Esnafên li Wanê bertek nîşanî ‘helalbûnê’ dan

  • rojane
  • 09:02 19 Gulan 2021
  • |
img
WAN - Esnafên li Wanê bertek nîşanî daxuyaniya “em helalbûnê dixwazin” a Erdogan dan û gotin: “Di van şertên zor de me kesî li ba xwe nedît. Em heqê xwe li kesên me di vî halî de hiştin helal nakin.” 
 
Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan gotibû “Em ji însanên me, esnaf û xebatkarên me ku ketine tengasiyê, ji hemûyan helalbûnê dixwazin.” Gotinên Erdogan bi bertekan re rûbirû ma. Nerazîbûna li dijî gotinên Erdogan didomin. Esnafên li Wanê destnîşan kir ku di rojên dijwar de kesî li ba xwe nedîtine û gotin: “Bila îqtidar helalbûnê ji me nexwaze.” 
 
'EM BIRÇÎ VEDIGERIN MALÊ’ 
 
Nesîm Balkan ê 22 sal in li Wanê esnafiyê dike diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de esnaf bi pirsgirêkên mezin re rûbirû man û esnaf ji bo ku kirêyên xwe razînin pere deyn dikin. Balkan da zanîn ku di pêvajoya pandemiyê de herî zêde tesîrek neyînî li ser esnafan bûye û got: “Bi taybetî di arefeya cejnê de neheqî hat kirin. Di rojên herî zêde me yê kar bikira, dikanên me girtîbûn. Deynên me hemûyan hene. Em esnafên vir bi rojane dixebitin. Sermayek jî di destê me de nîne. Ez rojek dikana xwe venekim, ez wê rojê birçî vedigerim malê. Yanî wextê em girtî bin, em birçî dimînin. Jixwe em di bin deynan de mane. Rabûye helalbûnê ji me dixwaze. Em heqê xwe helal bikin çi ye nekin çi ye? Li şûna helalbûnê em desteka ji bo esnafan dixwazin.” 
 
‘HELAL NAKIM’ 
 
Mucahît Kaya yê ku bi salan e di sektora zexîreyan de dixebite destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de bi zoriyan re rûbirû mane û got: “Deyn li ser deynan çêbû, em nikarin debara xwe bikin. Ji bo kirêyan piştevanî ji esnafan re nehat kirin, bandorek mezin li ser esnafan bû. Ji ber pere nîne em nikarin tiştek jî bikirin. Qezenca me ya rojane jî em didin heqê eşyayên dikirin. Di pêvajoya qedexeya giştî de me, ji berîka xwe xwar. Niha jî dibêjin me alîkarî kiriye. Lê min tiştek bi navê alîkariyê nedîtiye. Kî heqê min xwaribe li wî an li wan helal nakim. Ên ku bûne sedema vê pêvajoya nexweş, ez heqê xwe li wan helal nakim.” 
 
‘ME KESÎ LI BA XWE NEDÎT’ 
 
Şahîn Sencer ê li Sûka Penêrfiroşan esnafiyê dike jî wiha got: “Di pêvajoya pandemiyê de bandorek neyînî li ser me jî bû. Tu kesî destek neda me. Di vê pêvajoya qedexeya ji binî ve cihê me girtî bû. Heta niha me ji berîka xwe xwar. Kes li halê me jî napirse. Heta niha min 30 hezar lîre kredî kişandiye. Her meh 2 hezar lîre vî deynî radizînim. Em bi tengasiyan re rûbirû mane. Em di vê pêvajoya zor de heqê xwe li kesî helal nakin. Me esnafan di rojên herî nexweş de kesî li ba xwe nedît.” 
 

Sernavên din

21/05/2021
09:45 Li Nisêbînê kundê şaxdar ku baskê wî şikestîbû hat dîtin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 36'emîn dewr girt
09:00 Malbatên girtiyan: Heger deriyê Îmraliyê bê vekirin, dê zarokên vî gelî nemirin
09:00 Pîlotê şer Altan: Ên dîlan înfaz dikin, qey nikarin çekên kîmyewî bi kar bînin?
09:00 Li Amedê simbil hişk bûn, cotkar deyndar in
09:00 Ahmet Tîrgîl: Muzîk xwedî hêzeke pêkhêner e, bi muzîkê mirov hev du fêm dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2021'AN
08:50 Li Farqînê jinekê hewl da întîhar bike
00:50 Li Êlihê teqîn li ser teqînê
00:43 Li Şirnexê bera Fermandariya Tumenê dan
20/05/2021
23:33 Li Qilebanê zilamekî dest dirêjî zarokek 8 salî kiriye!
20:32 Îro 9 hezar û 385 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:30 Polîsan mudaxaleyî çalakiya Filistinê kir: Gelek kes hatin binçavkirin
16:02 Buldan dayika Ayşe Gokkan ziyaret kir
15:55 Di bin dorpêça polîsan de Doza Kobanê şermezar kirin
15:42 DEDAŞ’ê li Mêrdînê dest bi birîna ceryana cotkaran kir
15:36 Parlamenterên HDP’ê daxwaz kirin ku binpêkirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
14:59 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna MEBYA-DER’ê hat dayîn
14:58 Sancar: Doza Kobanê dozek komployê ye
14:51 Li Qayseriyê jinekê ji aliyê zilamekê ve hat qetilkirin
14:42 Li Bestayê operasyon
14:42 Dozgerê ku qedexeya derketina derve rexne kir ji peywirê hat dûrxistin
14:41 Di Doza Kobanê de wergervanê kurdî tune ye!
14:21 Li Cizîrê karkerekî mirî hat dîtin
14:15 Gotin ‘kargoya te heye’ û sîxurtî teklîf kirin
14:01 Ata: Em ê di vê dosyayê de tariyê ronî bikin
13:49 Kişanak: Ez Kurdim û jinek Kurdim
12:23 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Bûldan: Em ê bibin dengê qêrîna Malbata Şenyaşar
12:10 Danişîna duyemîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de berdewam dike
12:02 Zilamê xwest tecawîzî zarokekê bike, hat girtin
11:32 Polîsan malbata Şenyaşar bi lêdanê binçav kirin
11:19 Serokê Basin-Îşê Eren: Di têkiliyên dewlet-mafya-medyayê de hedef kurd in
11:05 Peker: Parlamenter xwest, min jî bi ser Hurriyetê de girt
10:59 Malbata Şenyaşar banga îstîfakirinê li Wezîrê Dadê kir
10:16 Guldexwînan li Dersimê xwezayê xweşik kiriye
10:15 Li herêmê kuştin û tundiya li dijî jinan zêde bû: Kuştina jinan encamên polîtîkayên şer in
10:14 Li Robarokê eskeran du kes birîndar kirin
10:14 Ronahiya Keleha Mêrdînê bi hêceta ewlehiyê reş kirin
09:02 Li Mêrdînê cîhaza plazmaferez a dermankirina Covît-19 tune
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 175'emîn de berdewam dike
09:02 Di bûyera lêdanê de derbarê polîs û notirvan û bijîşk de lêpirsîn
09:02 Piştî 20 salan daxwaza ji bo perwerdehiya bi kurdî kirin hincet û ew îxrac kirin
09:01 'Operasyona derveyî sînor xewna neo-osmanîtiyê ye'
09:00 Ji rûpelên dîrokê 2 stran û helbesteke derbarê kurdan de
09:00 Ceylan: Ku tecrîd bê şikandin dê operasyonan jî bi dawî bibin
09:00 Di 11 salan de tenê qurîşek li prîma piştgiriya çayê zêde kirin
09:00 Bendav nahêle masîpank zêde bibin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2021'Ê
19/05/2021
21:40 233 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:34 OHD û ÎHD'ê têkildarî malbata hewlêrî raporek parve kir
15:46 Karakoç û Ocak li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:26 HPG’ê êrişa li Balafirgeha Leşkerî ya Amedê girt ser xwe
14:54 Polisan xwest bi ser mala Demîrbaş de bigirin
14:46 Mudaxaleyî şewata li Cûdî nakin
14:31 Serdana malbata Ocalan kirin
14:31 Soylû giliyê Hadî û Suleyman Ozişik kir
14:08 HDP’ê li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê li dar xist
13:46 Gotina “Têkiliye min bê îspatkirin ez ê mirinê qebûl bikim” bi bîra Soylû xist
13:43 Şandeyek ji Dêrik û Şemrexê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:42 EMEP’ê ji ber ‘Doza Kobanê’ seredana HDP’ê kir
12:47 Soylû got ‘Min di Hezîranê de hevdîtin kir’, wêneyên wan di Îlonê de derket
12:34 Walitiyê li Wanê qedexeya çalakiyan dîsa dirêj kir
11:58 Malbata Şenyaşar: Dema edaletê tuneye
11:58 Piştî teqîna li Amedê dengê balafirên şer qût bû
11:17 Ji meclîsên jinan xebata têkoşîna nû: Dê li her derî me pêşberî xwe bibînin
10:34 Balafirgeha Leşkerî ya Amedê dîsa bû hedefa êrişê: 5 sal berê jî F-16 hatibû xistin
10:33 Ji ber hişkesaliyê ne xêr û bêr ne jî qalîte heye
09:57 Li Stenbolê herî kêm 7 endamên Partîzanê hatin binçavkirin
09:47 Di doznameya Hevseroka MEBYA-DER’ê de her tiştî kirine sûc
09:02 Esnafên li Wanê bertek nîşanî ‘helalbûnê’ dan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 174'emîn de berdewam dike
09:01 Civaknas Bariş: Armanca operasyonê Şengal û Rojava ne
09:01 Alcan: Heya tecrîd neyê çareserkirin dê welat demokratîk nebe
09:01 Nesrîn Nas: Xizaniya jinê xizaniya welêt e
09:00 Kurtanker sinheta xwe bi çêkirina tiştên xeml û xişirî didomînin
09:00 Nivîskarê rûm Çîlîngîr: Ên ji qirkirinê xelas bûn 'tirkîtî' li wan hat ferzkirin
09:00 Cotkar ji bazirgan û komîsyonvanan nerazî ne
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2021'AN
08:56 Polîsan Hevseroka MEBYA-DER a Wanê binçav kirin
01:05 Li Fermandariya Jetê ya 8'an a Amedê teqîneke mezin
18/05/2021
20:13 203 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin, 11 hezar û 937 kesên din jî pê ketin
19:08 Dadgehê danişîna Doza Kobaniyê taloqî 20'ê Gulanê kir
17:12 Ji Demîrtaş daxwaza reda dadgerî: Şandeya dadgehê bi taybet hatiye wezîfedarkirin
16:52 DÎSK’ê seredana malbata Şenyaşar kir
16:15 Turkdogan: Divê şandeya dadgehê bikeve Pirtûka Rekoran a Guinessê
16:14 Ji HPG’ê daxuyaniya ji bo Nuredîn Sofî
15:41 Li Amedê hejmara pêketiyên koronayê 10 qat zêde bûne
15:29 Li Rezanê cenazeyê kesekî hat dîtin
14:53 Sancar: Înkarkirina kurdan wê rûxandina wan bîne
14:50 Demîrtaş: Erdogan, Bahçelî û Soylû li ser qoltixê dadger rûniştine
14:28 Jinan careke din banga ‘Gulistan Dokû li ku ye?’ kirin
14:11 ‘Doza Kobanê êrişa li dijî jinan e’
13:52 Li Mereşê jinek hat kuştin
13:48 Ji ÎHD’ê rapora Herêma Egeyê: 5 hezar û 304 binpêkirinên mafan qewimîne
13:39 Ûsta ya AKP’î serkeftin ji dadgerê Doza Kobanê re xwest
13:36 Bersûcê tundî, tecawiz û gefê Oktay G. hat girtin
13:27 Tiryakî yê ku Doza Kobanê dişopîne: Em bi şandeyek taybet re rûbirû ne
13:04 Li Mêrdînê jina 72 salî jî binçav kirine
12:36 Malbata Şenyaşar: Em ê hêviya xwe qût nekin