Xwişkên Aktaş ê li Îmraliyê: Divê em bi lez biçin Îmraliyê

img

AMED - Xwişkên Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê dimîne, diyar kirin ku piştî birayê wan derneket hevdîtina telefonê, fikarên wan zêdetir bûn û gotin: “Ji bo ku em rewşa birayê xwe bizanin divê tecrîd rabe, bi lez em biçin Îmraliyê û hevdîtina rûbirû bikin.”

Veysî Aktaş ê 26 sal in girtî ye, di 15’ê adara 2015’an de bi Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar re wekî “sekreterya” sewqî Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê hatibûn kirin. Aktaş, ji roja ku sewqî girtîgehê hat kirin ve, tenê 3 caran bi malbata xwe re hevdîtina vekirî pêk anî û carekê jî, bi telefonê bi malbata xwe re axiviye. Hevdîtina vekirî ya herî dawî bi Aktaş re di 3’yê adara 2020’an de ji ber şewata li Girava Îmraliyê çêbûbû, pêk hatibû. Axaftina bi telefonê jî di 27’ê Nîsana 2020’an de pêk hatibû. Ji 3'yê adara 2020'an ve malbatan ji bo hevdîtinê gelek caran serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dane û hemû serlêdanên wan hatine redkirin.
 
Herî dawî li ser medya civakî di 14’ê adarê de derbarê tenduristî û ewlehiya jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hin îdia hatibûn belavkirin. Li ser vê yekê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbatan bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê duh ragihand ku bi Ocalan re hevdîtin pêk hatiye. Buroyê, eşkere kir ku Mehmet Ocalan çûye Edliyeya Rihayê û bi rêya telefonê bi birayê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye. Buroyê derbarê hevdîtinê de ev agahî dan: “Birêz Ocalan gava bi birayê xwe re axivî, di demeke kurt de telefon qut bû û piştî vê hevdîtin dewam nekir. Hevdîtina bi Birêz Hamîlî Yildirim re jî kurt dewam kir. Birêz Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî şert û mercên tecrîdê şermezar kirin û ji ber vê hevdîtina bi telefonê qebûl nekirin.”
 
'ME XWEST MERAQA DILÊ ME DERKEVE' 
 
Xwişkên Veysî Aktaş Sabîha Aslan (45) û Melîha Çetîn (47) derbarê tecrîda li Îmraliyê û hevdîtina telefonê ya duh de, axivîn. Sabîha Aslan, diyar kir ku di roja 24’ê adarê de saet 17.30’an de parêzer telefon lê kiriye ku hevdîtina telefonê çêbibe û wiha axivî: “Parêzer Mazlûm Dînç ji me re got dibe ku hevdîtina telefonê çêbibe. Hem kêfa min, hat hem jî hinek xemgîn bûm. Ji ber ku telefon têrê nake. Dîsa jî me got dengê wan bibihîzin dê hinek dilê me rehet bibe. Ev fikar û mereqa di dilê me de derkeve. Dûre gotin wê niha ji Îmraliyê telefonê we bikin. Pêr saet derdora 18.00’an bû telefonî min kirin. Gotin ‘Em ji Îmraliyê digerin, sibê saet 15.00’an de hûn ê biçin dozgeriyê, li wê derê bi Weysî re hevdîtinê bikin.’ Kêfa min pir hat.”
 
‘BÊTIR KETIM NAVA FIKARAN’
 
Aslan, da zanîn ku ji bo hevdîtina telefonê ew bi xwişka xwe Melîha û Parêzer Newroz Ûysal çûn edliyeyê û wiha dewam kir: "Ez tenê qebûl kirim. Gotin ji Enqerê ferman wisa hatiye. Min got, 'xwişka min ji riya dûr hatiye, ew jî mereq dike.' Gotin navê te tenê hatiye, tu tenê dê hevdîtinê bikî. Pişt re em derbasî odeya hevdîtinê bûn. Ser min lêgerîn kirin. Em li benda telefonê sekinîn. Pişt re kesê berpirsiyar derket derve û hat. Got agahî ji me re hatiye ku Weysî dernakeve hevdîtina telefonê. Ez pir tirsiyam min got teqez tiştek bûye. Gotin ‘na agahî ji Enqerê hatiye Weysî hevdîtin redkiriye û dernakeve hevdîtinê. Em ê girtekê bigirin.’ Me girtek îmze kir. Ez hinek hêrs bûm. Bêtir ketim nava fikaran. Mereqa min bû çar qat.”
 
‘NIKARIM HÊRSA XWE BÎNIM ZIMAN’
 
Aslan, bal kişand ser tenduristiya birayê xwe wan û wiha rêz kir: “Bi pêknehatina hevdîtina telefonê fikarên me zêdetir bûn. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Êdî em hevdîtina telefonê jî naxwazin. Telefonê bike jî, bila li mala xwe bike. Gelo çima em diçin dozgeriyê? Piştî ku ez herim dozgeriyê ez wê telefonê jî qebûl nekim. Ez dixwazim herim birayê xwe rûbirû bibînim. Ez dixwazim bi Serokatî re rûbirû hevdîtin çêbibe. Rewşa tenduristiya wan ji me û gelê kurd re gelek girîng e. Ji xwe fikarên me yên îro zêdetir bûn. Hêrs û xemgîniya xwe nikarim bînim ziman.” 
 
JI RAYEDARAN RE BANG
 
Aslan, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê dan destpêkirin û wiha lê zêde kir: “Tecrîd li ser hemû girtiyan heye. Divê saziyên sivîl ên civakî peywîra xwe bînin cih û tiştekî bikin. Her deqîqe û kêliyên Îmraliyê tecrîd e. Girtî jî Serokê xwe bi tenê nahêlin û tecrîda li ser qebûl nakin. Çi dikeve ser milê kê divê bicih bîne.” 
 
Aslan, herî dawî bang li rayêdarên dewletê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hevdîtina telefonê qebûl nakin. Em hevdîtina rûbirû dixwazin. Bila hevdîtin di çarçoveya hiqûqê de çêbibe. Em nizanin ev girtî di çi halî de ne. Gelo nexweşin, tî ne birçî ne? Piştî vê hevdîtina çênebûyî em dixwazin rojek berî rojekê demildest hevdîtineke rûbirû pêk were. Belkû birayê min tiştek wisa negotibe. Ew ji xwe re wisa dibêjin. Ev ne tiştekî biçûk e.”
 
‘DI CÎHANÊ DE TECRÎDEKE WIHA XERAB NÎNE’
 
Xwişka Aktaş a herî dawî di 3’yê adara de 2020’an pê re hevdîtin kir Melîha Çetîn jî, diyar kir ku ji bo hevdîtina telefonê ji navçeya Wêranşara Rihayê hatiye Amedê û wiha got: “Xwişka min ji min re got agahî dane me ku em ê bi telefonê biaxivin. Ji vê derê em bi hev re çûn edliyeyê. Piştî ku hevdîtina telefonê pêk nehat. Em hemû tirsiyan. Em nizanin çi bûye. Ji ber wê yekê dixwazin demildest rûbirû hevdîtinêk pêk were. Ev mafê me ye. Li tevahiya cîhanê tecrîdeke wiha xerab tuneye. Em dixwazin tecrîd bê rakirin û weke herkesî biçin cem girtiyên xwe. Em dixwazin Serokê xwe jî bibînin. Gelo çima Serokê herkesê serbest e yê me bindest e.”
 
‘EM VÊ ZILMÊ QEBÛL NAKIN’
 
Çetîn, hevdîtina di 3’ê adara de 2020’an bi bîr xist û wiha axivî: “Îmrali ne cihekî wisa ye ku mirov lê bisekinin. Cihê wan pir nexweş bû. Di bin tecrîdeke mezin de ne. Ez nizanim ji bo cihê wan çi gotinê bêjim. Ez çûm jî bi xweşikî em cem hev rûneniştin. Hevdîtin zû qedand. Min Serokatî û girtiyên din jî nedîtin. Min tenê birayê xwe dît.” Çetîn, xwest ku  tecrîda li Îmraliyê demildest bi dawî bibe û wiha berdewam kir: “Ev zilm li ser kesekî tune ye. Em dixwazin ji bin vê zilmê derkevin. Kes ji bo vê zilmê dengê xwe nake. Ne Ewropa, ne Amerîka û jî ne CPT’ê. Em êdî ji kesî bawer nakin. Çi dikin bila bikin em ê li pey Serokê xwe û li pey girtiyê xwe bin. Em vê zilmê qebûl nakin.” 
 
‘DIVÊ EM DEST BIDIN HEVDU’
 
Çetîn, axaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir: “Divê gelê me dest bide hevdû û rabe ser xwe. Em dest nedin hevdû kes nade me. Em dixwazin vê tecrîdê bişikînin. Girtiyên xwe ji girtîgehan derxînin. Êdî bes e ma heta kengî, em ê bindest bin.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

26/03/2021
12:56 Di binçavan de îşkenceya bi ceyran û gefa bi wêneyê tazî
12:07 Di doza Hrant Dînk de biryar hat eşkerekirin
11:51 HDP ‘Nexşerêyê’ amade dike: Mînakên DEP û SHP’ê tên lêkolînkirin
11:20 Di doza Ozkahramanên hatibûn kuştin de 2 kes hatin berdan
11:08 Rêberê PKK’ê Ocalan: Dewlet şaşîtiyê dike, dixwazim parêzerên min werin vir
10:56 Alimên olî: Em li dijî zilmê li ber xwe bidin
10:40 Girtiyê hat berdan: Pêdiviya girtiyên ji Efrînê bi parêzeran heye
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 120'emîn de didome
09:15 Xwişkên Aktaş ê li Îmraliyê: Divê em bi lez biçin Îmraliyê
09:12 Di kontrola eskeran de darên Oleka Jor tên birîn
Wezaret: Em daristanê teze dikin
09:01 'Ê ku partiyan vedike gel e û yê ku bigire jî gel e'
09:01 ‘Ji têkoşîna jinan ditirsin'
09:01 Midûrê qeyûm milyon û 178 hezar TL çirpandiye
09:01 Şewba Covît-19 li Antalyayê belav dibe
09:01 Bijîşk: Dilê te wekî bombeyeke bisaet e
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2021'AN
25/03/2021
23:21 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:54 Hat îdiakirin ku li Cizîrê jina 26 salî hewl daye xwe bikuje
19:12 Danişîna doza Dayikên Şemiyê: Biryara qedexekirinê dijî hiqûqê ye, bila polîs bên darizandin
18:06 Mehmet Ocalan: Hevdîtin hat sabotekirin, fikarên me zêde bûn
17:15 Zarokê li Newrozê hatibû binçavkirin hat berdan
17:14 Polîsan dîsa mudaxileyî xwendekarên Bogazîçiyê kirin
17:13 Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî: Telefon di nîvî de qût bû
17:03 Eskeran bi ser gund de girt: Çima we Newrozê pîroz kir?
16:22 Rêxistinên kedê banga piştevaniya meşa KESK’ê kirin
16:21 Başaran: Ne jin, AKP û MHP ji Peymanê vekişiyaye
16:20 HDP’ê giliyê dozger û polisan kir
16:10 Jinên êlihî piştgirî dan Emîne Şenyaşar
16:08 Dayikên Şemiyê: Kes nikare lêgerîna heqîqetê ya bi salan bidarizîne
15:54 Li Şengalê daxuyaniya hevpar: Em ê li ber xwe bidin
15:02 Dadgehê li Êlihê ji 12 kesan 4 kes girtin
15:01 Cenazeyê jinekê li zeviyê hat dîtin
14:51 Polîsan Emîne û Ferît Şenyaşar binçav kirin
14:40 KCD û DBP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Daxwaza we daxwaza me ye
14:39 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li girtiyan xistin
14:29 Serokê dadgehê: Vala neaxive, em fam nakin
14:28 Wê tazmînatê bidin rêveberên HDP’ê
14:03 340 rêxistinên jinan bang li Konseya Ewropayê kirin
13:43 Zanyar ê oldar: Divê musilman li dijî pêkanînên dijmirovî derkevin
13:34 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:31 Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:24 Bûldan: Edalet ruh û cewhera Îslamê ye
13:20 Kesên Newroz pîroz kirin bi 'endamtiya rêxistinê' sûcdar kirin
12:48 Karkerê ji înşeat ket û jiyana xwe ji dest da hat definkirin
12:46 ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Behra Reş berdewam dike
12:35 ‘Ji ber ku di nava bûyerê de parlamenter heye dozê venakin’
12:25 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
12:24 Lêpirsîn li 200 girtiyên ‘kantîn şermezar kiribûn’ vekirin
12:14 Jina îşkenceya sîstematîk lê tê kirin: Ez naxwazim bimirim
11:38 Parêzerê Ocalan Sarica: Divê em Ocalan bibînin
11:37 Parêzerê Dozgîn Temo: Darizandinek adilane pêk nehat
10:56 Li Enqereyê hevdîtina ‘Heq, Edalet û Wijdanê’
10:05 HDP’ê Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê ziyaret kir
09:55 Peymana Stenbolê zilaman jî eleqeder dike
09:51 Malbatên zarokên wan pêl mayînê kirin: Em nizanin çawa jiyana xwe ji dest dane
09:17 Dixwazin girtî bikin sîxûr
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 119'emîn de didome
09:12 Êzidî: Çima rejîma Iraqê berê xwe nade rêxistinên çekdar ên din?
09:11 'Betalkirina Peymana Stenbolê devjêberdana ji maf û azadiyan e'
09:09 Malbata Mûrat Kaya serî li AYM'ê da
09:09 'Me li kuçeyan bi dest xist, em ê li kuçeyan jî biparêzin'
09:08 10 sal in li birayê xwe yê ku gotine 'miriye' digere
09:08 Li girtiyên hatin sewqkirin cezayê hucreyê birîn
09:07 Bi gefan û darê zorê jina 80 salî birin ber avahiya HDP'ê
09:06 Li girtîgehê gore jî qedexe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2021'AN
24/03/2021
19:42 146 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Yildiz ê AKP’î ku destê wî di kuştina Şenyaşaran de heye dîsa ket rêveberiya AKP’ê
16:29 Lêkolîna ewilî a vekirina doza girtinê HDP’ê di 31’ê adarê de ye
15:49 Li Edeneyê 6 kes hatin berdan
15:43 Ji bo şertên qarantînayê yên girtîgehê bangî saziyên elqedar kir
15:32 ÎHD’a Amedê: Em li cem Dayikên Şemiyê ne
15:27 ‘Qeyûm şaredarî veguherandiye qadên rantê’
15:02 Şandeya TJA’yê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:48 Li gundê Oleka Jor cerdevan daran birin
14:40 Rêya Rûbarokê ji ber lehiyê hat girtin
14:28 KCD, DBP, TJA û HDP: Bi milyonan kes azadiya Ocalan xwestin
14:06 Bi çalakiya rûniştînê bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê
14:06 Ji hevşaredarê Gêlê re 15 sal ceza hat xwestin
13:38 Ji Yuksekdag peyama Peymana Stenbolê
13:34 Serdanên piştevaniya ji bo Gergerlîoglû didomin
13:32 Meşa KESK’ê dest pê kir
12:54 Doza rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
12:33 Malbata Îzol malbata Şenyaşar ziyaret kir
12:16 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Li gorî wezîr sedema tûndiyê alqol e!
11:20 Gergerlîoglu: Ez teslîm nabim
10:26 Ji HDP’ê hevdîtina ‘Heq, edalet û wijdan’
09:52 Kerengên Qerejdaxê li ser dezgehan in
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118'emîn de didome
09:00 Nivîskarê 27 sal in girtî ye bi penceşêrê ket
09:00 Şenoglû: Di Newrozê de gel, hêza çareseriyê ya Ocalan nîşan da
09:00 Rewşa girtiyê nexweşiya FMF pêre heye giran dibe
09:00 Kesên karsaz kirin hedef, girêdayî Ocakên AK’ê ne
09:00 ‘Rêya aştiyê di rakirina tecrîdê de derbas dibe’
09:00 Welatî ji pêşerojê bi fikar in
09:00 ‘Jinan li Newrozê qîr kirin ku dest ji jiyanê bernadin’
09:00 ‘Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin’
09:00 Ji bo biçe ber avahiya HDP’ê polîs 4 caran lê geriyan e
09:00 Ji jinên dikan vekirin pêşniyar: Aboriya xwe pêş bixin