Piştgiriya ji bo HDP'ê mezin dibe: Li dijî darbeya sivîl banga têkoşînê

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajaran xistina parlamenteriya Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû û vekirina doz girtina HDP’ê hat şermezarkirin. Li dijî darbeya sivîl banga piştevaniyê hat kirin. 
 
Derbarê xistina parlamenteriya Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû û doz girtinê ku Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind li dijî HDP’ê li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) vekir de li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin û li dijî van hewldanên li ser HDP’ê banga piştevaniyê hat kirin. 
 
ÎDIR
 
Rêxistina HDP’ê ya Îdirê, li ber avahiya xwe ya bajar daxuyanî da. Polisan mudaxaleyî daxuyaniya ku Parlamenterê HDP’ê Habîb Eksîk da kir. Dema mudaxaleyê de di navbera polis û partiyan de gengeşî derket. Piştî vê genegeşiyê Eksîk ji aliyê polisan ve bi mertalan hat dorpêçkirin. Welatiyên li derdorê bertek nîşanî vê nêzikbûna polisan dan û bi fîqê û çepikan polisan şermezar kirin. Ji ber vê polisan mudaxaleyî kesên li derdorê jî kir. Piştî ku Eksîk derbasî avahiya partiya xwe bû kesên li derdorê ji hev belav bûn. 
 
RIHA 
 
Li Rihayê jî nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û pîşeyî yên bajar li avahiya HDP’ê ya Rihayê hatin gel hev û bertek nîşanî xistina parlamenteriya Gergerlîoglû û doza girtina HDP’ê dan. Di civînê de li ser navê partî û rêxistinan Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Alî Aslan daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku desthilatê ji rabordiya xwe ders negirtiye û li dijî partiya 3’yemîn a Tirkiyeyê fermana vekirina doza girtinê daye. Aslan, da zanîn ku biryara hatiye dayin li dijî vîna gel e û ev tişt got: “Em bang dikin ku vîna gel neye xespkirin û bi amûrkirina darazê mudaxaleyî siyaseta demokratîk neyê kirin. Em aşkera dikin ku piştevaniya HDP’ê dikin.”
 
RÊXISTINÊN BEŞDAR
 
Rêxistinên ku piştgirî dan daxuyaniyê: Şaxên OHD, ÎHD, SES, Egîtim Sen, BES, Haber Sen, Tarim Orman Îş, TMMOB’yên Rihayê û Komeleya Piştevaniya Mala Jiyanê ya Jinan a Rihayê, Partiya Kedê û Piştevaniya KHK’ê ya Rihayê. 
 
 
ANTALYA
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Antalyayê jî li Qada Attalosê li hev kom bûn û bi daxuyaniyekê bal kişand ser zextên ku li dijî HDP’ê tên domandin û xistina parlamenteriya Gergerlîoglû doza girtina HDP’ê şermezar kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Başar Kemal Bulbul jî tevlî daxuyaniya ku pankarta “Vîna gel nayê xespkirin” têde hatibû vekirin bû. Di daxuyaniyê de timtik dûrişmeyên mîna “Zext û binçavkirin bêdeng nakin” û “HDP hêvî ye hêvî li ser piya ye” hatin berzkirin. 
 
Di daxuyaniyê de li ser navê beşdaran Semra Yeşîlyûrt axivî û diyar kir ku wê li dijî darbeya sivîl vîna gel û demokrasiye biparêzin û têkoşîn û piştevaniyê li dijî pêkanînên darbeya siyasî bilind bikin û bersiv bidin. 
 
‘EM GEL IN’
 
Piştî Yeşîlyûrt Bulbul jî axivî û diyar kir ku hewl tê dayîn pêşî li HDP’ê bê girtin û ev tişt anîn ziman: “Hewldana girtina HDP’ê girtina Tirkiyeyê ye. Ji sibê ve em ê bi rengên xwe yên kesk, sor û zer li qadan bin. Gelê kurd rastiyeke Tirkiyeyê ye. Li şûna ku ji pirsgirêkan çareserî bibînin HDP’ê digirin.  Kesên ku ji HDP’ê re dibêjin terorîst ew bi xwe terorîst in. Em gel in.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de binçavkirina Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî hat şermezarkirin û hat xwestin ku bê berdan. 
 

Sernavên din

20/03/2021
10:49 Bi deh hezaran kes diherike qada Newroza Stenbolê
10:39 Daxwaza ‘edaletê’ ya Şenyaşaran di roja 12’emîn de ye
10:39 Ji Ciwanên azerî pîrzbahiya rengîn a Newrozê
10:19 Wekîlê SHP'î yê berê: HDP dê bêtir bi hêz bibe
09:42 Her sal Agirê ku Mazlum Dogan pê xistibû geş dike
09:34 Li Mêrdînê operasyona binçavkirinê
09:29 Piştî girtina xwe bi 3 rojan hat angaştkirin ku intihar kiriye
09:26 Li Botanê qadên Newrozê dê bi kincên herêmî bixemilin
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 114'emîn de didome
09:08 Ji bo girtiyê nexweş Îvrendî bang
09:03 Bavê girtiyê ku di greva birçîbûnê de: Heya tecrîd bi dawî nebe pirsgirêk çareser nabe
09:03 Ê gelê Êlihê bi yekdengî strana ‘Ew roj wê bê’ bibêje!
09:03 Bangawazî ji bo Newroza Rihayê: Ê agirê Newrozê veguhere baxçeyê gulan
09:03 Ji Sûltan Nevrûzê ber bi Newroza kurdan...
09:03 Serokê Baroya Mêrsînê: Heger bi rastî jî dilê we û çêkirina qanûneke sivîl hebe...
09:03 11 sal in nehatiye qedandin: Xebatên ji bo çêkirina rêya hawirdorê cardin hatin sekinandin
09:03 Hevseroka Giştî ya OHD'ê: Daxuyaniya dozger qîm nake, divê hevdîtin çêbibe
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2021'Ê
08:08 Serokê Bankaya Navendî ji peywirê hat girtin
08:05 Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya
19/03/2021
22:22 Li Stewrê û Qoserê agirê Newrozê gur kirin
21:50 Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan hat berdan
20:30 Kesê ku Aysel Y.'yê kuştibû hat girtin
20:27 Li Mêrsînê 14 kes hatin binçavkirin
20:23 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:32 Ji bo Newroza Geverê destûr hat dayîn
18:03 'Werin em li ber tîna agirê Newrozê li hev kom bibin'
17:10 Bangên dawî yên tevlîbûna Newrozê
16:57 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê: Bi Koda HES’ê werin Newrozê
16:13 Ji dayikên aşitiyê banga tevlîbûna Newrozê
15:57 Denîz Kaya: Em ê gireva birçîbûnê bi coşa Newrozê bidomînin
15:47 SES’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:46 Rapora Binpêkirina Mafan a ÎHD’a Îzmîrê: Dawî li tecrîdê bînin
15:30 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên Egeyê destûr hat dayîn
15:27 Piştgiriya ji bo HDP'ê mezin dibe: Li dijî darbeya sivîl banga têkoşînê
15:26 Malbatê, Rojnameger Eryîgît li ser gora wî ew bibîr anî
14:16 Rêxistinên civakî yên sivîl bang kirin: Divê daxwaza girtina HDP'ê were redkirin
14:13 Doza 10’ê Cotmehê: Ji bilî hevjînê xwe kesek din nas nekir!
13:47 Di sala destpêkê ya pandemiyê de 816 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:37 Fîdan jî tevlî hevdîtina Zarîf û Çavûşoglû bû
13:22 Başaran: HDP hevgirtina mîrateya jinan e
13:08 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bang li CPT dikin ku tavilê bi erka xwe rabe
13:01 Tifaqa Kurdistanî: Li dijî girtina HDP’ê biherikin qadên Newrozê
12:53 Parastvanên mafên mirovan piştgirî dan Gergerlîoglû
12:31 Kujerê Gulbahar Asabayê qetil kir hat girtin
12:31 Îmamoglû: Vekirina doza girtina HDP’ê li dijî demokrasiyê ye
12:30 KESK’ê serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
12:09 Ferît Şenyaşar: Bila dozger peywira xwe bi cih bîne
12:05 Hevdîtina parêzeran a bi Turkdogan re hat qedexekirin
12:04 3 partiyên li Başûr ji bo HDP’ê bang kirin
11:57 Ji gelan banga Newrozê: Em bi hev re xwe bi ser agirê Newrozê re biavêjin
11:44 ÎHD û TÎHV: Divê Turkdogan demildest were berdan
11:43 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
11:27 Amed ji Newrozê re amede ye: Em ê bersiv bidin AKP'ê
11:27 Wê li qada Newrozê daxwazên xwe biqîrîn
11:17 Hejmara 12’an a kovara Psychology Kurdî derket
10:53 Serokê AYM’ê ji bo HDP’ê raportor peywirdar kir
10:44 Li Stenbolê rêveberên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin
10:37 Keça Serhildêr a Agiriyê: Sema Yuce
10:35 Erbaş: Li Îmraliyê tu tiştek ne tesadufî ye
10:22 Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf tê Tirkiyeyê
09:14 Leyla Guven piştgirî da kampanya ziman
09:13 Ji bo Newroza Îskenderûnê destûr hat dayîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 113'emîn de didome
09:00 Sîxurtiyê li endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ferz dikin
09:00 'Em bi ruhê Zekiyeyan li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin'
09:00 Dengê kuçeyê: Girtina partiyê derbe ye
09:00 Li gorî MEB'ê zimanê Amedê tirkiya Bakuyê ye!
09:00 Rewşa girtiyê nexweş ê 70 salî giran dibe
09:00 Behsa Newrozên li girtîgehan kir
09:00 Karkerên KHK'î bi ser ketin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2021'AN
08:49 Li Wanê jinek hat qetilkirin
08:22 Li Edeneyê operasyona binçavkirinê
08:19 Polîsan Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan binçav kir
18/03/2021
22:26 Li Mêrdînê ciwanan Newroz pîroz kir
21:50 Îro 20 hezar û 49 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:59 Ji Ewropayê bertek: Girtina HDP’ê gava dawî ya diçe dîktatoriyê ye
16:38 Paşînyan biryara hilbijartinê pêşwaxt da
16:30 ÎHD: Di 2020'an de tundî li 1075 jinan hat kirin
16:07 Hevserokên HDP'ê: Hewldana girtina partiya me encama tecrîdê ye
15:58 Baskin Oran serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
15:29 Odeya Bijîşkên Amedê rapora Kovîd-19’ê ya çile û sibatê eşkere kir
15:26 Parêzer: Em îro li Gebzeyê hatin kuştin
14:51 Îdeanameya girtina HDP'ê ji qeydên UYAP'ê pêk tên
14:40 Li Botanê xebatên Newrozê didomin
14:36 Bertekên li dijî doza girtina HDP’ê: Em ê li qadên Newrozê bersiva wan bidin
13:57 Wekîlê AKP’ê yê berê: Girtina partiya kurdan ne çareserî ye
13:40 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: HDP ramanê mîlyonan e
13:40 Ji bo Îzmîr, Bûrsa, Kocaelî û Çanakkaleyê destûra Newrozê hat dayîn
13:20 Li Şirnexê starta Newrozê li ser banê avahiya HDP’ê hat dayîn
13:04 Derbarê 687 HDP’iyan de qedexeya siyasî bo 5 salan hat xwestin
13:03 Ji bo Newrozê li Qada Gundogdu pîroz bikin destûr derket
12:42 Malbat û parêzerên Ocalan xwestin biçin Îmraliyê
12:41 Ji HDP’ê bi bîr xistina Kavakçi
12:26 Ji bo Newroza Tekîrdagê banga tevlibûnê
12:22 Şenoglu: Li dijî tecrîdê dakevin qadan
12:04 Kiliçdaroglû: Divê em dest ji girtina partiyan berdin
12:03 Rojnameger Arîf Aslan beraet kirin