Bi ser qetilkirina Eren re 25 sal derbas bûn: Dewlet deyndarê min e

  • rojane
  • 09:01 7 Nîsan 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Li navçeya Silopiya Hanim Eren 25 sal berê di binçavan de bi îşkenceyê hatibû kuştin. Tevî ku 25 sal derbas bûne hêj faîl nehatin dîtin û hesab nedane. Hevjîna Eren, Osman Eren derbarê bûyerê de got: “Dewlet deyndarê min e.” 

Di salên 1990'î de li bajarên Bakurê Kurdistanê hêzên tarî ku erkê ji dewletê digirtin li ser kar bûn û însanan dikuştin, îşkence dikirin û direvandin. Di wan salan de kurd êdî bi awayek xurt derdiketin qada siyasetê û daxwaza mafên xwe dikirin. Lê dewletê wek îro li ser stratejiya înkar û îmhakirina kurdan dest bi faliyetên kuştin û revandina însanan kir. Ev polîtîkayên kuştin û windakirina siyasetmedar, zana, rojnamevan, xebatkar, pêşeng jî di nav de bi sedan welatiyan bi hevkariya JÎTEM û kontragerîla dihatin kirin. 
 
Di salên 90'î de van hêzên tarî yên wek JÎTEM, kontragerîla, hîzbûllah kuçe û meydanên li Kurdistanê veguherandibûn gola xwînê. Li gorî hin daneyan tê gotin di salên 90’î de bi hezaran kes di binçavan û bi îşkenceyê hatine windakirin. 
 
25 SAL IN FAÎLÊN WÊ NEHATINE DÎTIN 
 
Yek ji van însanên di binçavan de bi îşkenceyê hat kuştin jî Hanim Eren bû. Eren a 46 salî di sala 1996’an de bi hevjînê xwe Osman Eren re di 25'ê îlona 1996'an de li taxa Barbaros ya navçeya Silopiya Şirnexê hatibû binçavkirin. Li gorî saloxdayînan Eren di encama îşkenceya giran a li Miduriyeta Polîsan a Silopiya de jiyana xwe ji dest daye. Piştî mirina Eren, polîs dikevin nav hewledanê da ku mirina wê wekî xwekuştinê nîşan bidin. Polîs ji hevjînê Osman Eren ku di binçavan de bû re dibêjin “Bibêje PKK'ê kuştiye.” Lê malbata Eren vê qebûl nake. Tevî ku di ser bûyerê de 25 sal derbas bûn jî lê hin jî kujer ango faîl nehatine dîtin û malbata Eren li benda edeletê ye.
 
Osman Eren têkildarî bûyera hatibû serê wan ji ajansa me re axivî. 
 
'MIN JI WAN BAWER NEKIR' 
 
Eren anî ziman ku hevjîna wî bi îşkenceya polîsan hatiye kuştin û wiha got: “Ew roj tu caran ji ber çavê min naçe. Rojekî ez ne li malê bûm. Çûbûm gund ji bo pembû kom bikim. Êvarê ez hatim malê ku cendirmeyan pirsa min ji malbatê kirine. Min jî tiştek nekir. Serê sibehê bi ser malê min ve girtin. Min û hevjîna min binçav kirin. Dûv re em birin emniyetê. Em sê şevan li emniyetê man. Şeva 3'yê hatin hevjîna min birin. Pişt re serê sibehê hatin min jî birin qata jor. Heta serê sibehê min li wir sekinandim. Min ji wan re got, 'Ev der ne cihê yên weke min e, ev çend roj in ez li vir têm sekinandin'. Gotin, 'Wê niha kesên berpirsyar bangî te bikin.’ Pişt re bang li min kirin. Min lê mêze kir hemû tiştên min li ser maseyê bûn. Ji min re gotin, 'Hevjîna te bi cilên xwe duh di binçavan xwe xeniqandiye û em pê hesiyane û me rakiriye nexweşxaneya Amedê'. Pişt re gotin, 'Em ê hejmara nexweşxaneyê bidin te tu bixwazî here Amedê mirî be, saxbe em nizanin'.  Min jî ji wan re got, 'Ez nikarim biçim Amedê’. Min ji wan bawer nekir.  Li gel vê gotina min ji min re gotin, 'Here malê'. Ez jî hatim malê." 
 
‘DEWLETÊ HEVJÎNA MIN KUŞT’ 
 
Eren diyar kir piştî hevjîna wî hatiye kuştin jî lê polîs jê nesekinîne û jê xwestine ku terka welat bike û heke neke ew ê jî were kuştin. Eren destnîşan kir ku cenazeyê hevjîna wî di bin dorpêça polîsan de veşartine û got: “Mala me û mizgeft ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Heta serê sibehê mala me di bin dorpêçê de bû. Piştî ku polîs çûn me cenazeyê xwe veşart. Hevjîna min kuştin û ji bo ku nebêjin wan kuştine cenaze bi zanebûn şandin Amedê. Li ser cenazeyê wê şopên îşkenceyê hebûn. Hemû laşê wê reş û şîn bûbû. Mêjiyê serê wê bi kincên wê ve mabûn. Emniyetê got, 'Xwe bi kincên xwe xeniqandiye’. Lê hevjîna min ne yeke wisa bû ku xwe bikuje. Mirovek wê çawa bikaribe xwe bi kincên xwe bikuje? Ez bawer nakim. Ez ê çawa bawer bikim ku hevjîna min xwe bikuje."
 
'EZ 25 SAL IN LI BENDA EDELETÊ ME' 
 
Eren destnîşan kir ku ew dixwazin ew kesên ku bûne sedemê mirina hevjîna wî bila hesab ji wan bê xwestin û wiha got: “2 zarokên min wenda bibûn û me nedizanî ku ve çûbûn. Her carê dihatin pirsa van ji me dikirin. Di wê pêvajoyê de ez 13 caran hatim binçavkirin. Di van 13 caran de 12 caran bi ceyranê hatim îşkence kirin. Ez tazî dikirim û pişt re ez hilawîstim û ava cemidî di laşê min de dikirin. Ez wan rojan tu caran jibîr nakim. Heger ez bimrim ancax ji bîra bikim. Zilma ku dewletê li min kiriye tu kesî li min nekiriye. Edelet ji her kesî re lazim e. Ev 25 sal di ser qetilkirina hevjîna min de derbas bûn. Lê hin jî kesên ku hevjîna min kuştin nehatine darizandin û hin jî kujerên wê nehatine dîtin. Em şer naxwazin. Em dixwazin ku êdî aramî û aştî pêk were. Ev 25 sal in em li benda edeletê ne. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe. Dewlet deyndarê me ye."
 
MA / Zeynep Dûrgût 

Sernavên din

08/04/2021
16:11 Nêzî çemê Botanê cenazeyê zilamekî hat dîtin
15:53 Dozger xwest rojnameger Bêrîtan Canozer bê girtin
15:12 Dosya leşkerê ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû hat girtin
15:04 Ozturk: Li şûna HDP’ê Zindana Îmraliyê bigirin
14:58 2 endamên SGDF’ê hatin berdan
14:32 Şenyaşar: Dozger 23 kes tespît kirin, hûn li benda çine?
14:30 Penabera îranî ku tê xwestin were dersînorkirin: Bibin dengê me
13:50 Bayindir: Starta şer bi tecrîda li Îmraliyê didin
13:50 Danişîna Feleknas Ûca hat taloqkirin
13:42 Pirsa ‘Gelo Ocalan berxwederek bi rûmet e?’ ji rojnamevan Canozer hatiye kirin
13:07 Hevserokê HDP’ê yê navçeyê hat binçavkirin
12:49 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:42 Bûldan: Em ê rêyek nû vekin
12:34 AYM’ê qanûna ku saziyên çapameniyê digire vedike betal kir
11:27 Îtîraza li dijî berdana rojnamevanan hat redkirin
11:13 Rêxistinên Jinan ên Îzmîrê: Em serî natewînin
11:01 Şerh li dijî rapora Girtîgeha Sîncanê danîn: Dev ji lêgerîna tazî berdin
10:43 Pîroglû: Heta tecrîd ranebe em nikarin demokrasiyê qezenc bikin
10:30 Dozger delîlan ji nedîtî ve hat, Erdal Kûzû jî delîlan yek bi yek rêz kir
10:19 Di îdianameyê de cih neda cînayetên bi çeka cerdevaniyê hatine kirin
09:39 Parêzer: Ji ber ku tevlî çalakiya peymanê bûn, nabe ku bên der sînorkirin
09:15 Berfînan kulîlk vekir
09:00 Qeyûmê Farqînê tabelaya kurdî rakir, tenê tabelaya tirkî çikand!
09:00 ‘Tecrîd, bi hevdîtina bi telefonê tê rewakirin'
09:00 Greva birçîbûnê di roja 133'yemîn de ye
09:00 Wê ji ber dîmenên 16 sal berê bê darizandin
09:00 Hevşaredara Qersê Alaca: Em çavşikestî nebûn, em ê bi ser bikevin
09:00 Bijîşk Yavîç: Rayedar bi xwe guh nadin rêzikên koronayê
09:00 Xwişka Alî Çîçek: Ev serdem ji serdema 12'ê Îlonê xerabtir bûye
09:00 ‘Di destê gumanbar de lênûsk û pênûsek hatiye dîtin'
09:00 Ji bo heqê kirêya komeleyê bidin li ser înşeata xebitîn
09:00 Kavilên sûran bi rengê zer xemilîn
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2021'AN
08:50 Cenazeyê zarokê winda bûbû hat dîtin
07/04/2021
21:49 276 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:59 Komeleya Jinan a Starê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:49 Doza Mûsa Anter: Rêgeza darizandina di dema maqûl de hat binpêkirin
16:01 Jinên KESK’î bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:16 Tundiya zilam: Li Bûrsayê hewldana tecawizê
15:14 Li xebatkarê çapemeniya DBP’ê Bardakçi ceza birîn
15:03 Rêxistina Efûyê: Bi lezgînî pêdiviya Tirkiyeyê bi darazek serbixwe heye
14:55 CFWIJ: Em meemeleya xerab a li dijî Canozer şermezar dikin
14:42 Jin wê li Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin
14:35 ‘Hesasiyeta’ jinê ya Enqereyê di rojeva cîhanê de ye: Biqestî bû
14:25 Hevşaredarê Qereyaziyê Şahîn bernedan
14:13 Tecrîda li dijî Ocalan di sohbeta bi gel re derket pêş
14:12 Li Amedê tecrîd hat protestokirin
14:04 Malbata Şenyaşar 3 sal in li benda edaletê ye
13:29 Di doza tecawizê de delîl windabûn
12:47 Li Sêrtê mirina biguman a jinekê
12:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Turkoglû birî
12:40 Derbarê Aydenîz û 10 parlamenterên HDP’ê de fezleke hatin amadekirin
12:39 Li Denîzliyê faîlê destdirêjiya li zarokekê hat girtin
12:15 Dadgehê nûçeyên Sayilgan wek nûçe nedît!
12:08 3 roj in 22 jin di bin çavan de tên girtin
12:08 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:54 Dadgehê 2 sal û mehek ceza li keşîşê suryan birî
11:43 Engîn: Rêya têkbirina AKP’ê diyar e lê di muxalefetê de wêrektî tune ye
11:17 Li kesên ku danezana Newrozê belav kirin cezatê pere birîn
11:09 Bîrdal: Tifaqa demokrasiyê dikare rêveçûyîna nebaş bisekinîne
10:43 Giliya polisê ku maşîneya zirxî li zarokekî qelibandibû kirin
10:04 Aktîvîsta TJA’yê: Bi darazê dê nikaribin me bêdeng bikin
09:58 Wezareta Perwerdeyê: Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî xebat jî nikare bê kirin.
09:01 Li Şirnexê 48 cenaze di goristanên bêkesan de ne
09:01 Bi ser qetilkirina Eren re 25 sal derbas bûn: Dewlet deyndarê min e
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 132'emîn de berdewam dike
09:01 Ji objektîfa wênegirekî di salên 1990'an de Amed
09:01 Dixwaze herdu kurên wê yên girtî û nexweş bên berdan
09:01 Gelo zarokê 2 salî ji ber sersariya nexweşxaneyê mir?
09:01 Esnafên Dersimê: Ên didizin û diçirpînin ma dizanin halê aboriyê çi hal e?
09:01 ‘Ji bo qezenca çend kesan, wê zirar bigihê jiyana gelek kesan'
09:01 Şaredarê AKP'î ji qaseya şaredariyê ji bo dawetê zêr, ji bo wezîran hingiv û penêr stendiye
09:01 Parêzer Kaya: Fesixkirina Peymanê bêcezatî kir tiştekî qanûnî
09:01 Hevşaredarên hatin berdan: Em ê ji cihê mayî dewam bikin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2021'AN
06/04/2021
23:28 Hevşaredara Qersê Alaca hat berdan
20:36 211 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:55 Cenazeyê Tanê piştî 10 mehan hat veşartin
16:40 Rojnamevan Alataş li ser gora xwe hat bibîranîn
16:35 ‘Li kîjan qereqolan azan tê xwendin?’
16:30 Mamosteya ku nivîsa nijadperest belav kir ji pirsên ajansa me reviya!
16:17 Cezayê dîsiplînê dan Hevşaredarê Xîzanê
16:01 Darizandina doza Hêlîn Şen wê ji nû ve dest pê bike
15:32 Sancar: Îqtidar bi keysperestî û hîlebaziyê gefa darbeyê hildiberîne
15:30 Li Wanê cerdevanek mirî hat dîtin
15:17 Dadgeha Bilind cezayê DAIŞ’î zêde dît
14:54 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
14:49 Li Muzeya Çapemeniyê ya ÎGC’ê quncikê Apê Mûsa hat vekirin
13:25 Dozger xwest rojnamevan Alphan were cezakirin
13:18 Rapora DFG’ê ya adarê: 6 rojnameger binçav kirin û li rojnamegerek jî ceza birîn
13:13 KESK’ê têkildarî lêpirsîna ewlehiyê serdana HDP û CHP'ê kir
13:04 22 parlamenteran heman pirsê ji Wezîr kirin
12:53 Malbata Şenyaşari: Em li benda daxuyaniya Wezareta Edaletê ne
12:30 Di sala 2020’an de nêzî 177 hezar karker ji kar hatin avêtin
12:18 MED-DER: Binçavkirina hevseroka me bêtehemiliya li dijî ziman e
11:01 Cenazeyê Bîlgîç ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:00 Li Girtîgeha Xarpêtê serdegirtina qawişan: Gardiyanan li girtiyan dan
10:58 Şandeyek duyemîn tayînî dadgeha li doza Kobanê dinêre kirin
10:47 Temel: Em bi rojnamegerên ku berjewendiyên gel diparêzin re ne
10:38 Qeymeqemiya Nisêbînê daxuyaniya ku wê mamosteya nijadperest diparast rakir