Eliyas: Pêşîlêgirtina fermanek din di dest me de ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê ya girêdayi Şengalê Xwedêda Eliyas, têkîldarî geşedanên dawî yên li herêmê rû didin axivî û got: “Pêşîlêgirtina fermanek din di dest me de ye. Êzidî wê destûrê nedin planên qirêj ên Iraq, PDK û Erdogan pêk bên."

 
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di 9’ê Çileya 2020’an de bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re “Peymana Şengalê” îmze kir. Bi îmzekirina peymana Şengalê re li herêmên Zînî Wertê, Garê û Metîna gelek peşmerge hatin bicihkirin. Bi vê re liv û tevgera li Şengalê dewam dike. 
 
Li dijî van geşedanan Êzidiyên ku lihevkirinê weke paşguhkirina vîna gelê Êzidiyan, dinirxînin 2 meh in li Şengalê di nobetê de ne. Tevî van geşedanên dawî jî Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar û Serfermandar Yaşar Guler, di 18’ê Çileyê de çûn Bexda û Hewlerê û bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin pêk anîn. Piştî van hevdîtinan Serokkomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan, peyama operasyonek li dijî Şengalê da. 
 
Têkildarî gef û polîtikayên Tirkiyeyê, Herêma Kurdistanê û Iraqê yên li dijî Şengalê, Hevserokê Meclîsa Gel a bajaroka Sinûnê ya girêdayi navçeya Şengalê Xwedêda Eliyas axivî. 
 
'PEYMAN PLANA KIRIN Û FIROTINÊ YE'
 
Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê Xwedêda Eliyas, anî ziman ku vîna civaka Êzidî wê teslimî gefên hêzên desthilatdar nebe û wiha axivî: “Peymana ku di navbera Hewler û Bexdayê hat îmzekirin, planeke kirîn û firotinê ye. Ev peyman li gorî berjewendiyên şexsî yên herdû aliyan hatiye amadekirin. Ji roja ewil, heta îro gel li dijî vê peymanê derdikevin û qebûl nakin. Piştî ku ev helwesta gel dîtin bi Erdogan re hevdîtin pêk anîn û gefên Erdogan jî dest pê kirin. Lê li vir, wê ne planên Erdogan bên qebûlkirin û ne jî planên Bexda û Hewlerê bên qebûlkirin. Hêza ku li Şengalê hatiye afirandin em ê nehêlin ku bê perçekirin. Em nahêlin ku ew careke din li ser axa Şengalê planan çêbikin. Em biryarên Iraqê jî qebûl nakin. Em mileteke ku dibin fermanê re derbas bûne. Em ê çawa biryarên wan qebûl bikin?  Erdogan nizane ku li Şengalê vînek çawa hatiye avakirin û çi rêxistin li vir çêbûye. Heger bizanibe wê nekaribe gefên wiha bixwe. Hesabên ku di sala 1914'an û 15'an de derbas dibûn, di roja me ya îro de derbas nabin. Bila kes xwe nexapîne. Gel îro birêxistin bûye, li dijî dijmin disekine û li ser xaka xwe hebûna dijmin qebûl nake. Ev jî xwestekek herî rewa ye. Îro li Şengalê bingeha birêxistibûyin û xweseriyê hatiye avakirin. Civaka Êzidî di xwe rêvebirinê de gihiştiye asta herî serkeftî. Hêza xwe ya eskerî û ewlekariyê mezin kiriye. Wê nikarin vê birêxistinbûyinê bişkînin. Dixwazin weke salên 2014'an pergaleke ku li ser berjewendiyên xwe ava kiribûn li ser xaka me ji nû ve bi rêve bibin û li me bidin ferz kirin. Lê li vir li ser esasên rêxistinê bingehek hatiye avakirin û civata Êzidî xwe bi xwe rêve dibe.”
 
'BI GEFAN DÊ NEKARIN VÎNA ME TÊK BIBIN’
 
Eliyas, bal kişand ser helwesta malbata Barzanî jî û wiha pê de çû: “Hikûmeta Iraq û PDK li gorî daxwazên Tirkiyeyê tevdigerin. Gel planên ku ji aliyê Bexda û Hewlerê ve tên amadekirin, qebûl nake. Malbata Barzanî careke din berê xwe da Erdogan. Em matmayî nebûn. Dibêjin ku Tirkiye dixwaze li çiyayê Şengalê bi cih bibe. Daxwaza malbata Barzanî ew e ku hêzên xwe li navenda Şengalê û leşkerên Tirk jî, li çiyayê Şengalê bi cih bike. Lê gelê herêmê vê helwestê qebûl nake û dê destûr nede planên qirêj ên hikûmeta Iraq, PDK û Erdogan pêk bên. Civaka Êzidî ne ji gefên Erdogan, hikûmeta Iraqê û PDK'ê ditirse. Tu gef nikare ew vîna ku bi agir hatiye afirandin vemirîne. Em guh nadin tank, top û leşkerên wan. Em ji bo maf û axa xwe li ber xwe didin. Em mafê xwe ji hemû cîhanê dixwazin. Em ê li dijî her êrîş û gefan heta dawiyê li ber xwe bidin û têbikoşin. Pergalên qirêj û faşîzane wê nikarin vîna Êzidiyan bişkînin.”
 
'HER TIŞT DI DESTÊ ME DE YE’
 
Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê Xwedêda Eliyas, bang kir ku her kes li dijî polîtîkayên dagirkirinê bêdeng nemîn in û wiha bi dawî kir: “Li dijî van êrîşan em ê weke Meclîsa Gel heta dawiyê piştgiriyê bidin berxwedana gelê xwe. Ev berxwedan li dijî her gefekî mertale. Em ji vê derê carek din bang li hemû hêzên navneteweyî dikin ku rê nedin qirkirina Êzidiyan. Li dijî amadekariyên qirkirinê, hemû kesên ku dibêjin em mirovin û xwedî bi wijdanin, divê li dijî van plan û êrîşan derbikevin.  Pêşî li girtina fermaneke din destê me de ye.”
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

08/02/2021
13:24 HDP’ê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin: Ji bo me edaleta rastî lazim e
13:24 Li Licê binçavkirina 9 kesan hat dirêjkirin
12:54 HDP kampanyeya xwe ya 'Destpêkê Edalet' aşker kir
12:46 Akademîsyenan careke din pişta xwe da rektoriyê
12:37 SKB 8’ê Adarê bi greva jinan pêşwazî dike
12:06 Bernameya kampanya ‘Destpêkê Edalet’ a HDP’ê dest pê dike
12:05 Ji nivîskaran piştgiriya xwendekarên Bogazîçiyê : Em li cem berxwedanê ne
11:55 Li Amanosan dest bi operasyona eskerî hat kirin
11:43 Ji STO'yên li Amedê daxuyaniya greva birçîbûnê
10:25 Ahmet Şik: Ciwan axa mirî radikin
09:16 Greva birçîbûnê di roja 74'emîn de ye
09:03 Nûnerên rêxistinên çapemeniyê: Divê Dîndar Karataş serbest were berdan
09:03 ‘Polîsan xwest milên min bişkînin’
09:03 ‘Divê li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan berteka civakî li pêş bikevin’
09:03 Porf. Sulikowski: Li Bogazîçiyê ne terorîzm berxwedan heye
09:03 Bîlmez: Neçûna CPT’iyê ya Îmraliyê kêmasiyek mezin e
09:01 26 sal in li hestiyê keça xwe digere
09:01 Qeyûmê Mêrdînê pere dane burokrat, endamên darazê, operasyon û AKP’iyan
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/02/2021
20:58 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Unal hat girtin
20:57 112 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
20:56 Li Erdexanê jinek hat qetilkirin
17:56 Eskeran ciwanê 20 salî birîndar kir
16:14 HDP wê sibe starta kampanyeya “Ji bo her kesî edalet” bide
16:05 83 rêxistinên civakî piştgirî dan Zanîngeha Bogazîçî
15:49 Li Omeryan liv û tevgera eskerî dewam dike
15:16 Kesên hatin binçavkirin: Daxuyaniya Walî bê bingeh e
13:43 Xwendekara Mîmar Sînan Bûldag hat binçavkirin
13:13 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Unal hat binçavkirin
11:52 Qeyûmê Amedê îhale dan şîrketên Konya û Enqereyê
10:08 Li Sûrê cenazeyek hat dîtin
09:27 Prz. Çîçek: Girtî bi baweriya azadiya fîzîkî ya Ocalan ketine grevê
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 73'yemîn de didome
09:04 5 sal in li cenazeyê Hacera xwe digere
09:03 Doza Qeyûmê Mêrdînê: Gava Yaman çûye tenê 1 TL di qaseyê de hiştiye
09:02 Hejmara ewil a Rojnameya Zarokan Solfasol derket
09:02 Jina ku ji bo zanistê têkoşiya: Marie Curie
09:02 Gulum: Êrîşên li ser HDP'ê nîşaneya bêçaretiya AKP'ê ye
09:01 Egîtîm Sen: Ne dersa bijarte, perwerdehiya bi zimanê zikmakî
09:01 ‘Daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê hiqûqî ye’
09:01 Jinên pêşengiya meha Xizir dikin: Duayên me ji bo aştiyê ne
09:01 Rojnameger Karataş dertê pêşberî dadger: Em ê rojnamegeriyê nedin darizandin
09:00 Pereyê ji bo daweta xwe kom kiriye dide kirê
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2021'AN
06/02/2021
19:24 108 kes mirin, 7 hezar û 897 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Hevseroka HDP'a Sûltangaziyê Zadsan hat girtin
17:17 4 kesên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:16 Komîsyona ÎHD: Girtiyên nexweş ne xistin teqwîma derzîkirinê
17:11 6 kesên li Semsûrê hatibûn kuştin hatin veşartin
14:50 ÎHD'ê faîlên Ayşenûr Şîmşekê pirsî
14:48 Hêj 12 salî bû binçav kirin û winda kirin
14:42 Li gorî rêjeya nifûsê derzîkirina herî kêm li bajarên herêmê tê kirin
14:11 88 rojnameger girtî ne
46 rojnameger hatin darizandin
14:08 'Bila girtiyê nexweş Abî yê rewşa wî giran dibe bê berdan’
13:38 4’emîn Konserên Amîda wê îşev bê weşandin
13:31 37 salin li heviya hatina bavê xwe ye
13:20 Li Şirnexê sîxur hat dîtin
12:54 Paylan: Dema avakirina pergaleke nû ya aboriyê hatiye
12:53 2 endamên HDP'ê yên Meclîsa Bajar a Mûşê ji peywirê dûr xistin
11:35 Li dijî zordariya li ser girtiyên Kurd ên Rojhilat kampanya haştagê
10:46 Zilamê Sureyya Buyuk kuşt hat girtin
09:59 Bi fermana Erdogan li Helebê zanîngeh tê vekirin
09:58 Şêrko Kanîwar: Ji bo zarokên vî welatî bê muzîk nemînin alîkariya Zarok Ma’yê bikin
09:31 Eliyas: Pêşîlêgirtina fermanek din di dest me de ye
09:30 Bi destûra Erdogan rektor tayînî 11 zanîngehan kirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 72'an de didome
09:17 Êzidî ji ber zordestiya eşîretê nikarin erdên xwe biajon
09:16 Li kesên tevli meşa yekîtiyê bûbûn 41 hezar TL ceza hat birîn
09:16 Qeyûm îhaleyan dide şîrketên bajarên din
09:13 Hevjîna Mehmet Tûnç: Em ê serî netewînin
09:13 Romana nû ya nivîskar Hacay Yilmaz derçû
09:12 Rewşa darazê di mirineke gumanbar de ye
09:12 'Bi qedexeyan ser binpêkirinên mafan tê girtin'
09:11 Eksîk: Bi tecrîdê hêviya ji bo aştiyê tê tunekirin
09:10 Seyla Benhabîb: AKP, mafê xwerêvebirinê yê zanîngehan bin pê dike
09:10 Xebatên xwe bi koma xwendinê didomînin
09:09 Li gel şertên dijwar jî ew kevneşopiya koçeriyê didomînin
09:08 Weşanên Avesta 3 jê werger 5 pirtûkên nû çap kir
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2021'AN
08:52 Polîsan 2 jinên ku li Îzmire binçav kirin tazî kirin
08:40 30 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/02/2021
19:56 110 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:03 Xwendekarên Hacettepeyê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
16:29 Li Wanê di qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:12 HDP: Em ê têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin
16:06 Dozger ji Demîrtaş re ceza xwest
16:05 Ji ber mirina gumanbar a jinekê kesek hat binçavkirin
16:04 Polîsan li Enqereyê mudaxileyî çalakiya Bogazîçiyê kir
15:32 OHD û TUHAY-DER: Mafên girtiyan tên binpêkirin
15:05 Foza Yûsiv: DAÎŞ û Tirkiye ji Şoreşa Jinê ditirsin
14:59 Dozgeriyê derbarê hedef nîşandana HDP'ê de biryara neşopandinê da
14:58 Xwendekarên Enqerê: Çavên me wê li asîman, azadiyê be
14:45 Demîrtaş: Darbe li siyasetê hat kirin em û li pêşberî hiqûqê hesab bipirsin
14:14 Li Îzmîrê ‘Hevdîtinên kar û nan’ didomin
14:13 Li Bedlîsê sercerdevan hatin binçavkirin
14:03 Akademîsyenên ODTU piştgirî dan Bogazîçî
13:24 Akademîsyenan carek din pişta xwe dan rektoriyê
13:06 Nûçegihana me Rojîn Altay hat berdan
13:06 Di salekê de160 ciwan hatin revandin: Kesên nepen kî ne?
13:05 Melek Îpek: Keçên min edî bêtir aram in