Koyluoglû: Hilbijartin dê di navbera xeta welatparêzî û xeta xiyanetê de be

  • rojane
  • 09:03 11 Cotmeh 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN- Rojnameger Azîz Koylûoglû, diyar kir ku hilbijartinên li Herêma Kurdistanê bên kirin dê siyaseta pêşerojê ya herêmê diyar bike û got: "Li herêmê du xet hene, yek YNK'ê ya ku bi welatparêziyê derdikeve pêş, ya din jî PDK'e ya ku bi xiyanetê derdikeve pêş. Gel dê welatparêziyê hilbijerê an xiyanetê hilbijêre dê diyar bibe.”

Li Herêma Kurdistana Federe di 20'ê cotmehê de dê hilbijartinên parlamentoyê pêk werin. Di hilbijartina ku bê lidar xistin de, dê 2 mîlyon û 899 hezar hilbijêr biçin ser sindoqan û raya xwe bikarbînin. Ji bo hilbijartinên ku jê re kêm wext ma ne partiyên siyasî li qadan bi mîtîngan û xebatan propagandayên xwe didomînin. YNK, PDK, Tevgera Goran, Partiya Demokrat a Kurdistan, Tevgera Îslamî ya Kurdistan, Yekitiya Îslamê ya Kurdistan, Civakiya Edaletê ya Kurdistan (Komel), Tevgera Nifşên nû (Newaya Nû), Eniya Gel, Tevgera Helwest, Lîjneya Serdem û Tevgera Tekiliyên Îslamê ya Kurdistan wê bikevin hilbijartinê. Ji bo hilbijartinê du partî derdikevin pêş, yek ji wan YNK ye û ya din jî PDK ye. Encama hilbijartinên ku tên mereq kirin dê li herêmê guherînên mezin jî bi xwe re bîne û di heman demê de bandorê li ser Rojhilata Navîn jî bike.  
 
Rojnameger Azîz Koyluoglû yê ku geşedanên li Herêma Kurdistana Federe diqewimin dişopîne rewşa herêmê û bandora encamên hilbijartinê ya li ser herêmê ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
'HILBIJARTIN 4 CARAN TALOQ KIRIN'
 
Koyluoglû, bi lêv kir ku hilbijartinên ku divê du sal beriya niha  bihatana kirin, ji ber pirsgirêkên navxweyî û destwerdana dewletên herêmê, 4 caran hatin paşxistin û got ku di encama hilbijartinan de hem dê di warê îdarî û hem jî di warê siyasî guherînên mezin pêk werin. Koylûoglû da xuyakirin ku dê hilbijartin di navbera PDK’ê û YNK'ê de bên kirin û wiha axivî: “Di sala 1992’yan de li herêmê parlamento hat avakirin û parlamento heta sala 1994’an berdewam kir. Di sala 1994'an de bi şerê navxweyî yê herêmê, herem bû du beş. Ji ber vê yekê herêmek ji aliyê PDK’ê ve û ya din jî ji aliyê YNK’ê ve tê birêvebirin. Hewldanên ku li herême yekitiyê ava bikin jî encam negirtin. Ji ber vê yekê ev 2 sal in ku ji ber pirsgirêkên navxweyî û êrişên Tirkiyê yên dagirkeriyê hilbijartin tên taloq kirin. Îran jî ji bo li herêmê bi hêztir bibe siyasetek dimeşand. Ji ber wê jî nedixwest hilbijartin pêk werin. Ji ber wê jî hilbijartin di nava 2 salan de 4 caran hat paşxistin.”
 
'HIKUMET DI SERDEMA HERÎ XERAB DE DERBAS DIBE'
 
Koyluoglû yê dest nîşan kir ku herêm di nav qeyrana aborî, siyasî û civakî de ye, anî ziman ku gel PDK’ê ji qeyranan berpirsyar dibîne û wiha got: “Herêma Kurdistanê ya Federe di serdema hikûmeta Mesrûr Barzanî de di serdema herî xirab de derbas dibe. Di dema hikûmetên ku ji sala 1992'yan ve hatin avakirin de jî pirsgirêk derketin, lê di dema Mesrûr de pirsgirêk hîn kûrtir bûn. Têkiliyên bi Iraqê re xirab bûn. Di serdema Mesrûr Barzanî de ev rewş li Herêma Kurdistanê bû sedema krîzên giran. Di warê siyasî, leşkerî û aborî de krîzên giran derketin. Bi hezaran kes koçber bûn. Pirsgirêkên aborî yên li Herêma Kurdistana Federe ji ber vê yekê nayên çareserkirin.”
 
'GEFAN LI YNK'Ê DIXWIN'
 
Koyluoglû anî ziman ku Tirkiyeyê herêmeke berfireh dagir kiriye û wiha pê dê çû: "Jixwe piştî referandûmê di sala 2017'an de ji sedî 51'ê Herêma Kurdistanê ket bin kontrola Iraqê. Dewleta tirk hem ji aliyê leşkerî ve dagir dike, hem jî bandorê li ser hilbijartinan dike. Piştî civîna ewlehiya netewî Tirkiyeyê biryar girt ku mudaxaleyî hilbijartinê bike. Tirkiye hewl dide ku PDK di hilbijartinan de têk neçe. Niha du îxtîmal hene, yek heke PDK di hilbijartinan de têk biçe Tirkiye wê êrişên xwe li herême berfireh bike û nakokiyên li herême kûrtir bike. Ji ber wê jî beriya hilbijartinan gefan li YNK'ê dixwe. Bi van gefan metirsiyekê li ser gelê herêmê çêdike û dibêje,'Heke hûn piştgiriya YNK'ê bikin em ê êrişên xwe berfireh bikin.' Bi vê yekê dixwazê bandorê li gelê herêmê bike.”
 
'YNK'E HEVÎ DIDE GEL'
 
Rojnameger Koyluoglû, da zanîn ku PDK ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî civakê dikişîne nava krîzên giran. Koyluoglu daxuyand ku li herêmê pirsgirêkeke cidî ya koçberiyê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "PDK ji sala 1992'yan vir ve li herêmê desthilat e. Ji ber vê yekê PDK berpirsiyara hemû krîzên li herêmê ye. Heke her roj mirov bên qetilkirin, heke bombe li ser sîvîlan bên barandin, ciwan koçber bibin, krîza aborî kûrtir bibe ew encama siyaseta PDK’ê ya ku ji sala 1992’yan û vir ve bûye sedema şerê navxweyî yê herêmê. Xwe radestî dewleta tirk kirin û herêm ji dagirkeriyê re vekirin. Gel li hemberî vê mijarê pir bi bertek e, lê mixabin alternatîfek ji PDK'ê re nabîne ku hemberî siyaseta PDK'ê helwesteke cidî nîşan bidin.”
 
'PDK DÊ DENGÊ MIRIYAN JÎ BIKAR BÎNE' 
 
Koyluoglû da zanîn ku YNK bi helwesta xwe ya li hemberî xiyanetê bi peyamên ku li qadên mîtîngê dide, di gel de hêviyek çêkiriye û ev tişt anî ziman: “YNK li herêmê propagandayên baş dike. Bi taybet Bafil Talebanî di mîtîngan de helwest nîşan da. Ev helwesta wî tevî hemû kêmasiyan, dilê gelê herêmê rehet kir, bi taybetî helwesta wî ya li hember krîza aborî û helwesta wî ya li dijî dagirkeriyê di nava gel de hêviyek ava kir. Di heman demê de rexnedayin jî da. Bi rastî jî divê YNK xwerexnedayîna xwe bide. Ji ber ku YNK ji sala 2005’an ve siyaseta PDK'ê rewa dike. Ji ber vê yekê jî herî zêde pêwîstiya YNK'ê bi xwerexnedayînê heye. Gelê herêmê naçin ser sindoqan, ji ber ku ew li dijî siyaseta PDK'ê ne. Hin agahî hene ku dibêjin ku PDK dê dengê miriyan jî bikar bîne. Yanî heta niha bi derew û sextekariyan bûn desthilat. Divê YNK li dijî vê yekê mirovan razî bike ku biçin ser sindoqan. Gelê herêmê li dijî dagirkeriyê ye, li dijî pirsgirêkên siyasî yên bi Iraqê re ye, lewma jî li dijî siyaseta PDK’ê ye. YNK’ê bi siyaseta xwe ya li dijî vê di nava gel de atmosferek çêkir. Heke berdewam bike, dibe ku beşdariya li ser sindoqan zêde bike.”
 
ENCAMÊN HILBIJARTINÊ DÊ SIYASETA HERÊMÊ DIYAR BIKE'
 
Koyluoglû da zanîn ku li herêmên di bin kontrola PDK'ê de xebatên hilbijartinê yên partiyên din tên astengkirin û ji ber tirsa ku PDK di nava gel de çêkiriye wê bandoreke neyînî li hilbijartinan bike. Koyluoglû bal kişand ku gelek namzet û partî beşdarî hilbijartinan bûn û got: “Hezar û 191 namzet dê bikevin hilbijartinê. Helbet li gorî herêmê ev hejmar gelek zêde ye. Ji bo meclisê sed kes dê bên hilbijartin. Ew jî tê wê wateyê ku 10 qat zêdetir namzet hene. Gelek namzet û partî dikevin hilbijartinê ew jî politikaya PDK'ê yê û bi vê yekê dixwazê dengen YNK'ê kêm bike. Bi taybetî jî li Silemaniyê.”
 
Koyluoglû, anî ziman ku di navbera hilbijartinên 20'ê cotmehê û hilbijartinên berê da cudahiyên cidî hene û wiha domand: “Hilbijartin dê di navbera xeta welatparêzî û xiyanetê de bê kirin.” Koyluoglû bi lêv kir ku encamên hilbijartinan dê siyaseta pêşeroja Herêma Kurdistana Federe diyar bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê herêmê dê li dijî dagirkerî û xiyanetê çi helwestê nîşan bide, dê di van hilbijartinan de diyar bibe. Li herêmê du xet hene. Yek jê guhertin tevî hemû rexneyan jî YNK ye ku weke welatparêzekî, kurd û Kurdistanê derdikeve pêş, li aliyê din jî PDK ku bi kevneperestî, hevkariya bi dagirkeran re, bi eşîretî û xiyaneta xwe derdikeve pêş. Gel wê kê hilbijerê? Dê xiyanet an welatparêziyê wê di hilbijartinan de diyar bibe.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 
 

Sernavên din

11:04 Diyanetê 70 milyon TL ji bo çapxaneyê xerc kir
11:04 Koma 'Berxwedana' Îslamî ya Iraqê êrişî Îsraîlê kir
11:03 Danişîna doza GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 'Girava Mirazan' a Mehmet Şîrîn Bulga ji Weşanên Arê derçû
10:59 Li gorî DEM Partiyê rêyên ‘krîtîk’ ên li pêşiya Enqereyê
09:30 Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne: Divê qanûna cihêkar biguhere
09:20 VAT-ÎŞ-KOOP'ê dest bi debara duyem kir: Armanca me civakeke hilberîner e
09:03 Koyluoglû: Hilbijartin dê di navbera xeta welatparêzî û xeta xiyanetê de be
09:02 ‘Ji roja destpêkê ve di windabûna Rojînê de xemsarî û guman hene’
09:01 Banga 13'ê Cotmehê: Rêya xelasiya ji krîza piralî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:00 Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî û li hundirê dev dermankirin tê astnegkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2024’AN
08:55 Li Afyonê otobûsa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
08:54 Ji bo 3 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:54 Di qezaya li Şirnexê de gelek sewal mirin
10/10/2024
19:21 Xebatên mîtînga Amedê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî mîtîngê bibin
19:15 Desmala Kabaîşê li qeraxa golê hat dîtin
18:28 Ji bo Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêşî Senatoya Îspanyayê kirin
18:25 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran serbest hatin berdan
17:01 Zarokên ku li Hezêxê winda bûbûn hatin dîtin
16:48 Êrişên li dijî Yenî Yaşamê hatin protestokirin
16:11 Rojnameger Onver îfade da
15:48 Cezayê hefsê dan rojnameger Ozkaptan
15:39 Rêvebera ÎHD’ê Onaran a cezayê wê hate pejirandin kete girtîgehê
15:25 Mizrakli yê cezayê wî hate erêkirin: Min çok nedanî, bila ev ji we re bibe derd
15:09 Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê: Divê di hilbijartinê de li dijî xakfiroşan xwedî helwest bin
15:08 Bangên ji bo 13’ê cotmehê didomin: Mitîng dê bibe destpêka pêvajoyeke nû
14:51 Rêveberên MEBYA-DER’ê qeza kir
14:46 Teqwîma hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê bi dawî bû
14:44 Li pêşiya Şaredariya Beyoglûyê teqîn çêbû
14:25 UNICEF: Zêdetirî 370 milyon zarokên keç rastî êrişa zayendî tên
14:22 Kesên hatin qetilkirin nehatin jibîrkirin: Bîranînên wan têkoşîna me ronî dikin - HATE NÛKIRIN
14:06 Hunermendê NÇM’ê Cengîz hate binçavkirin
12:58 Yenî Yaşam hate astengkirin
12:54 Li Zaxoyê qeza: 2 ajokarên şirnexî jiyana xwe ji dest dan
12:30 Partiyan lihev kirin: Dê ji bo cînayetên jinan komîsyon bê avakirin
12:24 Faîlê ku zarokek tacîz kir hate girtin
12:23 Li Girtîgeha Antalyayê hejmartina serpiyan û ferzkirina poşmantiyê
12:09 3 ciwan hatin binçavkirin
11:59 Dadgehê salek û 3 meh ceza li rojnamevan Ertaş birî
11:59 Li Kocaeliyê kesek di otobusa gel de hate kuştin
11:50 Berxwedana karkerên înşaetê bi ser ket
11:43 Kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ salek li pey xwe hişt
11:41 Ji Baroya Amedê rapora çareseriya pirsgirêka kurd
11:37 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:34 Li Qilebanê qirkirina daristanan
11:10 TUÎK: Hejmara ciwanên bêkar zêde bû
11:02 Li Wanê atolyeya hunerê hat lidarxistin
10:48 2 zarokên diçûn kursa Quranê sê roj in winda ne
10:46 Hevserokê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçûk hate binçavkirin
10:37 Jin ji bo tevlibûna mitînga ‘azadiyê’ derî bi derî xebatan dimeşin
10:32 Ji DEM Partiyê berteka Îdirê: Hûn ê nikaribin çok bidin deynîn
10:12 Girtiya ku tê îdiakirin ‘întîhar’ kiriye du rojan kelemçekirî tedawî kirin e
10:12 DEM Partî: Di kesayeta kurdan de serweriya gel hate binpêkirin
10:05 Komkujiya Garê di sala 9’an de ye: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
09:48 Rêxistina navê wê tune ye weke hinceta biryara komkirina nîşan dan
09:36 Li Êlihê li dijî belavkarên Yenî Yaşamê û dikandaran 'gef û tacîz'
09:35 Sînemager Buyukbeşe: Em ê li dijî sansurê bimeşin
Produktorê Muzîkê Kesanbîlîcî: Tecrîd encax bi helwesteke wêrek dikare bê şikandin
09:19 Kanên madenan xêr û bêra Qilebanê tune dikin
09:02 Endamên Delegasyona Navneteweyî: Kurd ji ber nasnameya xwe di girtîgehan de ne
09:00 10’Ê COTMEHA 2024’AN
08:58 Dadgeha Bilind cezayê Mizrakli erê kir
08:52 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Îdirê de girtin
08:44 Biryara komîsyona zarokan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
09/10/2024
23:08 Li Mêrdînê qetilkirina jinan hat protestokirin: Em ê dest ji jiyanê bernedin
19:51 'Em ê li dijî komployê li ber xwe bidin'
16:54 Li Rihayê bîranîna 10’ê Cotmehê: Em ê girêdayî bîranîna wan bin
16:34 DEM Partiyê xwest Meclis ‘tundiya li dijî jinê’ lêkolîn bike
16:16 Rêveberiya Xweser: Rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca me ya sereke ye
15:50 Di çalakiyên komployê de ‘azadiya’ Abdullah Ocalan hat xwestin
15:46 ‘Em ê biisrar li dijî komkujiyên jinan dengê xwe bilind bikin’
15:32 Tecrûbeyên têkoşîna jinan hatin nîqaşkirin
15:19 Wezareta Parastinê pirsên der barê ‘mayinê’ de bêbersiv hişt
15:13 Hunermendên binçavkirî dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:12 Waliyê Wanê piştî 13 rojan ji bo Kabaîşê daxuyanî da
15:12 Hevşaredara Misircê Aktîn hate berdan
14:59 Li Hesekê û Qamişlo bi deh hezaran kes komployê protesto kirin
14:25 Di doza ji ber gotina Qirkirina Ermenan de biryara beraetê hate dayin
14:07 Li Lîseya Îmam Xatîbê tacîza zayendî li xwendekarekê hatiye kirin
12:54 Komplo li gelek bajaran hate protestokirin
12:54 Karkerê di teqîna kargehê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:53 Li Îzmîrê bi boyaxê êrişî sînagogan hat kirin
12:43 CHP çû serdana DEM Partiyê
12:36 DEM Partî: Rêya demokratîkbûnê rakirina tecrîdê ye
12:35 Malbat û peykersaz beşdarî merasîma vekirina bîrdariya Komkujiya Garê nebûn
12:26 Du jinên Rojhilatî çand û erdnîgariya xwe bi cîhanê didin nasîn
12:03 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestoyên komployê
11:43 Jinan ji rayedaran re got: Temaşe neke, neaxive, pêşiyê li tundiyê bigirin
11:18 Gel vexwendin Qada Stasyonê: Em ê li Amedê rêya çareseriyê pêşkeş bikin
11:16 Bayindir: Rojava mîna stêrkan dibiriqe, divê Rojhilata Navîn bibe Rojava
10:57 Li dijî texrîbata ekolojiyê ya li Giyadînê dê çalakî bên lidarxistin
10:56 Prz. Şahîn: Dive ji bo ‘mafê hêviyê’ saniyekê jî neyê sekinandin
10:42 Unsal: Heke qala aştiyê bikin wê demê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
10:02 DBP’ê bi boneya komployê daxuyanî weşand: Xwedî li îradeya çareseriyê ya birêz Ocalan derbikevin
09:59 Hevşaredara Misircê hate binçavkirin
09:58 Ji sedan rezvanan tenê sê jê man
09:55 Ji Şandeya Aştiyê Padel: Ocalan ji bo pevçûnan çareyê dibîne
09:19 Êzidî li dijî peymana 9'ê Cotmehê têdikoşin: Tu hêz dê nekaribin vîna civaka êzidî bişikînin