MED-DER: Binçavkirina hevseroka me bêtehemiliya li dijî ziman e

  • rojane
  • 12:18 6 Nîsan 2021
  • |
img
AMED - MED-DER'ê binçavkirina hevseroka xwe Şîlan Elmas Kan û aktîvîstên jin ên din duh ku hatibûn binçavkirin şermezar kir. MED-DER'ê anî ziman ku desthilatdarî dixwaze bi van operasyonan têkoşîna jinan lawaz bike û ew binçavkirina Şîlan Elmas Kan jî wek bêtehemiliya dewletê ya li dijî ziman dibînin. 
 
Di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hat destpêkirin duh polîsan bi ser Komeleya Jinan a Rosayê de girtibû û li mala gelek aktîvîstên jin lêgerîn pêk anîbû. Di operasyonê de Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamya (MED-DER) Şîlan Elmas Kan û rojnamevan Bêrîtan Canozer û Dayika Aştiyê Nezahat Teke jî di nav de 22 jin hatibûn binçavkirin. Biryara nepeniyê danîne ser dosyeya her 22 jinan û li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. Nerazîbûnên rêxistinên jinan û gelek saziyan li dijî binçavkirina jinan didome. 
 
MED-DER'ê bi armanca şermezarkirina binçavkirina hevseroka xwe û jinên din li avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî, Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adale Kaya, rêveberên DBP'ê û HDP'ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û rêveberên MED-DER'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Hevserok Rifat Ronî ewil di civînê de axivî û destnîşan kir ku gelê kurd her roj çavê xwe bi qirkirina siyasî vedike û operasyona li dijî jinan pêk hatiye şermezar kir. 
 
Piştî axaftina Ronî, rêvebera MED-DER'ê Dîlan Guvenç metna daxuyaniyê xwend. Berfirehiya metna daxuyaniyê wiha ye: 
 
"Gelên vî welatî her roj çavên xwe bi operasyoneke qirkirina siyasî ya ku li hemberî hêzên muxalîf û demokratîk pêk tê vedikin.
 
Ji 22’yê Gulana 2020’î û vir ve, li Amedê hem li ser Komeleya Jinan a Rosayê hem jî li dijî têkoşîna jinan êrişên hovane ku bi armanca şikandina vîna jinan tên meşandin, gihîştine asta herî jor û êdî kêr gihiştiye hestî. Di van êrişan de hemû jinên xwedî vîn ku ji bo parastina nirx, rûmet û destkeftiyên demokrasiyê têdikoşin, di hedefa desthilatdariya faşîst de ne.
 
DIXWAZIN TÊKOŞÎNA JINAN LI NAV ÇAR DÎWARAN ASÊ BIKIN 
 
Li hemû jinên ku baweriya xwe bi demokrasî aştî û azadiyê anîne û ji bo maf û azadiyên gelan têkoşînê dimeşînin, bi dehan doz hatine vekirin û bi sûcdariyên bêbingeh û bêhuqûqî bi salan ceza li wan tên birîn. Dixwazin bi van êrişan komeleya Rosayê û bi tevahî komeleyên demokrarîk îlegal nîşan bidin û krîmînalîze bikin ev 5 hezar sal in, bi kevneşopiyên civaka baviksalarî hemû maf û azadiyên jinê tên binpêkirin, hebûna jinan tê înkarkirin. Niha jî, vê rol û rista înkar û tune hesibandina mêrane ya li hemberî jinan, ji aliyê dewletê ve di meriyetê de ye û raste rast bi destê dewletê tê meşandin. Bi van binçavkirin û girtinan dixwazin vîna jinan û têkoşîna wan di nava çar dîwarên malê û zindanê de were asêkirin û şikandin. Bila desthilatdar baş zanibin ku ev berpêbûn, zext, zor, tundî, binçavkirin û girtin dê nikaribin bi me paşde gav bidin avêtin.
 
DIXWAZIN TÊKOŞÎNA JINAN LAWAZ BIKIN 
 
Ev operasyonên ku bi armanca lewazkirina jinan pêk tên, dê têkoşîn û biryardariya xwedîderketina li maf, azadî, nirx, rûmet û destkeftiyên demokrasî û azadiyê xurtir bike. Baş tê zanîn ku ev operasyon û berpêbûnên li hemberî têkoşîn û azadiya jinan, bingeha wêrekiya xwe ji vekişîn û betalkirina Peymana Stenbolê digirin. Em jin jî, bi yek dil û yek dengî dibêjin Peymana Stenbolê ji bo me xeta sor û jêneger e. Heta ku ev peyman dîsa bikeve meriyetê, em ê li qadan bin û têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. Desthilatdar, kujerên ku qirkirina jinan pêk tînin serbest berdidin. Van kujeran dest û milê xwe diweşînin û di nava gel û civakê de serbest digerin. Yên ku bi wijdan û exlaq tevdigerin, li dijî tundiya li ser jinan têkoşînê dimeşînin hedef tên nîşandan, tên binçavkirin û girtin, bi sûcdariyên bêbingeh û bê hiqûqî tên cezakirin.
 
Di operasyona 5'ê nisana 2021’an de bi fermana dozgeriya Amedê, biryara binçavkirina 33 jinên siyasetmedar ên ku li nirx, rûmet û destkeftiyên demokratîk derdikevin hatiye dayîn û 22 jin hîn jî di bin çavanda ne. Ji jinên binçavkirî yek jî hevseroka MED-DER'ê birêz Şîlan Elmas Kan e ku 28' adarê weke hevseroka MED-DER'ê hatibû hilbijartin.
 
BÊTEHEMILIYA DIJÎ ZIMAN E 
 
Em binçavkirina Şilan Elmas Kan di hemen demê de wekî  bêtehemiliya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî dibînin û dinirxînin. Ev helwesta dewletê jî nêzîkatiya li hemberî zimanê kurdî bi zelalî nîşan dide û li ber çavan radixe. Divê Hevseroka MED-DER'ê û hemû jinên siyasetmedar ên binçavkirî demildest serbest bên berdan.
 
Em ê li hemberî van bêhuqûqiyan li qadan bin, tu car dev ji daxwaza xwe ya maf û azadiyên bingehîn û edaletê bernedin.
 
Her zimanek jiyanek, her jiyanek dewlemendiya cîhanekê ye. Jiyana hemû gelan bi zimanê wan dixemile, dikemile, tekûz dibe. Ziman nebe, azadî tune ye. Azadî nebe jiyan jî tune ye.
 
Zimanê me rûmeta me ye!
Zimanê me hebûna me ye!
Bêziman jiyan nabe!
Jin Jiyan Azadî!" 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

08/04/2021
16:11 Nêzî çemê Botanê cenazeyê zilamekî hat dîtin
15:53 Dozger xwest rojnameger Bêrîtan Canozer bê girtin
15:12 Dosya leşkerê ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû hat girtin
15:04 Ozturk: Li şûna HDP’ê Zindana Îmraliyê bigirin
14:58 2 endamên SGDF’ê hatin berdan
14:32 Şenyaşar: Dozger 23 kes tespît kirin, hûn li benda çine?
14:30 Penabera îranî ku tê xwestin were dersînorkirin: Bibin dengê me
13:50 Bayindir: Starta şer bi tecrîda li Îmraliyê didin
13:50 Danişîna Feleknas Ûca hat taloqkirin
13:42 Pirsa ‘Gelo Ocalan berxwederek bi rûmet e?’ ji rojnamevan Canozer hatiye kirin
13:07 Hevserokê HDP’ê yê navçeyê hat binçavkirin
12:49 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:42 Bûldan: Em ê rêyek nû vekin
12:34 AYM’ê qanûna ku saziyên çapameniyê digire vedike betal kir
11:27 Îtîraza li dijî berdana rojnamevanan hat redkirin
11:13 Rêxistinên Jinan ên Îzmîrê: Em serî natewînin
11:01 Şerh li dijî rapora Girtîgeha Sîncanê danîn: Dev ji lêgerîna tazî berdin
10:43 Pîroglû: Heta tecrîd ranebe em nikarin demokrasiyê qezenc bikin
10:30 Dozger delîlan ji nedîtî ve hat, Erdal Kûzû jî delîlan yek bi yek rêz kir
10:19 Di îdianameyê de cih neda cînayetên bi çeka cerdevaniyê hatine kirin
09:39 Parêzer: Ji ber ku tevlî çalakiya peymanê bûn, nabe ku bên der sînorkirin
09:15 Berfînan kulîlk vekir
09:00 Qeyûmê Farqînê tabelaya kurdî rakir, tenê tabelaya tirkî çikand!
09:00 ‘Tecrîd, bi hevdîtina bi telefonê tê rewakirin'
09:00 Greva birçîbûnê di roja 133'yemîn de ye
09:00 Wê ji ber dîmenên 16 sal berê bê darizandin
09:00 Hevşaredara Qersê Alaca: Em çavşikestî nebûn, em ê bi ser bikevin
09:00 Bijîşk Yavîç: Rayedar bi xwe guh nadin rêzikên koronayê
09:00 Xwişka Alî Çîçek: Ev serdem ji serdema 12'ê Îlonê xerabtir bûye
09:00 ‘Di destê gumanbar de lênûsk û pênûsek hatiye dîtin'
09:00 Ji bo heqê kirêya komeleyê bidin li ser înşeata xebitîn
09:00 Kavilên sûran bi rengê zer xemilîn
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2021'AN
08:50 Cenazeyê zarokê winda bûbû hat dîtin
07/04/2021
21:49 276 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:59 Komeleya Jinan a Starê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:49 Doza Mûsa Anter: Rêgeza darizandina di dema maqûl de hat binpêkirin
16:01 Jinên KESK’î bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:16 Tundiya zilam: Li Bûrsayê hewldana tecawizê
15:14 Li xebatkarê çapemeniya DBP’ê Bardakçi ceza birîn
15:03 Rêxistina Efûyê: Bi lezgînî pêdiviya Tirkiyeyê bi darazek serbixwe heye
14:55 CFWIJ: Em meemeleya xerab a li dijî Canozer şermezar dikin
14:42 Jin wê li Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin
14:35 ‘Hesasiyeta’ jinê ya Enqereyê di rojeva cîhanê de ye: Biqestî bû
14:25 Hevşaredarê Qereyaziyê Şahîn bernedan
14:13 Tecrîda li dijî Ocalan di sohbeta bi gel re derket pêş
14:12 Li Amedê tecrîd hat protestokirin
14:04 Malbata Şenyaşar 3 sal in li benda edaletê ye
13:29 Di doza tecawizê de delîl windabûn
12:47 Li Sêrtê mirina biguman a jinekê
12:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Turkoglû birî
12:40 Derbarê Aydenîz û 10 parlamenterên HDP’ê de fezleke hatin amadekirin
12:39 Li Denîzliyê faîlê destdirêjiya li zarokekê hat girtin
12:15 Dadgehê nûçeyên Sayilgan wek nûçe nedît!
12:08 3 roj in 22 jin di bin çavan de tên girtin
12:08 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:54 Dadgehê 2 sal û mehek ceza li keşîşê suryan birî
11:43 Engîn: Rêya têkbirina AKP’ê diyar e lê di muxalefetê de wêrektî tune ye
11:17 Li kesên ku danezana Newrozê belav kirin cezatê pere birîn
11:09 Bîrdal: Tifaqa demokrasiyê dikare rêveçûyîna nebaş bisekinîne
10:43 Giliya polisê ku maşîneya zirxî li zarokekî qelibandibû kirin
10:04 Aktîvîsta TJA’yê: Bi darazê dê nikaribin me bêdeng bikin
09:58 Wezareta Perwerdeyê: Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî xebat jî nikare bê kirin.
09:01 Li Şirnexê 48 cenaze di goristanên bêkesan de ne
09:01 Bi ser qetilkirina Eren re 25 sal derbas bûn: Dewlet deyndarê min e
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 132'emîn de berdewam dike
09:01 Ji objektîfa wênegirekî di salên 1990'an de Amed
09:01 Dixwaze herdu kurên wê yên girtî û nexweş bên berdan
09:01 Gelo zarokê 2 salî ji ber sersariya nexweşxaneyê mir?
09:01 Esnafên Dersimê: Ên didizin û diçirpînin ma dizanin halê aboriyê çi hal e?
09:01 ‘Ji bo qezenca çend kesan, wê zirar bigihê jiyana gelek kesan'
09:01 Şaredarê AKP'î ji qaseya şaredariyê ji bo dawetê zêr, ji bo wezîran hingiv û penêr stendiye
09:01 Parêzer Kaya: Fesixkirina Peymanê bêcezatî kir tiştekî qanûnî
09:01 Hevşaredarên hatin berdan: Em ê ji cihê mayî dewam bikin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2021'AN
06/04/2021
23:28 Hevşaredara Qersê Alaca hat berdan
20:36 211 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:55 Cenazeyê Tanê piştî 10 mehan hat veşartin
16:40 Rojnamevan Alataş li ser gora xwe hat bibîranîn
16:35 ‘Li kîjan qereqolan azan tê xwendin?’
16:30 Mamosteya ku nivîsa nijadperest belav kir ji pirsên ajansa me reviya!
16:17 Cezayê dîsiplînê dan Hevşaredarê Xîzanê
16:01 Darizandina doza Hêlîn Şen wê ji nû ve dest pê bike
15:32 Sancar: Îqtidar bi keysperestî û hîlebaziyê gefa darbeyê hildiberîne
15:30 Li Wanê cerdevanek mirî hat dîtin
15:17 Dadgeha Bilind cezayê DAIŞ’î zêde dît
14:54 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
14:49 Li Muzeya Çapemeniyê ya ÎGC’ê quncikê Apê Mûsa hat vekirin
13:25 Dozger xwest rojnamevan Alphan were cezakirin
13:18 Rapora DFG’ê ya adarê: 6 rojnameger binçav kirin û li rojnamegerek jî ceza birîn
13:13 KESK’ê têkildarî lêpirsîna ewlehiyê serdana HDP û CHP'ê kir
13:04 22 parlamenteran heman pirsê ji Wezîr kirin
12:53 Malbata Şenyaşari: Em li benda daxuyaniya Wezareta Edaletê ne
12:30 Di sala 2020’an de nêzî 177 hezar karker ji kar hatin avêtin
12:18 MED-DER: Binçavkirina hevseroka me bêtehemiliya li dijî ziman e
11:01 Cenazeyê Bîlgîç ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:00 Li Girtîgeha Xarpêtê serdegirtina qawişan: Gardiyanan li girtiyan dan
10:58 Şandeyek duyemîn tayînî dadgeha li doza Kobanê dinêre kirin
10:47 Temel: Em bi rojnamegerên ku berjewendiyên gel diparêzin re ne
10:38 Qeymeqemiya Nisêbînê daxuyaniya ku wê mamosteya nijadperest diparast rakir