Piştî tundî û hewî hat serê, di jiyana wê de rûpelek nû vedibe

  • jin
  • 09:00 5 Adar 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Asya Akin a di temenê zarokatiyê de hatiye zewicandin û paşê hevjînê wê hewî aniye ser û hevberdan e diyar kir ku 13 sal in ew nikare zarokên xwe bibîne. Akin divê jin tu demê hêviya xwe winda nekin û ji bo azadiyê têbikoşin. 

Di dîrokê de heta roja me ya îro jin ji mafê xwe yê herî sereke bêpar hatine hiştin. Mînaka vê ya herî berbiçav jî zewaca bi darê zorê ye û zewacandina di temenê biçûk de ye. Ev ne bes e zilam paşê jî hewî tînin ser hevjînên xwe. Herêma Botanê jî yek ji wan deveran e ku zewaca zarokan lê herî zêde tê kirin. Lê tişta ku herî zêde bala mirovan dikişîne jî ew e jiyana jinajn bi êş û tundiyê re rûbirû maye. Lê jinên ewqas bi tundiyê û êşan re rûbirû mane li gel vê yekê jî êş û xemên xwe veguherandine têkoşînê û niha jî  pêşengtiya têkoşîna azadiya jinan dikin. Li herêma Botanê jî yek ji van jinan jî Asya Akin a ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê ye. Akin li Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Silopiya li çayxaneyê dixebite û di xebatên jinan de pêşengiyê dike.  
 
13 SAL IN NIKARE ZAROKÊN XWE BIBÎNE 
 
Asya Akin diyar kir ku  ew bi darê zorê hat zewicandin û di zewaca 7 salan de tişta ku wê nedîtî û nema hat serê wê û ew wiha qala serpêhatiya xwe dike: “Em çar xwişk û du bira bûn. Birayek min ji dayîkbûnê astengdar e. Di salên 2000'an de bavê min li Cizîrê esnaftî dikir. Di heman salê de yek kes ji bavê min re dibêje ku 'Ez dixwazim ku tu keça xwe bidî kurê min'. Bavê min jî dibêje, 'Hewce nake ku tu ji min re bibêjî, min bike erebeya xwe bibe'. Ez hîn 13 salî bûm û bi tu awayî ji min nehat pirs kirin. Ji xwe min nedizanî ku zewac çi ye. Ez di wê salê de zewicandim. Dema ku ez ducanî bûm, ez hîn 14 salî bûm. Gelek tundî li min hat kirin. Di sala 2006'an de hewî anî ser min. 4 zarokên min çêbûn. Piştî ku hewî anî, ji min re got, 'Tu ku ve biçî here ez nikarim te xwedî bikim'. Ji wir ve heta niha zarokên min nîşanî min nade. Ev 13 sal in ez zarokên xwe nabînim. Ez tenê dizanim ku kurê min ê herî mezin leşkerî xelas kiriye. Zarokên min, niha min li sûkê bibînin min nas nakin. Ew navên ku min li zarokên xwe kirin jî bavê wan guherandin e.  Min ewqas têkoşîn da ku wan bibînim jî lê dîsa nîşanî min nadin. Her kes ji bo ku ez zarokê xwe bibînim kete nav hewledanê lê mixabin nîşanî min nedan.  Ez jî dayîk im û weke her dayîkekî mafê min jî heye ku zarokên xwe bibînim. Salê carekî jî be ez dixwazim ku  zarokên xwe bibînim."
 
DI JIYANA WÊ DE RÛPELEKE NÛ VEDIBE
 
Akin anî ziman ku bi naskirina tevgera jinan re di jiyana wê de rûpeleke nû vedibe û wiha axivî: “Li vê herêmê her jinek bi bêdiliya xwe hatiye zewicandin. Tiştên ku niha hatine serê min heman tişt hatine serê dayika min jî. Ev 23 sal in bavê min jî em tenê hiştin e û zewiciye. Em tenê li ser telefonê bi bavê xwe re hevdîtin pêk tînin. Di 2010'an de min partî nas kir. Di roja ewil de min weke xebatkareke partiyê di çayxaneyê de xebitîm. Heger partî nebûya dibe ku nehiştibana ku ez ji malê derbikevim. Derdorê her tim ji min re digot, 'Tu çima nazewicî? Bizewice'. Bi van gotinan bi ser min ve dihatin. Lê min ev gotin guhdar nekirin û min di partiyê de cihê xwe girt.  Ji wir heta niha ez her serê sibehê têm deriyê partiyê vedikim. Ez çayê amade dikim û pişt re mêvanên xelkê me tê. Pişt re xebata amadekariya xwarina nîvro dikim. Ez niha di heman demê de di rêxistinên jinan de jî cih digirim. Bi naskirina partiyê re di jiyana min de rûpeleke nû vebû. Çi dibe bila bibe, têkoşîna jinan her tim berdewam e. Pêwîste ku mirov dev ji jiyana xwe bernede. Ez jî li ber xwe didim. Tişta ku min ji jiyanê fêm kir, pêwîste tu jin di temenê zarokatiyê de nezewice. Zewac barek gelek giran e. Di wî temenî de çiqas mirov li ser xwesteka xwe bizewice jî mirov ji hêla hîn kesan ve tê rêvebirin.  Ji ber wê tu xweşiya wê nine. Lê ez hatim vî emrê min ji vê fêm kir ku divê tu her tim têbikoşî. Her wekî din partiya ku herî zêde mafê jinê diparêze û ji bo jinan qadên jiyanê vedike partiya HDP'ê ye. Ji ber vê jî ez niha li vir im." 
 
'EV NEQEDER E ZILM E' 
 
Akin destnîşan kir ku tişta ku li ser jinan tê ferzkirin neqeder e navê wê zilm e û got: “Her jinek xwedî çîrokekî cuda ye. Çîroka min jî ne kêmî ya van jinan e. Dibêjin 'Qedera xweda wiha hez kiriye'. Lê ev neqeder e û ne jî daxwaziya xwedê ye. Ev zilma mêr a li ser jinan e. Pêwîste li dijî vê zilmê mirov bikaribe li ser lingên xwe bisekine. Divê mirov nebêje, 'Ez ji vî kesî veqetiyam, ez ê bi kesek din re bizewicim’. Divê mirov di zewaca yekemîn de mêr nas bike û li gorî wê têkoşîna xwe mezin bike. Dema ku hêvî tune dibe, jiyan bi xwe dimire. Hêviya min tu caran naşikê. Ez bawer im ku wê 8'ê Adara 2021'an bibe wesileya aştî, aramî û azadiya jinan. Bijî 8'ê Adarê." 
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 

Sernavên din

06/03/2021
09:04 Bi awayê onlayn kurdî hînî 4 hezar kesî kirin
09:04 Êlih ji bo 8'ê Adarê amade ye
09:03 Karkerên tekstîlê yên jin: Em ne gotinên xemilandî, mafê xwe dixwazin
09:02 '20 sal in çandinî her diçe kêm dibe'
09:01 'Bi têkoşîna bi hev re serketin pêkan e'
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2021'AN
05/03/2021
23:56 Di operasyona li dijî MEBYA-DER'ê de 3 kesên din jî hatin girtin
21:03 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 28 hezar û 901
16:39 Jin xwe ji 8'ê Adarê re amade dikin: Tu hêz nikare berxwedana jinan bişikîne
16:25 Dozgeriyê demê binçavkirina HDP’iyan dirêj kir
16:25 Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Can hat binçavkirn
16:18 Wezareta Edaletê: Tecrîd nayê pirsîn
15:53 Papa Francis li Bexdayê ye
15:48 Di lêkolîna Doza Kobanê de banga li dijî DAIŞ’ê wek delîltiya şênber hat hesibandin
15:16 Başaran: Di nêrîna jinan de tu girîngiya desthilatdariyê nemaye
15:08 Li Botanê jinan lezdan xebatên 8'ê Adarê
14:35 Bûldan û Sancar: Girtina partiyê wê krîzan kûrtir bike
14:31 Li gorî rapora Freedom House’yê Tirkiye li paş maye
14:16 Li Bedlîsê mirina jinekê ya biguman
14:07 Ji ber ku sûcdarî ber bi qeyûm ve çû biryara beraetê derket
13:52 Destûr nadin kes biçe cihê ku helîkopter lê ket xwarê
13:48 3 girtî bi îşkenceyê sewqî Îzmîrê kirin
12:54 Sefîrê Avûstralyayê li Mêrdînê hin seredan kirin
12:34 Wekîlên HDP’ê li ber avahiya walîtiyê dest bi çalakiyê kirin
11:46 Doza Hrant Dînk a li bendêbû biryar bê dayîn hat taloqkirin
11:35 Gergerlîoglû serî li AYM’yê da
11:13 Polîsan kolana avahiya Rêxistina HDP'ê ya Wanê dorpêç kirin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 99'emîn de ye
09:00 Banga ji bo mîtînga 8'ê Adarê: Em qadê bi reng û tilîliyên xwe bixemilînin
09:00 Dayika ku cezayê girtîgehê lê hat birîn: Em ji malên xwe derkevin
09:00 Dayikên Aştiyê: Ne tecrîd, em aştiyê dixwazin
09:00 Fiyet du qat biha bûn, esnaf hindik maye top bavêje
09:00 Ne tenê rojek, her roj têkoşîn
09:00 'Êm ê bi karekî biewle, jiyaneke bêtahde û wekheviyê dakevin qadan'
09:00 Dev Yapi-Îş: Ji bo em nemirin, çare tenê rêxistinbûyîn e
09:00 Xurdefiroşên li sîteya pîşesaziyê 15 sal in li benda çareseriyê ne
09:00 Piştevaniya jinê rengeke din li Xana Pîlavlioglûyê bar kiriye
09:00 Piştî tundî û hewî hat serê, di jiyana wê de rûpelek nû vedibe
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2021'Ê
04/03/2021
23:11 Di operasyona li dijî MEBYA-DER'ê de 2 kes hatin girtin
21:14 Ma Muzîkê 4’emîn salvegera xwe bi konserekê pîroz kir
20:25 Cenazeyê Çîçek Benzerê piştî 5 mehan dan malbatê
18:44 Li Bedlîsê helîkopterek ket: 11 esker mirin
16:33 Aksoy a li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
16:09 Karkeran TÎS şermezar kirin
16:05 Jin li qadane: Têkoşîna Rozayan, Sêvêyan dewam dike
15:19 Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bi çoş didomin
15:14 OHD: Operasyona li dijî MEBYA-DER’ê derveyî hiqûqê ye
15:01 Serokwekîlên Koma HDP’ê: Fezleke dewama kompasên siyasîne
14:24 Li Colemêrgê 6 ciwan hatin binçavkirin
14:14 Di qezaya tirafîkê de 4 jinên HDP'î birîndar bûn
14:02 TUAY-DER’ê: Girtî 98 rojin li ber xwe didin
13:44 Li Nigdeyê jinek hat qetilkirin
13:37 Xwendekara beşdarî çalakiya Bogazîçiyê bû 27 roj in di tecrîdê de ye
13:13 Sefîrê Avûstralyayê li Şirnexê hin seredan kirin
12:44 Serlêdana parêzerên Ocalan carek din hat redkirin
12:31 Rapora DFG’ê: Li 6 rojnamevanan 26 sal ceza hat birîn
12:25 Danişîna rojnamevan Arîf Aslan hat taloqkirin
12:19 Kesê di bin çavan de îşkence dît bi ‘dijderketina polîsan’ hat sûcdarkirin
11:24 Li şûna polîsên ku xwestin zarok pelçiqînin li HDP’ê lêpirsîn vekirin
11:20 Dozên Ozgur Gundemê hatin taloqkirin
11:17 “Doza KCK’ê ya Çapemeniyê” taloq bû
11:08 Rojnamevan Oktay Candemîr hat beraetkirin
11:05 Danişîna rojnameger Kaya cara 14’emîn taloq bû
11:05 Tifaqa Kurdistanî banga xwedîderketina li HDP'ê kir
10:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: 8’ê Adarê roja hesab pirsînê ye
09:40 Derbarê dema girtina Dundar de fezleke amade kirine
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 98'emîn de ye
09:14 Ji hişekî bîrewerî welidî li derdora welatekî bênav tevnek raçand: Orok
09:01 Weşanxaneya Darayê pirtûkek nû çap kir: Cizîrnasî
09:01 Ji dêvla alîkariyê krediya bifaîz daye
09:01 Gelo Akbaşli hatiye kuştin?
09:01 Berdevka ÎSÎG'ê: Kardêr bi çavê perçeyên makîneyan li karkeran dinêrin
09:01 Malnişîn tiştên li ser çopan berhev dikin
09:01 Destdirêjî, taciz û tecawizên bi destê dewletê û bêcezatî
09:01 Hosteya înşeatan Dûrû
09:01 ‘Ji bo qanûneke bingehîn a demokratîk divê pêşiya Ocalan bê vekirin'
09:01 Ji bo Zarok Ma’yê banga alîkariyê
09:00 Daxwaz û hêviya jinan: Em cîhanek bêtundî dixwazin
09:00 Jinên ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin wê îsal 8'ê Adarê pîroz bikin
09:00 Piştî operasyona Garê girtî derp kirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2021'AN
03/03/2021
21:32 Îstinafê 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Geverê Sari birî
21:25 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:30 Di doza Elçî de derbarê 3 polîsên bersûc de biryara qedexekirina derketina derveyî welêt
17:21 Bi kuçîkan bi ser mala rêveberê MEBYA-DER’ê de girtin
17:07 ‘Em ji tecrîdê re dibêjin hodrî meydan’
16:21 Dozger binçavkirina rêveberên MEBYA-DER'ê 4 rojên din dirêj kir
15:47 Jin li qada ne: Serhildan didome
15:37 Ozel: Divê dewlet di doza Elçî de berpirsyartiya xwe bi cih bîne
15:24 Yaşar a qeyûm tayînê cihê wê hatibû kirin: Îdîaname senaryo ye
14:49 Doza Adalet Kaya hat lidarxistin
14:49 TMMOB: Her roj 35 kedkar jiyana xwe ji dest didin
14:32 10 fezlekeyên nû hatin Meclîsê
14:28 Li Amedê piştgirî dan greva birçîbûnê
14:08 Xwendekar tevlî çalakiya hîndekaran bûn
14:01 Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bênavber didomin
13:56 Dadgehê 6 sal ceza li hevşaredara berê birî
13:48 Doza rojnameger Yalçin hat taloqkirin
13:46 Hevşaredarê Qereçobanê hat berdan