ŞIRNEX - Li Şirnexê esnafan ji berfê gorek sembolîk çêkirin û bi vî awayî bal kişandin ser tengasî û krîza aboriyê.
Li bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê krîza aborî her ku diçe kûr û zêde dibe. Yek ji sedemên têkçûyina aboriya Tirkiyê, zêdebûna eflasyon û bihabûna dovîz a li hemberî Lîrayê Tirkiyê tê şîrovekirin. Li dijî têkçûyîna aloziya aborî bertek û nerazîbûn jî her ku diçe zêde dibin. Li Şirnexê li gel barîna berfê jî esnaf ji bo krîza aborî û tengasiyên xwe yên aborî şermezar bikin bi berfê gorek sembolîk çêkirin û bi vî awayî bal kişandin li tengasiyên xwe. Gora ku li navenda sûkê hat çêkirin li serê “Nav: Esnaf - Dîroka Mirinê: 2020-2021” hat nîvîsandin.