Rojnamegerên Kurd Yekîtiya Neteweyî niqaş kirin

  • rojane
  • 08:03 17 Çile 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegerên Kurd di konferansek onlin de li ser rola medyaya Kurdî di xebatên yekîtiya neteweyî de civiyan. Di konferansa ku KNK’ê li dar xist de hate xwestin ku medyaya Kurd zimanê li ser esasê yekîtiya neteweyî têxe xizmeta gel. 

 
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi sernavê "Di stratejiya ewlekariya neteweyî de rol, derfet û astengiyên rojnamegeran" îro konferansek li dar xist. Ji ber koronavîrusê konferans li ser înternetê pêk hat. Ji hemû parçeyên Kurdistanê nêzî 100 rojnameger tevlî konferansê bûn. Konferans di bin rêveberiya Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Refîk Gefûr, rojnameger Sebrîye Behmanî û Gule Algunerhan de pêk hat.
 
Di konferansê de li ser rewşa medyaya hemû parçeyên Kurdistanê hate sekinandin û li ser rola medyayê ya di xebatên yekîtiya neteweyî de pirsgirêkên medyaya Kurdan hate nîqaşkirin. Konferansê sibehê dest pê kir û heta piştî nîvro domiya. Rojnameger Serdar Altan, Niyaz Abdullah, Hêmin Seydî, Xezne Nebî, Asos Herdî, Amanj Azîzakndî, Ziwêr Şêx, Elîf Can Alkan di beşa berî nîvro ya konferansê de li ser mijarên "- Li beşên Kurdistanê rewşa medyayê" û "Rola medyayê a gîhandina doza Kurdistanê"  axivîn. 
 
Piştî nîvro jî rojnameger Ferîba Mûhamadî, Şiwan Mihemed, Abdurahman Gok û Mizgîn Gorsê li ser mijara "Di demokratîzekirina civakê de rola medyayê’ de axivîn. Rojnameger Evîn Yûsif, Amed Dîcle, Kemal Reûf û Xalif Mûhammedzadê jî li ser mijara "Derfet û astengiyên li pêşiya ragihandineke netewî û niştîmanî" axivîn. 
 
‘ASTENGÎ Û FIRSENDA LI PÊŞ MEDYA KURDÎ' 
 
Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs jî diyar kir ku di xebatên yekîtiya neteweyî û pêkanîna ewlekariya gelê Kurd de peywireke mezin dikeve ser milê saziyên medyayê yên Kurdan û rojnamegeran. Di konferansê de hate diyarkirin ku ji ber parvekirinên li ser medyaya dîjîtal gelek kes li Başûrê Kurdistanê hatine girtin û hate xwestin ku rojnamegerên hatine girtin bila werin berdan. Di konferansê de hate diyarkirin ku divê zimanê medyaya Kurd yekîtiya neteweyî ji xwe re bike esas, dûrî zayendparêziyê be û heqaretê li nirxên gelê Kurd neke. Di konferansê de bal hate kişandin ser vî tiştî ku divê rojnamegerên Kurd zimanê medyaya hêzên serwer bi kar neyne û zimanê ji bo ewlekariya gelê Kurd bi kar bînin.
 
Beşdarên konferansê xwestin ku bila platformeke rojnamegerên Kurd were avakirin û li qadên ku medyaya Kurd di bin êrişên hêzên dagirker de bin divê rojnamegerên Kurd bi hev re bixebitin.
 
Wê pêşniyaz û biryarên konferansê piştre bi encamnameyekê were eşkerekirin.
 

Sernavên din

17/01/2021
12:17 Ceza dan 24 kesên Komkujiya Parîsê şermezar kirin
12:04 4 rojnameger 100 roj in girtî ne
11:30 47 kesên di bin çavan de anîn edliyeyê
11:13 Wesayîta karkerên Mexmûrê qeza kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:27 Greva birçîbûnê di roja 52'yemîn de dewam dike
09:04 Mal bi mal digerin û jinan serwext dikin
09:03 Ji ber ku li ber astengiyan rabû cezayê pereyî lê birîn
09:03 ‘Karkeran mehkûmî birçîbûnê dikin'
09:03 Di mulaqatê de pirsa 'Hevalê Barbieyê kî ye?' pirsîne
09:02 Welatiyên teqawidbûyî: AKP'ê gora me kolandiye
09:02 Karkerên depoyê yên Mîgrosê: Em ê heqê xwe bistînin
09:01 14 sal derbas bûn, hîn jî rastiya kuştina Hrant Dînk aşkere nebûye
09:01 Rojnameger Sarya: Êrîşa li dijî Eyn Îsa negîhişt armanca xwe
09:00 Li Wanê otel tên girtin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2020'AN
08:03 Rojnamegerên Kurd Yekîtiya Neteweyî niqaş kirin
16/01/2021
19:59 168 kesên din jî mirin, 7 hezar û 550 kesên din jî pê ketin
16:04 Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin
15:21 Yuksekdag peyama piştevaniyê ji ESP'ê re şand
15:06 Navçeya Pilûrê bi berfê xweşik bû
14:34 Hêj 51 ESP'î di bin çavan de ne
14:16 ÎHD: Girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk serbest berdin
14:08 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên Abdullah Canan werin cezakirin
13:36 Ji bo serdana wekîlê AKP’ê mala şînê bi taybetî vekirin
13:27 Girtiyê nexweş ê 76 salî tevî rapora ATK'ê bernedan
13:16 Bi hinceta şewbê girtiyê nexweş Kocaturk derman nakin
12:18 Yuksekdag: Em ê dev ji Kobanê bernedin
12:17 Xizmên windayan Hrant Dînk bi bîr anîn
11:51 Di 2020'an de hezar û 855 girtî êşkence kirin
11:31 Ji bo 4 bajaran hişyariya aşûtê
10:55 Kadîr Şeker dê ji nû ve bê darizandin
10:14 Onlu: Divê her kes ji bo tecrîdkirina xwe bişkîne li dijî tecrîdê derkevin
09:54 Chomsky: Şoreşa Rojava mucîze ye, divê cîhan bibîne
09:48 Koma 11’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:08 32 partî hatin damezrandin, lê hîn jî destûra PÎA'yê nehatiye dayîn
09:08 Tecrîd, pirsgirêka jinê kûrtir dike
09:07 Belgefîlmeke metrajdirêj, ji bo zaravayê kirmanckî
09:07 Dayangaç ê 65 salî bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' girtin
09:06 Ji ber doza derbarê birayê wî de, serlêdana wî hat redkirin
09:06 Îdianame hat amadekirin: Tenê di îhaleyekê de 3.6 milyon TL hatiye çirpandin
09:05 DBP'ê ji bo gel stend, qeyûm jî ji bo rantê firot!
09:04 Li Meletiyê RES û HES xwezayê talan dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2020'AN
15/01/2021
20:15 169 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:18 Hikûmeta Hollandayê îstîfa kir
16:00 Kedkarên tenduristiyê bertek nîşan da: Em nikarin debara xwe bikin
15:55 Çalakiyên li dijî tecrîdê pêl bi pêl belav dibin
15:44 'Dayika min a 67 salî çi li dewletê kiriye?
15:17 'Xwedî derketina girtîgehan erkek exleqî ye'
15:14 Li dijî zema ji sedî 3’ê bordroyên xwe şewitandin
15:07 Li ser daxwaza Serokkomar cezayê şermezarkirinê dan Keskînê
14:46 Rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Em ê her binivîsînin
14:41 ESP'ê banga têkoşîna hevpar li muxalefetê kir
14:21 Derbarê Baroya Enqereyê de destûra lêpirsînê hat dayîn
14:16 Bûldan û Sancar: Dema dora me hat em ê xwe derzî bikin
14:14 Li Êlihê qezaya trafîkê: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn
13:49 Alinak giliyê polîsan kir
13:48 Li hemberî Alîkarê Davutoglû êrişa çekdarî pêk hat
13:36 Li Meclîsê daxuyaniya greva birçîbûnê: Tecrîd sûcê îşkenceyê ye
12:56 Odeya Bazirganiyê ya Amedê dê li Hewlerê nûnertiyê veke
12:18 Li dijî tundiya zilam xwe parast
11:12 Beştaş ‘Doza Kobanê’ nirxand: Ne HDP divê AKP were darizandin
11:02 Bavê girtîyê di çalakiya grevê de: Daxwazên girtiyan pêk bînin
10:54 Ji ber barîna berfê rêya 289 wargehan hat girtin
10:27 PÎA ya ku damezrandina wê tê astengkirin li Wezareta Navxweyî dest bi nobetê dike
10:03 Dr. Karakoç: Pêvajoya derzîkirinê aloz e
09:25 Greva birçîbûnê di roja 50'emîn de dewam dike
09:21 Muna El-Xelef: Tirkiye dixwaze Eyn Îsayê dagir bike
09:12 Şaredariya Cizîrê dest ji karê dezenfektekirinê berda!
09:11 Polîsan gef lê xwar: Em ê te bikin derbek
09:10 Ciwanên HDP'î bi kampanyaya xwe behsa xweparastinê dikin
09:07 Nexweşxaneya taybet ji bo rojekê 4 hezar TL xwest
09:07 'Tişta ku nikaribûn bi KHK'yan bikin wê bi qanûnan bikin'
09:07 Hunera wî serê tilîkên wî ne
09:07 Name Ozturk: Jin ji ber ku namirin tên cezakirin
09:07 'Ên dibin sedema krîza avhewayê ne şexs, pergal e'
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2020'AN
14/01/2021
20:40 170 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:23 Di dosyaya KCD’ê ya Meletiyê de kesên girtî neman
16:48 Li Gêlê mirina biguman a jinekê
16:37 Bersiva TDK’ê ya ji bo PZK’ê: Ferhenga kurdî-tirkî heye
16:32 Ji Walîtiya Êlihê qedexeya ‘grevên birçîbûnê’
16:20 Di dosyaya KCD’ê ya Meletiyê de kesên girtî neman
16:12 Li Dersimê berteka li dijî binçavkirinên ESP’ê
16:11 Danişîna Dozgîn Temo hat dîtin
15:43 Jinan navê Wezareta Xizmetên Civakî Xebat û Malbatê guhertin
15:29 Li Wanê di salekê de 2 hezar û 410 binpêkirinên mafan
15:03 Kedkarên tenduristiyê bertek nîşanî zema ji sedî 3’ê dan
14:56 Ji bo muxtarê pirsgirêkên taxê vegotin lêpirsîn hat destpêkirin
14:49 Danişîna doza Rojnameger Demîr dîsa taloq kirin
14:41 6 sal in ji bo kurê xwe li edaletê digere
14:26 Girtiyê 83 salî Ozkan dîsa bernedan
13:57 Kujerê Yurtkolesî întihar kir!
13:56 Li Îranê di 10 rojan de 32 ciwanên kurd hatin girtin
13:54 Dadger ji Hevşaredar pirsî: Tu tev li civina danasîna namzetan bû ya na?
13:54 Li Mêrsînê jinek hat binçavkirin
13:29 Walî derziya koronayê li xwe nexist
13:26 6 sal û 3 meh ceza li Serokê berê yê Baroya Amedê Aktar hat birîn
13:19 Polisan deriyê ESP’ê û ETHA’yê şikandin û dest danîn ser kompîturan
13:15 Li Sûriyeyê di demeke nêz de aştî û aramî tuneye