Greva birçîbûnê di roja 49'emîn de ye

  • rojane
  • 09:31 14 Çile 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 49'emîn de, berdewam dike.

Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK'ê, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan, di roja 49’emîn de, bi israr berdewam dike. 
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 28’YEMÎN DE YE 
 
Li Kampa Mexmûrê ya girêdayî Herêma Kurdistanê jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê kanûnê de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike, di roja 28’emîn de ye. 
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 11'EMÎN DE YE
 
Welatiyên li Qempa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Ocalan û piştgiriyî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, di roja 11'emîn de dewam dike. 
 
2012: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakî 68 rojan dewam kiribû. Li ser banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin. 
 
2016: 8 ROJ 
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa dest bi tecrîdek girankirî hatibû kirin. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de, çûbû Gireva Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn. 
 
2018: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Di 16’ê Kanûnê de jî, girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û di 1’ê Adarê de jî, çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê nav û deng bibû. 
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn. 
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn. 
 
KESÊN ÇALAKIYA FEDAÎ PÊK ANÎN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çûn belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 9’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dayî li jiyana xwe anîn. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn. 

Sernavên din

14/01/2021
13:56 Li Îranê di 10 rojan de 32 ciwanên kurd hatin girtin
13:54 Dadger ji Hevşaredar pirsî: Tu tev li civina danasîna namzetan bû ya na?
13:54 Li Mêrsînê jinek hat binçavkirin
13:29 Walî derziya koronayê li xwe nexist
13:26 6 sal û 3 meh ceza li Serokê berê yê Baroya Amedê Aktar hat birîn
13:19 Polisan deriyê ESP’ê û ETHA’yê şikandin û dest danîn ser kompîturan
13:15 Li Sûriyeyê di demeke nêz de aştî û aramî tuneye
13:14 Koordînasyona Şopandina Greva birçîbûnê: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
12:32 Polîsan li 8 kesên sersal pîroz kirin ceza birî
12:28 Danişîna Hevşaredara Farqînê Toprak hat taloqkirin
11:45 Li Peyasê cewrikek şewitî hat dîtin
11:22 Bi qanûna înfazê ya nû li girtiyan “poşmantî” tê ferzkirin
11:10 Hezar û 200 malbatên ku avahiyên wan hilweşiyan derveyî planê hiştin
11:09 'Em ê mafê xwe yê xweparastinê biparêzin'
10:44 Di kana madene de hezan: 2 karker birîndar bûn
10:29 Serê salê bi dîmenên rengîn hat pîrozkirin
10:21 Yek ji çalakiyên serhildana sivîl greva birçîbûnê
10:15 Dibin çavan de îşkenceya 'Sirûda Îstîklalê' li zarokê 15 salî kirin
10:14 Xwişka zaroka rastî tecawîzê hatibû: Ev edaletek çawane?
10:08 Doz li Midurê Karên Nivîsê yê ajansa me hat vekirin
09:31 Greva birçîbûnê di roja 49'emîn de ye
09:06 Gardiyanan êrîş bir ser girtiyên di greva birçîbûnê de
09:06 Li Êlihê bi navê Roza pirtûkfiroşek vebû
09:06 Kenîşteya dawî ya aydê cihûyan hindik maye hilweşe
09:06 Ji ber HES'ê bi tonan masiyên deqsor mirin
09:06 Malbatên zarokên nexweşîna SMA'yê bi wan re heye: Kampanyayên me bi qasî zarokên me paqij in
09:06 'An ez ê dengê xwe ragihînim an jî ez ê bimirim'
09:06 Jinan behsa mêvanxaneya jinan kir: Em ne penaber bûn jî
09:06 Şener: Erdogan pir tengijiye, ketiye rewşa 'te çil sator divê yan çi qantir divê'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:59 Polîsan 48 ESP'î binçav kirin
08:02 Esnaf xwe ji Keleha Enqereyê avêt
13/01/2021
21:26 173 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:28 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sadak hat girtin
17:31 Dadgehê sucdarê tecawizê serbest berda
16:13 HDP’a Colemêrgê: Armanç guhertina rojeva nelirêtiyê ye
15:57 KESK: Birînên ceyranê gel mexdûr dikin
15:41 Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî: Ji bo zarokên xwe kurdî hilbijêrin
15:23 HDP’ê rapora faîzê parve kir
Sedem rejîma yek zilamî ye, faîz encam e
15:23 Derbarê Hevseroka DFG’ê Muftuoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
15:05 Li Enqereyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
14:51 'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
14:47 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê rapora 'Girtîgeha Îmraliyê' aşkera kir
14:41 Koordînasyona Şopandina Girtîgehan a Mêrsînê hat damezrandin
14:36 Ji bo Gergerlîoglû parvekirina ‘dayikên bi pitik’ kirin hinceta fezlekeyê
14:16 Derbarê 9 parlementerên HDP’ê de felzekeya 'Kobanê'
14:15 Neviyê Seyîd Riza li gundê xwe hat veşartin
14:04 Xwişk û birayê ji ser xanî ketin canê xwe ji dest dan
13:56 4 partiyan bertek nîşanî biryara hilweşandina Pasaja Mehmethan dan
13:54 Wê danişîne girtiyê nexweş Ozkan sibê bê dîtin
13:38 TJA: Guh bidin daxwazên zîndanan
13:29 Zext û tundiya ku li girtîgehan zêde dibe ji Wezîr Gul pirsî
13:29 Gundî li ber kana madenê rabûn
13:17 Li Girtîgeha Karabukê 30 girtî bi koronayê ketin
13:07 PÎA: Wezareta Navxweyî gefa binçavkirinê li me dixwe
12:41 2 zilamên ku jinan desteser kiribûn û dest dirêjî wan dikirin hatin girtin
12:12 Dorpêça li gundên Licê didome
12:10 Dadgehê biryara guhdarkirina ‘şahidên nepen’ ku sexte derketin da
11:47 Di 2020’an de 2 hezar û 427 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:25 Dayika ku kurê wê bû qûrbanê kana komirê: Ev ne qeza ye, ev cînayet e
11:09 Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat derpkirin
11:08 Ji ber wêneyê Newrozê doz li rojnamevan Alphan hat vekirin
10:57 Ji bo derzîkirina koronayê sîstema randevûyê vebû
10:34 Gundî mehek e li benda çareseriyê ne
09:35 Greva birçîbûnê di roja 48'emîn de ye
09:13 Karakoyûn: Armanca me azadkirina Ocalan e
09:11 Akdenîz: Zimanê çapemeniya hewzê nîjadperestiyê gur dike
09:10 'Heya em vegerin ser karê xwe em ê têbikoşin'
09:10 Hevserokên ku ji ber 'meşê' îfade dan: Azadî girêdayî yekîtiyê ye
09:09 Li Serhedê xetereya ziwabûnê
09:08 'Ne şewb, wê hejarî me bikuje'
09:04 Walî ji şêniyên gundê ku bi metreyan avê dikişînin re got: Ma berê av hebû?
09:03 Navê 'rojnamevanan' jî di lêpirsîna bertîl û nelirêtiyê de heye
09:03 Kanîwar: Stranên me ji hepsa malê xelas bûn
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:01 Kalê 82 salî 24 sal in girtî tê darizandin
12/01/2021
20:04 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 23 hezar û 152
18:54 Sal û mehek ceza li Hevşaredarê Colemêrgê Karaman hat birîn
17:05 Dozger 15 sal ceza ji Hevşaredar Çîçek xwest
16:43 Gundiyên Lîcê: Piştî her operasyonê bi ser gundan de digirin
16:39 Berxwedana Bogazîçiyê pêl bi pêl belav dibe
16:36 Ava paqij nadin jina ducanî ya di bin çavan de ye
16:13 ‘Em pêkanînên ku nasname û zimanên cuda red dikin qebûl nakin’
16:00 Malbata Safîturk: Bersûc Midûrê Polîsan ê Dêrikê ye
15:59 Şandeya TTB’ê çû serdana Hevserokê HDP’ê
15:57 Têkildarî çalakiyên Kobanê cezayê muebetê li 7 kesan hat birîn
15:55 Wê Buroya Hiqûqê ya Asrinê rapora Îmraliyê aşkera bike
15:49 Bombevanê Komkujiya Pirsûsê li Rihayê hat girtin
15:45 Li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê îşkenceya gardiyanan
15:26 HDP li dijî tecrîdê kampanya dide destpêkirin
15:23 Li Tendurekê operasyona eskerî dest pê kir
15:21 ‘Bi çekan ketin mala me, zarokên me ji tirsa giriyan’
15:12 Hinceta biryara girtina Guven hat aşkerekirin
15:10 HDP’ê li Çewlikê tecrîd şermezar kir
14:56 Karkerên ku saleke heqdesta xwe nagirin serî hildan
14:40 Rapora girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn: 9 girtiyan jiyana xwe ji dest da
14:37 Dayika Sêvê Demîr Sakîne îfade da dozgeriyê
13:49 HDP’ê serdana Osman Şiban kir
13:14 Li Farqînê 2 bira hatin binçavkirin
12:55 Li Colemêrgê serdegirtina malan: 3 binçavkirin