Sancar: Heta ku edalet pêk neyê başî jî pêk nayê

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi alimên olî re civiya û wiha got: “Heta ku edalet pêk neyê, başî jî pêk nayê. Heke em werin ba hev, em dikarin xerabiyê ji holê rakin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û şandeya pê re di çarçoveya kampanyaya “Destpêkê Edalet” de li Navenda Giştî ya partiya xwe bi Alimên Olî yên Misilman re civiya. Cîgirên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Serokwekîlê HDP’ê yê Meclîsê Nîmetûlah Erdogmûş jî beşdarî civînê bûn. 
 
Beriya civînê Sancar axivî û wiha got:
 
“Em dizanin ku welat di rewşeke xerab de ye. Lê başiya kesên li ser xeta başiyê û hewldana neterikandina başiyê hêviya me ya sereke ye. Em ji bo başî û qenciyê dixebitin. Gelek pênaseyên başiyê hene, yek ji van jî edalet e. Em di jiyana xwe de dizanin ku heta edalet pêk neyê wê başî jî pêk neyê. Lê em dizanin ji bo ku ev tişt di jiyana civakî de pêk were divê başî were rêxistinkirin.
 
EDALET TÊ WATEYA WEKHEVIYÊ
 
Di vê têkoşînê de rêbera me ya herî bi qîmet edalet e. Edalet jî tê wateya wekhevî û heqiyê. Li welatekî heke mirov ji heqê xwe bêpar bin li wê derê mirov nikare qala edaletê bike. Em dizanin ku Îslamiyet qîmeteke mezin dide edaletê. Di vî warî de rêberiya me ji bo me gelekî girîng e lê em dizanin Îslam bi edaletê heye. Heke mirov dev ji edaletê berde ev tê wateya devjêberdana baweriyê jî. Ji ber vê jî lêgerîna me ya herî mezin edalet e. Heke em bibêjin dijberiya edaletê çi ye? Berevajiya wê jî zilm e, cihêkarî ye û neheqî ye.
 
EM WERIN BA HEV EM DIKARIN DAWIYÊ LI RÊVEBERIYA ZILMÊ JÎ BÎNIN
 
Tişta ku wê xerabiyê ji hole rake, hewldana ku mirov karibe civakê li dora edaletê bîne ba hev. Heke em li dora edaletê karibin bicivin, wê demê ew ê dawiya vê rêveberiya zilmê jî were. Têkoşîna partiya me ev e ku, em cihêtiyan karibin bînin ba hev û wekhev bijîn. Kêmasiyên me hebin jî baweriya me zexm e. Ji bo xurtkirina vê baweriya me, pêdiviya me bi rêbertiya kesên wekî we hene.Em dixwazin bibin parçeyekî edaletê ya ku em ê bi we re ava bikin. Rêya edaletê ya ku em ê karibin bi hev re bimeşin armanca me ye. Em gelekî baş dizanin ku feraseta Îslama Demokratîk gelekî bi qîmet e û heta ji destê me tê em dibêjin. Heke em li vî welatî nikaribin azadiyê pêk bînin wê derfeta me tunebe ku em dilsoziya baweriyan jî pêk bînin. Meşa me ya edaletê di heman demê de têkoşîna azadiyê ye. Di vî warî de komîsyoneke me heye. Komîsyona Gelan û Baweriyan. Heta niha me di vê çarçoveyê de li herêmên cuda 9 civîn lidarxist. Di van civînan de alim, bira, seydayên gelekî bi qîmet hatin ba hev û fikrên xwe diyar kirin. Vê civîna me ya li Anatoliya Navîn jî ji bo me gelekî bi qîmet e. Di 25’ê Adarê de jî wê civîna Edaleta Mezin pêk were. Me navê wê civînê jî kir Îslam û Edalet.
 
JI BO AŞTIYÊ DIVÊ EDALET WERE XURTKIRIN
 
Em dizanin edalet çavkaniya sereke ya aştiyê ye. Em li vî welatî aştiyê dixwazin ev jî bi edaletê dikare pêk were. Heke edalet tunebe aştî jî pêk nayê. Ji bo avakirina aştiyê jî divê edalet were xurtkirin. Feraseta me çareserkirina pirsgirêkan e, ew jî diyalog e, muzakere ye, lêgerîna heqîqetê ye. Ji xeynî vê rêyê tu zext û qedexe nikare pirsgirêkên civakî çareser bike. Di vê têkoşînê de hûn alimên hêja jî hene. Avakarên aştiyê rêwiyên heqiyê ne ku baweriyê bi edaletê tînin.”
 
Piştî axaftina Sancar hevdîtin ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. 
 

Sernavên din

03/03/2021
13:48 Doza rojnameger Yalçin hat taloqkirin
13:46 Hevşaredarê Qereçobanê hat berdan
13:39 Danişîna Ferhat Tûnç hat dîtin
13:36 TJA: Bi polîtîkayên zilmê, wê bi dayikan nekarin
12:42 Tîryakî: Dadgeha Bilind bi zexta desthilatê ket tevgerê
12:41 Turkan Elçî: Ji bo em di ewlehiyê de bijîn bila berpirsiyar werin cezakirin
12:39 Ondul ‘Plana Çalakiyê ya Mafê Mirovan’ nirxand: Pirsgirêka baweriyê heye
12:38 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
12:37 Danişîna doza rojnameger Eser hat taloqkirin
12:09 ‘Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan îtîrafnameyeke’
11:46 Di rojekê de 66 rojnameger derdikevin pêşberî dadger
11:21 Di fezlekeyên Kobanê de sûcdariyên 10 sal berê hene
11:12 Danişîna 2’yemîn a doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Di meha Sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Li dijî MEBYA-DER’ê operasyona duyemîn: Rêveberê 81 salî û gelek kes hatin binçavkirin
09:50 Hevşaredarê Amedê Mizrakli: Bihar nêz e aşîtî nêzik e
09:28 Ji bo kujerê Fatma Altinmakas cezayê girankirî hat xwestin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 97'emîn de ye
09:27 8 welat 8 jin: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:26 Bîra jinê: Jineolojî
09:26 Jinên Behra Reş xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin
09:25 ‘Bi qayîşê qirika wî jidandin, lêgerîna tazî lê ferzkirin'
09:24 ‘Li girtîgehan rêgezên sereke yên hiqûqa cezayî tên binpêkirin'
09:21 ‘Bidawîbûna tecrîdê, wê pêşî li ber demokrasiyê veke'
09:20 Ji bijîşkan banga greva birçîbûnê: Mafê jiyanê pîroz e
09:20 Heso Îbrahîm: Ger Êzîdxan tune bibe, wê Kurd jî tune bibin
09:19 Qedexeyan hilberîn jî, qalîte jî xist
09:18 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
09:13 Dengê kolanê: Em dixwazin azad bigerin
09:13 Li girtiyê ku derket axaftina telefonê tekmîl ferz kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2021'AN
08:18 Dadgehê dayikên 79 salî û 71 salî girtin
02/03/2021
20:33 11 hezar û 837 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
17:22 Bi hezaran jin li Kobanê û Hesekê meşiyan
16:59 OHD: Nameyên Kurdî nadin girtiyan
16:40 Sefirê Avûstralyayê Innes-Brown serdana HDP'ê kir
16:36 Baş: Meclîs dê nebe studyoya A Haberê
16:28 Navnîşana ajansa me carek din hat astengkirin
16:22 Polîsan Hevseroka HDP'a Bazîdê binçav kir
16:10 Çalakî û şahiyên 8’ê Adarê berbelav dibin: Êriş û zext bi me nikarin
16:01 Rêxistina HDP'ê, binçavkirinên li Mêrsînê şermezar kir
15:49 Polîsan li Mêrdîn êrîşa zayendî kir
15:23 Dadgeha Bilind piştî bangan derbarê HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin
15:18 Parlamentoya Iraqê sûcên DAIŞ`ê yên li dijî êzidiyan weke qirkirin qebûl kir
14:46 Sancar: Dawiya dawî HDP wê bibe hevparê rêveberiya welat
14:43 Jin Bi Hevre Bi Hêzin: Ji hêza me ditirsin
14:00 MEBYA-DER’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
13:52 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li hevseroka HDP’ê birîn
13:40 TJA’yê li Cizîrê bernameya dengbêjiyê li dar xist
13:25 Li ser sînor cenazeyek hat dîtin
13:24 Gergerlîoglû ji parlamenteran re name şand
13:11 Lêgerîna li Şaredariya Qereçobanê bi dawî bû
12:47 Ji bo ku heqdesta xwe bigirin karkeran vîncê desteser kirin
11:42 Dadgehê doza polîsên ji teqîna 5'ê Hezîranê tên darizandin taloq kir
11:42 Di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin
11:29 Ji 2'ê Adara 94'an heta niha 27 salin şaşî didome
11:22 Ji ber ku aştî xwest, lingê wê kelepçe kirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:41 Li Şirnexê leşkerek jiyana xwe ji dest da
10:41 Wê KCDP daneyên xwe yên meya sibatê aşkera neke
10:30 Jina tundî lê tê kirin dixwaze dengê wê were bihîstin
10:26 Li şûna polîsê dest şikand wekîl sûcdar hat dîtin
10:20 Têkildarî Tirkiyeyê name ji rêveberiya DYA'yê re şandin
10:17 PDK’ê nûnerê Mîr’ê êzidiyan avêt Tirkiyeyê
09:53 'Xwişka Perîhan' a Enqereyê jiyana xwe ji dest da
09:34 Polîsan bi ser Şaredariya Qereçobanê de girt: Hevşaredar binçav kirin
09:04 Koma 20'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:04 Wê jin li dijî serdestiyê 'Mor Mekan' vekin
09:04 Ji ber çalakiya 'mirovê sekinandî' doz li wan vekirin
09:04 Çi hatiye bîra wan daxilî nav fezlekeyan kirine
09:04 Ka 194 saziyên jinan li ku ne?
09:04 Danişîna doza Tahir Elçî sibê ye
09:04 ‘Me bi nûçegihaniya li ser esasên jinê, rêyek nû vekir'
09:03 Navê xwe ji destanek din girt, lê ew bi xwe bû lehenga destanekê
09:03 Li jîngeha şaristaniyê stran û awazên jinan wê olan bidin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2021'AN
08:23 Polîsan aktîvîsta TJA’yê Onen binçav kirin
01/03/2021
21:37 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
17:09 Li Sêrtê şer derket
16:57 Endamê Meclîsa HDP’ê Îdîg hat berdan
16:31 DAKP'ê starta 8'ê Adarê da: Desthilatdariya zilam wê têk biçe
15:37 Jin amadekariya 8'ê Adarê dikin: Em ê dest ji azadiyê bernedin
15:12 Jinên rêxistinên pîşeyî û sendîkayî: Bila 8’ê Adarê bibe roja destûra bi heq
14:41 Ciwanê eskeran birîndar kiribû, ji nexweşxanê derket
14:37 Nobeta hîndekaran ket roja 58’an
14:09 Sancar: Heta ku edalet pêk neyê başî jî pêk nayê
13:20 Tundiya zilam: 2 jin bi giranî birîndar bûn
13:03 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkere kir
13:01 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi temaya 8’ê Adarê derket
12:49 Qedexeya çalakiyan a Colemergê dirêj kirin
12:33 Rêveberên MEBYA-DER’ê 3 roj in di bin çavan de ne
12:11 Jinan li Dersimsê starta 8’ê Adarê hat da
12:09 Berdevka HDP'ê Gunay: Îqtidarê Mutabaqata Dolmabahçeyê kir qurbanê desthilata xwe
11:54 Karsazê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
11:28 Aktîvîstên TJA'yê ji jinên girtî re qertên 8'ê Adarê şandin
10:53 Zanîngeha ku rapora cînayeta Elçî Amedê kir bertek nîşanî doznameyê da
10:37 3 bersûcên cînayetê hatin girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 95'emîn de didome
09:16 Welatiyên jin: Em birçîbûnê qebûl dikin lê xerakirinê qebûl nakin
09:15 Derbarê lêgerîna tazî de gilî kir