ENQERE – Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku ji ber xebatên xwe yên di çarçoveya parastina mafê mirovan de hatiye binçavkirin û got ku wê têkoşîna xwe bidomîne.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), li navenda xwe ya giştî têkildarî binçavkirina Hevserokê xwe yê Giştî Ozturk Turkdogan a di 19’ê adarê de civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Turkdogan, têkildarî binçavkirina xwe axivî û diyar kir ku ji ber lêpirsîneke ku di bihara 2019’an de derbarê wî de hatiye destpêkirin hatiye binçavkirin û ji ber vê matmayî nemaye.
Turkdogan, destnîşan kir ku sûcê wî parastina mafê mirovan e û wiha got: “Ev hemû tiştên pêk tên nîşan didin ku Tirkiye ji bo kesên ku têkoşîna mafê mirovan û demokrasiyê didin bûye girtîgeha girtî û vekirî.