan peywir neda jinên sergirtî
09:09 ‘Ocalan azad bibe dê aştî çêbe û zarokên me nemirin'
09:08 CÎSST: Di pandemiyê de xetereya greva birçîbûnê du qat zêdetir e
09:05 Muhsîn Osman: A girîng ne mezinbûna dijmin e, yekîtiya me ye
09:04 Qeyûmê Îdirê pereyên şaredariyê ji bo eskeriyê xerç dike
09:02 Sê hevrêyên berxwedêr: Sêvê, Pakîze û Fatma
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2021'AN
02/01/2021
21:03 Daxuyaniya Şaredariya Artûklûyê ya derbarê tabeleyan de
19:13 202 kes mirin, 11 hezar û 180 kes jî pê ketin
17:13 Di teqîna Serêkaniyê de 5 kes mirin
17:05 Dijminantiya AKP'ê ya li dijî zimanê kurdî: Tîpên X,W û Q ji lewheyan bir
16:42 Daxuyaniya qeyûm a têkildarî karkerên ji kar avêtin: Karkerên demsalî bûn
15:59 Di teqîna li Hesekê de 2 kes mirin
15:42 KCDP: Di 2020'an de 300 jin hatin kuştin 171 jin jî mirî hatin dîtin
15:34 Di Rûniştina F de hat xwestin ku girtî Kadriye bê berdan
14:51 'Demildest Koyuncu serbest berdin
13:39 Dayikên Şemiyê: Bila sala 2021'an bibe sala dîtina windayan
13:33 Li Somaliyê êrîşê eskerên Tirk kirin
13:13 Komîsyonên Edaletê yên Gulistan Dokû rapora salekê belav kir
12:43 Înîsiyatifa Ji Girtiyan re Azadî: Girtiyê nexweş Fîlîz berdin
11:52 Qeyûmê Qersê navên ‘mor’ guhert!
11:42 Kurê Kaya yê 85 salî: Em ne taloqkirinê, beraeta wî dixwazin
11:32 Berdevka HDP’ê Gunay: Ji bo çûyîna îqtîdarê roj tên jimartin
11:10 Cendirmeyan 26 sal berê Tekîn winda kirin
10:41 Du kesan ji ber dûmana sobê jiyana xwe ji dest dan
10:41 3 ciwan li Enqereyê mirî hatin dîtin
10:17 Yuksekdag: Dê 2021'an bibe sala gelan û ciwanan
10:07 Polîsan astengî ji nexweşa atiyê re derxist!
09:38 Hêjmara 10'emîn a Zrîngê di sala nû de li benda we ye
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 37'emîn de didome
09:12 Li eskeriyê îşkence: Cixare li ser canê wî tefandin
09:11 Li sînor guleyên ku dipengizin hemû li kurdan dikevin!
09:11 Qeyûm dê bi pereyê şaredariyê karê şaredariyên AKP'î bike
09:10 Li girtiyên ku binpêkirinên mafan protesto kirin, ceza birîn
09:10 ‘Naveroka tayinkirina qanûna qeyûman wekî navê xwe ne xêrxwaz e'
09:09 'Divê berteka civakî bê bilindkirin'
09:08 Li Geverê dengê komekê olan dide: Koma Dengda
09:08 Gursucû: Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2021'AN
01/01/2021
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 21 hezar û 93
16:11 Walîtiya Colemêrgê: Di êrîşa hişyariyê de birîndar bû
14:52 Jinan binçavkirina Buse Uçer şermezar kirin
14:07 El-Ebid: Tirkiyê armanc dike ku Kerkûk û Mûsilê kontrol bike
13:31 Cenazeyê dayika 4 zarokan li nava kuçeyê hat dîtin
13:19 Vaye lîsteya pirtûkên kurdî yên di 2020'an de hatine çapkirin
12:22 Hejmara nû ya Newaya Jinê derket
12:15 Qeyûm 84 karker ji kar avêtin
11:47 Jinên çalakger: Bila tu kes rehet li paldanka xwe rûnenên
11:20 'Em amadene li dijî tecrîdê her bedelî bidin’
11:16 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
10:58 Uçer a bertek nîşanî qetilkirina jinan da hat binçavkirin
10:33 Berteka kuçeyê ya li dijî bihayê asgarî: Ji Qesrê re heye ji me re tuneye
09:59 Penaberan qeza kir: 2 kes mirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36'emîn dewam dike
09:09 Ji ber nimêja cenaze 6 sal ceza li mele Akdag birîn