Bîlen û Ûgûr: Rojên ku em ê ji tariyê rizgar bibin nêz in

  • rojane
  • 10:10 10 Nîsan 2021
  • |
img
WAN - Rojnamevan Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr ên ji ber nûçeyên îşkenceya helîkopterê hatibûn girtin û pişt 6 mehan hatin berdan diyar kirin ku ew ê her rastiya derxin holê û gotin: “Rojên ku emê ji tariyê rizgar bibin nêz in.” 
 
Li navçeya Şaxê ya Wanê welatiyên bi navê Servet Tûrgût û Osman Şiban ji aliyê eskeran ve di 11’ê îlona 2020’an de hatibûn binçavkirin û her du welatî ji helîkopterê hatibûn avêtin. Tûrgût jiyana xwe ji dest da û Şîban hêj tedawî dibîne. Nûçegihanên ajansa me Mezopotamya (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNews Şehrîban Abî û Nazan Sala ji ber çêkirina nûçeyên vê îşkenceya bi helikopterê hatibûn girtin. Her çar rojnamevan jî di danişîna ewil de roja 2’ê nîsanê hatin berdan. Nûçegihanên me Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr ên piştî 6 mehan hatin berdan qala pêvajoya girtina xwe kirin. 
 
Rojnamevan Adnan Bîlen da zanîn ku piştî nûçeyên wan derbarê herdu welatiyên ji helîkopterê hatibûn avêtin texmîn kirine ku wê werin binçavkirin û ji ber ku şiklê pêkanîna operasyonê her tiştî vedigot. Bîlen destnîşan kir ku piştî piştî nûçeya avêtina herdu welatiyan a ji helîkopterê tevahiya raya giştî ya Tirkiyê û dinyayê bihîst û deng veda û got: “Me dizanibû piştî van nûçeyan wê operasyonek li ser me pêk bînin. Ji ber ku nûçeyên girîng bûn. Piştî bûyerê me dewama nûçeyan anî û li qadê li dijî hevalên me zext zêde bûn. Polîsan eşkere digot ‘Bila Ajansa Mezopotamya nûçeyê çê neke kî çê dike bila bike’. Di wan rojan de hevalên me her tim li qadê dema nûçe dişopandin dihatin astengkirin. Ji ber vê helwesta polîsan me dizanibû me kirine armanc û jixwe piştî demek kin jî operasyon bi ser ajansa me û JinNewsê de pêk anîn.” 
 
‘ME DIZANIBÛ EM Ê WERIN GIRTIN’ 
 
Bîlen anî ziman ku dema wan binçav kirine nizanibûne bi çi tên sûcdarkirin û parêzerên wan jî nizanibûne û tevî ku biryara nepen li ser dosyeya wan hebûye jî malper û ajansên alîgirên îqtidarê nûçeyên hedef nîşandanî derbarê wan de çêkirine û wiha got: “A rast me hemûyan dizanibû ku em ji ber meseleya nûçeyên helîkopterê hatine binçavkirin, lê belê di darizandina li miduriyeta polîsan de pirsek jî di vî derbarî de ji me nekirin. Pirsên ji me hatin kirin û pêvajoya me ber bi girtinê ve bir wisa wê hezirî da me ku qey mîna ku berê hatibû hûnandin.  Beriya me sewqî dozgeriyê bikin li korîdorê wezîfedarek digot ‘wê kîjan maşîne van bibe girtîgehê’. Me êdî dizanibû wê me bigirin. Ji xwe bi lez û bez pêvajoyê temam kirin û me şandin girtîgehê. Em bi îdiayek cara yekem ku tê bihîstin wek ‘li dijî dewletê nûçeyên civakî çêkrine’ me dan girtin. Her wiha cara yekem bû ku kartê zer ê çapemeniyê kirin meseleya girtina me.” 
 
‘JI BO GIRTIN DIRÊJ BIBE HER TIŞTÎ KIRIN’ 
 
Bîlen diyar kir ku dozger ji bo ku dema girtina wan dirêj bike hema bêje serî li her rêbazî da û got: “Ji bo girtinek dirêj em bi rewşek ku hatibû hûnandin re rûbirû man. Piştî girtina me 2 meh şûn ve du hevalên me jî hatin girtin. Dawiya dawî piştî çar meh û nîvan îdianameya me hat amadekirin. Ji serî heta binî rewşek bêhiqûqî di îdinameyê de hatibû bicihkirin. Îdiayên derbarê me de hatibûn nivîsandin ewqas hêsan bû ku hewcehî bi parastinê jî nedikir. Mesela nebûn kartê zer ê çapemeniyê di îdianameyê de nivîsandibûn tam jî darizandina rojnamevaniyê bû. Li gorî îdiaya wan wê demê rojnamevanên li welat bêkarta zer a çapemeniyê dixebitin ne rojnemavan in. Heke dadgeh ji ber van kartên zer ceza li me bibire wê ji nîvî zêdetir rojnamevanên li welêt nikaribin rojnamevaniyê bikin. Her wiha wêne, dîmen û nûçeyên bi salan berê hatine girtin û çêkirin jî li îdianameya me zêde kirine. Xwedîgiravê xwestine dosyeya me biwerimînin.” 
 
ROJNAMEVANÎ TÊ  TEWANBARKIRIN 
 
Bîlen da zanîn ku axaftinên wan ên li gel çavkaniyên nûçeyan jî kirine mijara sûc û dixwazin çavkaniyên wan jî ji bo ji ajansê re axivîne îlegalîze bikin. Bîlen anî ziman ku îlegalîzekirina ajansê ku ji bo çapemeniya azad û muxalîf bûye çavkaniya nûçeyên girîng bêhiqûqî ye. Bîlen got heke rojnamevanek were darizandin divê wî/wê bi nûçeyên çêkirine dikare were darizandin lê nûçeyên bi salan berê jî niha rabûne wek sûcek giran dibînin û wan pê tewanbar dikin. 
 
‘JI BO EM BEDEL BIDIN AMADE NE’ 
 
Bîlen di dewama axaftina xwe de wiha got: “Xebata çapemeniya azad zor û li gel vê bedelê wê jî heye. Lê roja me dest bi vî karî kir, em ji her cûre bedelî re jî amade bûn. Em ê her rastiyan derxin holê. Ji bo rastî di tariyê de nemînin bedel çi be me dan û em ê bidin jî. Lê dijî van hemû zextan divê piştevanî xurt be û ji bilî piştevaniyê wek din tu rêyek din jî nîne. Pêwîste em destûrê nedin welat veguhere zindana rojnamevanan. Rojnamevanên muxalîf hemû xwedî wê wezîfeyê ne ku vê rewşa tarî ber bi ronahiyê ve bibin. Me di pêvajoya doza me de dît ku ev rewşa tarî zêde nikare li ber xwe bide û piştevanî bi ser ket.” 
 
'EM JI BER TAPEYAN HATIN GIRTIN’ 
 
Rojnamevan Cemîl Ûgûr jî diyar kir ku beriya ew girtin telefona wî 7 mehan hatiye guhdarkirin û qeydên tape jê girtine. Ûgûr anî ziman ku divê li gel ku ev qeydên tapeyê li dosyeya wî nehatina barkirin jî lê dîsa di dosyeyê de bicih kirine û got: “Lê ji ber ku me heqîqetê derxist holê, ji bo me nûçeya du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin çêkir, qedyên tapeyan carek din derxistin holê û kirin sûcê girtina me û me bi awayek bêhiqûqî avêtin zindanê.” 
 
‘RASTÎ HEQÎQET BÛ KU DERKET HOLÊ’ 
 
Ûgûr destnîşan kir ku ew dizanin di şertên Tirkiyê de rojnamevanî pir zehmet e û wiha got: “Piştî çêkirina nûçeyên herdu welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin, li şûna ku dozger li halê welatiyan bipirse lê me da girtinê. Em bi awayek li dijî hiqûqê hatin girtin. Çimkî dema meriv li îdianameyê dinêre xebat hemû li ser rojnamevaniyê ye. Nûçeyek min berê ku bi malbata girtiyek nexweş re çêkiriye kirine sûc. Her wiha axaftinên min ên di telefonê de jî di çarçoveya rojnamevaniyê de bûn. Ajansa me wek îlegal didin nîşandan. A rast em hemû jî dizanin ku naveroka van dosyeyan û îdiayan pûç e. Heke tenê rastiyek hebe ew jî me heqîqetê derxistiye holê û ji ber vê heqîqetê em hatin girtin. Ji ber ku çapemenî li Tirkiyê ne azad e em hatin girtin.”
 
Ûgûr qala astengiyên li girtîgehê jî kir û got girtî bi binpêkirinên mafan re rûbirû ne. 
 
‘EM Ê ROJNAMEVANIYÊ BIDOMÎNIN’ 
 
Ûgûr anî ziman ku piştevaniya ji bo hat kirin gelek girîng bû û ji bo xelata Malên Gel û Metîn Goktepe dane wî spasiya xwe kir û got: “Ev xelatên dan me ji bo me madalyaya şerefe ye. Her çi dibe bila bibe em ê di çarçoveya parastina mafên mirovan û nirxên demokrasiyê de rojnamevaniyê bikin. Ji roja min dest bi vê pîşeyê kir jî min dizanibû rojnamevanî ne sûc e. Wezîfeya me ya sereke ye ku em ê her tim li pey heqîqetê biçin û hewl bidin ku rastî di tariyê de nemîne. Em ê wezîfeya xwe ya rastiyan her bikin.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

11/04/2021
17:24 Li Efrînê teqîn: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
17:14 Biryara hinceta cezayê girtîgehê yê li Demîrtaş birîbûn, hat aşkerekir
16:24 Ûca: Wê çûyîna AKP'ê beriya sala 2023’an be
15:58 Li Rihayê bi çekan şerê hev kirin: 6 kes birîndar bûn
14:48 Komeleya Ziman û Çandê Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
14:32 Li Rihayê qezaya trafîqê
13:47 Şeniyen Rişmilê: Şaredarî şev nîvê şevê xaniyan xera dikin
13:46 Jina penaber a li GGM’ê tê girtin: Her roj întihar çêdibin
12:31 Olcay a li dijî tacîz û pençeşêr têdikoşiya jiyana xwe ji dest da
12:31 43 karkerên ku Şaredariya AKP’ê ew şandin Almanyayê venegeriyan
12:04 Li gel ‘biryara parastin û dûrxistinê’ jî hat kuştin
11:55 Îşkenceya serdegirtina malê: Poşet kirin serî, mal hat kolandin û gefa kuştinê lê xwarin
10:57 Wê Slavoj Zizek li Zanîngeha Kobanê wane bide
10:01 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:38 Kedkarekî tenduristiyê jiyana xwe ji dest da
09:22 Koma 28'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Doza 10'ê Cotmehê: Divê 11 jinên din jî bên guhdarîkirin
09:11 'Wê tecrîd bi kêr neyê'
09:10 Piştî salên dûr û dirêj cardin dest bi lîstika pesteyê kirine
09:09 ‘Evrîm Alataş, pirsgirêkên gel hîs dikir û bi wê hîsê dinivîsand'
09:08 'Em ne mehekê 12 mehan bi rojî ne'
09:06 Bi milyonan pere lê hatiye xerc kirin, lê balafir nikarin xwe lê deynin
09:04 Ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin: Malbat 28 sal in li benda edaletê ye
09:03 Dîroknas Aydin: Danezana generalan şerê navê yê hêzên nav dewletê ye
09:02 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2021'Ê
10/04/2021
22:14 Rêveberiya baroya Şirnexê diyar bû
22:12 248 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:31 Li girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
16:21 Baroya Amedê kongreya xwe li dar dixe: Rêya xilasiyê edalet û aştî ye
16:09 Odeyên Tabîban serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:47 Girtiya 75 salî terkî mirinê hat kirin!
15:21 Jinan li Wanê bang kir: Em ê destûrê nedin avakirina pergala mêraniyê
14:39 Li aqûbeta Yedîgol ê 40 sal in winda ye pirsîn
14:18 Jin dorpêça polîsan şermezar dikin
14:08 Hat îdiakirin ku jinekê li Nisêbînê xwe kuşt
14:07 Ji bo girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirikkaleyê banga berdanê hat kirin
12:32 Tanrikûlû: Di adarê de 182 maf hatine binpêkirin
12:05 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
12:03 Yilmaz Gumuş 28 sal in winda ye!
11:58 Welatiyên xwarinê peyda nakin berê xwe didin çopan
11:38 Li Payîzavayê operasyona eskerî
11:30 Malbata Şenyaşar: Werin em bi hev re edaletê bidin jiyîn
11:29 3 kes ji ber kuştina Berrîn Dalyanoglû hatin binçavkirin
11:02 Qeyumê Cizîrê avahiya şaredariyê difiroşe
10:47 Di operasyona Kampa Holê de 158 DAIŞ’î hatin girtin
10:43 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Em hin bêtir nêzî aştî û azadiyê dibin
10:10 Bîlen û Ûgûr: Rojên ku em ê ji tariyê rizgar bibin nêz in
10:03 Li Girtîgeha Amedê girtî hatin derbkirin
09:00 Greva birçîbûnê di roja 135'emîn de ye
09:00 Piştevaniya Şîşlî Etfal: Bila nexweşxane nebe qurbana rantê
09:00 Mexdûrên 'veguherandina bajêr': An koçberî an deyndarî
09:00 Aborîzan Ari: Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe dê aborî baş nebe
09:00 ‘Em ji bo hebûna xwe îmzeyekê deynin bin kampanyayê'
09:00 Qedexeya 'ji bo ewlehiya cemaweriyê xetere ye' danîn ber pirtûka mizahê
09:00 Krîza aborî datliyên gilover jî kirine şîraniyek 'luks'
09:00 Kesên teqawidbûyî teqawid nabin!
09:00 Mexdûrên erdhejê 10 sal in li benda xênî ne
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2021'AN
09/04/2021
21:11 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:44 Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
16:55 ESP’ê malbata Şenyaşar ziyaret kir
16:46 Aydenîz: Sedema hemû qrîzan tecrîda li Îmraliyê ye
16:45 Ozturk: Ocalan hêviya gelên Rojhilata Navîne
16:21 Cezayê hefsê li Hevberdevkê berê yê DÎK’ê Bedîrhanoglû birîn
15:28 Malbat û parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:17 Demîrtaş: Mutala li gorî A Haberê hatiye amadekirin, daxwaza reda dadgerî dikim
15:12 Bayindir: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe pêşî li nelirêtiyan nayê girtin
15:02 Malbatên Roboskî serî li AYM’ê dan: Ev doza hemû kesî ye
14:43 Endamên Partiya Çepgir: Em biryarnameya yek zilamî qebûl nakin
14:22 Mezûnên Bogazîçiyê serî li Şûreya Dewletê dan
13:55 Bûldan: Fesixkirina Peymana Stenbolê dewama darbayen e
13:27 Cenazeyê jina 10 roj berê winda bû hat dîtin
12:57 TJA’yê ji bo meşa Peymana Stenbolê bang kir
12:41 Di termînala şaredariyê de hilweşîn: 5 karker birîndar bûn
12:11 Malbata Şenyaşar: Ji bo têkoşîna me deng derxînin
12:02 Yerlîkaya: Li heremê pêketiyên şewbê 6 qat zêde bûn
10:43 Serokê Şaredariyê xwest, mûxtar ji peywirê hat dûrxistin
10:33 Serokwezîrê Îtalya ji bo Erdogan got: Dîktator
10:20 Taşkiran: Divê em destûr nedin ku HDP were girtin
10:15 Rêveberên Baroya Mêrdînê yên jin: Em ê Baroya Mêrdînê bikin mînak
09:46 Zilamên sendîkayî: Divê em ji qadên me dagir kirine derkevin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 134'emîn de ye
09:01 Malbatên Roboskiyê: Heger Babacan dilsoz be bila her tiştî aşkere bibêje
09:00 Karkerê ku bi Kod-29'ê ji kar hat derxistin: Îxaneta herî mezin e
09:00 Li Mêrsînê 'polîtîkaya tepisandinê'
09:00 Di lêpirsîna ewlehiyê de pîvana 'dilsoziyê'
09:00 Ji bo karkerên ku qeyûm ew ji kar derxistibûn biryara 'binpêkirina mafan'
09:00 Cotkar ditirsin qeşa li mişmişên wan bixe
09:00 Yûnanîstanê rapora otopsiyê ya Ergun nedaye malbatê
09:00 Wê jinên HDP'î li Egeyê guh bidin pirsgirêkên jinan
09:00 ‘Tomarkirina hevdîtin û nameyên girtiyan binpêkirina mafan e'
09:00 Ozguneş ê HDP’î: Bendav wê bibin sedema karesatek mezin
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2021'AN
08:52 Li Xarpêtê zilamekî jinek qetil kir
08:51 Ji bo Sedat Peker û hevkarên wî operasyona binçavkirinê
08/04/2021
21:51 55 hezar û 941 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:04 6 jin hatin girtin, 9 jî hatin berdan
18:50 Rojnamevan Canozer hat berdan
18:33 Derbarê gotinên wezîrê perwerdehiyê de daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî
16:17 Kemalbay: Rêveberên welat dibin sedemê xizanî û bêkariyê