NAVENDA NÛÇEYAN - BTK'yê malpera Ajansa Mezopotamyayê ya bi navnîşana mezopotamyaajansi28.com jî asteng kir.
Saziya Agahiyên Teknolojiyê û Ragihandinê (BTK) bi biryara Dadgeha Cezayê Sulhê ya 1'emîn a Osmaniyeyê navnîşana mezopotamyaajansi28.com jî ya ajansa me Mezopotamyayê (MA) asteng kir.
Di 22’yê sibatê de jî Dadgeha Cezayê Sulhê ya 3’yemîn a Kayseriyê navnîşana mezopotamyaajansi27.com a ajansa me Mezopotamyayê asteng kiribû. BTK'ê heya niha 28 caran navnîşanên Ajansa Mezopotamyayê asteng kiriye.
Navnîşana nû ya ajansa me ev e: mezopotamyaajansi29.com