Reforma Erdogan ji Kurd û muxalifan re bû zindan

  • rojane
  • 09:23 21 Çile 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî daxuyaniya Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan a der barê reforma darazê de, bi dehan Kurd û siyasetmedarên HDP'ê û ESP'ê hatin girtin û şandin girtîgehê. 

Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) yê nû Joe Bîden ku di 3'yê Mijdara 2020'an de hilbijartin qezenç kir, di 20'ê Çile de bi awayekî fermî dest bi kar kir. Piştî Serokê berê Trump têk çû, bandora xwe li ser siyaseta Erdogan û Tirkiyeyê jî kir. 10 roj piştî hilbijartina DYA, Erdogan siyaseta xwe guhert û dîsa berê xwe da Yekîtiya Ewropa. Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdoan, 10 roj piştî hilbijartina DYA di 13'ê Mijdara 2020'an de li 7'emîn Kongreya AKP'ê ya Tekîrdagê ku li Stadyuma Namik Kemal pêk anî, peyama seferberiya reformê da û got: "Wezaretên me û saziyên me li gel kesên nêzî xwe, bi hevkarî û diyalogê, di qada hiqûq û aboriyê de dest bi serdema reformek nû dikin. Welatekî di aporî de ne bi hêz be, nikare destkeftiyên din biparêze..." 
 
Erdogan dîsa di 7'ê Kanûna 2020'an de bi rêya vîdeo peyam ji Zîrveya Veberdêr a Navneteweyî ku Komeleya Veberdêran a Navneteweyî (YASED) li dar xistibû re şand. Erdogan di vê peyamê de gotibû li Tirkiyeyê di qada hiqûq, demokrasî û aboriyê de dest bi seferberiya reformê kirine.  Piştî vê gotina Serokomar Tayyip Erdogan qeyrana aborî, demokrasî û hiqûqê bêtir kûr bû. Erdogan gelek carên din li deverên din heman peyam da. Lê balkêş e, her ku peyama seferberiya reforma di qada demokrasî, hiqûq û aboriyê de dide, bêtir qeyran kûr dibe. Bêtir mirov têne binçavkirin, girtin û cezakirin. Heqê mazot, gubre, xaza xwezayî, ceyran û gelek fatûreyan zêde bûn. Daxwaza avakirina partiyan tê redkirin û rêya siyaseta demokrasiyê tê girtin. Hikûmetê piştî biryara reformê birya da ku qeyûm tayînî komeleyan bike.  Piştî gotina reforma darazê, di navde endam û rêveberên HDP, ESP, KCD, parêzer, xwendekar, rojnameger, nivîskar, welatî jî hene bi sedan kes hatin binçavkirin. Di navde Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî heye 42 kes hatin girtin. 
 
Mirov dikare bi çend mînakan rewşa piştî daxuyaniya Erdogan a reformê wiha şênber bike. 
 
KUJER HAT BERDAN MEXDÛR 25 SALIN GIRTÎ YE
 
17 Kanûn 2020: Dadgehê polîs Yakûp Ş. ê ku xwendekarê zanîngeha Meletiyê Kemal Kurkut kuşt beraet kir. 
 
14 Çile 2021:  Danişîna doza Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku 24 sal in girtî ye, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê pêk hat. Dadgehê dîsa Ozkanê nexweş û kal serbest berneda. 
 
SIYASETMEDAR, ROJNAMEGER, JIN Û NIVÎSKAR GIRTIN 
 
15 Mijdar 2020:  Hevserokê HDP'ê yê navçeya Bazarcixê Nacî Kiziler, bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.
 
18 Mijdar: Endamê PEN'a Kurd nivîskar Nezîr Çakan ku di çarçoveya "lêpirsîna Kobanê" de hatibû binçavkirin, hat girtin.
 
20 Mijdar 2020: Li Amedê di çarçoveya lêpirsîna li ser KCD’ê de derbarê 101 kesî de biryara binçavkirinê hatibû derxistin. 24 jê parêzer 72 kes hatin binçavkirin. 
 
26 mijdar 2020: Nûçegihanê Ajansa me ya Mezopotamya Dîndar Karataş, ji ber nûçeyên ku çêkiriye bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. 
 
28 Mijdar 2020: Piştî daxuyaniya “reformê” ya Serokkomarê AKP’yî Erdogan, di operasyonên li dijî HDP’ê û muxalîfan destpêkirin de herî kêm 415 kes hatin binçavkirin û 11 kes jî hatin girtin. 
 
2 Kanun 2020: Li Rihayê welatiyê bi navê Şukru Kahraman hat girtin û ew şandin girtîgehê.
 
3 Kanun 2020: Li Şirnex û navçeyên wê ji 23 siyasetmendarên ku hatibûn binçavkirin 13 kes jê hatin berdan.
 
7 Kanun 2020: Menîce Îş a dayika sê zarokan bi îdiaya “Ne endama rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê sûc kiriye” cezayê zîndanê lê hatibû birîn û ji ber pejirandina cezayê wê hat girtin.
 
10 Kanun 2020: Endamê Meclîsa HDP'ê Ercan Oguz ku beriya 2 rojan hatibûn binçavkirin li navçeya Cizîrê hat girtin. 
 
19 Kanun 2020: Li Edenê, ji 5 welatiyên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin yek jê hat girtin. 
 
21 Kanun 2020: 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li Hevseroka  KCD'ê Leyla Guven di 21'ê kanûnê de 22 sal û 3 meh ceza birî. Piştî caza birî Leyla Guven di heman şevê de binçav kirin û şandin girtîgehê. 
 
24 Kanun 2020: Endamê Meclîsa ESP’ê Ûgûr Ok bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin. 
 
30 Kanun 2020:  Helbestvan Yilmaz Odabaşi ji ber parvekirinên medya civakî hat girtin. Odabaşi got: “Min dibin Girtîgeha Kandirayê.”
 
1 Çile 2021:  Li Edeneyê 2 kes jê hemwelatiyên Kobanê 3 welatî bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
 
8 Çile 2021: Nûçegihanê me Mehmet Aslan, ji ber nûçeyên ku çêkirine hat girtin. Gava Aslan ji edliyeyê derxistin, diyar kir ku ji ber kar û barên xwe yên rojnamevaniyê hatiye girtin û got: "Em ê tim bidin dû heqîqetê." 
 
10 Çile 2021: Li Lîcê, Mehmet Şah Bozkuş ê ku piştî operasyona eskerî hatibû binçavkirin, hat girtin.
 
16 Çile 2021: Kasim Dayangaç ê 65 salî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Polîsan kurekî wî kuştin, yek jê ji ber cezayê girtîgehê bû penaber û yek jê jî ji ber tahdeya li malbatê tê kirin terka malê kir û ji zû de xeber jê nayê girtin. 
 
18 Çile 2021: 47 endam û rêveberên ESP'ê yên hatibûn binçavkirin sewqî edliyê kirin. Ji 47 ESP'îyan 5 ESP'î hatin girtin. Hevseroka Giştî ya ESP'ê Prz Ozlem Gumuştaş û Nûçegîhana ETHA Pinar Gayip jî di navde 42 ESP'î jî bi kontrola edlî hatin berdan. 
 
18 Çile 2021:  Operasyona eskerî ya di 9’ê Çileyê de li çoltera Licê dest pê kiribû, dewam dike. 8 kesên di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

22/01/2021
18:03 Eskeran wesayit li kalê 70 salî qeliband
16:23 Ji bo çalakiyên greva birçîbûnê meşiyan: Bêdeng nemînin
15:43 HDP ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ didomîne
15:09 Li Amedê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê kêm bûn
14:57 Li rêya Gever û Şemzînanê aşût ket xwar
14:21 Li 4 gundên Licê operasyon zêde bû
14:18 Li aktîvîsta TJA’yê Gul 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn
14:07 Ozbek a tê angaştkirin hevjînê xwe kuştiye nehat berdan
13:50 Gunay: Polîtîkayên tecrîdê li Tirkiyeyê belav dibe
13:36 Ji kolberan 4 roj in agahî nayê girtin
13:11 Rojnameger Ûgûr Mûmcû hat bibîranîn
12:44 12 herêmên Colemêrgê heya dawiya salê hatin qedekirin
12:20 Wêneyên jinan weke ‘endamtiya rêxistinê’ servîs kirin
11:44 ‘Berpirsiyarê gefên Bahçelî desthilatdarî ye’
10:13 Deynê qeyûm nêzî milyarekê bû
09:54 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê kete roja 57’an
09:10 Gergerlîoglû: Hin mirov hene wekî ku li girtîgehan tu tişt naqewimin tevdigerin
09:09 Onder: Tirkiye veguheriye pergala monarşiyê
09:08 Gumuştaş: Êrîşên li ser partiya me ne tesadufî ne
09:08 Divê kesên di warê nexweşînê de hesas, bên derzîkirin
09:07 Li Wanê bajarîbûna çelexwarî
09:07 ‘Projeya rektorê qeyûm feraseta dîktayê ye'
09:05 Surucu: Em bi tovên xwe çandiniya xwe bikim
09:04 Esnafên Enqereyê: Em bi deynan deynê xwe didin
09:04 Herî zêde li Mêrsînê xizmetkarên tenduristiyê mirin
09:03 Esnafên Şirnexê: Berpisiyarê têkçûna aboriyê dewlet e
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2021'AN
08:46 Li şûna girtî berdin, îşkence kirin
21/01/2021
20:36 159 kesên din jî mirin û 6 hezar û 289 kesên din jî pê ketin
16:30 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re red kirin
15:51 Hediya Yûsif: Sîstema kapîtalîst projeyên alternatîf dike hedef
15:46 Serdanên heyeta KCD, DBP û HDP’ê yên yekitiyê didomin
15:36 Doza tecawizê ya li GGM’ê ji bo mutaleyê hat taloqkirin
15:29 Girseyê bi strana 'Ozgurluk mahkumlari' polîs şermezar kirin
15:02 NLPMJS: Komên çekdar li Efrînê zêdeyî 149 jin revandin
14:53 Başaran: Bi tecrîdê şer gur dikin û kurdan tune dihesibînin
14:42 Ji tenduristvanan şermezarkirina bi çepik
14:42 Polisan mudaxaleyî çalakiya ji bo tecrîd û greva birçîbûnê kir
14:41 Akademîsyenan bertek nîşanî rektorê qeyûm da: Şerma gerdûnî ye
13:44 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Amedê da
13:35 Tûran sitendina heqê zêde ya ji nexweşan ji Koca pirsî
13:21 Di êrişên li Bexdayê de 13 kes mirin û 28 kes birîndar bûn
13:03 AYM’ê derbarê Berberoglû de cara duyem biryara binpêkirinê da
13:03 Wezîrê Edaletê bi awayekî sergirtî bersiv da Soylû
12:50 27 hezar û 493 kes bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû maye
12:23 Temel: Polîtîkaya tecrîdê dê bi têkoşîna topyekun bişkê
11:37 10 cezayê girtîgehê li rojnameger Bûlût hat birîn
11:18 Çalakiya grevên birçîbûnê koma 12’emîn dewr girt
11:16 Hesaba ji bo nexweşên SMA’yê hat vekirin bankeyê bloke kir
11:13 Yek ji ‘şahidê’ îdinameya Kobanê li xwe mikûr hat
10:44 Jinên ciwan: Bi vekirina Zanîngehên Jinan dê tecawizê rewa bikin
10:12 Di doza gilîker de bû bersûc
09:23 Ji ber daliqandina wêneyên jinên kuştî ceza hat birîn
09:23 Reforma Erdogan ji Kurd û muxalifan re bû zindan
09:22 Stûna xweparastinê civakîbûn e
09:21 Hawirdorparêz: Akkûyû nîşaneya karesatên mezin e
09:20 Berhevkarên kaxezan: Em li mal bimînin em ê ji birçîna bimirin
09:20 Atabey: Pergala tenduristiyê ya heyî nikare çareyan biafirîne
09:19 Esnaf heqê baca dahateke bi dest nakeve dide
09:18 'Ji bo Kod-29'ê mecbûriyeta îspatkirinê divê'
09:17 Ew, xurdefiroşê Rihayê ye
09:17 Ji ber daxuyaniyan derbarê wî de îdianame hat amadekirin
09:00 19 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2021'AN
20/01/2021
21:07 Îro 159 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:36 Biden sond xwar
16:45 Ji Mûglayê banga têkoşîna hevpar
16:26 Polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên Stenbolê de girt
15:47 4 kes hatin binçavkirin
15:46 ‘Destkeftiyên karkeran bi Qod 29’ê tên desteserkirin'
15:33 Li Agirî û Wanê xebatên rêyan nayên kirin
15:13 Şandeya KCD, DBP û HDP’ê ji bo yekitiya Kurdan li Dihê ye
14:43 Li Licê operasyon didome: Deriyên malên vala tên şikandin
14:19 Olûç: Bicihanîna daxwaza girtiyan ne zehmet e
14:08 Ji bo greva birçîbûnê bang hat kirin
13:45 Ji bo parlementera berê ya HDP’ê biryara girtinê
13:35 HDP: AKP’ê Efrînê ji bo rêxistinên sûc kir cihekî ewle
13:24 56 wekîlên HDP'ê, pirsa çima biryara DMME'yê nehat bicihanîn pirsîn
13:10 Li Amedê jinekê xwe kuşt
12:35 Di doza rojnameger Şahîn de, wê şahid bê guhdarkirin
12:12 Di kontênêra çopê de cenazeyê pitikek hat dîtin
12:07 Li sînorê Îranê aşût: 5 kolber hêj winda ne
11:41 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
11:21 Li Şirnexê rêya 17 gundan hatin girtin
10:10 Şaredarê AKP’î heqaret li jinan kir
09:51 Seta folklorê “Zargul” ji Weşanên Wardozê derket
09:27 Greva birçîbûnê di roja 55'emîn de dewam dike
09:12 Cotkar ji bihayê firingiyan ne razî ne
09:11 Îcraeta nû ya qeyûm: Dibistana Zewacê
09:10 ‘Pêvajoya derzîkirinê jî bi zelalî nayê birêvebirin'
09:07 Xizmên girtiyên ku di greva birçîbûnê de: Divê herkes rabe ser piyan
09:07 Da dû xeyalên xwe û çewlik ava kir
09:07 Jina ku birîndar bû: Netirsin dengê xwe bilind bikin
09:07 Ji bo parastina pergala malbatê jin tên cezakirin
09:07 Xizmê Girtî: Tecrîd derveyî mirovahiyê ye
09:07 Jinên TJA’yî dicivin: Peyama me berxwedan e
09:07 Girtiyê 100 roj di grevê de mabû: Divê em li derdora girtîgehan dîwarê bi goşt lêkin
09:07 Ocalan bertek nîşanî saziyên navnetewî da: Ker, kor û lal mane
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2021'AN