Di ser kuştina Kûrkût de 4 sal derbas bûn: Vê dozê hêj dest pê nekiriye

img

AMED - Li Newroza 2017’an a Amedê polîsan Kemal Kûrkût kuştibû. Di ser kuştina Kûrkût de 4 sal derbas bûn. Birayê Kûrkût, Ercan Koûkût got: “Em di van şertan de ne li benda edaletê ne. Ji bo edalet pêk edalet pêk were em ê heta dawiyê têbikoşin.” 

 
Li Amedê di pîrozbahiya Newroza 2017’an de xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ji bi guleya polîsan hatibû kuştin. Di ser vê bûyera xemgîn de 4 sal derbas bûn. Kûrkût li ber çavê kamerayan û wênegiran hat kuştin. Lê dîsa jî polîsê kujer ê bi navê Yakûp Ş. hat beraetkirin .
 
Gavên gumana tarîkirina delîlên kuştina Kûrkût û bêceza hiştine kujer çend saet piştî cînayetê hatin avêtin. Piştî cînayetê waliyê wê serdemê yê Amedê Huseyîn Aksoy ji bo Kûrkût gotibû “Gotiye ‘di çenteyê min de bombe heye ez ê we bikujim’. Kêr di destê wî de û ber bi qadê ve beziyaye. Wek dibe ku bombeya zindî be hatiye nirxandin û mudaxile hatiye kirin.” Lê belê van derewên walî û polîsan di destê wan de man. Di kêliya Kûrkût tê kuştinê de nûçegihanê Dîhaberê-rojnamevan Abdurrahman Gok jî li ser hev wêneyên Kûrkût û polîsan girtibû. Wêne Walî Huseyîn Aksoy û polîsan derewand. Aksoy neçar ma ku bêje ew hatiye xapandinê. 
 
PIŞTÎ WÊNEYAN LÊPIRSÎN HAT DESTPÊKIRIN
 
Li ser wêneyên ji aliyê Gok ve hatibûn girtin, Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn hat destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de 72 polîs wek şahid hatin guhdarkirin. Ji nav van 72 polîsan lêkolîna balistik a sîleha polîsê bi navê Yakûp Ş. hat kirin. Piştî vê lêkolîna sîlehê Yakûp Ş. wek gumanbar li dosyeya Kûrkût hat zêdekirin. 
 
Serdozgeriyê derbarê Yakûş Ş. de ji sûcê “dibe ku bi qestî kes kuştibe” îdianame hat amadekirin. Li gel rapora Krîmînal Polîs, rapora pispor a Buroya Krîmînal a Ûlûsal jî 7’emîn Dadgeha Dadeha Cezayê Giran a Amedê di danişîna 12’emîn de bi îdiaya “delîl têr nakin” polîsê kujer da beraetkirin.  
 
‘DI KÊLIYA EWIL DE DELÎL HATIN REŞKIRIN’ 
 
Birayê Kûrkût, Ercan Kûrkût bi bîr xist ku 4 sal di ser kuştina birayê wî de derbas bûn û wan ji roja ewil ve texmîn kirine ku wê doz bêencam bimîne. Kûrkût anî ziman ku ji roja ewil ve wan texmîn kiriye ku wê delîl werin tarîkirin û got: “Çimkî wextê ku dewletê Kemal qetil kir, di kêliya ewil de hewl da delîlan ji holê rake. Di dewletek hiqûqa asayî de divê polîsên ji ewlehiyê berpirsiyar delîlan kom bike, lê belê li vir berevajî vê yekê tê kirin. Hemû organên dewletê temsîl dikin xwîna Kemal li ser destê xwe kirin. Lê dewletê tenê ne vê kir. Îşkence li bedena Kemal ku ber bi rêwitiya axê ve diçû kir. Îşkence li dayik, malbat û bavê wî yê di bin erdê jî kirin. Kînek wan mezin li dijî kurdan heye. Êdî ji însanetiya xwe derketine. Jixwe em ne li bendê bûn ev zîhniyet xwe bidarizîne. Vê dozê hêj dest pê nekiriye.” 
 
‘DELÎLAN JI NEDÎTÎ VE TÊN’ 
 
Kûrkût da zanîn ku doza hatiye vekirin sê salan dewam kiriye û polîsê kujer rojek jî girtî nehatiye hiştin û ev polîs hêj li ser wezîfeya xwe ye. Kûrkût destnîaşn kir ku delîl hemû qatiliya polîs radixe ber çavan lê belê ewqas delîl ji nedîtî ve hatin dîtin û tevî vê yekê qatil beraet kirin. 
 
‘EM NE LI BENDA EDALETA TIRKIYÊ NE’ 
 
Kûrkût anî ziman ku ew li rêyên hiqûqê yên navxweyî ne li benda tu encamekê ne û got: “Helbet wê rojek edalet cihê xwe bibîne. Lê belê em di van şertan de ne li bendê ne li dewleta Tirkiyê edalet cihê xwe bibîne. Ji bo edalet pêk were em ê heta dawiyê têbikoşin. Tu hêviya me ji saziyên rayedar ên dewletê name ye. Dozê hêj dest pê nekiriye. Ji bo doz dest pê bike em ê têbikoşin. Em ne bi tenê ne. Ez di salvegera çaremîn de bi hezkirin û hesret Kemal bi bîr tînin.”
 
 ‘BI QESTÎ KUŞTIN E’ 
 
Yek ji parêzerên dozê Serdar Çelebî jî destnîşan kir ku dikaribûn bi awayek mudaxileyî Kemal Kûrkût bihata kirin lê belê encamên ku derketin holê li ber çavan in. Çelebî got ewlehiya parastina mafê jiyanê ya mirovan li ber çavan nehatiye girtin û rasterast Kûrkût hedef hatiye girtin û delîlên ku Kûrkût bi qestî hatiye kuştin jî li ber çavan in. Çelebî anî ziman ku darazê bi biryara “beraetê” carek din hiqûq û yasayan binpê kir û îmze li bin sosretiyek din da. Çelebî diyar kir ku dixwazin dosyeyê ango kujer bêce bihêlin û her çiqas ji vê dadgehê encam derneketibe jî wê ji Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê edalet derkeve. 
 
 

Sernavên din

18/03/2021
12:42 Malbat û parêzerên Ocalan xwestin biçin Îmraliyê
12:41 Ji HDP’ê bi bîr xistina Kavakçi
12:26 Ji bo Newroza Tekîrdagê banga tevlibûnê
12:22 Şenoglu: Li dijî tecrîdê dakevin qadan
12:04 Kiliçdaroglû: Divê em dest ji girtina partiyan berdin
12:03 Rojnameger Arîf Aslan beraet kirin
12:03 Omer Ocalan: Divê li tavilê malbat û parêzer biçin Ocalan bibînin
12:02 ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê di roja duyemîn de ye
11:52 Ji AYM’ê derbarê 9 HDP’iyan de biryara ‘binpêkirina maf’
11:41 Kelek noqî avê bû: 2 ciwan winda bûn
11:36 ‘Bi ruhê berxwedanê ber bi Newrozê ve’
11:35 Malbata Şenyaşar: Dixwazin bi destê darazê qetliama duyem pêk bînin
11:35 Polisan Hevserokê HDP’ê ya Aydinê Ozîş binçav kirin
11:19 Şener: Ne yên girtin ên didin girtin wê bikevin zorê
10:51 Hilbijêrên Kocaeliyê: Vîna 90 hezar mirovan hat desteserkirin
10:45 Serokên giştî yên partiyên hatibûn girtin: Wê ev hewldan jî bi ser nekeve
10:21 Gergerlîoglû: Heta AYM biryara xwe aşkera bike di nobetê de me
10:10 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
09:44 Di ser kuştina Kûrkût de 4 sal derbas bûn: Vê dozê hêj dest pê nekiriye
09:43 Ji Amerîkayê berteka HDP’ê û Gergerlîoglû
09:30 Li ser navê restorasyonê dest danîn ser malên Sûrê
09:05 Daxwaza ji bo edaletê veguheriye zemîneke têkoşîna civakî
09:05 Wanî dê ji bo azadiya Ocalan û yekîtiyê dakevin qadan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 112'emîn de didome
09:02 ‘20 sal in bacê didim dewletê, lê dewletê 20 mehan xwedîtî li min nekir'
09:02 Civaknas Turkoglû: Newroz qadeke berxwedana polîtîk e
09:02 Bang li karkeran kirin: Li dijî zilma Kod-29'ê dakevin qadên Newrozê
09:02 Ne tê berdan ne jî tê tedawîkirin
09:02 Seferên trênê piştî Newrozê bi rojekê dest pê dikin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2021'AN
17/03/2021
21:47 73 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:43 Li Peyasê ciwanan Newroz pîroz kir
21:06 Li Hezexê agirê Newrozê gur kirin
19:52 Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê dê sibê civîneke awarte li dar bixe
19:01 Serdozgerê Dadgeha Bilind ji bo HDP'ê bê girtin serî li AYM'ê da
17:20 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
17:04 Ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe bang li CPT û NY kirin
16:55 Ji bo Newroza Sêrt, Mêrsînê û Antalyayê destûr hat dayîn
16:51 Dîroka Newroza Bazîdê hat guhertin
16:37 Malbata Şenyaşar bi Walîtiyê Rihayê re hevdîtin kir
16:35 Gergerlîoglu: Ez biryarê nas nakim
16:32 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bang hatin kirin
16:01 Li Sînopê zilamekî jinekê giran birîndar kir
15:44 Parlamenterê berê yê AKP’ê ji ber dûrişm berz kir ji Lîjneya Giştî ya Meclisê hat derxistin
15:43 Doza nûçegihanê ETHA’yê hat taloqkirin
15:33 Beştaş: Biryara Gergerlîoglû siyasî ye
15:21 Bîden: Pûtîn kujer e
15:19 Parlamenteriya Gergerlîoglû hat betalkirin
15:13 Li dijî zeyendperestiyê kampanya: Hay ji gotinên xwe hebe
15:10 Li Qoserê wê Newroz di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin
15:03 5 ESP’î di danişîna ewil de hatin berdan
14:45 Cezayê pereyan li rojnamevan Demîrhan hat birîn
14:39 Wan xwe ji bo Newroza bi heybet amade dike
14:37 Olûç: Bêwijdanî li Malbata Şenyaşar tê kirin
14:15 Kelemçeyên elektronîk tên şikandin
13:53 Tecrîd bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin
13:49 Ji Aydinê peyama Newrozê: Di her şertî de em ê pîroz bikin
13:18 Qoser û Nisêbîn ji Newrozê re amade ne
12:44 Dadgehê 8 sal ceza li Hevşaredarê Kopê birî
12:34 Di êrişa Amerîkayê de 6 jê jin 8 kesan jiyana xwe ji dest da
12:19 Ji siyasetvanan bang: Pêwîste tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
11:55 Efrîn kirin warê DAIŞ'ê
11:41 Mehmet Ocalan: Nexwe tiştek tune ye bila hevdîtin pêk were
11:40 ‘Em bibin perçeyek ji agir û biherikin qadên Newrozê’
10:48 Hasan Tûnçlar ê keça xwe îstismar kir hat girtin
10:38 KESK dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
09:49 Di rojnameyan de Newroz: Çapemeniya kurd li gel, medya tirk jî li dewletê nihêrî
09:42 Bi salan e kiras û fîstanên Newrozê didirû
09:13 Romaneke dîrokî ku xwe dispêre bûyereke rast: Ezemşêr
09:07 Newroza Amedê ji salên 1990'î heta niha bû dîrok
09:07 Koma 23'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Dayika Zulkuf Gezen: Divê tavilê hevdîtin bi Serokê me re were kirin
09:07 Ji ber tahdeya di dema Newroza 2008'an de serî li DMME'yê da
09:07 ‘Em li Qada Gundogdûyê bi hev re govendê bigerînin'
09:07 Nivîskar Yilmaz: Newroz cejna gelan e
09:07 Bangawaziya ji bo Ocalan: Tavilê divê hevdîtin bên kirin
09:07 Kesên kampanyaya ziman îmze kirin: Berpirsiyarî ya me hemûya ye
09:07 Beriya Newrozê eleqeya ji bo kincên herêmî zêde bûye
09:07 Rojnamevan Balikçi: Newroza Cizîrê ji bîra min naçe
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2021'AN
08:43 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan hat veşartin
16/03/2021
23:01 Li Qoserê agirê Newrozê
21:12 Bi govend û tilîliyan Newrozê pîroz kirin
20:31 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Daxuyaniya Serdozgeriya Bûrsayê ya derbarê Ocalan de
16:49 Ji 27’ê nîsana 2020’an ve ji Îmraliyê agahî nîne
16:37 Ji bo Newrozê serdana 4 navçeyan kirin
16:36 Dayikên Aştiyê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin
16:11 Doza sereke ya Demîrtaş hat taloqkirin
15:51 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan radestî malbata wî hat kirin
15:46 Haci Zengîn li ser gora xwe hat bibîranîn
15:41 Komkujiya Helebce sedema yekîtiya Kurdan e
15:30 Ji bo Newroza Tekîrdagê destûr hat dayîn
15:26 Sancar: Divê xwedî li deklarasyona Abdullah Ocalan were derketin
14:56 Gotinên Demîrtaş mohra xwe li dozê dan: Danişîna min taloqî tîrmeha 2023’yan bikin
14:49 Ji bo xizmeta tenduristiyê daxwaza zimanê zikmakî
14:47 Koordînasyona Saziyên Demokratîk: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
14:43 Li Cizîrê starta Newrozê bi pêxistina agir hat dayîn
14:21 Li bavê Rozerîn Çûkûr ku li Sûrê hat kuştin ceza birîn
13:50 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê qedexeya hevdîtinê