Xelk bi xweşî û ew jî bi êş û kul cejnê pêşwazî dikin

  • rojane
  • 09:06 16 Gulan 2021
  • |
img

WAN - Dayikên 4 zarokan ên beriya cejnê li Wanê hatin girtin bang li rayedaran kirin û gotin: “Hêj ew zarok in, dawî li vê zilmê bînin. Şûna wan ne hefs e, kêleka dayikan e.” 

Yek ji êş û kula herî giran a li Tirkiyê zindanîkirina zarokan e. Zarok li pişt hesinên zengargirtî û ji dayikên xwe dûr in. Bi sedan zarok li zindanan tên ragirtin  û cejnek din jî bê dayik û malbatên xwe derbas kirin. Li gorî daneyên Midûriyeta Girtîgehan a Giştî ji 5’ê çileya 2021’an ve hezar û 170 zarokên temenê wan di navbera 12-18’an de girtî ne û 426 zarokên hikumxwar hene. Di cejna Remezanê de 4 zarokên din jî li van zarokan zindanan zêde bûn. 
 
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê zarokên bi navê B. Oklu (17), D. Suer (16), Î. Oklu (16) ve B. Atsiz (16) bi îdiaya ku kevir û fişekên hewayî avêtine polîsan hatin girtin. Dadgehê van zarokan şand Girtîgeha Wanê y Tîpa T. Dayikên van zarokan destnîşan kirin ku cihê zarokan ne zindan in.  
 
‘WÊ ÇAWA DERKEVIN PÊŞBERÎ HIZÛRA XWEDÊ?’
 
Dayika B. Oklu, Saadet Oklu, êşa ku pê re rûbirû maye wih vegot: “Bi lawê min girtin birin. Heke ew dozger û dadger alîgirê edaletê bûna, divê zarokên me negirtina. Wê ev dozger û dadger çawa derkevin pêşberî hizûra Xwedê? Di vê cejnê de kezeba dayikan şewitandin.”
 
Oklu anî ziman ku di roja cejnê de li şûna ew bi zarokên xwe bextewar bûna kula wan kişandine û got: “Zarokên me birin û êdî em wan nabînin. Wan xistine karîntînayê. Ew hêj zarok in, çi dikin li wir? Kezeba me dişewite. Bila dawî li vê zilmê bînin.” 
 
CILÊN XWE YÊ CEJNÊ LI XWE NEKIR
 
Dayika D. Suer, Guler Suer jî destnîşan kir ku kurê wê bi awayek neheq û bêhiqûq hatiye girtin û wiha got: “Lawê min li ser peyarêyê li gel hevalên xwe rûniştîbû, wî binçav kirin e. Em li benda cejnê bûn ku em ê bi kêfxweş cejnê pêşwazî bikin, lê li me veguherî xemgîniyê. Cilên xwe yên cejnê jî li xwe nekir.”
 
‘ÊDÎ BILA CERGÊ DAYIKAN NEŞEWITIN’
 
Dayika Î. Oklu, Zeynep Oklu jî destnîşan kir ku serê sibehê zû polîsan bi ser mala wan de girtiye û polîsan berê çekê xwe dane ser wan û wiha got: “Bi çekan ketin odeya lawê min û berê çeke xwe dane ser. Pişt re lawê min birin derve û li malê geriyan û belawela kirin. Ev zilm e. Êdî bes e. Bila van rojên cejnan cergê dayikan neşewitînin. Ew hêj zarok in. Bila êdî çareserî pêk were. Bila êdî cergê dayikan û bavan neşewitin.”
 
EW KARKER BÛ 
 
Dayika B. Atsiz, Şadiye Atsiz jî da zanîn ku nexweşîna şekir bi lawê wê re heye û hatiye girtin û got: “Wextê polîsan bi ser malê de girt zarokên min tirsiyan. Lawê min xwendekar bû. Ji ber dibistan nîne diçû kar. Serê sibehê li heftan diçe û êvarê li heftan dihat malê. Hatin wî birin û girtin. Bila Xwedê vê qebûl neke. Di cejnê de jî kezeba me şewitandin.” 
 

Sernavên din

18/05/2021
13:27 Tiryakî yê ku Doza Kobanê dişopîne: Em bi şandeyek taybet re rûbirû ne
13:04 Li Mêrdînê jina 72 salî jî binçav kirine
12:36 Malbata Şenyaşar: Em ê hêviya xwe qût nekin
12:35 Danişîna duyemîn a Doza Kobanê dest pê kir
12:13 HDP’ê şoreşgerên meha gulanê bi bîr anî
12:08 Ebdî: Me bi heyeta Amerîkayê re hevdîtineke çêker kir
12:07 Koklu: Tirkiye bi siyaseta tecrîdê tê birêvebirin
11:34 Hevserokê HDP’ê yê Bêrecûkê yê berê hat binçavkirin
11:33 Kujerên şivan li mala serokê MHP’ê hatin binçavkirin
11:17 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serî li dozgeriyê dan
11:17 Li Girtîgeha Silîvriyê 3 girtî bi koronayê ketine
11:04 Polîsan destûr neda ku rojnameger doza Kobanê bişopînin
10:31 Li Mersînê mirina bi guman a jinekê
10:23 Polîsan li Amedê welatiyek binçav kir
10:22 Komeleya Rosa ji bo betalkirina fesixkirina Peymana Stenbolê doz vekir
10:02 Esker û polîsan di 6 salên dawî de li Dersîmê 11 welatî kuştin
09:51 Nivîskar Dengizî û du siyasetmedar hatin binçavkirin
09:50 Rêveberê berê yê MÎT’ê Eymur: Di salên 1990’î de ewqas qeşmertî tunebû
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 173'yemîn de berdewam dike
09:02 Derûnnas Aslan: Piştevaniya civakê dê karibe pêşî li xwekuştinê bigire
09:02 Li Mêrsînê daristan tên talankirin
09:02 Desteyên çavdêriyê wekî dadgeran hereket dikin!
09:02 Abeer Abû Khadîr: Têkoşîna rizgariyê ya filistîniyan ji nû ve zîndewer bû
09:02 Kûrtûlan: Berî ku xeberên bi êş bên divê tecrîd bê rakirin
09:01 Îsal berhemên çandiniyê ji sedî 60-70 ket
09:00 ROJAVA 18'Ê GULANA 2021'AN
08:29 2'emîn danişîna doza Kobanê îro dest pê dike
17/05/2021
21:24 223 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:35 Polîsan di 14 salan de 93 zarok kuştin
16:10 Ji bo Enes Cengîz serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan da
15:45 KNK'ê encamnameya konferansa ‘Helwesta Neteweyî' aşkera kir
15:11 Baroya Amedê: Malbat ji ber kurd bû bi êrişê re rûbirû maye
15:02 Êrişên li dijî Fîlîstînê şermezar kirin
14:48 Li navçeya xwedî 400 hezar gelheyî tenê şaxeke PTT’ê xizmet dide
14:35 ÎHD: Divê dewlet têkildarî windayan arşîvên xwe hemûyan veke
14:31 ESHÎD’ê seredana malbata Şenyaşar kir
13:39 ÎHD’ê bernameya Hefteya Windayan aşkera kir
13:23 Gelek esker sewqî Îkîzdereyê hatin kirin
12:02 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:21 Malbata Şenyaşar carek din hat ber edliyeyê
11:19 'Bi bombeyên tên avêtin zarokekê nexweşê SMA’yê dikare bê xelaskirin’
11:04 AKP’iyên qedexeya derve binpêkirin bi hevre wêneyên bîranînê kişandin
10:47 Rojnameya Îngîlîstanê: TSK’ê çekên kîmyewî bi kar aniye’
10:19 Li Dersimê jinek bi tundiya sîstematîk re rûbirû ma
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 172'yemîn de berdewam dike
09:06 Tevî ku dîmenê tundiyê heye jî, nexweşxaneyê rapora lêdanê neda
09:05 Siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin: Wê dîsa berxwedan û piştevanî bi ser bikeve
09:02 Dersim Dag: Wê feqîrî dawiya îqtidarê bîne
09:01 'Dixwazin bi vê dozê ruhê Kobanê tune bikin'
09:01 Mexdûrê îşkenceyê girtî ne, yên îşkence kirin li derve ne
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2021'AN
16/05/2021
22:10 Hat îdiakirin ku cerdevan 'bêhemdî' xwe kuştiye
21:57 Çalakiya li dijî kana keviran hat qedexekirin
21:00 223 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
20:30 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Ji gundiyan agahî nayê wergirtin
20:19 Zaroka ku bi êrişa kuçikan re rûbirû ma mir
16:36 Ambargoya avê ya Tirkiyeyê didome
16:26 Pasdarên Îranê kolberekî qetil kirin
15:54 Hejmar kesên li Gazzeyê jiyana xwe ji dest dan derket 174'an
15:00 Li Siwêregê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:50 Di qezaya trafîqê de kesek mir û kesek jî birîndar bû
14:44 Li Rihayê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:00 Li Îranê 40 jinan serlêdana namzetiya serokkomariyê kirin
13:38 Yuksekdag: Her ku ji mere bêjin qatîl dê winda bikin
13:16 Walîtiyê îşkenceyê bi ‘mudaxaleya qanûnî’ parast
12:46 Parlamenterên CHP’ê pankarta ‘128 milyar dolar kudere?’ bi Pira Bogazîçî ve kirin
12:38 Li Amedê kesekî kuştî hat dîtin
12:16 Pirsa ‘Roj ji bo we tê çi wateyê?’ kirin nîşaneya “rewşa baş’
11:36 Ji Wezareta Karên Hundir giştînameya ‘Asayîbûna Ast bi Ast’
10:57 Malbata Şenyaşar: Bila kes ji me helalkirinê naxwaze
09:55 Şewata ku li çiyayê Cudî derket hat vemirandin
09:28 Koma 35'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:06 Xelk bi xweşî û ew jî bi êş û kul cejnê pêşwazî dikin
09:04 Karkerên malan ji ber şewbê terkî qedera xwe hatine kirin
09:04 Jin bibiryar in: Em ê îtaet nekin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2021'AN
15/05/2021
21:51 Biden bi Netanyahu û Abbas re hevdîtin pêk anî
21:20 Baroya Mêrdînê, Komîsyona Mafên Çandî û Zimanî damezrand
21:02 Rêveberên HDP'ê serbest hatin berdan
20:48 236 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
20:36 Sancar: Feqîrî pirsgirêkek hevpar a Tirkiyê ye
20:17 Baroya Êlihê: Tundiya polîsan nayê qebûlkirin
17:12 Gundiyan bi dîmen Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin
16:24 Polisan rêveberê HDP’a ji ber daleqandina pankarta greva birçîbûnê binçav kirin
16:09 İHD: Bila girtiyê nexweş Ekîm Polat tehliye bibe
15:28 ÎHD: Girtiyê nexweş Aladag terkî mirinê kirin
15:12 Li Wanê ceyranê bi karkerekî girt
15:02 Li quntarên Çiyayê Cudî şewat derket
14:28 Ji bo girtiyê ku daketiye 38 kîloyan banga “paşdexistina îfazê” kirin
14:14 Dayikên Şemiyê aqûbeta Aksoy û Cîngoz pirsîn
14:02 Ji Tanrıkûlû rapora meha nîsanê: 275 binpêkirinên mafan pêk hatine
13:50 Girtiyên jin dernaxin revîrê
13:32 Encama pêşbirga helbestan a Arjen Arî diyar bû
13:12 Peymana Şengalê digihîje Rêya Arêmûşê
13:11 Kujerên Atalay ronî nekirin û dosya girtin
12:21 Ustundag: Divê em nerazibûnên civakê bi rêxistin bikin'
11:33 Malbata Şenyaşar: We cejn û malbata me ji me girt
10:52 7 komeleyên zimanê kurdî 15’ê Gulanê li gelê kurd pîroz kirin
10:03 HDP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
09:44 Davûtoglû ji Erdogan re qaqibo kir