Tê gotin ku serê Gokçe Kûrbanê hatiye jêkirin

  • rojane
  • 09:01 11 Sibat 2021
  • |
img

DERSIM - Dîlek Kûrban, xwişka Gokçe Kûrban ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku werê difikirin ku serê xwişka wê hatiye jêkirin û bi vî awayî hatiye kuştin. Xwişk Kûrban, anî ziman ku rapora otopsiyê jî nedane wan. 

Hatibû diyarkirin ku di 2-4'ê Cotmeha 2020'an de li herêmên Buyukkoy û Hacibîrîm ên navçeya Pulur a Dersim, endamên TKP-ML û TÎKKO'yê Alî Kemal Yilmaz (Ozgur) û Gokçe Kûrban (Asmîn) di bombeberanekê de jiyana xwe ji dest dane. Lê belê gava malbatan piştî otopsiyê cenaze wergirtine, dîtine ku cenaze perçekirî ne. 
 
Malbata Gokçe Kûrbanê, di 2'yê Kanûnê de cenaze wergirtiye û li gundê Kaçarlar ê navçeya Pêrtagê defin kiriye. Xwişka wê Dîlek Kûrban, anî ziman ku xwişka wê di bombeberanê de jiyana xwe ji dest nedaye, hatiye kuştin. 
 
‘SERÊ WÊ TUNE BÛ' 
 
Xwişk Kûrban, anî ziman ku eskeran telefonî wan kiriye û ji wan re gotiye xwişka wan jiyana xwe ji dest daye û piştî vê çûne ATK'ya Meletiyê û ji bo DNA'yê xwîn dane. Kûrban, bilêv kir ku piştî ku xwişka wê jiyana xwe ji dest daye, çûye gundên herêmê û hevdîtin bi gundiyan re çêkiriye û gundiyan jê re gotiye, 'li jorê dengê birekan dihat.' Kûrban got: "Hîn me nizanibû serê wan hatiye jêkirin, gundiyan ev tişt ji me re gotibûn." 
 
Kûrban, diyar kir ku piştî vê tevî parêzerê xwe çûne ATK'ya Meletiyê. 
 
Kûrban, anî ziman ku gava çûne ketine otopsiyê û çav bi bedena xwişka xwe ketiye şaş maye û got: "Li cem me bijîşk û qelemê dozger hebû. Li ser du maseyan di hundirê kîsên zer de du cenaze hebûn. Yek jê dirêj bû. Dû re devê kîsikê ku xwişka min tê de bû vekirin. Devera serî û ji piziyê berjêr nixumandîbû. Li ser milê xwişka min dewsa dirûtinê hebû. Min got, ez ê dewsa dirûtinê wê nas bikim. Ewilî piziya wê bala min kişand. Reş bûbûn. Kifş bû ku tahde li cenaze kirine. Gava ez çûm otopsiyê ez li benda cenazeyekî saxlem bûm, lê ez leqayî cenazeyekî normal hatim. Lê pir aşkere bû ku serî tune bû. Goştê stuyê wê şiqitîbû. Wekî ku hatibe jêkirin. Her du cenaze jî wisa bûn. Min got, 'Ev xwişka min e, li ser milê wê dewsa dirûtinê heye.' Lê bijîşk got, 'Na, ew ne dewsa dirûtinê ye.' Piştî vê min vê carê baş li bedena xwişka xwe nerî, bê ka dewsa guleyan, şerapnelan an jî derb hene yan na. Ji xeynî dewsa dirûtinê tu şop û dews tune bûn. Wexta em derketin, dozger ji min re got, 'Tu çi qasî bêjî xwişka min e jî, heya DNA kişf nebe ez nikarim cenaze bidim." 
 
‘SEDEMA MIRINÊ NEHATIYE NIVÎSANDIN' 
 
Kûrban, anî ziman ku piştî du mehan encama DNA'yê kifş bûye û çûne cenaze wergirtine û got: "Bavê min çû Dozgeriya Pulurê û li wir kaxeza mirinê danê. Jê re gotin, hûn biçin Meletiyê, me ji wan re gotiye. Piştî definkirinê min ji bo belgeya mirinê telefonî Dozgeriya Pulurê kir. Lê ji min re gotin, 'Hûn ê çi bikin ji kaxezê. Tu çima dixwazî? Hûn mecbûr in sedemekê diyar bikin.' Min jî got, ez sedema mirina xwişka xwe meraq dikim. Wexta em ji bo cenae çûn Meletiyê, bi zanebûnî em dan sekinandin. Gotin, beriya pêncê êvarî wê nedin. Wexta me cenaze wergirt û heya em gihaştin ferîbota Xarpêtê, em şopandin. Tew carekê cenazeyê me jî dorpêç kirin. Me jî got qey tiştek bûye û em zûzûka derbasî pişt erebyê bûn. Pismamê min telefonî me kir. Got, ji ber ku destûr nehatiye dayîn dê nehêlin cenaze were Pêrtagê. Li têketina ferîbotê ya Pêrtagê, gelek polîs û wesayîtên wan hebûn." 
 
Xwişk Kûrban, destnîşan kir ku polîsan nehiştiye li Cemxaneya Pêrtagê cenaze bişon û gotine biçin li malê bişon û got: "Piştî ku me ev qebûl nekir, destûra heft kesan hat dayîn. Polîs jî ketin hundirê cemxaneyê. Piştî me şûşt û kefen kir, em çûn gund. Li têketina gund esker sekinandîbûn. Me di bin dorpêça polsî û eskeran de cenaze defin kir. Esker 3-4 rojan li gund man. Me wêneyek û kulîlk danîbûn ser gora xwişka xwe. Dêya min jî çarik danîbû ser. Piştî em çûne, kulîlk, çarik û wêne rakirine." 
 
Kûrban, di dawiya axaftina xwe de got: "Xwestin me bitepisînin. Dixwestin kêlî berî kêliyê biqede. Lê çi dibe bila bibe, mafê jiyanê mafê her kesî ye. Kes nikare mafê kesî binpê bike. Berê jî tahde li bendena Ekîn Van, Haci Lokman Bîrlîk û gelek kesên din kiribûn. Lê ji ber ku di dest me de belgeya mirinê tune ye, em nizanin bê tahdeyek çawa kirine. Parêzerên me dişopînin. dixwazî bila belgeyê bidin an jî nedin, lê em ê giliyê eskeran bikin. Ji bo vê bang li hemû sazî û dezgehan, nexasim jî gazî rêxistinên jinan dikim. Em bi hev re hesabê vê îşkenceya hatiye kirin bipirsin." 

Sernavên din

11/02/2021
09:18 Çalakiya grevê di roja 77'an de berdewam dike
09:15 Dayikên girtiyan: Em bi zarokên xwe re ne, wê bi ser bikevin
09:01 Bi roj etar e, bi şev nivîskar e
09:01 Nerazîbûna ji bo biryara derbarê Somayê de: Edaletê di bin hezazê de hiştin
09:01 Ji malbata Halît Oral piştgiriya ji bo girtiyan
09:01 Tê gotin ku serê Gokçe Kûrbanê hatiye jêkirin
09:01 Çawîşê ku zarokê 18 mehî kuşt, xwe avêt bextê 'komployê'
09:01 Rojnamevan: Gel bi fikrên Ocalan azad dibin
09:01 ‘Divê deriye aştiyê bi Îmraliyê bê vekirin’
09:01 Welatî ji fatureyên ceyranê yên hurgîlî di wan de tunene bi gazind in
09:01 Karataş ê hat berdan: Ne dozger bû qey te digot edîtor e
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2021'AN
10/02/2021
23:54 Li Garê 2 esker mirin
20:49 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 93
17:35 Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê hat damezrandin
16:53 Bayindir: Ev sedsal wê bibe sedsala gelê Kurd
16:09 Dr. Gokalp hat berdan
16:02 Bernameya kampanya ‘ji bo jinan edalet’ diyar bû
15:50 Ji Zanîngeha Galatasarayê piştevaniya ji bo Bogazîçiyê
15:49 Bi hezaran dar kirin qurbana înşaetê
15:29 Danişîna Dr. Gokalp dest pê kir
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê kampanya ‘Ji bo Jinan Edalet’ da destpêkirin
14:08 Jinan bertek nîşanî astengiya polîsan da: Em ê ji bo girtiyan qîr bikin
13:54 5 xwendekar bi hinceta nivîsandinên li ser dîwaran hatin binçavkirin
13:34 Çalakiya akademîsyenên Bogazîçiyê didome
13:26 9 sal ceza li Hevseroka HDP’a Rezanê ya berê hat birîn
13:06 Wê jin di 5’ê adarê de li Kadikoyê bin
12:52 Meha 64’emîn a 10’ê Cotmehê: Me edalet nedît
12:11 Zema nan amedî bi hêrs kirin
12:11 Kerestecîoglû: Rejîma qeyûm pirsgirêka me hemûyan e
11:27 Girtiya nexweş Tenzîle Acar bi nexweşîna jana zirav ket
11:22 Li Geliyê Teyarê operasyona leşkeri dest pê kir
11:06 Piştî 20 salan DMME’yê Tirkiyeyê mehkûm kir
10:17 Hevşaredar 8 meh in di hefsa malê de ne: Li holê îdianame nîne
09:49 5 welatên YE’yê: Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bi ser neketiye
09:35 Koma 16'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:10 Mehmet Ocalan: Gotin 'Em ê biqedînin, nehêlin', lê fikirên wî li seranserê cîhanê belav bûn
09:09 Dayikên Laçikspî: Divê deriyên Îmraliyê vebin
09:08 'Li Behra Reş zemîna cinayetê tê amadekirin'
09:07 Piştgiriya Neîll û Cox ji bo berxwedana Bogazîçiyê: Bi hêz û sebr bin
09:06 Tarim Orkam-Sen: Em dikarin 60 hezar darî bi xelasê bixin
09:06 Hunermend: Greva birçîbûnê têkoşîna rûmeta mirovahiyê ye
09:05 Diyanetê xwest, qeyûm jî qebûl kir: Wê bi 22 milyonan du qurs bên çêkirin
09:04 Çima Ocalan kirin armanc?
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2021'AN
09/02/2021
19:20 98 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:29 Nûçegihanê me Karataş ji girtîgehê derket
16:57 Hiqûqnasan bertek nîşanî lêgerîna tazî dan
16:34 Danişîna zilamê faîlê îstîsmara zayendî hat taloqkirin
15:56 Birîna ciwanê ku eskeran ew birîndar kir giran e
15:38 Meclîs Jinan a HDP'ê li Şirnexê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin
15:15 11 sal şunde derbarê kuştina Mehmet Ûytûn ê 16 mehî de doz hat vekirin
14:43 BMG: Pergala qesrê her ku digevize têk diçe
14:23 Nûçegihanê me Dîndar Karataş hat berdan
14:15 Malbatê cenazeyê Leyla Kaya ji goristana Kilyosê wergirt
14:08 Polisan mudaxaleya bîranîna li Cizîrê kir
13:57 HDP dê li dijî tecrîdê li 3 bajaran meşê li dar bixe
13:53 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
13:33 ‘Daxwaza girtiyan daxwaza me ye’
13:09 Ji HDP’ê pêşniyarqanûna rakirina YOK’ê
13:01 Rojnamevan Kamer cara duyemîn hat beraetkirin
12:57 Bersûcê komkujiya Pirsûsê ‘peydakerê bombeya hatibû bikaranîn’ nas nekir
12:55 Akademîsyenên Bogazîçiyê carek din pişta xwe dan rektoriyê
11:47 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat binçavkirin
10:48 Malbata Arslan ji bo cenazeyê li Sûrê hat dîtin serî li dozgeriyê da
10:41 Jinên siyasetmedar: Li dijî tecrîdê têkoşîneke giştî şert e
10:27 Saziyên jinan ji aliyê zilaman ve tên birêvebirin!
10:25 7 girtiyan xwestin ji Girtîgeha Şirnexê biçin Îmraliyê
10:11 3 sal in Tirkiye rapora GREVÎO’yê wernagerîne
09:47 Dr. Gokalp, sibê derdikeve peşberî dadger
09:37 Di çalakiyên şermezarkirina Melîh Bulu de 563 xwendekar hatin binçavkirin
09:06 ‘Deng bidin qîrîna li girtîgehan’
09:06 Malbat: Em li cem xizmên xwe yên girtî ne
09:06 Navenda Hêvî ya Mexmûrê li benda alîkariyê ye
09:06 Hevserokê Şaxa SES'ê Guldîken: Li herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e
09:06 Qeyûm di salekê de li heman cihî 3 caran dar çandine û rakirine
09:06 Cîgirê qeyûma careke din keça xwe kir karmend
09:06 Li Agiriyê kesên raya xwe dane AKP'ê: Savci golê avêt me
09:06 Kesê ku HDP û ÎHD'ê hedef nîşandabû, dozgeriyê ew parast
09:06 Bi beyanên 'şahidê nepen' îdianame hat amadekirin
09:06 Kelerima îsal bû para heywanan
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2021'AN
08:18 Greva birçîbûnê di roja 75'emîn de ye
08:04 Girtî: Gardiyanan bi dijwarî êrîşî me kirin û serê min li erdê xistin
07:44 Nivîskara Evrenselê Ayşen Şahin piştî îfade da hat berdan
07:36 33 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08/02/2021
20:54 Îro 8 hezar û 103 kes bi Covîd-19'ê ketin
17:10 Dadgehê derbarê 29 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê da
16:54 Meclîsa Jinan a KESK’a Amedê: Em ê qet serê xwe netewînin
16:32 Turk: Ji bo aştî û demokrasiyê Ocalan xwedî rolek girîng e
16:00 Daxuyaniya BMG’ê polîsan asteng kir
15:52 KESK’ê xwest kedkarên îxrackirî vegerin ser karê xwe
15:42 Hejmara 11’emîn a Kovara Zrîngê derket
15:19 Li Dersimê ‘qedexeya walitiyê’ hat şermezarkirin
14:58 Li Şirnexê sînevîzyona komploya 15’ê Sibatê hat nîşandan
14:51 Koordînasyona Girtîgeha Mêrsînê: Sepanên kêfî zêde bûne
14:36 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em dest bi seferberiya edaletê dikin
14:30 Xwestin Dr. Gokalp serbest were berdan
14:21 ÎSÎG’ê rapora meha çile eşkere kir: 199 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:35 Zilamê Gonca Akbûlût qetil kir hat girtin