Gulum: Êrîşên li ser HDP'ê nîşaneya bêçaretiya AKP'ê ye

img

AMED – Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Zuleyha Gulum, bibîr xist ku bi operasyonan qeyûm tayinî 48 şaredariyan hatiye kirin û bi dehhezaran partiyî hatine binçavkirin û got: "Êrîşên li ser HDP'ê, nîşaneya bêçaretiya AKP'ê ye." 

 
Piştî dewletê bi awayekî yekalî "pêvajoya çareseriyê" binpê kir, cardin şer û pevçûn dest pê kiribûn û bi dehhezaran kes hatibûn binçavkirin û ji van kesan gelek jê jî hatibûn girtin. Herî zêde Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hedef hatibû girtin û hîn jî hedef tê girtin. Ji 24'ê Tîrmeha 2015'an heya niha di operasyonên siyasî yên li hemberî HDP'ê de herî kêm 16 hezar û 490 endam û rêvebirên partiyê hatine binçavkirin û ji van kesan herî kêm 3 hezar û 695 kes jî hatine girtin. Her wiha qeyûm tayinî bi dehan şaredariyên HDP'î hatin kirin û di çaçroveya van operasyonan de bi dehan hevşaredarên HDP'î jî hatin girtin. 
 
Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê û Parlementera Stenbolê Zuleyha Gulum, operasyonên binçavkirin û girtinê yên piştî pêvajoya çareseriyê li hemberî partiya wan destpêkirin nirxandin. 
 
PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ BI KÊRÎ AKP'Ê NEHAT 
 
Gulum, anî ziman ku yek ji bivênevêbûna partiya wan bi awayekî demokratîk û aştiyane çareserkirina pirsgirêka kurd e û ji bo vê bal kişand ser pêvajoya çareseriyê. Gulum, diyar kir ku ev pêvajo demokrasiya Tirkiyeyê qewî kiriye, lê belê îqtidara AKP'ê ev yek wekî dijî berjewendiyên xwe hesibandiye û lewma mase qulibandiye. Gulum, destnîşan kir ku nexasim jî piştî ku AKP di hilbijartina 7'ê Hezîranê de têk şikiyaye, tevkarî bi deverên tarî yên dewletê re kiriye û got: "AKP, di 30'yê Cotmeha 2014'an de piştî civîna Desteya Ewlehiyê ya Neteweyî pêvajo ji holê rakir û li şûna wê 'Plana Rûxandinê' xist dewrê. Plana rûxandinê di dema pêvajoya aştî ûhevdîtinan de pêk hatiye. Bi vê planê xwestin siyaseta demokratîka  kurd û muxalefeta Tirkiyeyê bitepisînin. Di pirsgirêka kurd de cardin polîtîkayên şerê xistin dewrê.
 
AKP'Ê MASE QULIBAND 
 
Gulum, anî ziman ku AKP di vê pvajoyê de bi dijminahî nêzî kurdên Sûriyeyê bûye û li hundir jî li hemberî muxalefeta civakiyî polîtîkayên zext û zoriyê xistine dewrê. Ji ber ku HDP di hilbijartina 7'ê Hezîranê de li dijî rejîma serokatiyê tevgeriya û AKP'ê têk şikand, AKP'ê jî pêvajoya çareseriyê binpê kir  û mase quliband." 
 
Gulum, anî ziman ku piştî hewldana darbeya eskerî ya 15'ê Tîrmeha 2016'an di serî de kurd û bi awayekî giştî tevhiya muxalfetê hedef hatiye girtin û ji wê rojê heya niha bi binçavkirin û girtinan re rû bi rû mane û saziyên dewletê hemû hatine desteserkirin û bi KHK'yan pêşî li ber tayinkirina qeyûman hatiye vekirin. 
 
XWESTIN MUXALEFETÊ JI HOLÊ RAKIN 
 
Gulum, bilêv kir ku îqtidarê hemû muxalefeta civakî hedef girtiye û êrîşên herî giran li ser partiya wan pêk anîne û di van êrîş û operasyonan de bi hezarat endam û rêvebirên wan hatine girtin, şaredariyên wan bi qeyûman hatine xespkirin. Gulum, destnîşan kir ku herî zêde partiya wan AKP'ê dihejîne, ev yek qewimîne û got: "Armanca wê vi tepisandina HDP'ê, tevahiya muxalefeta civakî bitepisîne û îqtidara xwe biparêze." 
 
NÎŞANEYA BÊÇARETIYÊ 
 
Gulum, destnîşan kir ku niha polîtîkayên girtin, binçavkirin û qeyûman, ten ne partiya wan tevahiya Tirkiyeyê tehdît dikin û got: "Îqtidara AKP'ê êdî nikare argumaneke polîtîk hilberîne û nikare welêt bi rê ve bibe. Saziyên welêt hemû îflas kirine. Edalet, perwerdehî, tenduristî, polîtîkaya derve, aborî... Îqtidara siyasî 18 sal in li gel şer û sermayeyê ye û gel hêjar kiriye û bi her awayî bûye cihê hêviyê. Êrîşên ku niha li hemberî HDP'ê tên kirin, nîşaneya bêçaretiya AKP'ê ne. Îqtidara AKP'ê teê hewl dide derdora netewperest gur bike û bi vî awayî hinekî din jî umrê xwe dirêj bike." 
 
DÊ HELWESTA ME BIDOME 
 
Gulum, anî ziman ku ew HDP, navbeynkar naxin navbera xwe û gel û rasterast pêwendiyê bi pirsgirêkên gel re datînin û çareseriyê hildiberînin. Gulum, diyar kir ku ew li cem hemû bindestan, jinan, LGBTÎ+, penaberan e û ji bo siyaseteke demokratîk tevdigerin. Gulum got: "Wê ev bawerî û helwesta me ya bihêz bidome." 
 

Sernavên din

08/02/2021
13:24 HDP’ê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin: Ji bo me edaleta rastî lazim e
13:24 Li Licê binçavkirina 9 kesan hat dirêjkirin
12:54 HDP kampanyeya xwe ya 'Destpêkê Edalet' aşker kir
12:46 Akademîsyenan careke din pişta xwe da rektoriyê
12:37 SKB 8’ê Adarê bi greva jinan pêşwazî dike
12:06 Bernameya kampanya ‘Destpêkê Edalet’ a HDP’ê dest pê dike
12:05 Ji nivîskaran piştgiriya xwendekarên Bogazîçiyê : Em li cem berxwedanê ne
11:55 Li Amanosan dest bi operasyona eskerî hat kirin
11:43 Ji STO'yên li Amedê daxuyaniya greva birçîbûnê
10:25 Ahmet Şik: Ciwan axa mirî radikin
09:16 Greva birçîbûnê di roja 74'emîn de ye
09:03 Nûnerên rêxistinên çapemeniyê: Divê Dîndar Karataş serbest were berdan
09:03 ‘Polîsan xwest milên min bişkînin’
09:03 ‘Divê li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan berteka civakî li pêş bikevin’
09:03 Porf. Sulikowski: Li Bogazîçiyê ne terorîzm berxwedan heye
09:03 Bîlmez: Neçûna CPT’iyê ya Îmraliyê kêmasiyek mezin e
09:01 26 sal in li hestiyê keça xwe digere
09:01 Qeyûmê Mêrdînê pere dane burokrat, endamên darazê, operasyon û AKP’iyan
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/02/2021
20:58 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Unal hat girtin
20:57 112 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
20:56 Li Erdexanê jinek hat qetilkirin
17:56 Eskeran ciwanê 20 salî birîndar kir
16:14 HDP wê sibe starta kampanyeya “Ji bo her kesî edalet” bide
16:05 83 rêxistinên civakî piştgirî dan Zanîngeha Bogazîçî
15:49 Li Omeryan liv û tevgera eskerî dewam dike
15:16 Kesên hatin binçavkirin: Daxuyaniya Walî bê bingeh e
13:43 Xwendekara Mîmar Sînan Bûldag hat binçavkirin
13:13 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Unal hat binçavkirin
11:52 Qeyûmê Amedê îhale dan şîrketên Konya û Enqereyê
10:08 Li Sûrê cenazeyek hat dîtin
09:27 Prz. Çîçek: Girtî bi baweriya azadiya fîzîkî ya Ocalan ketine grevê
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 73'yemîn de didome
09:04 5 sal in li cenazeyê Hacera xwe digere
09:03 Doza Qeyûmê Mêrdînê: Gava Yaman çûye tenê 1 TL di qaseyê de hiştiye
09:02 Hejmara ewil a Rojnameya Zarokan Solfasol derket
09:02 Jina ku ji bo zanistê têkoşiya: Marie Curie
09:02 Gulum: Êrîşên li ser HDP'ê nîşaneya bêçaretiya AKP'ê ye
09:01 Egîtîm Sen: Ne dersa bijarte, perwerdehiya bi zimanê zikmakî
09:01 ‘Daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê hiqûqî ye’
09:01 Jinên pêşengiya meha Xizir dikin: Duayên me ji bo aştiyê ne
09:01 Rojnameger Karataş dertê pêşberî dadger: Em ê rojnamegeriyê nedin darizandin
09:00 Pereyê ji bo daweta xwe kom kiriye dide kirê
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2021'AN
06/02/2021
19:24 108 kes mirin, 7 hezar û 897 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Hevseroka HDP'a Sûltangaziyê Zadsan hat girtin
17:17 4 kesên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:16 Komîsyona ÎHD: Girtiyên nexweş ne xistin teqwîma derzîkirinê
17:11 6 kesên li Semsûrê hatibûn kuştin hatin veşartin
14:50 ÎHD'ê faîlên Ayşenûr Şîmşekê pirsî
14:48 Hêj 12 salî bû binçav kirin û winda kirin
14:42 Li gorî rêjeya nifûsê derzîkirina herî kêm li bajarên herêmê tê kirin
14:11 88 rojnameger girtî ne
46 rojnameger hatin darizandin
14:08 'Bila girtiyê nexweş Abî yê rewşa wî giran dibe bê berdan’
13:38 4’emîn Konserên Amîda wê îşev bê weşandin
13:31 37 salin li heviya hatina bavê xwe ye
13:20 Li Şirnexê sîxur hat dîtin
12:54 Paylan: Dema avakirina pergaleke nû ya aboriyê hatiye
12:53 2 endamên HDP'ê yên Meclîsa Bajar a Mûşê ji peywirê dûr xistin
11:35 Li dijî zordariya li ser girtiyên Kurd ên Rojhilat kampanya haştagê
10:46 Zilamê Sureyya Buyuk kuşt hat girtin
09:59 Bi fermana Erdogan li Helebê zanîngeh tê vekirin
09:58 Şêrko Kanîwar: Ji bo zarokên vî welatî bê muzîk nemînin alîkariya Zarok Ma’yê bikin
09:31 Eliyas: Pêşîlêgirtina fermanek din di dest me de ye
09:30 Bi destûra Erdogan rektor tayînî 11 zanîngehan kirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 72'an de didome
09:17 Êzidî ji ber zordestiya eşîretê nikarin erdên xwe biajon
09:16 Li kesên tevli meşa yekîtiyê bûbûn 41 hezar TL ceza hat birîn
09:16 Qeyûm îhaleyan dide şîrketên bajarên din
09:13 Hevjîna Mehmet Tûnç: Em ê serî netewînin
09:13 Romana nû ya nivîskar Hacay Yilmaz derçû
09:12 Rewşa darazê di mirineke gumanbar de ye
09:12 'Bi qedexeyan ser binpêkirinên mafan tê girtin'
09:11 Eksîk: Bi tecrîdê hêviya ji bo aştiyê tê tunekirin
09:10 Seyla Benhabîb: AKP, mafê xwerêvebirinê yê zanîngehan bin pê dike
09:10 Xebatên xwe bi koma xwendinê didomînin
09:09 Li gel şertên dijwar jî ew kevneşopiya koçeriyê didomînin
09:08 Weşanên Avesta 3 jê werger 5 pirtûkên nû çap kir
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2021'AN
08:52 Polîsan 2 jinên ku li Îzmire binçav kirin tazî kirin
08:40 30 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/02/2021
19:56 110 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:03 Xwendekarên Hacettepeyê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
16:29 Li Wanê di qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:12 HDP: Em ê têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin
16:06 Dozger ji Demîrtaş re ceza xwest
16:05 Ji ber mirina gumanbar a jinekê kesek hat binçavkirin
16:04 Polîsan li Enqereyê mudaxileyî çalakiya Bogazîçiyê kir
15:32 OHD û TUHAY-DER: Mafên girtiyan tên binpêkirin
15:05 Foza Yûsiv: DAÎŞ û Tirkiye ji Şoreşa Jinê ditirsin
14:59 Dozgeriyê derbarê hedef nîşandana HDP'ê de biryara neşopandinê da
14:58 Xwendekarên Enqerê: Çavên me wê li asîman, azadiyê be
14:45 Demîrtaş: Darbe li siyasetê hat kirin em û li pêşberî hiqûqê hesab bipirsin
14:14 Li Îzmîrê ‘Hevdîtinên kar û nan’ didomin
14:13 Li Bedlîsê sercerdevan hatin binçavkirin
14:03 Akademîsyenên ODTU piştgirî dan Bogazîçî
13:24 Akademîsyenan carek din pişta xwe dan rektoriyê
13:06 Nûçegihana me Rojîn Altay hat berdan
13:06 Di salekê de160 ciwan hatin revandin: Kesên nepen kî ne?
13:05 Melek Îpek: Keçên min edî bêtir aram in