ENQERE – Wezareta Edaletê, pêşnûmepirsa Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran a derbarê tecrîd û binpêkirinên mafan de bersivand û diyar kir ku tecrîd û binpêkirinên mafan di çarçoveya “pirsên nayên pirsîn” de ne.
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, derbarê tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê de pêşnûmepirsekê dabû Serokatiya Meclisê û daxwaz kiribû Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul têkildarî mijarê daxuyaniyek bide. Wezareta Edaletê, bersiva vê pêşnûmepirsa Başaran da û angaşt kir ku tecrîd û binpêkirinên mafan di çarçoveya “pirsên nayên pirsîn” de ne.
Başaran beriya niha jî têkildarî pêkanîna tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pêşnûmepirsekê dabû heman wezaretê. Wezaretê jî dîsa bersiv dabû Başaran û angaşt kiribû li girtîgehên ewlehiyên wan bilind û li girtîgehên din pêkanînên tecrîdê û îzolasyonê tunene.