Bêrîvan Cizîrî qala Newroza 1992’yan kir: Berxwedanê ruhê Newrozê geş kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Remz û berxwedêra li dijî zilmê Bêrîvan Cizîrî ya ku destê xwe ji dewletê re dihejand destnîşan kir ku dewletê di Newroza 1992’yan de xwestiye li Cizîrê tevkujiyek pêk bîne lê berxwedana wan ew pilan pûç derxistiye. 

Dîroka Newrozê her çiqas wek roja 21’ê Adarê were zanîn jî lê belê gelê kurd hefteyek berê dest bi pîrozbahiyên Newrozê dike. Kurd bi rojan berê di nava amadekariyan de ne, her der dikeve nava kelecana Newrozê. Kurd bi ji zarokan bigire heta pîr û kalan tevli Newrozê dibin û cilên xwe yên herî xweşik li xwe dikin. Remza Newrozê agir e û ev agir li her deverê tê pêxistin. Stran tên gotin û govend li derdora agir tê gerandin. Newroz pîrozbahiyek ji hezarê salan tê. Ev kenvşeşopiya pîrozbahiya Newrozê di salên 1990’î de bi êriş û zextên dewletê re hevrû dimîne. Herî zêde dewletê di sala 1992’yan de bi awayek hişk êrişî pîrozbahiyên Newrozê kir û li bajarên wek Cizîr, Şirnex û Cizîrê komkujî pêk anî. 
 
Dema qala Newrozê tê kirin, yekser ew dîmenên pîrozbahiya Newroza 1992’yan ên Cizîrê tên bîra mervi. Ew dîmenên ku hêzên dewletê bi sîleh û maşîneyên zirxî êrişî xelkê dike ji bîra mirovan neçûne. Li gorî daneyên fermî 57 kesan jiyana xwe ji dest dane lê li gorî şahidan nêzî 100 însan jiyana xwe ji dest dane. Ew ruhê serhildana Newroza Cizîrê hêj di bîra însanan de jîndar e. Roja arîfeya Newrozê medya tirk nûçeyên wek “PKK’ê Şirnexê dorpêç kir” serwîs kirin. 
 
Serê sibeha 21'ê Adarê li Cizîrê xelk kom dibe û li ber stranan govendê digerîne. Ewilî xelk li Goristana Cizîrê kom dibe û pişt re dest bi meşê dike ku were navenda bajêr pîrozbahiya Newrozê li dar bixe. 
 
EW DÎMEN JI BÎRA XELKÊ NAÇIN
 
Bi destpêkirina meşê re her ku diçe girse qelebalix dibe. Polîs, esker û endamên JÎTEM’ê yên serê kuçe û kolanan girtibûn bi sîleh û maşîneyên zirxî êriş dibin ser girseyê. Bêyî ku bêjin ev zarok, jin extiyar in gule li xelkê hat reşandin. Dîmenên komkujiyê li vir derdikevin holê û ew dîmen hêj di bîra xelkê de ne. 
 
EW JINA KU DESTÊ XWE DIHEJÎNE: BÊRÎVAN CIZÎRΠ
 
Di kêliya wan êrişan de jinek li pêşiya meşê ye, serê wê bi kefiyek spî girêdayî ne. Jinek ciwan e, bi cilên şoreşgerî xwe girê daye. Pêşengiya meşê dikir û meşê araste dikir. Serî li hember hêzên dewletê rakiribû û destê xwe ji wan re dihejand û meydanê ji wan re dixwend. Ew jina ciwan Bêrîvan Cizîrî bû. Hêj 17 salî bû. Wê rojê ji milê xwe birîndar dibe û tevî vê yekê jî berxwedana xwe didomîne. Bêrîvan bûye abîdeya wêrekiya jinên kurd. 
 
Em li gel Bêrîvan Cizîrî berxwedana Newroza sala 1992’yan axivîn. Cizîrî qala berxwedana li Cizîrê ji me re kir.
 
HÊRSA WÊ JI ZAROKATIYÊ DEST TÊ 
 
Bêrîvan Cizîrî destpêkê de bal kişand ser zarokatiya xwe û wiha got: “Ez zaroka biçûk ya malbatê me. Ez bawerim min vê hêrsa xwe ya serî rakirinê ji dayika xwe girtiye. Ji berk u ew jî îsyankar bû. Ez ji biçûkatiyê ve ji kedê hez dikim. Her tim min dixwest kar bikim. Biçûk bûm min diçû tişt diforitin û debara malbatê bikim. 
Dema min dest bi dibistanê kir min gelek tişt qebûl nedikir. Nakokiyek hebû lê me nizanibû çi ye. Ez ji biçûkatî ve li dijî serdestiya zilam jî derdiketim. Dema bavê min tahdeyî li diya dikir zora min diçû. Ez pir hêrs dibûm.
Ez hêj biçûk bûm di nava lêgerînekê de bûm. Ev edeb û dîsîplîna min girtiye ji malbatê ji dayika min tê. Rol û rista dayikê ya ji bo zarokan gelek girîng e.”  
 
‘BÊRÎVAN CIZÎRÊ RAKIR SER PÊYA’ 
 
Cizîrî anî ziman ku wexta ew tevgera azadiya kurd nas dike destpêka salên 90’î ye û wiha got: “Dema min tevger nas kir heval Bêrîvan li Cizîrê bû. Wê demê li Cizîrê gelek tevgerên xwedî nêrînên cuda hebûn. Bêrîvan jinek pir bi wêrek bû. Kes nikaribû xwe bigihanda heval Bêrîvan. Hevalek pir mutevazî bû. Piştî li Cizîrê du polîs hatin kuştin, Bêrîvan deşîfre bû. Wê xelkê Botanê şiyar kir. Wê ne dorpêçkirin û ne jî teslîmkarî qebûl nekir. Wê tesîrek mezin li ser xelkê Cizîrê û herêma Botanê çêkir. Me bi rêya hevala Bêrîvan rêxistinê nas kir. Sembola serhildan û berxwedanên Cizîrê Binevş Agal (Bêrîvan) e. Heval Bêrîvan û heval Emîn bi hev re şehîd bûn. Nehiştin kes biçe merasîma cenazeyê wan. Ev yek hêrsa me pir rakiribû. Kesayet û şehadeta Bêrîvan pir bandorek mezni li ser min kir.”  
 
NAVÊ BÊRÎVAN LI XWE DIKE LÊ BI ÎŞKENCEYÊ RE RÛBIRÎ DIMÎNE 
 
Cizîrî destnîşan kir ku piştî ku Binevş Agal (Bêrîvan) jiyana xwe ji dest dide navê Bêrîvan ew li xwe dike û wiha domand: “Min jî xwest ez bibim layîqî vî navî. Min xwest ez bi qehremanî daxwazên wê pêk bînim. Ji ber xebatên têkoşînê ez hatim girtin. Îşkenceyek mezin li min kirin. Pişt re ez hatim berdan jî lê min dest ji têkoşînê berneda. Wê îşkenceyê hin bêtir min xurt kir. Her cûre îşkence li min kirin. Ceryanê didan canê min. Laşê min şewitandin. Neynûkên min rakirin. Lê min sozek dabû ku ez layîqî heval Bêrîvan bimînim. Heta dawiyê min li ber xwe da. Destek û lingek min ferc kirin. Lê li gel vê yekê min li ser xwe neda. Min girtin. Emrê min jî nedigir lê dîsa min girtin. Piştî sê mehan min berdan. Destpêka sala 1991’an ez hatim berdan.” 
 
‘ME XWEST EM BI GIRSEYÎ PÎROZ BIKIN’ 
 
Cizîrî anî ziman ku di Newroza sala 1992’yan de li her deverê bakurê Kurdistanê amadekariyên mezin hatibûn kirin û wiha qala berxwedana Newroza li Cizîrê kir: “Me xwest em li Cizîrê bi ruhek rêxistinkirî Newroza xwe pîroz bikin. Me xwest Newroza 92’yan bi girseyî pîroz bikin. Hefteyek beriya Newrozê ji navçeyê heta gundan amadekarî hatin kirin. Helbet amadekariyên dewletê jî hebûn. Dixwestin komkujiyek li Cizîrê pêk bînin. Cizîrê dorpêç kiribûn. Beriya roja Newrozê jî êvarê her kesî li taxan Newroz pîroz kir.  
 
ME HER TIŞT DABÛ BER ÇAVAN 
 
Serê sibehê jî me xwest li ser goristanê xelk kom bibe, axaftinek were kirin û pişt re meşek mezin li dar bixin. Piştî meşê li xalek bajêr me yê Newroza xwe pîroz bikira. Wê piştî axaftina Newrozê xelk belav bibûya. Lê dewlet bi hemû hêza xwe dora me û dora Cizîrê dorpêç kiribû. Tang û topan li her cihê bilind bicih kiribûn. Lê li gel vê yekê jî em ji enyada xwe neketin. Me got em ê paş ve gavê neavêjin. Me got çi dibe bila bibe lê em ê dîsa jî Newrozê pîroz bikin. Me şehadet jî dabûn ber çavan. 
 
DEWLET LI CIZÎRÊ BI SER NEKET 
 
Dijmin tehamûlî meşa me û pîrozbahiya me nekir û bi çavtarî bi ser me de hat. Me got çi dikin bila bikin lê em ê bimeşin. Li hin taxan xelkê dorpêç şikand û hatin tevli me bûn. Me dest bi meşê kir û kêliyek şûn ve polîs û eskeran êrişî me kirin. Dewlet har û hov bûbû û bi ser me ve hat. Lê me dîsa paş ve gav neavêt. Hevalek me Huseyîn hebû di encama suîkastek de şehîd bû. Şehadeta wî êşek mezin da me. Lê heta dawiyê me li ber xwe da û me daxwaza dewletê pûç derxist. Dewletê dixwest em teslîmî wan bibin. Lê tam berevajî wê çêbû. Dewletê xwest li Şirnexê komkujiyek mezin pêk bîne. Nikaribûn li Cizîrê çêkin, li Şirnexê komkujî pêk anîn.
Li Cizîrê di encama êrişa dewletê de 17-18 kes şehîd ketin. Lê armanc ew bû tevkujî pêk bînin. Dewlet bi ser neket û armanca wê pûç derket.”  
 
CIZÎR WARÊ WÊ YE 
 
Cizîrî girêdana xwe ya bi Cizîrê jî anî ziman û got: “Ez pir ji Cizîrê hez dikim. Dema ez navê Cizîrê jî dibihîzim ez hestiyar dibim. Bi rastî jî jinên Cizîrê berxwedêr in. Bi wêrek in. Tenê ne jinên Cizîrê temamî jinên Botanê bêtirs in. Li ber xwe didin. Min dixwest ez li nav gelê xwe li Cizîrê bijîm û bi jinan re li ber xwe bidim. Ez bi keda destê wan dayikê Cizîrê mezin bûm. Dema rojek ji min bipirsin ‘tu dixwazî biçî ku û li ku bijî’ helbet dixwazim biçim Cizîrê û li wir bijîm. Xeyala min ew e rojek vegerim Cizîrê û li wan kolanan bigerim û wan kevirên li kolanên Cizîrê maç bikim û dayikên Cizîrê hembêz bikim.” 
 
‘EW DÎMEN HER TIM MIN DIBIN CIZÎRÊ’ 
 
Cizîrî hestên xwe yên ji bo wan dîmenên xwe yên Newroza 92’yan jî anî ziman û wiha got: “Dema ez li dîmenên wê rojê temaşe dikim, ez her tim diçim wê meşê û xwe li wir hîs dikim. Her wiha dibe xeyala min ku dîsa biçim Cizîrê û bi hezaran gelê xwe re bimeşim. Ez bi wan dîmenan hestewar dibim. Bi rastî jî xwezî bi wan rojan. Rojên xweş bûn. Ew dîmen wêrekiyê didin min. Niha jî dema meşek çêdibe, dixwazim xwe bidim pêş û wan rojan bînim roja me ya îro. 
 
Dema ez li wan dîmenan temaşe dikim gelek caran xwe winda dikim. Ew ruhê serî hildanê hêj di nava dilê min de ye. Çimkî ew ruh girîng e. Ew dîmen her tim di mêjî û ruhê min de ye.” 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel  
 
 

Sernavên din

18/03/2021
12:42 Malbat û parêzerên Ocalan xwestin biçin Îmraliyê
12:41 Ji HDP’ê bi bîr xistina Kavakçi
12:26 Ji bo Newroza Tekîrdagê banga tevlibûnê
12:22 Şenoglu: Li dijî tecrîdê dakevin qadan
12:04 Kiliçdaroglû: Divê em dest ji girtina partiyan berdin
12:03 Rojnameger Arîf Aslan beraet kirin
12:03 Omer Ocalan: Divê li tavilê malbat û parêzer biçin Ocalan bibînin
12:02 ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê di roja duyemîn de ye
11:52 Ji AYM’ê derbarê 9 HDP’iyan de biryara ‘binpêkirina maf’
11:41 Kelek noqî avê bû: 2 ciwan winda bûn
11:36 ‘Bi ruhê berxwedanê ber bi Newrozê ve’
11:35 Malbata Şenyaşar: Dixwazin bi destê darazê qetliama duyem pêk bînin
11:35 Polisan Hevserokê HDP’ê ya Aydinê Ozîş binçav kirin
11:19 Şener: Ne yên girtin ên didin girtin wê bikevin zorê
10:51 Hilbijêrên Kocaeliyê: Vîna 90 hezar mirovan hat desteserkirin
10:45 Serokên giştî yên partiyên hatibûn girtin: Wê ev hewldan jî bi ser nekeve
10:21 Gergerlîoglû: Heta AYM biryara xwe aşkera bike di nobetê de me
10:10 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
09:44 Di ser kuştina Kûrkût de 4 sal derbas bûn: Vê dozê hêj dest pê nekiriye
09:43 Ji Amerîkayê berteka HDP’ê û Gergerlîoglû
09:30 Li ser navê restorasyonê dest danîn ser malên Sûrê
09:05 Daxwaza ji bo edaletê veguheriye zemîneke têkoşîna civakî
09:05 Wanî dê ji bo azadiya Ocalan û yekîtiyê dakevin qadan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 112'emîn de didome
09:02 ‘20 sal in bacê didim dewletê, lê dewletê 20 mehan xwedîtî li min nekir'
09:02 Civaknas Turkoglû: Newroz qadeke berxwedana polîtîk e
09:02 Bang li karkeran kirin: Li dijî zilma Kod-29'ê dakevin qadên Newrozê
09:02 Ne tê berdan ne jî tê tedawîkirin
09:02 Seferên trênê piştî Newrozê bi rojekê dest pê dikin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2021'AN
17/03/2021
21:47 73 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:43 Li Peyasê ciwanan Newroz pîroz kir
21:06 Li Hezexê agirê Newrozê gur kirin
19:52 Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê dê sibê civîneke awarte li dar bixe
19:01 Serdozgerê Dadgeha Bilind ji bo HDP'ê bê girtin serî li AYM'ê da
17:20 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
17:04 Ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe bang li CPT û NY kirin
16:55 Ji bo Newroza Sêrt, Mêrsînê û Antalyayê destûr hat dayîn
16:51 Dîroka Newroza Bazîdê hat guhertin
16:37 Malbata Şenyaşar bi Walîtiyê Rihayê re hevdîtin kir
16:35 Gergerlîoglu: Ez biryarê nas nakim
16:32 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bang hatin kirin
16:01 Li Sînopê zilamekî jinekê giran birîndar kir
15:44 Parlamenterê berê yê AKP’ê ji ber dûrişm berz kir ji Lîjneya Giştî ya Meclisê hat derxistin
15:43 Doza nûçegihanê ETHA’yê hat taloqkirin
15:33 Beştaş: Biryara Gergerlîoglû siyasî ye
15:21 Bîden: Pûtîn kujer e
15:19 Parlamenteriya Gergerlîoglû hat betalkirin
15:13 Li dijî zeyendperestiyê kampanya: Hay ji gotinên xwe hebe
15:10 Li Qoserê wê Newroz di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin
15:03 5 ESP’î di danişîna ewil de hatin berdan
14:45 Cezayê pereyan li rojnamevan Demîrhan hat birîn
14:39 Wan xwe ji bo Newroza bi heybet amade dike
14:37 Olûç: Bêwijdanî li Malbata Şenyaşar tê kirin
14:15 Kelemçeyên elektronîk tên şikandin
13:53 Tecrîd bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin
13:49 Ji Aydinê peyama Newrozê: Di her şertî de em ê pîroz bikin
13:18 Qoser û Nisêbîn ji Newrozê re amade ne
12:44 Dadgehê 8 sal ceza li Hevşaredarê Kopê birî
12:34 Di êrişa Amerîkayê de 6 jê jin 8 kesan jiyana xwe ji dest da
12:19 Ji siyasetvanan bang: Pêwîste tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
11:55 Efrîn kirin warê DAIŞ'ê
11:41 Mehmet Ocalan: Nexwe tiştek tune ye bila hevdîtin pêk were
11:40 ‘Em bibin perçeyek ji agir û biherikin qadên Newrozê’
10:48 Hasan Tûnçlar ê keça xwe îstismar kir hat girtin
10:38 KESK dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
09:49 Di rojnameyan de Newroz: Çapemeniya kurd li gel, medya tirk jî li dewletê nihêrî
09:42 Bi salan e kiras û fîstanên Newrozê didirû
09:13 Romaneke dîrokî ku xwe dispêre bûyereke rast: Ezemşêr
09:07 Newroza Amedê ji salên 1990'î heta niha bû dîrok
09:07 Koma 23'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Dayika Zulkuf Gezen: Divê tavilê hevdîtin bi Serokê me re were kirin
09:07 Ji ber tahdeya di dema Newroza 2008'an de serî li DMME'yê da
09:07 ‘Em li Qada Gundogdûyê bi hev re govendê bigerînin'
09:07 Nivîskar Yilmaz: Newroz cejna gelan e
09:07 Bangawaziya ji bo Ocalan: Tavilê divê hevdîtin bên kirin
09:07 Kesên kampanyaya ziman îmze kirin: Berpirsiyarî ya me hemûya ye
09:07 Beriya Newrozê eleqeya ji bo kincên herêmî zêde bûye
09:07 Rojnamevan Balikçi: Newroza Cizîrê ji bîra min naçe
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2021'AN
08:43 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan hat veşartin
16/03/2021
23:01 Li Qoserê agirê Newrozê
21:12 Bi govend û tilîliyan Newrozê pîroz kirin
20:31 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Daxuyaniya Serdozgeriya Bûrsayê ya derbarê Ocalan de
16:49 Ji 27’ê nîsana 2020’an ve ji Îmraliyê agahî nîne
16:37 Ji bo Newrozê serdana 4 navçeyan kirin
16:36 Dayikên Aştiyê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin
16:11 Doza sereke ya Demîrtaş hat taloqkirin
15:51 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan radestî malbata wî hat kirin
15:46 Haci Zengîn li ser gora xwe hat bibîranîn
15:41 Komkujiya Helebce sedema yekîtiya Kurdan e
15:30 Ji bo Newroza Tekîrdagê destûr hat dayîn
15:26 Sancar: Divê xwedî li deklarasyona Abdullah Ocalan were derketin
14:56 Gotinên Demîrtaş mohra xwe li dozê dan: Danişîna min taloqî tîrmeha 2023’yan bikin
14:49 Ji bo xizmeta tenduristiyê daxwaza zimanê zikmakî
14:47 Koordînasyona Saziyên Demokratîk: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
14:43 Li Cizîrê starta Newrozê bi pêxistina agir hat dayîn
14:21 Li bavê Rozerîn Çûkûr ku li Sûrê hat kuştin ceza birîn
13:50 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê qedexeya hevdîtinê