STENBOL – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku di 100’emîn salvegera Komkujiya Koçgiriyê de êşan hevpar kirine û ev tişt goıt: “200 sal derbas bibe jî em ê hesabê pêkanînan bipirsin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û heyeta pê re, piştî serdana xwe ya Komeleya Mala Cemê ya Maltepeyê çûn serdana Komeleya Koçgiriyê ya li navçeya Umraniyeyê. Serokê komeleyê Riza Karaman û rêveberên komeleyê Bûldan û heyeta pê re pêşwazî kirin.
‘EM KOÇGIRî JI BÎR NAKIN’
Di serdanê de destpêkê Serokê Komeleya Koçgiriyê Riza Karaman axivî û diyar kir ku di Komkujiya Koçgirî de gel êşeke mezin kişandiye û wiha got: “Em wê dîroka bixwîn ji bîr nakin. Heke em îro Elîşêr û hevrêyên wî venebêjin nikarin rojê bixwînin. Dayikên Koçgirî gelek êş kişandin. Ev qirkirin e. Piştî vê qirkiririnê li dijî Dersim, Agirî, Xarpêt û gelek herêman polîtîkayên komkujiyê hatine meşandin.”
AQLÊ DEWLETÊ YÊ SED SALÎ
Piştî Karaman Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî axivî û diyar kir ku di 100’emîn salvegera Komkujiya Koçgiriyê de êşan hevpar kirine û ev tişt goıt: “Ferqa Komkujiya Koçgirî û komkujiyên Roboskî, Dersim, Mereşê ji hev cuda nîne. 200 sal derbas bibe jî em ê hesabê pêkanînan bipirsin.”
Piştî axaftinan serdan bi pêxistina çirayê û bi rêxistina ji bo qurbaniyên komkujiyê bi dawî bû.