14 sal derbas bûn, hîn jî rastiya kuştina Hrant Dînk aşkere nebûye

  • rojane
  • 09:01 17 Çile 2021
  • |
img
STENBOL – Hrant Dînk, di 19'ê Çileya 2007'an de bi sûîkastekê hat kuştin. 14 sal derbas bûn lê belê hîn jî rastiya vê cinayeta navbirî nehatiye aşkerekirin. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Yetvart Danzîkyan, anî ziman ku kesên girêdayî îdealên Dînk, gava di zelalkirina vê tarîtiyê de israr bikin, dê ev yek gaveke din nêzî edalet bibe. 
 
Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk, di 19'ê Çileya 2020'an de li ber avahiya rojnameyê ya li Kolana Halaskar Gazî ya Şîşliyê ji hêla tetîkêş Ogun Samast ve hatibû kuştin. Çendî ku 14 sal derbas bûbin jî, lê belê hîn jî esehiya vê cinayeta navbirî baş nehatiye aşkerekirin. Ji ber vê cinayetê 8 jê girtî, 13 jê firar 77 kes tên darizandin. Heya niha li Dadgeha Cezayê Giran a 14'an a Stenbolê 121 danişînên dozê hatine lidarxistin. Danişîna 122'yan jî dê di 20'ê Çileyê de bê lidarxistin. 
 
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Yetvart Danzîkyan, rewşa dawî ya cinayeta Dînk nirxand. 
 
FIKIRA HIRANT Û ARMANCA AGOSÊ
 
Danzîkyan, anî ziman ku rojnameya wan di serdemeke wekî ya niha, serdemeke ku netewperestî gur bûbû de dest bi weşana xwe kiriye. Danzîkyan, bilêv kir ku derbarê Ermenîstan û ermeniyan de îthamên wekî "PKK'yî, bêsinet, alîkariya rêxistinê dike, Abdullah Ocalan ermenî ye" hatine kirin. Danzîkyan got: "Îthamên bi vî rengî dikirin. Me jî, ji bo ku em rastiyê rê mirovan bidin û ji bo ku em dengê ermeniyan ragihînin me gavek bi vî rengî avêt. Ji bo ku em pirsgirêkên li Tirkiyeyê bînin ziman, ji bo ku em rol û rista ermeniyan a di dîroka Tirkiyeyê de bidin der, ji bo ku em hebûna wan, çand û hunera wan ragihînin gelên Tirkiyeyê me gavek bi vî rengî avêt." 
 
Danîzkyan, diyar kir ku wan xwestiye zimanê rojnameyê tirkî be û sedema vê jî bi vî awayî anî ziman: "Me dikaribû bi ermenkî jî weşana xwe bikira. Lê me xwest em hem xwe bigihînin tirkiyeyiyan hem jî xwe bigihînin ermeniyên bi ermenkî nizanin. Lewma piraniya rojnameyê bi tirkî û qismek jê jî bi ermenkî dest bi weşana xwe kir. Me xwest em bi vî awayî pêwendiyê bi civaka Tirkiyeyê re deynin. Fikira Hrant û armanca rojnameyê hem bibêje wekî hev in." 
 
‘BI HEV RE WÎ KIRIN HEDEF' 
 
Danîzkyan, bilêv kir ku Hrant Dînk ji sala 2004'an ve hedef hatibû nîşandan û got: "Hrant, tim dixwest di televîzyonan de biaxife, tim dixwest diyalog bê danîn, dixwest di navbera Ermenîstan û Tirkiyeyê de, di navbera gelên Tirkiye û Ermenîstanê de diyalog bê danîn, dixwest derbarê neheqiyên ku li ermeniyan hatine kirin de hevrûbûyînek çêbibe. Dibe ku ji ber vana bûbe hedef, lê mekanîzma bi awayekî din xebitî. Hrant, di sala 2004'an de derbarê Sabîha Gokçenê de nivîsek nivîsî. Nivîseke ku dibe ku Gokçen ferdeke malbateke ermenî be. Piştî ku ev nivîs hat weşandin, di rojnameya Hurriyetê de bû manşet. Ji ber ku mesele Sabîha Gokçen bû, yanî mijareke tabûyî ya dîroka tirk. Serfermandariya Giştî piştî vê nivîsê daxuyaniyeke tund weşand. Eynî wekî ku pêl bişkokekê hatibe kirin, em leqayî xwepêşandanên ulkuciyan û netewperestan hatin. Dû re derbarê nivîseke Hrant de lêkolîn dest pê kir. Paşê veguherî dozê. Çendî ku pêzaniyê ji bo nivîsê got 'di vê nivîsê de tu unsûreke sûcî tune ye' jî, Dadgeha Bilind, Hrant tawanbar kir. Li wir Hrant, bi awayekî tevkariyî hedef hat girtin. Yanî dewlet, daraz û civaka netewperest Hrant kir hedef. Piştî vê hewldanên ji bo kuştina Hrant dest pê kirin û hat kuştin." 
 
‘DIVÊ ÇÛNA HRANT JI CIVAKÊ BÊ PIRSÎN' ‘
 
Danzîkyan, anî ziman ku her sal di 19'ê Çileyê di salvegera kuştina Hrant de gelek kes tên û ji wan "Ji bo we wateya çûna Hrant çi ye?" Danzîkyan, bilêv kir ku divê civaka Tirkiyeyê li ser bersiva vê pirsê hûr bibe û got: "Helbet ji bo me ermeniyên Tirkiyeyê, Rojnameya Agosê û malbata wî travmayeke mezin e. Lê belê yên ku divê muhasebeya kuştina Hrant Dînk bikin, civaka Tirkiyeyê ye. Nizanim dikin an na? Belê, piştî kuştinê 100 hezar kes tevli bîranîna wî bûn lê ev tenê nîşanek e. Hîn jî bi hezaran kes tevli bibîranîan wî dibin. Divê wateya vê ji van kesan bê pirsîn. Jixwe wateya wê ji bo me pir aşkere ye." 
 
DARIZANDIN 
 
Danzîkyan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser doza derbarê vê cinayetê de û got: "Hîn jî encamek bi dest neketiye. Ji lewra ji kesên ku diviyabûn bên darizandin tenê hin jê hatin darizandin. Daxwazên din ên parêzeran nehatin bersivandin. Parêzeran xwestibû elemanên MÎT'ê yên tevli hevdîtina li walîtiyê bûbûn jî bên darizandin. Ewilî bi erênî nêzî vê daxwazê bûn, lê paşê dev jê berdan. Jixwe derbarê nivîsên MÎT'ê de bersiv jî nehat dayîn. Yanî di pêvajoya darizandinê de daxwazên kesên ehlê edaletê pêk nayên. Belê, di demên dawî de lezûbeziyek çêbû, lê hîn jî esehiya wê beyan nebûye. Lewma divê bê daxwazkirin ku kesên tevli vê tarîtiyê bûne û ferman dane bên zelalkirin. Kesên girêdayî îdealên Dînk, gava di zelalkirina vê tarîtiyê de israr bikin, dê ev yek gaveke din nêzî edalet bibe." 
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

17/01/2021
12:04 4 rojnameger 100 roj in girtî ne
11:30 47 kesên di bin çavan de anîn edliyeyê
11:13 Wesayîta karkerên Mexmûrê qeza kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:27 Greva birçîbûnê di roja 52'yemîn de dewam dike
09:04 Mal bi mal digerin û jinan serwext dikin
09:03 Ji ber ku li ber astengiyan rabû cezayê pereyî lê birîn
09:03 ‘Karkeran mehkûmî birçîbûnê dikin'
09:03 Di mulaqatê de pirsa 'Hevalê Barbieyê kî ye?' pirsîne
09:02 Welatiyên teqawidbûyî: AKP'ê gora me kolandiye
09:02 Karkerên depoyê yên Mîgrosê: Em ê heqê xwe bistînin
09:01 14 sal derbas bûn, hîn jî rastiya kuştina Hrant Dînk aşkere nebûye
09:01 Rojnameger Sarya: Êrîşa li dijî Eyn Îsa negîhişt armanca xwe
09:00 Li Wanê otel tên girtin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2020'AN
08:03 Rojnamegerên Kurd Yekîtiya Neteweyî niqaş kirin
16/01/2021
19:59 168 kesên din jî mirin, 7 hezar û 550 kesên din jî pê ketin
16:04 Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin
15:21 Yuksekdag peyama piştevaniyê ji ESP'ê re şand
15:06 Navçeya Pilûrê bi berfê xweşik bû
14:34 Hêj 51 ESP'î di bin çavan de ne
14:16 ÎHD: Girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk serbest berdin
14:08 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên Abdullah Canan werin cezakirin
13:36 Ji bo serdana wekîlê AKP’ê mala şînê bi taybetî vekirin
13:27 Girtiyê nexweş ê 76 salî tevî rapora ATK'ê bernedan
13:16 Bi hinceta şewbê girtiyê nexweş Kocaturk derman nakin
12:18 Yuksekdag: Em ê dev ji Kobanê bernedin
12:17 Xizmên windayan Hrant Dînk bi bîr anîn
11:51 Di 2020'an de hezar û 855 girtî êşkence kirin
11:31 Ji bo 4 bajaran hişyariya aşûtê
10:55 Kadîr Şeker dê ji nû ve bê darizandin
10:14 Onlu: Divê her kes ji bo tecrîdkirina xwe bişkîne li dijî tecrîdê derkevin
09:54 Chomsky: Şoreşa Rojava mucîze ye, divê cîhan bibîne
09:48 Koma 11’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:08 32 partî hatin damezrandin, lê hîn jî destûra PÎA'yê nehatiye dayîn
09:08 Tecrîd, pirsgirêka jinê kûrtir dike
09:07 Belgefîlmeke metrajdirêj, ji bo zaravayê kirmanckî
09:07 Dayangaç ê 65 salî bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' girtin
09:06 Ji ber doza derbarê birayê wî de, serlêdana wî hat redkirin
09:06 Îdianame hat amadekirin: Tenê di îhaleyekê de 3.6 milyon TL hatiye çirpandin
09:05 DBP'ê ji bo gel stend, qeyûm jî ji bo rantê firot!
09:04 Li Meletiyê RES û HES xwezayê talan dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2020'AN
15/01/2021
20:15 169 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:18 Hikûmeta Hollandayê îstîfa kir
16:00 Kedkarên tenduristiyê bertek nîşan da: Em nikarin debara xwe bikin
15:55 Çalakiyên li dijî tecrîdê pêl bi pêl belav dibin
15:44 'Dayika min a 67 salî çi li dewletê kiriye?
15:17 'Xwedî derketina girtîgehan erkek exleqî ye'
15:14 Li dijî zema ji sedî 3’ê bordroyên xwe şewitandin
15:07 Li ser daxwaza Serokkomar cezayê şermezarkirinê dan Keskînê
14:46 Rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Em ê her binivîsînin
14:41 ESP'ê banga têkoşîna hevpar li muxalefetê kir
14:21 Derbarê Baroya Enqereyê de destûra lêpirsînê hat dayîn
14:16 Bûldan û Sancar: Dema dora me hat em ê xwe derzî bikin
14:14 Li Êlihê qezaya trafîkê: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn
13:49 Alinak giliyê polîsan kir
13:48 Li hemberî Alîkarê Davutoglû êrişa çekdarî pêk hat
13:36 Li Meclîsê daxuyaniya greva birçîbûnê: Tecrîd sûcê îşkenceyê ye
12:56 Odeya Bazirganiyê ya Amedê dê li Hewlerê nûnertiyê veke
12:18 Li dijî tundiya zilam xwe parast
11:12 Beştaş ‘Doza Kobanê’ nirxand: Ne HDP divê AKP were darizandin
11:02 Bavê girtîyê di çalakiya grevê de: Daxwazên girtiyan pêk bînin
10:54 Ji ber barîna berfê rêya 289 wargehan hat girtin
10:27 PÎA ya ku damezrandina wê tê astengkirin li Wezareta Navxweyî dest bi nobetê dike
10:03 Dr. Karakoç: Pêvajoya derzîkirinê aloz e
09:25 Greva birçîbûnê di roja 50'emîn de dewam dike
09:21 Muna El-Xelef: Tirkiye dixwaze Eyn Îsayê dagir bike
09:12 Şaredariya Cizîrê dest ji karê dezenfektekirinê berda!
09:11 Polîsan gef lê xwar: Em ê te bikin derbek
09:10 Ciwanên HDP'î bi kampanyaya xwe behsa xweparastinê dikin
09:07 Nexweşxaneya taybet ji bo rojekê 4 hezar TL xwest
09:07 'Tişta ku nikaribûn bi KHK'yan bikin wê bi qanûnan bikin'
09:07 Hunera wî serê tilîkên wî ne
09:07 Name Ozturk: Jin ji ber ku namirin tên cezakirin
09:07 'Ên dibin sedema krîza avhewayê ne şexs, pergal e'
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2020'AN
14/01/2021
20:40 170 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:23 Di dosyaya KCD’ê ya Meletiyê de kesên girtî neman
16:48 Li Gêlê mirina biguman a jinekê
16:37 Bersiva TDK’ê ya ji bo PZK’ê: Ferhenga kurdî-tirkî heye
16:32 Ji Walîtiya Êlihê qedexeya ‘grevên birçîbûnê’
16:20 Di dosyaya KCD’ê ya Meletiyê de kesên girtî neman
16:12 Li Dersimê berteka li dijî binçavkirinên ESP’ê
16:11 Danişîna Dozgîn Temo hat dîtin
15:43 Jinan navê Wezareta Xizmetên Civakî Xebat û Malbatê guhertin
15:29 Li Wanê di salekê de 2 hezar û 410 binpêkirinên mafan
15:03 Kedkarên tenduristiyê bertek nîşanî zema ji sedî 3’ê dan
14:56 Ji bo muxtarê pirsgirêkên taxê vegotin lêpirsîn hat destpêkirin
14:49 Danişîna doza Rojnameger Demîr dîsa taloq kirin
14:41 6 sal in ji bo kurê xwe li edaletê digere
14:26 Girtiyê 83 salî Ozkan dîsa bernedan
13:57 Kujerê Yurtkolesî întihar kir!
13:56 Li Îranê di 10 rojan de 32 ciwanên kurd hatin girtin
13:54 Dadger ji Hevşaredar pirsî: Tu tev li civina danasîna namzetan bû ya na?
13:54 Li Mêrsînê jinek hat binçavkirin
13:29 Walî derziya koronayê li xwe nexist
13:26 6 sal û 3 meh ceza li Serokê berê yê Baroya Amedê Aktar hat birîn
13:19 Polisan deriyê ESP’ê û ETHA’yê şikandin û dest danîn ser kompîturan
13:15 Li Sûriyeyê di demeke nêz de aştî û aramî tuneye
13:14 Koordînasyona Şopandina Greva birçîbûnê: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin