'Ê ku partiyan vedike gel e û yê ku bigire jî gel e'

img

WAN - Nûnerên partiyên siyasî bal kişandin ser îdianameya derbarê girtina HDP'ê de û gotin: "Ê ku partiyan vedike gel e û yê ku bigire jî gel e."

Bertek û nerazîbûnên li dijî îdianameya derbarê girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de didomin. Nûnerên partiyên siyasî yên li Wanê derbarê doza navbirî de destnîşan kirin ku ya hatiye kirin ji bo siyaseta welêt cihê şermê ye. 
 
PÎA: GAVA BÊALTERNATÎFHIŞTINÊ
 
Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, destnîşan kir ku siyaseta welêt di nav krîzekê de ye û doza navbirî jî ne dozeke hiqûqî ye. Kamaç ku got "Ev doz, doza dîskalîfiyekirina HDP'ê ye ku îqtidarê nikaribûye wê di hilbijartinê de têk bişikîne û teslîm bigire" destnîşan kir ku li welatên demokratîk girtina partiyan tune ye. Kamaç got: "Bergeha vê gavê dorfireh e. Eynî wekî partiyên Kurdistanê ku nahêlin bên vekirin. Yek ji vana jî PÎA ye. Partiyên ku navê Kurdistanê di wan de heye, tê xwestin bên girtin. Mînaka dawî jî HDP ye. Armanca van dozan ew e ku siyaseta kurd bê alternatîf bihêlin û bêçare bikin." 
 
Kamaç, bal kişand ser navên di îdianameyê de jî ku tê xwestin qedexeya siyasetê deynin ber wan. Kamaç, diyar kir ku di îdianameyê de navê siyasetmedarên jiyana xwe ji dest dane yên wekî Dengîr Mîr Mehmet Firat û Îbrahîm Ayhan jî heye. Kamaç, anî ziman ku di nav vê lîsteyê de ji PÎA'yê Menîce Gulmez û Ahmet Kaya jî hene ku her du jî ne endamên HDP'ê ne û got: "A rast ev jî nîşan dide ku bê meseleyeke çi qasî siyasî ye." 
 
GELECEK: Ê 6 MILYON LI MALÊ RÛNENÊ 
 
Serokê Partiya Gelecekê yê Wanê Abdulhekîm Karabiyik jî diyar kir ku ewilî AKP'ê girtina HDP'ê xistiye rojevê û israra wê ya di vî warî de jî ji ber MHP'ê ye û got: "Ê ku di warê girtina partiyan de herî zêde êş kişandiye AKP û Erdogan e. Berê gava di Partiya Saadetê de bû partiya wî hat girtin. Paşê di dema Partiya Refahê de jî partiya wî hat girtin. Herî zêde Serokomar Erdogan dizane ku girtina partiyan ê bibe sedema texrîbateke çawa û pirsgirêkeke civakî ya çawa. Lewma em li dijî girtina partiyan e. Heger HDP bê girtin, ê 6 milyon mirov li malê rûnenên. Ê navê partiyê biguhere û dê ew mirov bi navekî din vîna xwe bidin der. Girtina partiyan ne çare ye." 
 
CHP: EM HEMÛ BERPIRSIYAR IN 
 
Serokê CHP'ê yê Wanê Mehmet Kûrûkçû jî got: "Roj ne roja cihêkarî û şer e. Roj roja ji nû ve avakirina serbixwebûna aboriya welêt e. Dibe ku fikrên me yên siyasî û baweriyên me cuda bin, lê di warê serbixwebûna welêt de berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî. Lewma girtina partiyeke ku 6 milyon kesî dengê xwe dayê ne rast e." 
 
SAADET: CIHÊ ŞERMÊ YE 
 
Serokê Partiya Saadetê yê Wanê Ozay Îlhan jî partiyên ku berê hatine girtin bibîr xistin û diyar kir ku AKP, pişt girtina partiyan hatiye avakirin û got: "Wê rojê gotin 'em ê li welat girtina partiyan û cihêkariyê ji holê rakin.' Bi vî awayî bûn îqtdar. Li herêma me jî rayeke baş girtin. Lê di salên dawî de welêt xistine nav rewşeke wisa ku çavê wan lê ye bi tunekirina hemû muxalifan îqtidara xwe bidomînin." 
 
Îlhan, destnîşan kir ku girtina HDP'ê dê nebe çare û bê girtin jî dê li şûna wê yeke din bê avakirin. Îlhan got: "Heger partiyek bê girtin, divê gel li ser sindoqê wê bigire. Berê di qada siyasetê de Partiya Anavatanê hebû, lê niha tune ye. Yanî ê ku partiyan vedike gel e û yê ku bigire jî gel e. Di sedsala 21'emîn de hîn jî girtina partiyan tê nîqaşkirin. Ev ji bo Tirkiyeyê cihê şermê ye." 
 
MA / Ozlem Yayan - Bariş Donmez

Sernavên din

26/03/2021
12:56 Di binçavan de îşkenceya bi ceyran û gefa bi wêneyê tazî
12:07 Di doza Hrant Dînk de biryar hat eşkerekirin
11:51 HDP ‘Nexşerêyê’ amade dike: Mînakên DEP û SHP’ê tên lêkolînkirin
11:20 Di doza Ozkahramanên hatibûn kuştin de 2 kes hatin berdan
11:08 Rêberê PKK’ê Ocalan: Dewlet şaşîtiyê dike, dixwazim parêzerên min werin vir
10:56 Alimên olî: Em li dijî zilmê li ber xwe bidin
10:40 Girtiyê hat berdan: Pêdiviya girtiyên ji Efrînê bi parêzeran heye
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 120'emîn de didome
09:15 Xwişkên Aktaş ê li Îmraliyê: Divê em bi lez biçin Îmraliyê
09:12 Di kontrola eskeran de darên Oleka Jor tên birîn
Wezaret: Em daristanê teze dikin
09:01 'Ê ku partiyan vedike gel e û yê ku bigire jî gel e'
09:01 ‘Ji têkoşîna jinan ditirsin'
09:01 Midûrê qeyûm milyon û 178 hezar TL çirpandiye
09:01 Şewba Covît-19 li Antalyayê belav dibe
09:01 Bijîşk: Dilê te wekî bombeyeke bisaet e
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2021'AN
25/03/2021
23:21 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:54 Hat îdiakirin ku li Cizîrê jina 26 salî hewl daye xwe bikuje
19:12 Danişîna doza Dayikên Şemiyê: Biryara qedexekirinê dijî hiqûqê ye, bila polîs bên darizandin
18:06 Mehmet Ocalan: Hevdîtin hat sabotekirin, fikarên me zêde bûn
17:15 Zarokê li Newrozê hatibû binçavkirin hat berdan
17:14 Polîsan dîsa mudaxileyî xwendekarên Bogazîçiyê kirin
17:13 Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî: Telefon di nîvî de qût bû
17:03 Eskeran bi ser gund de girt: Çima we Newrozê pîroz kir?
16:22 Rêxistinên kedê banga piştevaniya meşa KESK’ê kirin
16:21 Başaran: Ne jin, AKP û MHP ji Peymanê vekişiyaye
16:20 HDP’ê giliyê dozger û polisan kir
16:10 Jinên êlihî piştgirî dan Emîne Şenyaşar
16:08 Dayikên Şemiyê: Kes nikare lêgerîna heqîqetê ya bi salan bidarizîne
15:54 Li Şengalê daxuyaniya hevpar: Em ê li ber xwe bidin
15:02 Dadgehê li Êlihê ji 12 kesan 4 kes girtin
15:01 Cenazeyê jinekê li zeviyê hat dîtin
14:51 Polîsan Emîne û Ferît Şenyaşar binçav kirin
14:40 KCD û DBP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Daxwaza we daxwaza me ye
14:39 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li girtiyan xistin
14:29 Serokê dadgehê: Vala neaxive, em fam nakin
14:28 Wê tazmînatê bidin rêveberên HDP’ê
14:03 340 rêxistinên jinan bang li Konseya Ewropayê kirin
13:43 Zanyar ê oldar: Divê musilman li dijî pêkanînên dijmirovî derkevin
13:34 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:31 Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:24 Bûldan: Edalet ruh û cewhera Îslamê ye
13:20 Kesên Newroz pîroz kirin bi 'endamtiya rêxistinê' sûcdar kirin
12:48 Karkerê ji înşeat ket û jiyana xwe ji dest da hat definkirin
12:46 ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Behra Reş berdewam dike
12:35 ‘Ji ber ku di nava bûyerê de parlamenter heye dozê venakin’
12:25 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
12:24 Lêpirsîn li 200 girtiyên ‘kantîn şermezar kiribûn’ vekirin
12:14 Jina îşkenceya sîstematîk lê tê kirin: Ez naxwazim bimirim
11:38 Parêzerê Ocalan Sarica: Divê em Ocalan bibînin
11:37 Parêzerê Dozgîn Temo: Darizandinek adilane pêk nehat
10:56 Li Enqereyê hevdîtina ‘Heq, Edalet û Wijdanê’
10:05 HDP’ê Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê ziyaret kir
09:55 Peymana Stenbolê zilaman jî eleqeder dike
09:51 Malbatên zarokên wan pêl mayînê kirin: Em nizanin çawa jiyana xwe ji dest dane
09:17 Dixwazin girtî bikin sîxûr
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 119'emîn de didome
09:12 Êzidî: Çima rejîma Iraqê berê xwe nade rêxistinên çekdar ên din?
09:11 'Betalkirina Peymana Stenbolê devjêberdana ji maf û azadiyan e'
09:09 Malbata Mûrat Kaya serî li AYM'ê da
09:09 'Me li kuçeyan bi dest xist, em ê li kuçeyan jî biparêzin'
09:08 10 sal in li birayê xwe yê ku gotine 'miriye' digere
09:08 Li girtiyên hatin sewqkirin cezayê hucreyê birîn
09:07 Bi gefan û darê zorê jina 80 salî birin ber avahiya HDP'ê
09:06 Li girtîgehê gore jî qedexe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2021'AN
24/03/2021
19:42 146 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Yildiz ê AKP’î ku destê wî di kuştina Şenyaşaran de heye dîsa ket rêveberiya AKP’ê
16:29 Lêkolîna ewilî a vekirina doza girtinê HDP’ê di 31’ê adarê de ye
15:49 Li Edeneyê 6 kes hatin berdan
15:43 Ji bo şertên qarantînayê yên girtîgehê bangî saziyên elqedar kir
15:32 ÎHD’a Amedê: Em li cem Dayikên Şemiyê ne
15:27 ‘Qeyûm şaredarî veguherandiye qadên rantê’
15:02 Şandeya TJA’yê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:48 Li gundê Oleka Jor cerdevan daran birin
14:40 Rêya Rûbarokê ji ber lehiyê hat girtin
14:28 KCD, DBP, TJA û HDP: Bi milyonan kes azadiya Ocalan xwestin
14:06 Bi çalakiya rûniştînê bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê
14:06 Ji hevşaredarê Gêlê re 15 sal ceza hat xwestin
13:38 Ji Yuksekdag peyama Peymana Stenbolê
13:34 Serdanên piştevaniya ji bo Gergerlîoglû didomin
13:32 Meşa KESK’ê dest pê kir
12:54 Doza rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
12:33 Malbata Îzol malbata Şenyaşar ziyaret kir
12:16 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Li gorî wezîr sedema tûndiyê alqol e!
11:20 Gergerlîoglu: Ez teslîm nabim
10:26 Ji HDP’ê hevdîtina ‘Heq, edalet û wijdan’
09:52 Kerengên Qerejdaxê li ser dezgehan in
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118'emîn de didome
09:00 Nivîskarê 27 sal in girtî ye bi penceşêrê ket
09:00 Şenoglû: Di Newrozê de gel, hêza çareseriyê ya Ocalan nîşan da
09:00 Rewşa girtiyê nexweşiya FMF pêre heye giran dibe
09:00 Kesên karsaz kirin hedef, girêdayî Ocakên AK’ê ne
09:00 ‘Rêya aştiyê di rakirina tecrîdê de derbas dibe’
09:00 Welatî ji pêşerojê bi fikar in
09:00 ‘Jinan li Newrozê qîr kirin ku dest ji jiyanê bernadin’
09:00 ‘Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin’
09:00 Ji bo biçe ber avahiya HDP’ê polîs 4 caran lê geriyan e
09:00 Ji jinên dikan vekirin pêşniyar: Aboriya xwe pêş bixin