SÊRT - Di şerê derket de, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di şerê li Sêrtê rû da de, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gor agahiyên hatin bi dest xistin, li Cadeya Hikumetê di navbera du koman de ji ber sedemekê ne diyar nîqaş derket û nîqaş vegeriya şerê çekdarî. Di encama gule berdana Î.Y. de, Omer Z., Sabahattîn Z. û Mûstafa Z. birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
3 kesên ku rakirin nexweşxanê, ligel hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest dan.
Kesê bi navê Î.Y. ê êriş pêk anî jî ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin