COLEMÊRG - Li Şemzînanê, zarokê 14 salî bi hinceta li ser hesabê xwe yê medya civakî “Heqaret li Serokkomar kiriye” hat binçavkirin.
Zarokê 14 salî S. Taş ê li gundê Bêdare yê girêdayî navçeya Şemîzanê ya Colemêrgê dijî, di çarçoveya lêpirsîneke Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Ispartayê bi rêve bir de hat binçavkirin. Taş ê bi hinceta li ser hesabê xwe yê medya civakî “Heqaret li Serokkomar kiriye” hat binçavkirin, ji bo “Testa temenê hestî” birin Colemêrgê.