AMED - Di cînayeta parêzer Armanç Arkaş de, ji bo bersûc Abdûrrahman Dogan 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Di 22’yê Hezîrana 2019’an de, ji parêzerên Baroya Amedê Armanç Arkaş ji aliyê Abdurrahman Dogan ve hatibû kuştin. Danişîna biryara ya doza derbarê Dogan de hatibû vekirin, li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de bersûc Abdurrahman Dogan, parêzerên wî û gelek parêzerên wekîltiya Arkaş girtibûn ser amade bûn. Dogan ê bersûc, îfadeyên xwe yên berê dûbare kirin.
DAXWAZÊN PARÊZERAN
Dozger, nêrîna xwe ya “bi zanebûn kuştina mirov” pêşkêşî dadgehê kir û got: “Di navbera bersûc û kesê hatiye kuştin de, dijminantiyeke tuneye. Bûyer ji nişkanve pêş ketiye. Bi zenbûn çênebûye.”
Parêzerên Arkaş jî, ev nêrîna dozger red kirin û dan zanîn ku Arkaş bi zanebûn hatiye kuştin û divê bersûc bê cezakirin.
16 SAL Û 8 MEH CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ
Şandeya dadgehê, berevajî mutalaya dozger, bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştina mirov” 16 sal û û 8 meh cezayê girtîgehê li bersûc Dogan birî.