Bi hezaran jin li Kobanê û Hesekê meşiyan

  • jin
  • 17:22 2 Adar 2021
  • |
img

KOBANÊ-HESEKÊ - Bi hezaran jin bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, di çerçoveya bernameya 8'ê Adarê de li Kobanê û Hesekê meşên girseyî li dar xistin. 

 
Jin bi minasebeta 8'ê Adarê li gelek navendên cuda çalakiyan li dar dixin. Bi taybetî jinên kurd bi cilên xwe yên neteweyî û rengîn dadikevin qadan û daxwazên xwe tînin ziman. Bernameya 8'ê Adarê ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Têkoşîna me temîneta şoreşa jinan e" hatibû eşkerekirin, bi çalakiyên cur be cur dewam dike. Îro jî li bajarê Hesekê Hêzên Parastina Civakî ya Jinê (HPC-JIN) û li Kobanê jî Rêxistina Kongreya Star bi armanca pişgiriya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) meşên girseyî li dar xistin.
  
Bi dirûşma "Têkoşîna me temîneta şoreşa jinan e" Hêzên Parastina Civakî ya jinê (HPC-JIN) bi tevlîbûna jinên ji navçeya Dirbesiyê, Zirgan, Til Temir, Hol û Şedadê ya bajarê Hesekê meşekê girseyî li dar xistin. Jinan di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hebûn Mele Elî, Emîne Weysî, Yadê Eqîde, Amara Rênas, Seda El- Hirmas, Hind El- Xidêr û alê Rêxistina Kongreya Star hildan. Meş li ber gulîstana Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan a taxa Nasra dest pê kir û li taxa Kelasê li ber Meclîsa Şaredarî û Ekolojiya bajarê Hesekê veguherî mîtîng ê. Piştî deqeyek rêzgirtin, Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Lîlav Hisên û Endama Hêzên Parastina Civakî ya Jinê Nesrîn Mecdel axivîn. 
 
Lîlav Hisên Roja Jinên Cîhanê pîroz kir û wiha got: "Roja 8'ê Adarê ji bo jinan rojek bi wate û xwedî dîrokek dagirtiye. Îro bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em hatin vê astê û ji bo hebûna xwe têkoşîn dikin.  Îro jî ew ruhê berxwedêr yên wan jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zindî bû. Em ê herdem li ser piyabin û li dijî dagirkerî têbikoşin." 
 
Nesrîn Mecdel jî diyar kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê hêzên desthilatdar ve tên armanc girtin û wiha axivî: "Pêvajoya ku em têde derbas dibin pir hesase, hêzên desthilatdar û hegemonîk di hemû êrîşên xwe de yekem jina azad, zana û siyasetmedar armanc digire. Ji bo wê erka me ya sereke ewe ku em parastina civakê xwe bikin û destkeftiyên jinan biparêzin. Bi ruhê 8'ê Adarê em xwe bi rêxistin bikin parastina xwe ya cewherî xurt bikin."  
 
LI KOBANÊ JÎ BI HEZARAN JIN MEŞIYAN
 
Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Kantona Kobanê bi sedan gelê  Kobanê di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê de, ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)'e meşiyan. Yekîneyên Parastina jin YPJ'e di 4'ê Nîsana 2013'an de li Kobanê hatiye damazrandin û yekemîn tabura xwe bi navê Dicele Kobanê avakirin. Rol û misyona YPJ'ê di nava şoreşa Rojava û bi taybet di şerê Kobanê de hebû, YPJ'ê bi berxwedaniya xwe mohra xwe di dîrokê de nivîsand. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên YPJ'e, alên Kongreya Star, hêzên ewlekariya Hundirîn û alên Parastina jin hatin hildan. Meş ji qada şehîd Herdem li ser rêka Cerablusê destpêkir û li qada Jina Azad bi dawî bû. Çalakvan li derdura qada jina Azad geriyan. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo têkoşerên azadiyê, axaftin ji aliyê Endama Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêmê Firatê Sara Xelîl, bi navê Yekîneyên Parastina Jin Sozdar Xelîl axivîn.
 
'JINÊN ROJAVA BI XÊRA RÊBAR APO BÛN XWEDÎ BIRYAR' 
 
Sara Xelîl balkişand ser rol û misyona YPJ'ê di nava şoreşa Rojava de û wiha got: "Di 8'ê Adara 1857'an de li bajarê Emerîkayê New York'ê 40 hezar karkerên jin ku di kargeha tekstîlê de kar dikirin, dest bi girêva bi rêxistinkirî kirin. Îro em jî li ser mîrasa wan jinan xebatên xwe didomînin. Mîrasê van jinan îro li Rojhilata Navîn bûye pêşeng û jinên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava bi saya ramanên Rêber Apo bûne xwediyê biryar. Jinan cihê xwe di nava hemû qadên jiyan de girtine. Li dijî azadiya jin em dibînin ku hişmendiya serdest ya mêr-dewlet êrîş û gefên xwe li ser jinan zêdetir dikin. Li kijan deverê jin dest bi têkoşînê dikin li wir dibe armanca dijmin, mînak komkujiya Parîsê, Silopiya û Helinc. Divê em têkoşîna xwe hîn bilintir bikin û hêzên xwe geştir bikin."
 
'JIN ŞOREŞÊ DIPARÊZIN
 
Sozdar Xelîl jî axivî û destnîşan kir ku jin bi hemû hêza xwe  xwedî li axa xwe derdikeve û wiha anî ziman: "Îro em li qada berxwedanê qada jinin. Têkoşer Rêvana, Arîn û bi sedan fedaiyên wek wan axa Kobanê parastin da ku çeteyên DAIŞ'ê bajar dagirnekeç Em jî soz didin ku em ê xeta wan bişopînin û destkeftiyên şoreşê biparêzin."
 
Meş bi dûrişma "Jin jiyan Azadî" bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

03/03/2021
13:48 Doza rojnameger Yalçin hat taloqkirin
13:46 Hevşaredarê Qereçobanê hat berdan
13:39 Danişîna Ferhat Tûnç hat dîtin
13:36 TJA: Bi polîtîkayên zilmê, wê bi dayikan nekarin
12:42 Tîryakî: Dadgeha Bilind bi zexta desthilatê ket tevgerê
12:41 Turkan Elçî: Ji bo em di ewlehiyê de bijîn bila berpirsiyar werin cezakirin
12:39 Ondul ‘Plana Çalakiyê ya Mafê Mirovan’ nirxand: Pirsgirêka baweriyê heye
12:38 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
12:37 Danişîna doza rojnameger Eser hat taloqkirin
12:09 ‘Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan îtîrafnameyeke’
11:46 Di rojekê de 66 rojnameger derdikevin pêşberî dadger
11:21 Di fezlekeyên Kobanê de sûcdariyên 10 sal berê hene
11:12 Danişîna 2’yemîn a doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Di meha Sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Li dijî MEBYA-DER’ê operasyona duyemîn: Rêveberê 81 salî û gelek kes hatin binçavkirin
09:50 Hevşaredarê Amedê Mizrakli: Bihar nêz e aşîtî nêzik e
09:28 Ji bo kujerê Fatma Altinmakas cezayê girankirî hat xwestin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 97'emîn de ye
09:27 8 welat 8 jin: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:26 Bîra jinê: Jineolojî
09:26 Jinên Behra Reş xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin
09:25 ‘Bi qayîşê qirika wî jidandin, lêgerîna tazî lê ferzkirin'
09:24 ‘Li girtîgehan rêgezên sereke yên hiqûqa cezayî tên binpêkirin'
09:21 ‘Bidawîbûna tecrîdê, wê pêşî li ber demokrasiyê veke'
09:20 Ji bijîşkan banga greva birçîbûnê: Mafê jiyanê pîroz e
09:20 Heso Îbrahîm: Ger Êzîdxan tune bibe, wê Kurd jî tune bibin
09:19 Qedexeyan hilberîn jî, qalîte jî xist
09:18 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
09:13 Dengê kolanê: Em dixwazin azad bigerin
09:13 Li girtiyê ku derket axaftina telefonê tekmîl ferz kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2021'AN
08:18 Dadgehê dayikên 79 salî û 71 salî girtin
02/03/2021
20:33 11 hezar û 837 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
17:22 Bi hezaran jin li Kobanê û Hesekê meşiyan
16:59 OHD: Nameyên Kurdî nadin girtiyan
16:40 Sefirê Avûstralyayê Innes-Brown serdana HDP'ê kir
16:36 Baş: Meclîs dê nebe studyoya A Haberê
16:28 Navnîşana ajansa me carek din hat astengkirin
16:22 Polîsan Hevseroka HDP'a Bazîdê binçav kir
16:10 Çalakî û şahiyên 8’ê Adarê berbelav dibin: Êriş û zext bi me nikarin
16:01 Rêxistina HDP'ê, binçavkirinên li Mêrsînê şermezar kir
15:49 Polîsan li Mêrdîn êrîşa zayendî kir
15:23 Dadgeha Bilind piştî bangan derbarê HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin
15:18 Parlamentoya Iraqê sûcên DAIŞ`ê yên li dijî êzidiyan weke qirkirin qebûl kir
14:46 Sancar: Dawiya dawî HDP wê bibe hevparê rêveberiya welat
14:43 Jin Bi Hevre Bi Hêzin: Ji hêza me ditirsin
14:00 MEBYA-DER’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
13:52 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li hevseroka HDP’ê birîn
13:40 TJA’yê li Cizîrê bernameya dengbêjiyê li dar xist
13:25 Li ser sînor cenazeyek hat dîtin
13:24 Gergerlîoglû ji parlamenteran re name şand
13:11 Lêgerîna li Şaredariya Qereçobanê bi dawî bû
12:47 Ji bo ku heqdesta xwe bigirin karkeran vîncê desteser kirin
11:42 Dadgehê doza polîsên ji teqîna 5'ê Hezîranê tên darizandin taloq kir
11:42 Di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin
11:29 Ji 2'ê Adara 94'an heta niha 27 salin şaşî didome
11:22 Ji ber ku aştî xwest, lingê wê kelepçe kirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:41 Li Şirnexê leşkerek jiyana xwe ji dest da
10:41 Wê KCDP daneyên xwe yên meya sibatê aşkera neke
10:30 Jina tundî lê tê kirin dixwaze dengê wê were bihîstin
10:26 Li şûna polîsê dest şikand wekîl sûcdar hat dîtin
10:20 Têkildarî Tirkiyeyê name ji rêveberiya DYA'yê re şandin
10:17 PDK’ê nûnerê Mîr’ê êzidiyan avêt Tirkiyeyê
09:53 'Xwişka Perîhan' a Enqereyê jiyana xwe ji dest da
09:34 Polîsan bi ser Şaredariya Qereçobanê de girt: Hevşaredar binçav kirin
09:04 Koma 20'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:04 Wê jin li dijî serdestiyê 'Mor Mekan' vekin
09:04 Ji ber çalakiya 'mirovê sekinandî' doz li wan vekirin
09:04 Çi hatiye bîra wan daxilî nav fezlekeyan kirine
09:04 Ka 194 saziyên jinan li ku ne?
09:04 Danişîna doza Tahir Elçî sibê ye
09:04 ‘Me bi nûçegihaniya li ser esasên jinê, rêyek nû vekir'
09:03 Navê xwe ji destanek din girt, lê ew bi xwe bû lehenga destanekê
09:03 Li jîngeha şaristaniyê stran û awazên jinan wê olan bidin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2021'AN
08:23 Polîsan aktîvîsta TJA’yê Onen binçav kirin
01/03/2021
21:37 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
17:09 Li Sêrtê şer derket
16:57 Endamê Meclîsa HDP’ê Îdîg hat berdan
16:31 DAKP'ê starta 8'ê Adarê da: Desthilatdariya zilam wê têk biçe
15:37 Jin amadekariya 8'ê Adarê dikin: Em ê dest ji azadiyê bernedin
15:12 Jinên rêxistinên pîşeyî û sendîkayî: Bila 8’ê Adarê bibe roja destûra bi heq
14:41 Ciwanê eskeran birîndar kiribû, ji nexweşxanê derket
14:37 Nobeta hîndekaran ket roja 58’an
14:09 Sancar: Heta ku edalet pêk neyê başî jî pêk nayê
13:20 Tundiya zilam: 2 jin bi giranî birîndar bûn
13:03 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkere kir
13:01 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi temaya 8’ê Adarê derket
12:49 Qedexeya çalakiyan a Colemergê dirêj kirin
12:33 Rêveberên MEBYA-DER’ê 3 roj in di bin çavan de ne
12:11 Jinan li Dersimsê starta 8’ê Adarê hat da
12:09 Berdevka HDP'ê Gunay: Îqtidarê Mutabaqata Dolmabahçeyê kir qurbanê desthilata xwe
11:54 Karsazê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
11:28 Aktîvîstên TJA'yê ji jinên girtî re qertên 8'ê Adarê şandin
10:53 Zanîngeha ku rapora cînayeta Elçî Amedê kir bertek nîşanî doznameyê da
10:37 3 bersûcên cînayetê hatin girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 95'emîn de didome
09:16 Welatiyên jin: Em birçîbûnê qebûl dikin lê xerakirinê qebûl nakin
09:15 Derbarê lêgerîna tazî de gilî kir