Nerazîbûna ji bo biryara derbarê Somayê de: Edaletê di bin hezazê de hiştin

  • rojane
  • 09:01 11 Sibat 2021
  • |
img

MANÎSA - Dadgeha Bilind, di doza Somayê de biryara hatibû girtin xera kiribû û bersûc berdabûn. Îsmaîl Çolak, nerazîbûna xwe ya ji bo berdana bersûcan anî ziman û got: "Edaletê kuştin, di bin hezazê de hiştin." 

Di 13'ê Gulana 2014'an de li navçeya Soma ya Manîsayê li kaneke komirê hezaz çêbûbû û 301 karker jiyana xwe ji dest dabûn. Doza derbarê mirina karkeran de di sala 2018'an de bi dawî bûbû û 37 kes beraet kiribûn û 14 kes jî hatibûn cezakirin. Lê belê Daîreya Ceza ya 12'an a Dadgeha Bilind di 30'yê Îlona 2020'î de biryara xera kiribû û xwestibû 301 carî bi kuştina qesdî û 162 carî jî bi birîndarkirina qesdî ceza li bersûc Can Gurkan, Ramazan Dogrû, Akin Çelîk û Îsmaîl Adali bê birîn. 
 
BIRYAR HAT XERAKIRIN 
 
Lê belê paşê du dogerên Dadgeha Bilind, ji bo biryara navbirî bê xerakirin di 8'ê Çileya 2021'ê de serlêdan kirin. Û piştî ku di heyeta Daîreya Ceza ya 12'an a Dadgeha Bilind de cihê 3 kesan guherî, heyeta nû biryara navbirî xera kir. Di biryarê de hat xwestin ku Can Gurkan bi sûcê "mirina û birîndarkirina biqesdî" bê cezakirin. 
 
HATIN BERDAN 
 
Piştî ku biryar hat xerakirin Midûrê Giştî yê Şîrketa Komirê ya Somayê Ramazan Dogrû, Cîgirê Midûr Îsmaîl Adali û Midûrê Kargehê Akin Çelîk di 5'ê Sibatê de hatin berdan. Danişîna nû dê di 13'ê Nîsanê de li Hêwana Konferansê ya Bulent Cîgeroglû ya Akhîsar a Manîsayê bê lidarxistin. 
 
‘DADGER GUHERANDIN' 
 
Îsmaîl Çolak, ku di hezaza kana komirê de kurê wî Ûgûr Çolak jiyana xwe ji dest dabû, bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind da. Çolak, diyar kir ji roja roj de dadgeh darizandineke adil nekiriye û got: "Bi ser heyeta dadgehê de diçûn. Piştî wextekê endamên dadgehê guherandin. Serokê Dadgehê Aytaç Balli guherandin. Çûn Dadgerê Cezayê Giran ê Elbîstanê Salîh Pehlîvanoglû tayin kirin. Di karesata ku li hewza Komirê ya Çollolar a Elbîstanê de çêbûbû 11 kes jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyê 9 kesan hîn jî di bin axê de ye. Pehlîvanoglû, tenê cezayê pereyî li bersûcan birîbû. Rabûne mirovekî werê tayinî dosyeya me kirine. Mixabin dosyeya 301 madenvanî jî kuştin." 
 
'BIRYAREKE SIXTE' 
 
Çolak ku got "ji ber ku darizandineke adil tune ye, baweriya wan bi edaletê nemaye" û diyar kir ku Serokê Desteya Rêvebir a Şîrketa Komirê ya Somayê Cand Gurkan jî hatiye berdan. Çolak got: "Biryarên Dadgeha Bilind li holê ne. Daîreya Ceza ya 12'an rabû biryara xwe xera kir. Di biryara ewil de dilê me hebikekî ketibû cî. Lê piştî ku endamên wê hatin guherandin, biryareke alîgir û sixte dan. Dixwazin ser dosyeyê bigirin. Edaletê kuştin, di bin hezazê de hiştin. Di darizandina nû de jî wê biryareke adil rû nede." 
 
Herî dawî Çolak got: "Kesên me bi rê ve dibin an jî ji wan weye bi rê ve dibin, behsa qanûna bingehîn dikin. Tu bi dadgeha xwe ya bingehîn ne bawer î. Siyaysetmedarên ku guh li biryarên Qanûna Bingehîn, dadgehên herêmî û DMME'yê nakin, behsa kîjan qanûna bingehîn dikin. Helbet roj bê wê pêdiviya her kesî bi edaletê çêbibe." 

Sernavên din

11/02/2021
09:18 Çalakiya grevê di roja 77'an de berdewam dike
09:15 Dayikên girtiyan: Em bi zarokên xwe re ne, wê bi ser bikevin
09:01 Bi roj etar e, bi şev nivîskar e
09:01 Nerazîbûna ji bo biryara derbarê Somayê de: Edaletê di bin hezazê de hiştin
09:01 Ji malbata Halît Oral piştgiriya ji bo girtiyan
09:01 Tê gotin ku serê Gokçe Kûrbanê hatiye jêkirin
09:01 Çawîşê ku zarokê 18 mehî kuşt, xwe avêt bextê 'komployê'
09:01 Rojnamevan: Gel bi fikrên Ocalan azad dibin
09:01 ‘Divê deriye aştiyê bi Îmraliyê bê vekirin’
09:01 Welatî ji fatureyên ceyranê yên hurgîlî di wan de tunene bi gazind in
09:01 Karataş ê hat berdan: Ne dozger bû qey te digot edîtor e
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2021'AN
10/02/2021
23:54 Li Garê 2 esker mirin
20:49 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 93
17:35 Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê hat damezrandin
16:53 Bayindir: Ev sedsal wê bibe sedsala gelê Kurd
16:09 Dr. Gokalp hat berdan
16:02 Bernameya kampanya ‘ji bo jinan edalet’ diyar bû
15:50 Ji Zanîngeha Galatasarayê piştevaniya ji bo Bogazîçiyê
15:49 Bi hezaran dar kirin qurbana înşaetê
15:29 Danişîna Dr. Gokalp dest pê kir
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê kampanya ‘Ji bo Jinan Edalet’ da destpêkirin
14:08 Jinan bertek nîşanî astengiya polîsan da: Em ê ji bo girtiyan qîr bikin
13:54 5 xwendekar bi hinceta nivîsandinên li ser dîwaran hatin binçavkirin
13:34 Çalakiya akademîsyenên Bogazîçiyê didome
13:26 9 sal ceza li Hevseroka HDP’a Rezanê ya berê hat birîn
13:06 Wê jin di 5’ê adarê de li Kadikoyê bin
12:52 Meha 64’emîn a 10’ê Cotmehê: Me edalet nedît
12:11 Zema nan amedî bi hêrs kirin
12:11 Kerestecîoglû: Rejîma qeyûm pirsgirêka me hemûyan e
11:27 Girtiya nexweş Tenzîle Acar bi nexweşîna jana zirav ket
11:22 Li Geliyê Teyarê operasyona leşkeri dest pê kir
11:06 Piştî 20 salan DMME’yê Tirkiyeyê mehkûm kir
10:17 Hevşaredar 8 meh in di hefsa malê de ne: Li holê îdianame nîne
09:49 5 welatên YE’yê: Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bi ser neketiye
09:35 Koma 16'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:10 Mehmet Ocalan: Gotin 'Em ê biqedînin, nehêlin', lê fikirên wî li seranserê cîhanê belav bûn
09:09 Dayikên Laçikspî: Divê deriyên Îmraliyê vebin
09:08 'Li Behra Reş zemîna cinayetê tê amadekirin'
09:07 Piştgiriya Neîll û Cox ji bo berxwedana Bogazîçiyê: Bi hêz û sebr bin
09:06 Tarim Orkam-Sen: Em dikarin 60 hezar darî bi xelasê bixin
09:06 Hunermend: Greva birçîbûnê têkoşîna rûmeta mirovahiyê ye
09:05 Diyanetê xwest, qeyûm jî qebûl kir: Wê bi 22 milyonan du qurs bên çêkirin
09:04 Çima Ocalan kirin armanc?
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2021'AN
09/02/2021
19:20 98 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:29 Nûçegihanê me Karataş ji girtîgehê derket
16:57 Hiqûqnasan bertek nîşanî lêgerîna tazî dan
16:34 Danişîna zilamê faîlê îstîsmara zayendî hat taloqkirin
15:56 Birîna ciwanê ku eskeran ew birîndar kir giran e
15:38 Meclîs Jinan a HDP'ê li Şirnexê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin
15:15 11 sal şunde derbarê kuştina Mehmet Ûytûn ê 16 mehî de doz hat vekirin
14:43 BMG: Pergala qesrê her ku digevize têk diçe
14:23 Nûçegihanê me Dîndar Karataş hat berdan
14:15 Malbatê cenazeyê Leyla Kaya ji goristana Kilyosê wergirt
14:08 Polisan mudaxaleya bîranîna li Cizîrê kir
13:57 HDP dê li dijî tecrîdê li 3 bajaran meşê li dar bixe
13:53 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
13:33 ‘Daxwaza girtiyan daxwaza me ye’
13:09 Ji HDP’ê pêşniyarqanûna rakirina YOK’ê
13:01 Rojnamevan Kamer cara duyemîn hat beraetkirin
12:57 Bersûcê komkujiya Pirsûsê ‘peydakerê bombeya hatibû bikaranîn’ nas nekir
12:55 Akademîsyenên Bogazîçiyê carek din pişta xwe dan rektoriyê
11:47 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat binçavkirin
10:48 Malbata Arslan ji bo cenazeyê li Sûrê hat dîtin serî li dozgeriyê da
10:41 Jinên siyasetmedar: Li dijî tecrîdê têkoşîneke giştî şert e
10:27 Saziyên jinan ji aliyê zilaman ve tên birêvebirin!
10:25 7 girtiyan xwestin ji Girtîgeha Şirnexê biçin Îmraliyê
10:11 3 sal in Tirkiye rapora GREVÎO’yê wernagerîne
09:47 Dr. Gokalp, sibê derdikeve peşberî dadger
09:37 Di çalakiyên şermezarkirina Melîh Bulu de 563 xwendekar hatin binçavkirin
09:06 ‘Deng bidin qîrîna li girtîgehan’
09:06 Malbat: Em li cem xizmên xwe yên girtî ne
09:06 Navenda Hêvî ya Mexmûrê li benda alîkariyê ye
09:06 Hevserokê Şaxa SES'ê Guldîken: Li herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e
09:06 Qeyûm di salekê de li heman cihî 3 caran dar çandine û rakirine
09:06 Cîgirê qeyûma careke din keça xwe kir karmend
09:06 Li Agiriyê kesên raya xwe dane AKP'ê: Savci golê avêt me
09:06 Kesê ku HDP û ÎHD'ê hedef nîşandabû, dozgeriyê ew parast
09:06 Bi beyanên 'şahidê nepen' îdianame hat amadekirin
09:06 Kelerima îsal bû para heywanan
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2021'AN
08:18 Greva birçîbûnê di roja 75'emîn de ye
08:04 Girtî: Gardiyanan bi dijwarî êrîşî me kirin û serê min li erdê xistin
07:44 Nivîskara Evrenselê Ayşen Şahin piştî îfade da hat berdan
07:36 33 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08/02/2021
20:54 Îro 8 hezar û 103 kes bi Covîd-19'ê ketin
17:10 Dadgehê derbarê 29 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê da
16:54 Meclîsa Jinan a KESK’a Amedê: Em ê qet serê xwe netewînin
16:32 Turk: Ji bo aştî û demokrasiyê Ocalan xwedî rolek girîng e
16:00 Daxuyaniya BMG’ê polîsan asteng kir
15:52 KESK’ê xwest kedkarên îxrackirî vegerin ser karê xwe
15:42 Hejmara 11’emîn a Kovara Zrîngê derket
15:19 Li Dersimê ‘qedexeya walitiyê’ hat şermezarkirin
14:58 Li Şirnexê sînevîzyona komploya 15’ê Sibatê hat nîşandan
14:51 Koordînasyona Girtîgeha Mêrsînê: Sepanên kêfî zêde bûne
14:36 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em dest bi seferberiya edaletê dikin
14:30 Xwestin Dr. Gokalp serbest were berdan
14:21 ÎSÎG’ê rapora meha çile eşkere kir: 199 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:35 Zilamê Gonca Akbûlût qetil kir hat girtin