Parêzerê Dozgîn Temo: Darizandinek adilane pêk nehat

img
RIHA - Dadgeha Rihayê cezayê heta hetayê yê zindanê li Dozgîn Temo birîbû. Parêzerê Temo, Hidayet Enmek got: “Li welatek bi zimanê wan nizane cezayek giran lê hat birîn. Divê civak ji bo vê hestiyar be.” 
 
Tirkiyê û hêzên xwe paramîlîter di bin navê Artêşa Millî ya Sûriyê de di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiribûn. Di dema êrişan de li gundê Mişrefa girêdayî Eyn Îsa Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) dîl hatibû girtin û wî anîbûn Rihayê. Ev nêzî du sal bû Temo dihat darizandin û du roj berê bi îdiaya “Xerakirina yekîtî û tevahiya welat û dewletê” cezayê girankirî yê heta hetayê yê zindanê lê hat birîn. Her wiha bi îdiaya “kes kuştiye” jî 10 sal û 10 meh cezayê zindanê lê hat birîn.
 
Temo dema tê binçavkirin bi wan dîmenên wê yê îşkence lê hatibû kirin û sosret di bîra mirovan de maye. Parêzerê Temo, Hidayet Enmek, birîna cezayê li miwekîla xwe nirxand. 
 
GIRTINA WÊ LI DIJÎ YASAYÊ YE 
 
Enmek anî ziman ku miwekîla wî Temo ji Reqayê ye û Temo ne ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatiye girtin. Enmek got di girtekên dosyeya doza Temo de agahiyên ku ew ji aliyê hêzên SMO ve hatiye girtin hene û got: “Ev endamên SMO’yê kî ne? Agahiyên nasnameya wan heye? Naxêr nîne. Binçavkirinek û girtinek li gorî dosyeyê nîne. Girtina wê li dijî yasayê ye. Darizandina miwekîla min ne birêkûpêk hat kirin. Divê li gorî xalên yasayê were zanîn ku kî binçavkirinê pêk tîne. Lê ev li dosyeyê nehatiye barkirin. Nayê zanîn. Lewma em dibêjin li dijî yasayê ye.”
 
‘NE HIQÛQÎ YE’ 
 
Enmek destnîşan kir ku lêpirsîna wê veguherî îdianameyê wek “seqetiya hiqûqê ye” pênase kir û wiha got: “Bi awayek seqet li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê veguherî dozê. Di pêvajoya darizandinê de me hin daxwaz kirin lê bes daxwazên me bi cih nehatin. Miwekîla min Dozgîn Temo di beyanên xwe de wiah dibêje ‘Endamên SMO’yê min binçav kirin. Beriya werim binçavkirin di destê min de sîleh nebû. Li ser min cilên leşkerî nebûn. Pişt re wan cilan li min kirin. Bi darê zorê li min kirin. Piştî min dîl girtin jî du gule berî ranê minî rastê dan.” 
 
‘DIVÊ KESÊ WÊ BIRÎDNAR KIRINE WERIN DARIZANDIN’ 
 
Enmek anî ziman ku di dosyeyê de girtekek ku têkildarî şer qewimiye nîne û wiha got: “Dema em li vê yekê dinêrin jî eşkere dibe ku miwekîla min ji aliyê SMO’yê ve bi awayek dijhiqûqî û neheq hatiye binçavkirin û pişt re wê birîndar dikin. A rast divê kesên miwekîla min birîndar kirine werin darizandin, lê miwekîla min tê darizandin. Di dosyeyê de ne şahidek heye ne jî xwedîgiravî sîleh dema binçavkirinê destserkir kirine heye. Her wiha li ser destê miwekîla min rastî şopa sîlehê an barûtê nehatiye. Agahiyek ku arasteyî Qanûna Cezayê Tirk a 302’yan bike jî nîne.” 
 
WÊ DOZÊ BIBE DMME’YÊ 
 
Enmek destnîşan kir ku ji ber ku Qanûna Cezayê Dadgehê û Qanûna Cezayê Tirk darizandinek guncaw nehatiye kirin û heke ew ji yasa û hiqûqa li Tirkiyê encamek negire wê doza miwekîla xwe Temo bibe Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME). 
 
‘BI SEDAN KESÊN MÎNA TEMO DI ZINDANAN DE NE’ 
 
Enmek destnîşan kir ku kesên di rewşa miwekîla wî de gelek kes li girtîgehên Tirkiyê hene û wiha got: “Piştî destwerdana 9’ê Cotmehê bi sedan kesên anîne Tirkiyê di girtîgehan de ne. Em bi biryar in ku bi her awayê hiqûqê vê li ser vê dosyeyê rawestin. Em her kêliya pêvajoya hiqûqî bişopînin. Ne diyar e ku ji aliyê kî ve hatiye binçavkirin û bi zimanê vî welatî nizane jî lê dîsa jî bi darizandinek mezin re rûbirû ma û cezayek giran lê hat birîn. Divê civak li hember cezayên wiha û darizandinên wiha hestiyar tevbigere.  Ev însan qet bi tirkî nizanin. Tu çalakiyek wê li dijî welatê lê hatiye darizandin nîne û li gel vê jî tên girtin û cezakirin. Nahêlin malbatên wan werin wan bibînin û ev jî ne mirovî ye û divê dawî li vê rewşê were.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

26/03/2021
12:56 Di binçavan de îşkenceya bi ceyran û gefa bi wêneyê tazî
12:07 Di doza Hrant Dînk de biryar hat eşkerekirin
11:51 HDP ‘Nexşerêyê’ amade dike: Mînakên DEP û SHP’ê tên lêkolînkirin
11:20 Di doza Ozkahramanên hatibûn kuştin de 2 kes hatin berdan
11:08 Rêberê PKK’ê Ocalan: Dewlet şaşîtiyê dike, dixwazim parêzerên min werin vir
10:56 Alimên olî: Em li dijî zilmê li ber xwe bidin
10:40 Girtiyê hat berdan: Pêdiviya girtiyên ji Efrînê bi parêzeran heye
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 120'emîn de didome
09:15 Xwişkên Aktaş ê li Îmraliyê: Divê em bi lez biçin Îmraliyê
09:12 Di kontrola eskeran de darên Oleka Jor tên birîn
Wezaret: Em daristanê teze dikin
09:01 'Ê ku partiyan vedike gel e û yê ku bigire jî gel e'
09:01 ‘Ji têkoşîna jinan ditirsin'
09:01 Midûrê qeyûm milyon û 178 hezar TL çirpandiye
09:01 Şewba Covît-19 li Antalyayê belav dibe
09:01 Bijîşk: Dilê te wekî bombeyeke bisaet e
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2021'AN
25/03/2021
23:21 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:54 Hat îdiakirin ku li Cizîrê jina 26 salî hewl daye xwe bikuje
19:12 Danişîna doza Dayikên Şemiyê: Biryara qedexekirinê dijî hiqûqê ye, bila polîs bên darizandin
18:06 Mehmet Ocalan: Hevdîtin hat sabotekirin, fikarên me zêde bûn
17:15 Zarokê li Newrozê hatibû binçavkirin hat berdan
17:14 Polîsan dîsa mudaxileyî xwendekarên Bogazîçiyê kirin
17:13 Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî: Telefon di nîvî de qût bû
17:03 Eskeran bi ser gund de girt: Çima we Newrozê pîroz kir?
16:22 Rêxistinên kedê banga piştevaniya meşa KESK’ê kirin
16:21 Başaran: Ne jin, AKP û MHP ji Peymanê vekişiyaye
16:20 HDP’ê giliyê dozger û polisan kir
16:10 Jinên êlihî piştgirî dan Emîne Şenyaşar
16:08 Dayikên Şemiyê: Kes nikare lêgerîna heqîqetê ya bi salan bidarizîne
15:54 Li Şengalê daxuyaniya hevpar: Em ê li ber xwe bidin
15:02 Dadgehê li Êlihê ji 12 kesan 4 kes girtin
15:01 Cenazeyê jinekê li zeviyê hat dîtin
14:51 Polîsan Emîne û Ferît Şenyaşar binçav kirin
14:40 KCD û DBP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Daxwaza we daxwaza me ye
14:39 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li girtiyan xistin
14:29 Serokê dadgehê: Vala neaxive, em fam nakin
14:28 Wê tazmînatê bidin rêveberên HDP’ê
14:03 340 rêxistinên jinan bang li Konseya Ewropayê kirin
13:43 Zanyar ê oldar: Divê musilman li dijî pêkanînên dijmirovî derkevin
13:34 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:31 Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:24 Bûldan: Edalet ruh û cewhera Îslamê ye
13:20 Kesên Newroz pîroz kirin bi 'endamtiya rêxistinê' sûcdar kirin
12:48 Karkerê ji înşeat ket û jiyana xwe ji dest da hat definkirin
12:46 ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Behra Reş berdewam dike
12:35 ‘Ji ber ku di nava bûyerê de parlamenter heye dozê venakin’
12:25 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
12:24 Lêpirsîn li 200 girtiyên ‘kantîn şermezar kiribûn’ vekirin
12:14 Jina îşkenceya sîstematîk lê tê kirin: Ez naxwazim bimirim
11:38 Parêzerê Ocalan Sarica: Divê em Ocalan bibînin
11:37 Parêzerê Dozgîn Temo: Darizandinek adilane pêk nehat
10:56 Li Enqereyê hevdîtina ‘Heq, Edalet û Wijdanê’
10:05 HDP’ê Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê ziyaret kir
09:55 Peymana Stenbolê zilaman jî eleqeder dike
09:51 Malbatên zarokên wan pêl mayînê kirin: Em nizanin çawa jiyana xwe ji dest dane
09:17 Dixwazin girtî bikin sîxûr
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 119'emîn de didome
09:12 Êzidî: Çima rejîma Iraqê berê xwe nade rêxistinên çekdar ên din?
09:11 'Betalkirina Peymana Stenbolê devjêberdana ji maf û azadiyan e'
09:09 Malbata Mûrat Kaya serî li AYM'ê da
09:09 'Me li kuçeyan bi dest xist, em ê li kuçeyan jî biparêzin'
09:08 10 sal in li birayê xwe yê ku gotine 'miriye' digere
09:08 Li girtiyên hatin sewqkirin cezayê hucreyê birîn
09:07 Bi gefan û darê zorê jina 80 salî birin ber avahiya HDP'ê
09:06 Li girtîgehê gore jî qedexe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2021'AN
24/03/2021
19:42 146 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Yildiz ê AKP’î ku destê wî di kuştina Şenyaşaran de heye dîsa ket rêveberiya AKP’ê
16:29 Lêkolîna ewilî a vekirina doza girtinê HDP’ê di 31’ê adarê de ye
15:49 Li Edeneyê 6 kes hatin berdan
15:43 Ji bo şertên qarantînayê yên girtîgehê bangî saziyên elqedar kir
15:32 ÎHD’a Amedê: Em li cem Dayikên Şemiyê ne
15:27 ‘Qeyûm şaredarî veguherandiye qadên rantê’
15:02 Şandeya TJA’yê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:48 Li gundê Oleka Jor cerdevan daran birin
14:40 Rêya Rûbarokê ji ber lehiyê hat girtin
14:28 KCD, DBP, TJA û HDP: Bi milyonan kes azadiya Ocalan xwestin
14:06 Bi çalakiya rûniştînê bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê
14:06 Ji hevşaredarê Gêlê re 15 sal ceza hat xwestin
13:38 Ji Yuksekdag peyama Peymana Stenbolê
13:34 Serdanên piştevaniya ji bo Gergerlîoglû didomin
13:32 Meşa KESK’ê dest pê kir
12:54 Doza rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
12:33 Malbata Îzol malbata Şenyaşar ziyaret kir
12:16 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Li gorî wezîr sedema tûndiyê alqol e!
11:20 Gergerlîoglu: Ez teslîm nabim
10:26 Ji HDP’ê hevdîtina ‘Heq, edalet û wijdan’
09:52 Kerengên Qerejdaxê li ser dezgehan in
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118'emîn de didome
09:00 Nivîskarê 27 sal in girtî ye bi penceşêrê ket
09:00 Şenoglû: Di Newrozê de gel, hêza çareseriyê ya Ocalan nîşan da
09:00 Rewşa girtiyê nexweşiya FMF pêre heye giran dibe
09:00 Kesên karsaz kirin hedef, girêdayî Ocakên AK’ê ne
09:00 ‘Rêya aştiyê di rakirina tecrîdê de derbas dibe’
09:00 Welatî ji pêşerojê bi fikar in
09:00 ‘Jinan li Newrozê qîr kirin ku dest ji jiyanê bernadin’
09:00 ‘Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin’
09:00 Ji bo biçe ber avahiya HDP’ê polîs 4 caran lê geriyan e
09:00 Ji jinên dikan vekirin pêşniyar: Aboriya xwe pêş bixin