Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê: Divê di hilbijartinê de li dijî xakfiroşan xwedî helwest bin

  • rojane
  • 15:09 10 Cotmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê têkildarî hilbijartinên li Herêma Federe ya Kurdistanê wiha got: “Divê di vê hilbijartinê de her kes li dijî kesên xakfiroş sekna xwe nîşan bide.” 

Hilbijartinên serdema 6’an a parlamentoyê ya Herêma Federe ya Kurdistanê dê di 20’ê cotmehê de bên lidarxistin û tê payin ku 2 milyon û 899 hezar kes biçin ser sindoqan. Hejmara namzetên dê bikevin hilbijartinan hezar û 191 e. Ji van 368 jê jin in. Ji parlamenterên meclisê ji sedî 90 jê dê bi rêya hilbijartinê û yên din jî dê li gorî kotaya ji sedî 5’ê bên diyarkirin. Bi diyarbûna dîroka hilbijartinê re partiyên siyasî jî dest bi xebatên xwe kirin. Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê jî têkildarî hilbijartinê û sekna xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Daxuyanî wiha ye: “Ji bo Kurdistaneke azad û jiyanekî demokratîk em bangawazî hemû gel û jinên başûrê Kurdistanê dikin. Başûrê Kurdistanê li nav şert û mercên pir giranda em ber bi hilbijartinê ve diçin. Aliyekê da şer û pevçûnên Rojhilata Navin belav dibe, aliyê dinê qirkirinek çandî, nasnameyî û cesteyi a li ser gelê Kurd û jinan tê meşandin jiyan xistiye nav krîzeke mezin. Dîsa pêvajoyeke ku kuştin, xwekuştin û tundiya li ser jin, hemû mafên zagonî bêparmayin wek rewşek asayî û rojane tê dîtin de derbas dibin.
 
Ev 33 sale desthilatên ku li ser navê gelê Başûrê Kurdistanê siyasetê dikin bi gendelî, bêkarî, bêmeaşî, civak teşwîqî koça derve kirinê, malbata xwe dewlemendkirinê, ji bo berjewendiyên malbatî zarokên gelê xwe bêmaf hiştinê, disa axa Kurdistanê a pîroz radestî dagirkeran kirinê wek siyaseta esasî destgirtiye û pêk anîne. Tu kar bi ser navê demokrasî û azadî ji bo vî gelê nekirîne. Îro ji heya qirika xwe ketine nav îxanetê. Desthilata heyî çavkaniya xizîneya ku bi hezaran salan gelê kurd beramberî êrişên iskenderan, moxolan, persan, ebbasiyan, xaçperestan, selçûqiyan, osmaniyan heta netewdewletên sedsala 20’an de hatine avakirin xwe parastî zuha kir. Îro li Başûrê Kurdistanê ji ber siyaseta desthilatiya xwe firoş kurda ‘hêviya’ xwe ya serkeftinê winda kiriye. Ji ber wê kes girîngiya pêwîst nade hilbijartinê jî. Herî zêde jin beramberî êrişên bierêkirin û rewakirina zagonên zilamsalar ên deshilatan hêviyên xwe beramberi hertişti winda kirine. Heman demê ji ber zagonên heyî ên mafê jinan diparêzin nakevin meriyetê ev bêhêvi bûyin zêdetir dibe. Desthilata îro bi şêwazekî herî kûr zîhniyeta zilamsalar ser jin, zarok û civakê ferz kiriye. Jin hatiye halê kû êdî nikare henaseyek azad jî bigire.
 
LI DIJÎ XAKFIROŞAN XWEDÎ HELWEST BIN
 
Em jî bawer nakin bi hilbijartinekê hemû bêdadî û neheqî ji holê rabin. Lê belê ji bo ev xakfiroş û dijminê jin û civakê bin bikeve û tu desthilatên din cesaret neke destbiavêje nirxên gelê me yên pîroz, pêwîste her kesekî azadixwaz û welatparêz xwedî helwestekê be. Her dengekî beramberî îxanetê û desthilatiya zilamsalar were karanin tolhildana sedan zarok û ciwan û jinên ku me li dijî dagirkeran ji destdaneye. Disa her dengekî beramberî vê zîhniyeta zilamsalar were karanin ji bo bilindkirina têkoşîn û azadiya jin em hêvî dikin kû bibe sedema pêngaveke nû.
 
ŞEREKÎ VEŞARTÎ LI DIJÎ JINÊ TÊ KIRIN
 
Li Başûrê Kurdistanê berxwedan û têkoşîna jina kurd dîrokekî dirêj û biheybet heye. Belê mixabin deshilat dixwazin vê dîrokê ji bîra jinan bibe û jinan dûri mîrateya wan a dîrokê bixe. Îro mêr-dewlet û pergala zilamsalar bi hezar û yek girêkan jinan xwe ve girêdaye. Zagonên têne derxistin ji bo berjewendiyên zilam tên çêkirin. Zagonên kû mafê jinan diparêzin yek bi yek tên guhertin. Îro ji nav malbatê bigrin heta kolana, dibistanan û parlamentoyan şerekî veşartî beramberî jin tê kirin û pir berçav dijminahiya jinê tê kirin. Pir kêm firsend û derfetên xweîfadekirin û bi îrade tevgerandinê jinê re hatiye hiştin. Dema jin bi fikir û zîhniyeta azadiya jinê û hevjiyana azad tevnegere hebûna jinê van qadên istisnayi jî bê wate dibe û bin sîha zilam de gor berjewendiyên zilam tevdigere.
 
HILBIJARTINEKE DÎROKÎ YE
 
Hilbijartina pêşiya me ji bo gelê Kurdistanê hilbijartinek dîrokî ye. Heman demê de vê hilbijartinê de ji 1191 namzetên ku xwe ji bo hilbijartinê amade kirî 368 namzetên jin in. Piraniya van namzetên jin ji cihên ku hilbijartina wan zehmet be hatine bicihkirin. Lê em hêvî dikin ku ruxmê hemû bêdadî û neheqiyan jî hejmarekî girîng û têrker ji namzetên jin dê Parlamentoyê cihê xwe bigre. Heta niha ji ber parlamentoyê de jin cihên ki biryar tên girtin cihnegirtine zagonên derketide jî xwedî nêrîneki bibandor nebûne. Li hemû qadên jiyanê de cihgirtina jinan û biryarên derbarê jin û civakê de insafa zilam re nehiştin îro ji her demî zêdetir erka ser milên jinaye. Namzetên ki xwe ji bo parlamentoyê amade dikin pêwiste beriya herkari giraniya vê erkê bibînin û gor wê xwedî helwestbin.
 
Em wek jinên Başûrê Kurdistanê destpêka vekirina Parlamentoya Herêmê heta îro sekn û xebata parlamenterên jin dişopînin. Hin mijaran de ji bo kesanî dibin parlamenter hem rexnên me hem bendewariyên me hene. Em li nav hêvî û bendewariyêdene ku namzetên wek parlamenter biçin parlamentoyê ji bo yekrêziya hemû parlamenterên jin ên kurd xwedi xebat û helwest bin û ji bo yekitiya hemû gelê kurd rolekî pêşeng bilîzin.
 
DIVÊ EM AZADIYA HEMÛ KURDISTANÊ ESAS BIGIRIN
 
Ji ber van bendewariyan em bang li gelê xwe û jinan dikin. Em pêvajoyek pir girande derbaz dibin. Desthilat û hêzên cîhanî careke din dixwazin cîhanê parve bikin. Kurdistan dîsa kirine mijara bazarê. Ji herdemi zêdetir niha pêwîste em xeta niştimanperwerî û azadiya hemû Kurdistanê esas bigrin.
 
HER DENG DÊ LI DIJÎ XIYANETÊ WERE BIKARANÎN
 
Em pêwist dibînin ku bêjin vê hilbijartinê de her dengekî ku beramberî xiyanetê were karanîn derbeyekê dê dilê dagirkeran bide.
 
Gelê me û jinên azadîxwaz pêwîste dengê xwe bidin namzetên beramberî têkoşîn û azadiya jin niştimanperwerî, nirxên demokrat û ekolojiyê xwedî helwest.
 
Em linav bendewariyêdene ku her namzetekî beramberî îxanet û xakfiroşiyê xwedî helwest be, soz bide ku dê ji bo berjewendiyên welat têbikoşe. Êş û azara jin jiyan dike bibîne û bi proje, plansaziyên ji bo çareseriya kuştin, tundî, dîsa bêkariya jin pêş bixe. Dîsa beramberî têkoşîn û azadiya jin xwedî helwest be. Gor şert û mercên Kurdistanê hemû netewên cuda yên li Kurdistanê jiyan dikin bi awayekî demokratik pêşwazî bike. Beramberî qirkirina xwezaya Kurdistanê bêdeng nemîne û projeyên ekolojîk, parastina xwezayê esas bigre. Kesên van aliyan de xwedî hewildan û helwest layiqê dengdayinê ye.
 
Em dawiyê de ser van şertên demokratîk û azadîxwaz dubare jinan û gelê kurd re bengawaziya dengdayinê dikin. Jinên ku niha wek namzet ketine kar û xebata hilbijartinê re serkeftinê dixwazin. Ji bo jinên ku piştî vê hilbijartinê bibin parlamenter re ji niha de serkeftinê dixwazin û hêvî dikin gor berjewendiyên civak, jin û xwezayê tevbigerin.”
 

Sernavên din

17:01 Zarokên ku li Hezêxê winda bûbûn hatin dîtin
16:48 Êrişên li dijî Yenî Yaşamê hatin protestokirin
16:11 Rojnameger Onver îfade da
15:48 Cezayê hefsê dan rojnameger Ozkaptan
15:39 Rêvebera ÎHD’ê Onaran a cezayê wê hate pejirandin kete girtîgehê
15:25 Mizrakli yê cezayê wî hate erêkirin: Min çok nedanî, bila ev ji we re bibe derd
15:09 Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê: Divê di hilbijartinê de li dijî xakfiroşan xwedî helwest bin
15:08 Bangên ji bo 13’ê cotmehê didomin: Mitîng dê bibe destpêka pêvajoyeke nû
14:51 Rêveberên MEBYA-DER’ê qeza kir
14:46 Teqwîma hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê bi dawî bû
14:44 Li pêşiya Şaredariya Beyoglûyê teqîn çêbû
14:25 UNICEF: Zêdetirî 370 milyon zarokên keç rastî êrişa zayendî tên
14:22 Kesên hatin qetilkirin nehatin jibîrkirin: Bîranînên wan têkoşîna me ronî dikin
14:06 Hunermendê NÇM’ê Cengîz hate binçavkirin
12:58 Yenî Yaşam hate astengkirin
12:54 Li Zaxoyê qeza: 2 ajokarên şirnexî jiyana xwe ji dest dan
12:30 Partiyan lihev kirin: Dê ji bo cînayetên jinan komîsyon bê avakirin
12:24 Faîlê ku zarokek tacîz kir hate girtin
12:23 Li Girtîgeha Antalyayê hejmartina serpiyan û ferzkirina poşmantiyê
12:09 3 ciwan hatin binçavkirin
11:59 Dadgehê salek û 3 meh ceza li rojnamevan Ertaş birî
11:59 Li Kocaeliyê kesek di otobusa gel de hate kuştin
11:50 Berxwedana karkerên înşaetê bi ser ket
11:43 Kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ salek li pey xwe hişt
11:41 Ji Baroya Amedê rapora çareseriya pirsgirêka kurd
11:37 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:34 Li Qilebanê qirkirina daristanan
11:10 TUÎK: Hejmara ciwanên bêkar zêde bû
11:02 Li Wanê atolyeya hunerê hat lidarxistin
10:48 2 zarokên diçûn kursa Quranê sê roj in winda ne
10:46 Hevserokê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçûk hate binçavkirin
10:37 Jin ji bo tevlibûna mitînga ‘azadiyê’ derî bi derî xebatan dimeşin
10:32 Ji DEM Partiyê berteka Îdirê: Hûn ê nikaribin çok bidin deynîn
10:12 Girtiya ku tê îdiakirin ‘întîhar’ kiriye du rojan kelemçekirî tedawî kirin e
10:12 DEM Partî: Di kesayeta kurdan de serweriya gel hate binpêkirin
10:05 Komkujiya Garê di sala 9’an de ye: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
09:48 Rêxistina navê wê tune ye weke hinceta biryara komkirina nîşan dan
09:36 Li Êlihê li dijî belavkarên Yenî Yaşamê û dikandaran 'gef û tacîz'
09:35 Sînemager Buyukbeşe: Em ê li dijî sansurê bimeşin
Produktorê Muzîkê Kesanbîlîcî: Tecrîd encax bi helwesteke wêrek dikare bê şikandin
09:19 Kanên madenan xêr û bêra Qilebanê tune dikin
09:02 Endamên Delegasyona Navneteweyî: Kurd ji ber nasnameya xwe di girtîgehan de ne
09:00 10’Ê COTMEHA 2024’AN
08:58 Dadgeha Bilind cezayê Mizrakli erê kir
08:52 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Îdirê de girtin
08:44 Biryara komîsyona zarokan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
09/10/2024
23:08 Li Mêrdînê qetilkirina jinan hat protestokirin: Em ê dest ji jiyanê bernedin
19:51 'Em ê li dijî komployê li ber xwe bidin'
16:54 Li Rihayê bîranîna 10’ê Cotmehê: Em ê girêdayî bîranîna wan bin
16:34 DEM Partiyê xwest Meclis ‘tundiya li dijî jinê’ lêkolîn bike
16:16 Rêveberiya Xweser: Rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca me ya sereke ye
15:50 Di çalakiyên komployê de ‘azadiya’ Abdullah Ocalan hat xwestin
15:46 ‘Em ê biisrar li dijî komkujiyên jinan dengê xwe bilind bikin’
15:32 Tecrûbeyên têkoşîna jinan hatin nîqaşkirin
15:19 Wezareta Parastinê pirsên der barê ‘mayinê’ de bêbersiv hişt
15:13 Hunermendên binçavkirî dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:12 Waliyê Wanê piştî 13 rojan ji bo Kabaîşê daxuyanî da
15:12 Hevşaredara Misircê Aktîn hate berdan
14:59 Li Hesekê û Qamişlo bi deh hezaran kes komployê protesto kirin
14:25 Di doza ji ber gotina Qirkirina Ermenan de biryara beraetê hate dayin
14:07 Li Lîseya Îmam Xatîbê tacîza zayendî li xwendekarekê hatiye kirin
12:54 Komplo li gelek bajaran hate protestokirin
12:54 Karkerê di teqîna kargehê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:53 Li Îzmîrê bi boyaxê êrişî sînagogan hat kirin
12:43 CHP çû serdana DEM Partiyê
12:36 DEM Partî: Rêya demokratîkbûnê rakirina tecrîdê ye
12:35 Malbat û peykersaz beşdarî merasîma vekirina bîrdariya Komkujiya Garê nebûn
12:26 Du jinên Rojhilatî çand û erdnîgariya xwe bi cîhanê didin nasîn
12:03 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestoyên komployê
11:43 Jinan ji rayedaran re got: Temaşe neke, neaxive, pêşiyê li tundiyê bigirin
11:18 Gel vexwendin Qada Stasyonê: Em ê li Amedê rêya çareseriyê pêşkeş bikin
11:16 Bayindir: Rojava mîna stêrkan dibiriqe, divê Rojhilata Navîn bibe Rojava
10:57 Li dijî texrîbata ekolojiyê ya li Giyadînê dê çalakî bên lidarxistin
10:56 Prz. Şahîn: Dive ji bo ‘mafê hêviyê’ saniyekê jî neyê sekinandin
10:42 Unsal: Heke qala aştiyê bikin wê demê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
10:02 DBP’ê bi boneya komployê daxuyanî weşand: Xwedî li îradeya çareseriyê ya birêz Ocalan derbikevin
09:59 Hevşaredara Misircê hate binçavkirin
09:58 Ji sedan rezvanan tenê sê jê man
09:55 Ji Şandeya Aştiyê Padel: Ocalan ji bo pevçûnan çareyê dibîne
09:19 Êzidî li dijî peymana 9'ê Cotmehê têdikoşin: Tu hêz dê nekaribin vîna civaka êzidî bişikînin
09:19 Xerîb Hiso: Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî berdewama komployê bû
09:07 Mehmet Ocalan: Derhiqûqtî bi erêkirina komplogeran didome
09:06 Ji bo girtiyê nexweş Gemîcîoglû serlêdana 'rawestandina înfazê'
09:05 Derhêner Kazim Oz: Sînemaya kurdî bi 'sansureke dersînor' re rû bi rû dimîne
09:01 Berdana Şitilay cara 4'an hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 9’Ê COTMEHA 2024’AN
08/10/2024
21:30 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' di rojevê de ye
21:25 ‘Yê ku aştiyek bi rumet bîne Ocalan e’
16:38 Li Amedê seferberiya 13’ê Cotmehê: Ji bo azadiyê em biherikin Qada Stasyonê
16:35 Rûniştina girtî ya Meclisê dest pê kir
16:23 4’emîn atolyeya ‘rojnamegeriya krîzê’ ya DFG’ê dest pê dike
16:00 AKP’ê û MHP’ê bi paş ve gav avêt: Ji bo cînayetên zarokan dê komîsyon bê avakirin
15:37 ÎHD’ê bang li NY’ê kir: Qirkirinê bidin sekinandin
15:10 Hestiyên di gorê de aydê Cem Garîpoglû ne
15:04 Li Edeneyê amadekariyên 13’ê cotmehê: Nifteya aştiyê li Îmraliyê ye
14:59 Zindana Amedê ya navenda îşkenceyê bû tê hilweşandin
14:57 Hatîmogûllari ji Bahçelî re got: Em ê gavên tên avêtin bişopînin
14:13 Bertek nîşanî toza ku ji kargeha kilsê belav dibe dan
13:55 Xwendekaran li Wanê komkujiyên jinan protesto kirin
13:54 Di doza Ozgur Gundemê de daxwaza ceza