4 rojnameger 100 roj in girtî ne

  • rojane
  • 12:04 17 Çile 2021
  • |
img
WAN – Rojnamegeran, bal kişand ser rewşa rojnamegerên ku ji ber avêtina 2 gundiyan a ji helîkopterê ya li Wanê kiribûn nûçe, 100 roj in girtî ne û diyar kirin ku girtina dema dirêj veguheriye cezakirinê û xwestin ku hempîşeyên wan bên berdan. 
 
Di 11’ê îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê leşkerên ku derketibûn operasyonê welatiyên bi navê Osman Şiban û Servet Tûrgût binçav kiribûn û piştre îşkence li wan kiribûn û wan ji helîkopterê avêtibûn. Ji welatiyan Servet Tûrgût piştî demekê ji ber îşkenceya ku lê hatibû kirin û ji helîkopterê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest da û Osman Şiban jî ji ber îşkenceya lê hatiye kirin hê jî nexweş e û nikare tevger bike. 
 
Di 6’ê cotmeha 2020’an de ji ber ku vê bûyerê derxistin holê poplisan bi ser malên nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, Nûçegîhana jinnewsê Şehrîban Abî û Rojnameger Nazan Sala de girtin û wan binçav kirin. Piştre bi sûcdariya “Nûçe çêkirina bûyerên civakî yên li dijî dewletê” hatin girtin. Her çar rojnameger 100 roj in girtî ne. 
 
Li gel ku di ser girtina rojnamegeran de 100 roj derbas bûne jî hê doznameyên wan nehatine amadekirin û di dosyayên wan de tu pêşveçûn çênebûye. Rojnamegerên ku 100 girtina rojnamegeran nirxandin, xwestin ku girtina dema dirêj a veguheriye cezakirina rojnamegeran bi dawî bibe û demildest rojnameger bên berdan. 
 
ALTAY: HEWLDANA DIRÊJKIRINA GIRTINÊ HEYE
 
Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Gokhan Altay, diyar kir ku nêzikbûna darazê ya li hemberî civakê li dijî rojanmegeran jî di dewrê de ye û wiha got: “Dema ku mirov dina xwe dide dosyayê û xala ku rojnameger pê ten sûcdarkirin diviya ku beriya niha dozname bihata amadekirin. Lê li şûna vê nêzikbûna “em dikarin çiqas wan dirêj bigirin” serwer e. Di demên ku rastî tên tarîkirin de herî zêde li ser rojnamegerên ku dixwazin rastiyan derxin holê zext tên kirin. Heke 4 hevalên me nebûna wê kesî tiştên ku bi serê Servet Tûrgût û Osman Şiban da hatin nenivsandina. Ji  ber ku hevalên me vê rastiyê derxistin holê 100 roj in girtî ne. Em tu carî nebûna rojnamegerên ku li gorî daxuyaniyên walîtiyan tevbigerin. Em daxwaz dikin ku girtina dema dirêj a veguheriye cezakirinê ya hevalên me bê bidawîkirin.”
 
BABAT: EM SEDEMA AMEDENEKIRINA DOSYAYÊ DIZANIN
 
Nûçegîhana Jinnewsê Dîlan Babat jî destnîşan kir ku girtina hevalên wan veguheriya cezakirinê û ev tişt anîn ziman: “Ji ber ku rojnamegeran ji ber nûçeyên çêkirine girtî ne, di dosyayên wan de tu pêşveçûn çênabe. Desthilata ku yekdengiyê dixwaze hewl dide çapameniya muxalîf bêdeng bike. Bêyî delîl rojnamegeran digirin. Li Tirkiyeyê bi sedan rojnameger ji ber nûçeyên xwe girtî ne. Lê em ê nivîsandin û çêkirina nûçeyan bidomînin û hê bêtir dengê hevalên xwe bidin bihîstin.”
 
YILMAZ: ROJNAMEGER BI KÊFÎ GIRTÎ NE
 
Rojnameger Îdrîs Yilmaz jî da zanîn ku hevalên wan 100 roj in girtî ne û doznameyên wan nehatine amadekirin û ev tişt got: “li Tirkiyeyê rojnamegerên muxalîf ji ber rexneyên xwe yên li dijî desthilatê tên girtin. Rewşa ku rojnameger têde ne rewşa azadiya çapameniyê û xwe anîna ziman radixe ber çavan. Em dixwazin demildest rojnameger bên berdan û neheqiya li hemberî wan bi dawî bibe.”
 
 

Sernavên din

20/01/2021
09:07 Da dû xeyalên xwe û çewlik ava kir
09:07 Jina ku birîndar bû: Netirsin dengê xwe bilind bikin
09:07 Ji bo parastina pergala malbatê jin tên cezakirin
09:07 Xizmê Girtî: Tecrîd derveyî mirovahiyê ye
09:07 Jinên TJA’yî dicivin: Peyama me berxwedan e
09:07 Girtiyê 100 roj di grevê de mabû: Divê em li derdora girtîgehan dîwarê bi goşt lêkin
09:07 Ocalan bertek nîşanî saziyên navnetewî da: Ker, kor û lal mane
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2021'AN
19/01/2021
22:48 Dayika Mazlûm Ebdî jiyana xwe ji dest da
20:30 167 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:30 Baş: Hrant remza jiyana hevpar e
17:05 Esnafan bi çêkirina gorek sembolîk bal kişandin ser krîza aborî
17:02 Hrant Dînk li Enqereyê hat bibîranîn
16:40 Komeleya Jinan a Starê rapora 2020'an aşkere kir
16:07 Riyên qeyûm di bin avê de man
15:45 Li Licê serdegirtina malan: Gelek kes binçav kirin
15:44 Ji MATUHAY-DER’ê rapora girtîgehan a 2 mehan: Tecrîd di nava tecrîdê de diqewime
15:30 HDP’ê dest bi kampanya ‘Hevdîtinên Kar û Xurekê’ dike
15:29 Hrant Dînk li Meletiyê hat bibîranîn
15:27 Sancar: Tişta li PÎA'yê tê kirin li dijî Destura Bingehîn e
14:58 Banga tevlîbûna doza Komkujiya Madimakê
14:56 Li Çewlig, Amed û Sêrtê rêya bi sedan gundan hat girtin
14:30 ‘Tecrîd bandora neyînî li ser gel dike
13:59 Qatilê Ceren Ozdemîr Ardûç ji êrişkirina polîsan hat dariznadin
13:58 Di doza nivîskar Şahîn de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
13:41 Danişîna kujerê Gullu Yilmaz hat taloqkirin
13:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
13:24 Li Girtîgeha Kurkçulerê derpkirin û ferzkirina lêgerîna tazî
13:02 Akar û Barzanî hevdîtin kirin
13:02 Rojnameger Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:01 Ji xwendekarên Bogazîçiyê protestoya ‘Zilamê qeyûm’
12:19 Li Bûrsayê ceza li du kesan hat birîn
12:19 'Sala 2021’an dê bibe sala Xweseriya Şengalê’
12:17 HDP'ê bang kir: Em dersên zaravayên Kurdî hilbijêrin
12:02 Akar û Guler derbasî Hewlêrê bûn
11:34 Miduriyeta polisan girtiyê nexweş vexwend îfadeyê
11:07 Cenazeyê dengbêj Cemalê Mihê hat veşartin
10:54 Ozsoy: DYA dê li Başur, Bakur û Rojava polîtîkayek cuda pêş bixe
10:54 HDP wê derbarê pêkanîna GBT’ê ya li pêş avahiya xwe gilî bike
10:52 Xebatkarên tenduristiyê ji bo daxwazên xwe di nobetê de ne
10:35 Sûra dîrokî bi berfê xemilî
09:51 Barîna berfê li Dersîmê rêya 143 gundan girt
09:42 Berfê Amed spî kir
09:36 Greva birçîbûnê di roja 54'emîn de dewam dike
09:16 Xwarina ku xeydanan li hev tîne
09:15 Lêgerîna li madenan bax û baxçe hişk kirin
09:14 Bê nasname ye!
09:14 Daxwaza girtiyan daxwaza me ye: Tecrîdê rakin
09:13 Jinên ciwan ên sîxurtiyê li wan hat ferzkirin: Em dev ji têkoşînê bernadin
09:12 Gola Wanê tê qirêjkirin
09:11 Li ber çavê dinyayê trajediyeke mezin
09:11 ‘Heke dengê girtiyan û derve bigihîje hev wê tecrîd rabe’
09:10 Parazvanên li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin
09:09 Ji bo rakirina tecrîdê banga têkoşîna hevpar kir
09:09 Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê xwarina 7 lîreyî bi 17 lîreyan digire
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2021'AN
18/01/2021
20:51 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 24 hezar û 161
20:04 Dengbêj Cemalê Mihê jiyana xwe ji dest da
17:25 Piştî aşûtê agahî ji 6 kolberan nayê girtin
16:22 Danişina doza Oruç taloq kirin
16:19 Li Licê operayona eskerî didome: 8 kes hatin girtin
16:02 Du jinên HDP’yî ku bi sîxûrtiyê re rûbirû mane serî li ÎHD’ê dan
15:31 Tumuklu: Operasyon û girtin bêhiqûqî ye
15:10 Giliya îşkenceya di bin çavan de kirin
14:56 Îtîraza girtina Melek Îpek hat redkirin
14:55 Kesên li Kerboranê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:41 Rojnameger Yilmaz ji parvekirina Efrînê beraet kir
14:11 Encamnameya Konferansa rojnamevanên kurd
13:54 Li gel berf û sarmayê jî akademîsyenan çalakiya xwe berdewam kir
13:39 Îdîaya hemşîrekê dawî li jiyana xwe anî
13:30 SES’ê: Mûrat Alan sûc kiriye
13:15 Akar û Guler çûn Bexdayê
13:03 Ji erka baviksalar pênaseya sûcek nû: Dayiksalartî
12:47 Li 102 nexweşxaneyan kurtaj qedexe ye
12:00 Parêzerê Demîrtaş: Erdogan kirine bersûcên nepen
11:41 Li Serhedê rêya 349 gund û mezrayan hat girtin
10:38 ‘Sedema negirtina daxwaznameya PÎA’yê çiye?’
10:37 Ji bo Selçûk Mizrakli kampanya îmzeyan hat destpêkirin
10:25 Mêrê xwest hevjîna xwe bikuje hat binçavkirin
10:06 Greva birçîbûnê di roja 53'yemîn de dewam dike
09:47 Bi hinceta sînordarkirinan bin pê kirine li 25 hezar kesan ceza hat birîn
09:47 Serokê Partiya Pêşerojê ji tundiya li hevjîna xwe kir hat girtin
09:46 Ji 47 ESP'iyan 5 ESP'î hatin girtin
09:09 28 sal bi ser qetilkirina Karaagar re derbas bûn: Rojname bûbû jiyana wî
09:09 Rojnamevan girtin kar û dixwaze rojnameyan bêdeng bike
09:08 Zexta aboriyê jî li pêla binçavkirin û girtinan zêde bû!
09:08 Kaya: Divê kurd di navbera xwe de dîplomasiyê li pêş bixin
09:01 Di Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî de kampanya ‘Perwerdehiya bi kurdî’ dest pê dike
09:01 Dadgehê leşkerên qaçaxî kirine û bertîl xwarine tehliye kir!
09:01 Rojnamegeran qala Hrant Dînk kirin: Ew zimanê heqîqetê bû
09:01 Sever a jê hat xwestin bi pereyan li pêş HDP’ê rûne: Keça min ji ber we çû
09:01 Rojnameger: Em ê li dijî zextan bi berdewamî binivisînin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'AN
17/01/2021
20:07 Li Tirkiyê 165 kesên din jî ji ber koronayê mirin
16:27 Li Şengalê teqîn: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:06 Li Îzmîrê êrişî welatiyên sûriyeyî kirin
15:39 Ji bo herêma Serhedê hişyariya berfê
13:36 Bijîşkekî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest da
13:06 ÎHD: Divê ESP’iyên di bin çavan de bên berdan
12:17 Ceza dan 24 kesên Komkujiya Parîsê şermezar kirin