Di rojekê de 66 rojnameger derdikevin pêşberî dadger

img

STENBOL-  Bi aşkerekirina “Plan Çalakiyên Mafên Mirovan” a Erdogan re, sibe 66 rojnameger ji 12 dozên cuda derdikevin pêşberî dadger. Serokê Giştî yê Karê Çapemeniyê Farûk Eren, diyar kir ku ev rewş dide nîşan dan ku li Tirkiyê azadiya raman û çapemeniyê di rewşeke herî xirap de ye. 

Di encama zextên desthilatdariyê de, her roja diçe azadiya çapemeniyê kûr dibe. Li gorî Rapora Mîsyona Azadiya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) ya Enstîtuya Çapemeniya Navneteweyî, di girtîgehên Tirkiyeyê de, 77 rojnameger hene. Bi vê yekê re, gelek rojname û rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegertiyê bi sûcdarkirinên keyfî tên darizandin. Serokê Giştî yê AKP û Serokkomar Tayyîp Erdogan, duh “Plana Çalakiyên Mafên Mirovan” aşkere kiri bû û diyar kiribû ku ew ê sûcên bi rêya çapemenî, weşan û înternetê tên kirin, demên şert û mercên dadgehkirinê û azadiya ramanê, bi armanca pêşxistinê, dê ji nû ve bigirin dest. Lê sibe li bajerên cuda yên Tirkiyeyê, 66 rojnameger ji 12 dozên cuda derdikevin pêşberî dadger. 
 
Navên rojnamegerên sibe (4’ê Adarê) derkevin pêşberî dadger wihane: “
 
DOZA ÇAPEMENIYA KCK’Ê
 
Di operasyona 20’ê Kanûna 2011’an a li dijî Ajansa Nûçeyan a Dîcle, Ozgur Gundemê, Azadiya Welat, Demokratîk Modernîte û Saziya Belavkariya Firatê hat lidarxistin de, 46 rojnamegerên kurd hatibûn binçavkirin. Derbarê van rojnamegeran de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê”, “Rêveberiya rêxistinê” û Propagandeya rêxistinê kirin” doz hatibû vekirin. Doza ku di raya giştî de, weke “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” tê zanîn, 9 salin dewam dike û wê danişîna 21’emîn a dozê, sibe li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin.
 
KESÊN DI DOZÊ DE TÊN DARIZANDIN 
 
Nurettîn Firat, Ertûş Bozkûrt, Mazlûm Ozdemîr, Tûrabî Kişin, Ramazan Pekgoz, Şeyhmus Fîdan, Huseyîn Denîz, Yuksel Genç, Nevîn Erdemîr, Semîha Alankûş, Davût Uçar,  Kenan Kirkaya, Sîbel Guler, Mehmet Emîn Yildirim, Zuhal Tekîner, Îrfan Bîlgîç, Omer Çelîk, Haydar Tekîn, Omer Çîftçî, Selahattin Aslan, Dîlek Demîral, Nahîde Ermîş, Çagdaş Kaplan, Nilgun Yildiz, Çigdem Aslan, Cihan Albay, Sadik Topaloglu, Ayşe Oyman, Îsmaîl Yildiz, Fatma Koçak, Oktay Candemir, Pervin Yerlikaya Babir, Çagdaş Ulus, Zeynep Kuray, Şerafettîn Surmelî, Eylem Sûrmelî, Sultan Guneş Unsal, Murat Eroglu, Evrîm Kepenek, Hamza Surmelî, Arzu Demîr, Ziya Çiçekçî, Saffet Orman, Enîs Yalçin, Mîkaîl Barût û Îsmet Kayhan.
 
DOZA OZGUR GUNDEMÊ
 
18’emîn danişîna doza Gerînendeyên Weşana Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hatibû girtin Huseyîn Aykol û Zana Kaya, Midurê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya û siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle hatibû vekrin wê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê bê dîtin.
 
Dîsa, bi boneya piştevaniya kampanyaya Nobedariya Gerînendetiya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hatibû girtin, doz hatibû vekirin. Derbarê rojnamevan Can Dundar û Midurê Karên Nîvîsan ê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya bi îdiaya “heqaret li wezîfedarên cemaweriyê kirine” doz hatibû vekirin. wê 16’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê bê dîtin.
 
DOZA ABDULLAH KAYA
 
10’emîn danişîna nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dicle (DIHA) ya bi KHK’ê hatibû girtin Abdullha Kaya bê dîtin.
 
DOZA HAYKO BAGDAT
 
Danişîna doza derbarê rojnameger Hayko Bagdat de hatibû vekirin, wê li 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin. 
 
DOZA PARVEKIRINÊN EFRÎNÊ
 
Doza rojnameger Sîbel Hurtaş û Hayrî Demîr a bi hinceta parvekirinên xwe yên têkildarî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê hatibû vekirin, wê li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê dîtin.
 
DOZA FERHAT TUNÇ
 
Doza hunermend Ferhat Tunç a bi hinceta parvekiriên xwe yên medya civakî lê hatibû vekirin, dê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Buyukçekmece ya Stenbolê bê dîtin.
 
DOZA OKTAY CANDEMÛR
 
Danişîna doza li rojnameger Oktay Candemîr hatibû vekirin, wê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Wanê bê dîtin.
 
DOZA ARÎF ASLAN
 
Doza bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” derbarê rojnameger Arîf Aslan de hatibû vekirin, wê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê dîtin.
 
DOZA ROJHAT DOGRU
 
Danîşîna doza li rojnameger Rojhat Dogrû hatibû vekirin wê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.
 
DOZA ŞERMEZARKIRINA QEYÛM 
 
Di 20’ê Tabaxa 2019’an de qeyûm tayînî şaredariyên dibin rêveberiya HDP’ê de hatin kirin. Di dema şopandina çalakiyên şermezarkirinê yên li Kadikoya Stenbolê de, nûçegihanê rojnameya Ozgur Gelecekê Taylan Oztaş û nûçegihanê ETHA Tunahan Turhan hatibû binçavkirin û bi wan re doz li 38 kesan hatibû vekirin. Danişîna doza rojnamegeran wê li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin.
 
EREN: REWŞEK PIR XIRABE
 
Serokê Giştî yê Karê Çapemeniyê yê Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) Farûk Eren, bal kişand ser vê rewşê û wiha got: “Di rojekê de darizandina 66 rojnamegeran, asta azadiya raman û çapemeniyê ya li Tirkiyeyê nîşan dide. Ev rewşek pir xirabe. Tirkiye bûye, dojeya rojnamegeran. Em her tim ji ber sedemên cuda, daxuyaniyan didin. Lê tu daxuyanî, mîna vê rewşê, evqas ne zelal û raste. Duha Serokkomar Erdogan ‘Plana xwe ya Çalakiyên Mafên Mirovan’ aşkere kir. Ji xwe destûra bingehîn bi cih tînin. Ji xwe tu biryarên AYM û DMME’yê pêk nayînin. Pêkanîn keyfî dewam dikin. Ji ber vê belavoka Erdogan aşkere kir, manevreyek siyasiye. Rojnameger baweriyê bi vê yekê nayînin. Erdogan got ‘wê tu kes ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî neyin dariznadin.’ Lê gelek rojnameger îro ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî tên darizandin. Em dixwazin di welatekê demokratîk de bijîn. Yek ji şert û mercên vê azadiya raman û çapemeniyê ye. Lê yê ku vê azadiyê tune dike, desthilatdarî bi xwe ye.”
 

Sernavên din

06/03/2021
09:04 Bi awayê onlayn kurdî hînî 4 hezar kesî kirin
09:04 Êlih ji bo 8'ê Adarê amade ye
09:03 Karkerên tekstîlê yên jin: Em ne gotinên xemilandî, mafê xwe dixwazin
09:02 '20 sal in çandinî her diçe kêm dibe'
09:01 'Bi têkoşîna bi hev re serketin pêkan e'
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2021'AN
05/03/2021
23:56 Di operasyona li dijî MEBYA-DER'ê de 3 kesên din jî hatin girtin
21:03 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 28 hezar û 901
16:39 Jin xwe ji 8'ê Adarê re amade dikin: Tu hêz nikare berxwedana jinan bişikîne
16:25 Dozgeriyê demê binçavkirina HDP’iyan dirêj kir
16:25 Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Can hat binçavkirn
16:18 Wezareta Edaletê: Tecrîd nayê pirsîn
15:53 Papa Francis li Bexdayê ye
15:48 Di lêkolîna Doza Kobanê de banga li dijî DAIŞ’ê wek delîltiya şênber hat hesibandin
15:16 Başaran: Di nêrîna jinan de tu girîngiya desthilatdariyê nemaye
15:08 Li Botanê jinan lezdan xebatên 8'ê Adarê
14:35 Bûldan û Sancar: Girtina partiyê wê krîzan kûrtir bike
14:31 Li gorî rapora Freedom House’yê Tirkiye li paş maye
14:16 Li Bedlîsê mirina jinekê ya biguman
14:07 Ji ber ku sûcdarî ber bi qeyûm ve çû biryara beraetê derket
13:52 Destûr nadin kes biçe cihê ku helîkopter lê ket xwarê
13:48 3 girtî bi îşkenceyê sewqî Îzmîrê kirin
12:54 Sefîrê Avûstralyayê li Mêrdînê hin seredan kirin
12:34 Wekîlên HDP’ê li ber avahiya walîtiyê dest bi çalakiyê kirin
11:46 Doza Hrant Dînk a li bendêbû biryar bê dayîn hat taloqkirin
11:35 Gergerlîoglû serî li AYM’yê da
11:13 Polîsan kolana avahiya Rêxistina HDP'ê ya Wanê dorpêç kirin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 99'emîn de ye
09:00 Banga ji bo mîtînga 8'ê Adarê: Em qadê bi reng û tilîliyên xwe bixemilînin
09:00 Dayika ku cezayê girtîgehê lê hat birîn: Em ji malên xwe derkevin
09:00 Dayikên Aştiyê: Ne tecrîd, em aştiyê dixwazin
09:00 Fiyet du qat biha bûn, esnaf hindik maye top bavêje
09:00 Ne tenê rojek, her roj têkoşîn
09:00 'Êm ê bi karekî biewle, jiyaneke bêtahde û wekheviyê dakevin qadan'
09:00 Dev Yapi-Îş: Ji bo em nemirin, çare tenê rêxistinbûyîn e
09:00 Xurdefiroşên li sîteya pîşesaziyê 15 sal in li benda çareseriyê ne
09:00 Piştevaniya jinê rengeke din li Xana Pîlavlioglûyê bar kiriye
09:00 Piştî tundî û hewî hat serê, di jiyana wê de rûpelek nû vedibe
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2021'Ê
04/03/2021
23:11 Di operasyona li dijî MEBYA-DER'ê de 2 kes hatin girtin
21:14 Ma Muzîkê 4’emîn salvegera xwe bi konserekê pîroz kir
20:25 Cenazeyê Çîçek Benzerê piştî 5 mehan dan malbatê
18:44 Li Bedlîsê helîkopterek ket: 11 esker mirin
16:33 Aksoy a li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
16:09 Karkeran TÎS şermezar kirin
16:05 Jin li qadane: Têkoşîna Rozayan, Sêvêyan dewam dike
15:19 Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bi çoş didomin
15:14 OHD: Operasyona li dijî MEBYA-DER’ê derveyî hiqûqê ye
15:01 Serokwekîlên Koma HDP’ê: Fezleke dewama kompasên siyasîne
14:24 Li Colemêrgê 6 ciwan hatin binçavkirin
14:14 Di qezaya tirafîkê de 4 jinên HDP'î birîndar bûn
14:02 TUAY-DER’ê: Girtî 98 rojin li ber xwe didin
13:44 Li Nigdeyê jinek hat qetilkirin
13:37 Xwendekara beşdarî çalakiya Bogazîçiyê bû 27 roj in di tecrîdê de ye
13:13 Sefîrê Avûstralyayê li Şirnexê hin seredan kirin
12:44 Serlêdana parêzerên Ocalan carek din hat redkirin
12:31 Rapora DFG’ê: Li 6 rojnamevanan 26 sal ceza hat birîn
12:25 Danişîna rojnamevan Arîf Aslan hat taloqkirin
12:19 Kesê di bin çavan de îşkence dît bi ‘dijderketina polîsan’ hat sûcdarkirin
11:24 Li şûna polîsên ku xwestin zarok pelçiqînin li HDP’ê lêpirsîn vekirin
11:20 Dozên Ozgur Gundemê hatin taloqkirin
11:17 “Doza KCK’ê ya Çapemeniyê” taloq bû
11:08 Rojnamevan Oktay Candemîr hat beraetkirin
11:05 Danişîna rojnameger Kaya cara 14’emîn taloq bû
11:05 Tifaqa Kurdistanî banga xwedîderketina li HDP'ê kir
10:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: 8’ê Adarê roja hesab pirsînê ye
09:40 Derbarê dema girtina Dundar de fezleke amade kirine
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 98'emîn de ye
09:14 Ji hişekî bîrewerî welidî li derdora welatekî bênav tevnek raçand: Orok
09:01 Weşanxaneya Darayê pirtûkek nû çap kir: Cizîrnasî
09:01 Ji dêvla alîkariyê krediya bifaîz daye
09:01 Gelo Akbaşli hatiye kuştin?
09:01 Berdevka ÎSÎG'ê: Kardêr bi çavê perçeyên makîneyan li karkeran dinêrin
09:01 Malnişîn tiştên li ser çopan berhev dikin
09:01 Destdirêjî, taciz û tecawizên bi destê dewletê û bêcezatî
09:01 Hosteya înşeatan Dûrû
09:01 ‘Ji bo qanûneke bingehîn a demokratîk divê pêşiya Ocalan bê vekirin'
09:01 Ji bo Zarok Ma’yê banga alîkariyê
09:00 Daxwaz û hêviya jinan: Em cîhanek bêtundî dixwazin
09:00 Jinên ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin wê îsal 8'ê Adarê pîroz bikin
09:00 Piştî operasyona Garê girtî derp kirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2021'AN
03/03/2021
21:32 Îstinafê 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Geverê Sari birî
21:25 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:30 Di doza Elçî de derbarê 3 polîsên bersûc de biryara qedexekirina derketina derveyî welêt
17:21 Bi kuçîkan bi ser mala rêveberê MEBYA-DER’ê de girtin
17:07 ‘Em ji tecrîdê re dibêjin hodrî meydan’
16:21 Dozger binçavkirina rêveberên MEBYA-DER'ê 4 rojên din dirêj kir
15:47 Jin li qada ne: Serhildan didome
15:37 Ozel: Divê dewlet di doza Elçî de berpirsyartiya xwe bi cih bîne
15:24 Yaşar a qeyûm tayînê cihê wê hatibû kirin: Îdîaname senaryo ye
14:49 Doza Adalet Kaya hat lidarxistin
14:49 TMMOB: Her roj 35 kedkar jiyana xwe ji dest didin
14:32 10 fezlekeyên nû hatin Meclîsê
14:28 Li Amedê piştgirî dan greva birçîbûnê
14:08 Xwendekar tevlî çalakiya hîndekaran bûn
14:01 Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bênavber didomin
13:56 Dadgehê 6 sal ceza li hevşaredara berê birî
13:48 Doza rojnameger Yalçin hat taloqkirin
13:46 Hevşaredarê Qereçobanê hat berdan