ŞIRNEX - Sefîrê Avûstralyayê Marc Innes-Brown, li Şirnexê bi partî û rêxistinên sivîl ên civakî re hin hevdîtin kirin.
Sefîrê Avûstralyayê Marc Innes-Brown, li Şirnexê seredana hin partî û rêxistinên sivîl ên civakî kirin. Innes Brown Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ziyaret kir. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Ozguneş û Hevserokên HDP’ê yên bajêr Sabûha Akdag û Sabahattîn Denîz Innes-Brown pêşwazî kirin. Hevdîtina li avahiya partiyê de çêbû ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Brown, rojên beriya niha li Wan û Bedlîsê jî hin hevdîtin kiribûn.