COLEMÊRG – Li Colemêrgê, di serdegirtina malan de, 3 kes hatin binçavkirin.
Polîsan di saetên sibê de, li taxên Keklîkpinar û Daggol ên Colemêrgê bi ser hin malan de girtin. Di serdegirtinên malan de, Beyaz Coşkûn a 50 salî, kurê wê Yaşar Coşkûn û Suleyman Dûrmaz hatin binçavkirin.
Malbatan, diyar kirin ku ew nizanîn xizmên wan ên hatin binçavkirin bi ku ve birine û agahiyê ji wan nagirin.