Derûnas Sorgûn: Gava peymana civakiyî xera bibe herî zêde dê jin bandorê jê bigirin

  • jin
  • 09:03 12 Çile 2021
  • |
img

STENBOL - Derûnas Ebrû Sorgûn, diyar kir ku zext û tahde dibin sedema tarvamayên civakiyî yên telafîkirina wan tuneye û got: "Gava peymana civakiyî xera bibe, herî zêde dê jin bandorê jê bigirin." 

Li Tirkiyeyê tahdeya li jinê tê kirin zêde dibe. Ev yek bi xwe re dibe sedema hin travmayên civakiyî. Derûnas Ebrû Sorgûn, pirsên me yên derbarê tahdeya li jinê tê kirin û cinayetên tên kirin bersivand. 
 
Sorgûn, pêşî bal kişand ser bandora tahde û cinayetan a li civakê nirxand. Sorgûn, bilêv kir ku tahdeya li jinê tê kirin pirsgirêkeke pergalê ye û ne mimkun e ku mirov hêla wê ya derûnî derî çandê esas bigire. Sorgûn got: "Tahdeya li jinê tê kirin meseleyeke piralî ye. Tişta sereke, ew e ku jinê, bedena wê û zayendiya wê bê kontrolkirin. Em dibînin ku jin wekî kirde nayên hesibandin. Pergaleke ku dixwaze hikumraniyê li jinê bike, wê di dayiktiyê de asê bike û pêwendiya wê ya di navbera dayiktî û zayendiyê de înkar bike, heye. Ev pergal, jinê ji jiyanê dûr dixe, li nav malê dayiktiyê ferz dike û tenê wê wekî hevjîn qebûl dike. Gava ku jin vê qebûl nake, mêr hewl dide ku wê ji holê rabike. Mêr, bi awayekî prîmîtîf wekî milkekê li jinê mêze dikin." 
 
'BIRÎNDAR IN, LÊ DI HEMAN DEMÊ DE BIHÊZ IN JÎ' 
 
Sorgûn, bilêv kir ku tahde nifş bi nifş mirovan nexweş, birîndar û seqet dike û got: "Kesên ku tahde li wan tê kirin, kesên dibin şahid, kesên ku înkar dikin, kesên tahdeyê dikin û piştgiriyên wê hemû, bandorê ji tahdeyê digirin. Heger em tenê wekî dema niha li jiyanê nenêrin, wekî tiştekî nifş bi nifş diherike binerin em bimînin ku hem ji bo mirovan hem jî ji bo hemû candaran, bê çawa fikar li me peyda dibin. Tahdeya niha jî tahdeyeke kujer e. Heger kesên ku pergalê didomînin, kesên ku qanûnan çêdikin û pêk tînin bi zimanê xwe û polîtîkayên xwe vê yekê bidomînin, wê jiyan ji bo jin û zarokan dijwartir bibe. Heger jiyan ji bo jinan nebaş be, wê ji bo tu kesî jî ne baş be." 
 
Sorgûn, travmaya ku piştî şidetê li jinan peyda dibe jî bi vî awayî bilêv kir: "Travmaya ku li jinê peyda dibe, dibe sedema hêrs, bedbextî, nefretek mezin û car heye vediguhere tiştekî ku zirarê bide xwe. Jinên ku ji tahdeyê xelas nabin, piştî demekê di warê ruhî û laşî de namînin. Ev yek sîrayetî hemû têkiliyên civakiyî dike. Travma tim dibin cihê êşê û bandoreke nebaş li jiyana mirovan dikin. Piştî wextekê dibe mirina ruhî û laşî. Jinên ji tahdeyê difilitin jî birîndar in, lê bihêz in. Hewl didin birînên xwe bicebirînin." 
 
PEYMANA CIVAKIYÎ
 
Sorgûn, destnîşan kir ku ji ber ku her diçe li welêt zext û zorî zêde dibin ev yek dibe sedema zêdebûna tahde û cinayetan jî û got: "Gava peymana civakiyî xera bibe,  herî zêde dê jin bandorê jê bigirin. Tahdeya li malê, tahdeya li derve û tahdeya li qada cemaweriyê bi hev ve girêdayî ne. Tahde, awayekî tepisandin û çareserkirina pirsgirêkê ye. Heya ku pirsgirêk neyên çareserkirin, heya ziman û aqil betal bibe, wê awayê şidetê bandorê li her tiştî bikin. Wexta îqtidar îşaret bi tahdeyê bike, wê wekî tiştekî asayî bide der, ev yek dê bandorê li her kesî bike. Ez tenê behsa alîgirên wê nakim, ez behsa pêwendiya bi ehsta îqtidarê dikim. Ji lewra em li her derodê dibînin ku tahde li jinê tê kirin. Îqtidar, zimanê xwe li her derî belav kiriye. Ji ber vî zimanî mêr bêtir tehekumiyê û tahdeyê li jinan dikin." 
 
'PERGAL, BÊEDALETÎ Û NEWEKEHVÎ DIBE SEDEMA TAHDEYÊ'
 
Sorgûn, ji bo helwesta îqtidarê ya ku li dijî tahde û cinayetan tu tevdîran nagire û bandora wê ya li dernûya civakê jî destnîşan kir ku pergal, bêedaletî û newekhevî dibin sedema tahdeyê. 
 
Sorgûn got: "Tirkiye welateke ku tim di nav tarvmayan de ye. Hem barê travmayên berê hildgire hem jî yên nû lê zêde dibin. Ji lewra kesên naxwazin bibîr bînin, tekrar dikin. Divê bîr, bibîranîn bê parastin. Bibîranîn jî qîm nake, divê bê fêmkirin û veguherandin. Divê em bînin bîra xwe bê li vê erdnîgariyê, li cîhanê tahde bûye sedema çi. Pergal, bêedaletî û newekehvî dibin sedema tahdeyan. Di vî warî de Tirkiye welateke ku paşeroja wê tijî ye. Heya ku ev yek bi awayekî civakiyî neyê çareserkirin, tahde û cinayetên nû dê her biqewimin." 
 
PÊŞNIYAR
 
Sorgûn, di dawiya axaftina xwe de ji bo pêşî li tahde û travmayê bê girtin hin pêşniyar kirin. Sorgûn got: "Pêdivî bi ziman û polîtîkayên ku karibin pêşî li ber van tiştan bigirin heye. Divê mafên jinan bên mîsogerkirin. Beriya her tiştî pergal divê jinê wekî kirde esas bigire û mafên wê yên jiyanê û mirovî mîsgore bike. Pirsgirêk civakiyî û polîtîk e, navenda çareseriyê jî li wir e. Beriya her tiştî divê zimanê ku tahdeyê hildiberîne bê guherandin. Ev yek bandorê li hemû qadên jiyanê dike. Peyamên tên dayîn, zimanê tê bikaranîn pir talûke ye. Ji bo pêşî li ber tahdeyê bê girtin, ji bo bê helkirin û veguherandin pêşî divê li ser asasekî civakiyî lêhûrbûnek hebe û ji bo vê têkoşîn û peydakirina çareyan hebe." 
 
MA / Semra Tûran

Sernavên din

12/01/2021
12:52 Osman Şiban hat berdan
12:39 Qeyûm 12 roj in bi hezaran karkeran bê qeyd dide xebitîn
12:37 Hevserokên HDP’a Amedê nehatin berdan
12:23 Îdîaya kameraya wesayîta zirxî ya Efe Tektekîn kuşt xirabe bû
11:59 Qeyûm dê doza îcrayê li namzetê AKP’yî veke
11:49 Li Bayrampaşayê jinek hat qetilkirin
11:46 Kamalak: Tifaqa bi Tifaqa Cûmhûr re wê bibe firotina dozê
11:35 Aldar Xelîl: Planên Tirkiyeyê ne girtin
11:33 Karkerên Cargîllê ku hezar roj jin li ber xwe didin: Maf nayê dayîn tê stendin
11:09 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Divê Melek Îpek tavilê bê berdan
11:03 Îdareya Girtîgehê axaftina bi kurdî qedexe kir!
11:03 Li Mêrdînê hê jî jineke ducanî û 2 welatî di bin çavan de ne
10:47 Ji ber ku dîmenên bavê xwe kişand doz lê hat vekirin
10:17 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Em ê bêdengbûnê qebûl nekin
09:59 Barometreya Stenbolê: Welatî di bin deynan de ne
09:24 Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin hat binçavkirin
09:03 Greva birçîbûnê di roja 47'emîn de berdewam dike
09:03 Berdevka TJA'yê: Jinên kurd di warê yekîtiye neteweyî de bi xwe bawer in
09:03 Behsa tahde, taciz û gefên kesê ku got 'birayê min polîs e' kir
09:03 ‘Zanîngeh bûne girtîgeh'
09:03 Derûnas Sorgûn: Gava peymana civakiyî xera bibe herî zêde dê jin bandorê jê bigirin
09:03 Bertîl û gendeliya li Amedê
09:00 ROJEVA 12'YÊ ÇILEYA 2021'AN
07:02 Li 10 gundên Bedlîsê derketina derve hat qedexekirin
11/01/2021
20:49 174 kes mirin, 10 hezar û 220 kes jî pê ketin
17:09 Doza Hrant Dînk carek din hat taloqkirin
16:58 ‘Daxwazên xwendekarên Bogazîçiyê daxwazên me ne’
16:45 Li Colemêrgê hevdîtina gel
16:13 Bi afîşan bal kişand ser greva birçîbûnê
16:04 Wezareta Dadê wê 39 girtîgehên din çêbike
15:58 Faîlê Aleyna Çakir ji tiryakê hat girtin
15:58 Dayika Parlamenterê HDP’ê Maçîn jiyana xwe ji dest da
15:54 Li Bogazîçiyê hêrs kêm nabe: Gotin, biryar û rayedarî ya me ye
15:37 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’a li Çemê Zorê da
15:32 Bi lêxistina çepikan Wezareta Tenduristiyê şermezar kirin
15:21 SES, çalakiyên ‘Maske diaxivin’ dide destpêkirin
15:12 Walîtiya Mersînê rêveberê Haber-Sen’ê ‘mîlîs’ îlan kirin
14:40 Hêzên demokrasiyê yên Enqerê: Em bi hev re têkoşînê mezin bikin
14:34 16 sal û 8 meh ceza li bersûcê parêzer Arkaş hat birîn
14:28 Karkerên Cargîllê hezar roj in li ber xwe didin
14:10 Li Wanê qezaya trafîqê
13:31 Gunay: Komkujiya Parîsê ronî bibe, wê gelek tişt çareser bibin
13:07 Melek Îpek ji kesên piştgirî danê re peyam şand
12:53 Îmîr rewşa Hurmuz Dîrîl bir rojeva Meclîsê
12:44 Di 10 mehan de qeyûmê 3’yemîn danîn ser Şaredariya Farqînê
12:28 Dorpêça eskerî ya li çoltera Lîcê rabû
11:03 Beriya were navçeyê qeyûmtiya xwe ragihand!
11:02 Li Colemêrgê bertîla AKP’iyan tê axaftin
10:37 Eskeran li Mêrdînê 5 welatî binçav kirin
09:58 Li Başûrê Afrîkayê ji bo Azadiya Ocalan kampanya navneteweyî dest pê kir
09:48 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 46'emîn de dewam dike
09:00 Çepnî: Qeyûm encama polîtîkayên tecrîdê ye
09:00 Jinên penaber ji saziyên fermî bawer nakin
09:00 Nûnerên partiyan: Qeyûm berhema hişmendiya tekparêze
09:00 'Rastiya me têkoşîna me ya li dijî qeyûme'
09:00 ROJAVA 11'Ê ÇILEYA 2021'AN
10/01/2021
19:33 176 kesên din ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan
19:22 Li Lîcê welatiyê hatibû binçavkirin hat girtin
18:06 Karkerê di hezanê de jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
16:53 Ûygûn ê ji kuştina jinan hat berdan ji tiryakê hat binçavkirin
16:00 Gergerlîoglû Gunduzê ku gardiyanan milê wî şikandibûn ji Wezîrê Edaletê pirsî
15:59 Yuksekdag: Kobanê meşa mirovahiyê ya mezin a dîrokiye
15:46 Ji HDP’ê daxuyaniya Ozkîraz û Ozbek
15:25 Lêpirsîna nûçeyê li rojnameger Takva vekirin
14:51 Wê bîranîna Komkujiya Gara Enqerê online bê kirin
14:40 Mezrayên ku tê xwestin bên valakirin 25 roj in bê ceyran in
14:08 Li Licê angaşta îşkenceyê
14:00 Li Efrîn û Girê Spî 18 kes hatin revandin
13:57 ÎHD: Zextên li ser rojnamegeran bi dawî bikin
13:44 Li gundê dorpêçkirî serdegirtina malan: 2 kes hatin binçavkirin
13:29 Bi pankart piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
12:57 DFG: Ji bo ragihandina heqîqetê rojnameger li ser piyan e
12:27 Hevserokên DBP’ê yên Wanê vexwendin îfadeyê
11:06 HDP: Em ê ji bo cezakirina Îşkencekaran têbikoşin
11:05 Mezûnên Bogazîçiyê: Kelemçeya bi derî ve kirin darbe ye
10:51 Ji HDP’ê daxuyaniya 10’ê Çiley3e Roja Rojnamegerên Dixebitin
09:53 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em piştevaniya li dijî qeyûm mezin bikin
09:19 Greva birçîbûnê di roja 45'emîn de berdewam dike
09:11 Li Amedê 35 hezar kes betal man
09:11 Nerazîbûna hevpîşeyên Aslan: Em şahidê rojnamevaniya wî ne
09:08 Rojnamevanên li qadê: Em ê her tim heqîqetê binivîsin
09:06 Erbaş: Êdî divê em behsa azadiya Ocalan bikin
09:05 Ji ber xemsariya şaredariya AKP’ê kuçe talûkeyê belav dikin
09:03 ‘Xelk diçe fezayê, em mane li benda şebekeyê’
09:01 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:46 Cenazayê karkerê ku di bin kana komirê de mabû hat dîtin
09/01/2021
23:57 Li Licê piştî operasyonê gund hatin dorpêçkirin
19:53 Di 24 saetên dawî de 181 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:47 Girtiyê jiyana xwe ji dest da Yalçin hat definkirin
16:37 Li Kerkûkê konferansa ‘Di nava şer û aştiyê de Kurdistan’ hat lidarxistin
15:05 Ji bo berdana dayika 2 zarokan Adiyaman a 54 salî bang kirin
14:23 DAIŞ'ê 2 baregehên eskerî yên Hemayê bi dest xistin
14:22 Ji TGS’ê daxuyaniya 10’ê Çile: Zextên li ser rojnamevanan zêde bûye
13:46 Dayikên Şemiyê xwestin Komkujiya Basa were ronîkirin û kujer werin darizandin
13:25 Kana komirê hilweşiya: Karkerek asê ma
13:11 Di 9 rojên ewil ên salê de 19 xebatkarên tenduristiyê mirin
13:11 Ji bo girtiya nexweş a du car bi koronayê ketiye banga berdanê
12:06 Çû bîlêt bigire, lê carek din agahî jê nehat girtin
11:59 Hevala Sakîne Cansiz a zîndanê: Sakîne nirxa têkoşîna jinên cîhanê ye
11:00 Rojnameya Morning Starê girtina Aslan di rûpela xwe ya yekemîn da