Bangên dawî yên tevlîbûna Newrozê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li aliyekê, xebatên komîteyên amadekar ên ji bo pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin û li aliyê din jî HDP'î bajar bi bajar digerin û ji bo tevlîbûna Newrozê bang li gel dikin. 

 
Ji bo xebatên pîrozbahiyên Newroza bi şîara "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin" a îsal ber bi dawî ve diçe. Li aliyekê xebatên komîteyên amadekar ên bajaran dewam dikin û li aliyê din jî, HDP'î bajar bi bajar digerin û ji bo tevlîbûna Newrozê bang li gel dikin. HDP'iyên gel vexwendin qadên Newrozê, gotin ku ew ê li dijî kedxwar û emparyalîzman têkoşîna xwe bilind bikin.  
 
ÇEWLÎG
 
Komîteya Amadekar a Newroza Çewlîgê, diyar kir ku hemû amadekariyên wan ên Newrozê ya di 20’ê Adarê de, roja Şemiyê bê pîrozkirin, bi dawî bûn. Komîteyê, banga tevlîbûna pîrozbahiyên Newrozê kir û xwest her kes li dora HDP’ê bibin xelek.
 
Parlamenterê HDP’ê yê Çewlîgê Erdal Aydemîr û endamê MYK’a HDP’ê Velî Saçilik jî di nav de rêveber û endamên partiyê wê îro li gelek cihan belavok belav kirin û gel dawetî Newrozê kirin. Cejna Newrozê wê li Cadeya Hastane ya Taxa Sarayê bê pîrozkirin. Parlamenterên HDP’ê Huda Kaya û Erdal Aydemîr wê beşdarî Newrozê bibin. Hunermend Pinar Aydinlar û Azad Bedran wê derkevin ser dikê.
 
AGIRΠ
 
Amadekariyên Cejna Newrozê ya di 21’ê Adarê de, li navenda Agiriyê bê pîrozkirin, dewam dikin. Ji bo pîrozbahiya ku siyasetmedarê Kurd Sirri Sakik beşdar bibe, îro jî li gelek cihan welatî ji bo Newrozê hatin vexwendin. Endamên partiyê yên Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî di nav de, Borsaya Heywanan û Bazara Semta Sergirtî ziyaret kirin. Di hevdîtina dîmenên bi rengîn derketin holê de, HDP’î û welatiyan demek dirêj guvend gerandin. 
 
BAZÎD 
 
Li Bazîdê jî, amadekariyên Newroza di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin dewam dikin. Li navenda bajêr, wesayîta anonsê geriya û banga tevlîbûna Newrozê li welatiyan kir. Di heman demê de parlamentere HDP’ê Abdullah Koç û endamên partiyê li nava bajêr geriyan û belavokên Newrozê belav kirin. 
 
GIRESÛN  
 
Nûnertiya HDP’ê ya Bajarê Giresûnê jî, li Nûnertiya Espiye ya Sendîkayên Hemû Kedkaran civîna çapemeniyê li dar xistin. Bi salonê ve pankartên “Newroz pîroz be” û “Newroz pira aştî, azadî û pêşerojêyê” hatin kirin. Endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û HDP’ê beşdarî civînê bûn. Nûnerê HDP’ê yê Giresûnê Hûlûsî Bîlgîn, di civînê de axivî û got: “Newroz rêya aştî û azadiya gelane. Newroz li dijî kedxwar û emparyalîzman navê têkoşînê ye. Di van rojên pîroz de, ji bo girtina partiya me îdianeme amadekirine. Ji sala 2015’an ve, ev pêvajoya darbeyê ya li dijî partiya me dewam dike. Dixwazin bi girtina HDP’ê li welat misqaleke demokrasiyê jî nehêlin. Emê tu carî van polîtîkayên darbekar û tuneker qebûl nekin.”
 
ŞIRNEX
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li herêma Botanê xebatên xwe yên Newrozê didomîne. Di çarçoveya van xebatan de Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, endam û rêveberên partiyê yên Şirnexê li navçeyên Hezex û Silopiyê serdana esnafan kirin. Îmîr û koma pê re destpêkê serdana navçeya Hezexê kirin û pişt re jî derbasî navçeya Silopiyayê bûn. Li her dû navçeyan jî Îmîr bi kincên herêmî esnaf ziyaret kirin û Newroza wan pîroz kir û ew vexwendin pîrozbahiyên Newrozê.
 
MÊRDÎN
 
Piştî ku destûra pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Qoser û Nisêbînê hat dayîn, rêxistina HDP’ê ji bo gel dawetî Newrozê bike, belavok belav kir û bi wesayita anonsê gel vexwend pîrozbahiyên Newrozê.
 
Bi dirûşma “Em bi Agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser bikevin” wê di 21’ê Adarê de li Navçeyên Nisêbên û Qoserê yên Mêrdînê, Newrozê bê pîrozkirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo gel dawetî pîrozbahiyê bikin li navçeyan belavok belav kirin. Îro jî li Nisêbîn û navçeyên din ên bajêr HDP’ê serdana esnafan û atolyeyan kirin. Rêxistina HDP’ê ya navçe û bajêr, parlamenterên HDP’ê Pero Dundar û Ebru Gunay beşdarî xebatan bûn.
 
EDENE 
 
Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê, ji bo tevlîbûna pîrozbahiya Newrozê ya li Bazara Semtê bê pîrozkirin, belavok belav kirin. Endamên partiyê dirûşmeya "Newroz Pîroz be" berz kirin û gel vexwendin qada Newrozê. Newroz, di 21'ê Adarê de, roja Yekşemê wê li Şanayona Servekirî a Mîmar Sînanê bê pîrozkirin.
 
ÎDIR
 
Li Îdirê jî, ji bo Newroza sibe li qada Aniti ya Kiliçlar bê lidarxistin, belavok hatin belavkirin. Parlamenterê HDP'ê Habîp Eksîk jî di nav de gelek endam û rêveberên partiyê, li cadeyên Cumhuriyetê, Riza Yalçin, Dortyol û Îrfan, Bazara Rûs û gundan belavok belav kirin û gel vexwendin Newrozê. Eksîk ê HDP'î di gera xwe de bal kişand ser êrişên li dijî HDP'ê û da zanîn divê ew li dijî hemû zextan dakevin qadên Newrozê.

Sernavên din

20/03/2021
10:49 Bi deh hezaran kes diherike qada Newroza Stenbolê
10:39 Daxwaza ‘edaletê’ ya Şenyaşaran di roja 12’emîn de ye
10:39 Ji Ciwanên azerî pîrzbahiya rengîn a Newrozê
10:19 Wekîlê SHP'î yê berê: HDP dê bêtir bi hêz bibe
09:42 Her sal Agirê ku Mazlum Dogan pê xistibû geş dike
09:34 Li Mêrdînê operasyona binçavkirinê
09:29 Piştî girtina xwe bi 3 rojan hat angaştkirin ku intihar kiriye
09:26 Li Botanê qadên Newrozê dê bi kincên herêmî bixemilin
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 114'emîn de didome
09:08 Ji bo girtiyê nexweş Îvrendî bang
09:03 Bavê girtiyê ku di greva birçîbûnê de: Heya tecrîd bi dawî nebe pirsgirêk çareser nabe
09:03 Ê gelê Êlihê bi yekdengî strana ‘Ew roj wê bê’ bibêje!
09:03 Bangawazî ji bo Newroza Rihayê: Ê agirê Newrozê veguhere baxçeyê gulan
09:03 Ji Sûltan Nevrûzê ber bi Newroza kurdan...
09:03 Serokê Baroya Mêrsînê: Heger bi rastî jî dilê we û çêkirina qanûneke sivîl hebe...
09:03 11 sal in nehatiye qedandin: Xebatên ji bo çêkirina rêya hawirdorê cardin hatin sekinandin
09:03 Hevseroka Giştî ya OHD'ê: Daxuyaniya dozger qîm nake, divê hevdîtin çêbibe
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2021'Ê
08:08 Serokê Bankaya Navendî ji peywirê hat girtin
08:05 Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya
19/03/2021
22:22 Li Stewrê û Qoserê agirê Newrozê gur kirin
21:50 Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan hat berdan
20:30 Kesê ku Aysel Y.'yê kuştibû hat girtin
20:27 Li Mêrsînê 14 kes hatin binçavkirin
20:23 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:32 Ji bo Newroza Geverê destûr hat dayîn
18:03 'Werin em li ber tîna agirê Newrozê li hev kom bibin'
17:10 Bangên dawî yên tevlîbûna Newrozê
16:57 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê: Bi Koda HES’ê werin Newrozê
16:13 Ji dayikên aşitiyê banga tevlîbûna Newrozê
15:57 Denîz Kaya: Em ê gireva birçîbûnê bi coşa Newrozê bidomînin
15:47 SES’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:46 Rapora Binpêkirina Mafan a ÎHD’a Îzmîrê: Dawî li tecrîdê bînin
15:30 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên Egeyê destûr hat dayîn
15:27 Piştgiriya ji bo HDP'ê mezin dibe: Li dijî darbeya sivîl banga têkoşînê
15:26 Malbatê, Rojnameger Eryîgît li ser gora wî ew bibîr anî
14:16 Rêxistinên civakî yên sivîl bang kirin: Divê daxwaza girtina HDP'ê were redkirin
14:13 Doza 10’ê Cotmehê: Ji bilî hevjînê xwe kesek din nas nekir!
13:47 Di sala destpêkê ya pandemiyê de 816 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:37 Fîdan jî tevlî hevdîtina Zarîf û Çavûşoglû bû
13:22 Başaran: HDP hevgirtina mîrateya jinan e
13:08 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bang li CPT dikin ku tavilê bi erka xwe rabe
13:01 Tifaqa Kurdistanî: Li dijî girtina HDP’ê biherikin qadên Newrozê
12:53 Parastvanên mafên mirovan piştgirî dan Gergerlîoglû
12:31 Kujerê Gulbahar Asabayê qetil kir hat girtin
12:31 Îmamoglû: Vekirina doza girtina HDP’ê li dijî demokrasiyê ye
12:30 KESK’ê serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
12:09 Ferît Şenyaşar: Bila dozger peywira xwe bi cih bîne
12:05 Hevdîtina parêzeran a bi Turkdogan re hat qedexekirin
12:04 3 partiyên li Başûr ji bo HDP’ê bang kirin
11:57 Ji gelan banga Newrozê: Em bi hev re xwe bi ser agirê Newrozê re biavêjin
11:44 ÎHD û TÎHV: Divê Turkdogan demildest were berdan
11:43 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
11:27 Amed ji Newrozê re amede ye: Em ê bersiv bidin AKP'ê
11:27 Wê li qada Newrozê daxwazên xwe biqîrîn
11:17 Hejmara 12’an a kovara Psychology Kurdî derket
10:53 Serokê AYM’ê ji bo HDP’ê raportor peywirdar kir
10:44 Li Stenbolê rêveberên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin
10:37 Keça Serhildêr a Agiriyê: Sema Yuce
10:35 Erbaş: Li Îmraliyê tu tiştek ne tesadufî ye
10:22 Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf tê Tirkiyeyê
09:14 Leyla Guven piştgirî da kampanya ziman
09:13 Ji bo Newroza Îskenderûnê destûr hat dayîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 113'emîn de didome
09:00 Sîxurtiyê li endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ferz dikin
09:00 'Em bi ruhê Zekiyeyan li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin'
09:00 Dengê kuçeyê: Girtina partiyê derbe ye
09:00 Li gorî MEB'ê zimanê Amedê tirkiya Bakuyê ye!
09:00 Rewşa girtiyê nexweş ê 70 salî giran dibe
09:00 Behsa Newrozên li girtîgehan kir
09:00 Karkerên KHK'î bi ser ketin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2021'AN
08:49 Li Wanê jinek hat qetilkirin
08:22 Li Edeneyê operasyona binçavkirinê
08:19 Polîsan Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan binçav kir
18/03/2021
22:26 Li Mêrdînê ciwanan Newroz pîroz kir
21:50 Îro 20 hezar û 49 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:59 Ji Ewropayê bertek: Girtina HDP’ê gava dawî ya diçe dîktatoriyê ye
16:38 Paşînyan biryara hilbijartinê pêşwaxt da
16:30 ÎHD: Di 2020'an de tundî li 1075 jinan hat kirin
16:07 Hevserokên HDP'ê: Hewldana girtina partiya me encama tecrîdê ye
15:58 Baskin Oran serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
15:29 Odeya Bijîşkên Amedê rapora Kovîd-19’ê ya çile û sibatê eşkere kir
15:26 Parêzer: Em îro li Gebzeyê hatin kuştin
14:51 Îdeanameya girtina HDP'ê ji qeydên UYAP'ê pêk tên
14:40 Li Botanê xebatên Newrozê didomin
14:36 Bertekên li dijî doza girtina HDP’ê: Em ê li qadên Newrozê bersiva wan bidin
13:57 Wekîlê AKP’ê yê berê: Girtina partiya kurdan ne çareserî ye
13:40 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: HDP ramanê mîlyonan e
13:40 Ji bo Îzmîr, Bûrsa, Kocaelî û Çanakkaleyê destûra Newrozê hat dayîn
13:20 Li Şirnexê starta Newrozê li ser banê avahiya HDP’ê hat dayîn
13:04 Derbarê 687 HDP’iyan de qedexeya siyasî bo 5 salan hat xwestin
13:03 Ji bo Newrozê li Qada Gundogdu pîroz bikin destûr derket
12:42 Malbat û parêzerên Ocalan xwestin biçin Îmraliyê
12:41 Ji HDP’ê bi bîr xistina Kavakçi
12:26 Ji bo Newroza Tekîrdagê banga tevlibûnê
12:22 Şenoglu: Li dijî tecrîdê dakevin qadan
12:04 Kiliçdaroglû: Divê em dest ji girtina partiyan berdin
12:03 Rojnameger Arîf Aslan beraet kirin