Gefa kuştinê li gundiyên li dijî kana mermer derketin xwarin

  • rojane
  • 10:37 29 Gulan 2021
  • |
img

WAN - Niştecihên gundê Şêxan a navçeya Payîzava ya Wanê yên li dijî avakirina kana mermeran derketin, eskeran bi ser wan de gule û bombeyên gazê berdan, diyar kirin ku eskeran gefa kuştinê li wan xwarine. 

 Niştecihên gundê Şêxan a girêdayî navçeya Payîzava ya Wanê, ji ber ku li dijî çêkirina kana mermeran a li gundê xwe derketin, rastî êriş û tundiya esker û cerdevanan hatibûn. Ji hin welatiyên gund ên eskeran gule û bombeyên gazê bi ser wan de barandibûn, gefa kuştinê li wan xwaribûn, bi lêdanê hatibûn binçav kirin. Ji ber ku axurên gundiyan ji bo kana mermer bi dozeran hatin hilweşandin, hemû heywanên welatiyan derve man. 
 
Welatiyan, diyar kirin ku alavên wan dibin hilweşandinê mane û dest nîşan kirin ku ev zilme û tundiya li wan hat kirin vegotin. 
 
 
Zarîfe Bîlek, diyar kir ku dixwazin bi zorê cih û warên wan deste ser bikin û wiha axivî: “Dixwazin kana mermeran li ser cihê heywanên me, erd û zeviyên me çêbikin. Gundê me pir biçûke. Ji ber vê em bi şev heywanên xwe dibin vê derê û berivantiya xwe li vê derê dikin. Bê agahiya me axurên me hilweşanidn. Dema me xwest em heywanên xwe jê derbixin jî, em asteng kirin û li me xistin. Mirişka me dibin hilweşandinê de ma. Roja ku axurên me hilweşînin, gelek bombeyên gazê avêtin gundê me jî. Zarokên me ji gazê bi bandor bûn. Em naxwazin kana mermeran li vê derê ava bikin. Emê destûrê nedin kana mermeran.”
 
Mîkaîl Bîlek jî, anî ziman ku cihê bêrîvantiyê û stargeha heywanên wan tenê ev dere û wiha got: “Niha bihare, em dikarin îdare bikin, gava zivîstan hat, em ê wê demê çibikin?”
 
GEFA KUŞTINÊ LI WAN XWARIN
 
Ji niştecihên gund Mahîr Yucel jî, da zanîn ku di dema hilweşatinê de xwestine ku heywanên xwe ji axurên derbixin, lê esker û cerdevanan êrişî wan kirine û derb kirine. Yucel, tiştên jiyan wiha vegot: “Esker û cerdevanan bombeyên gozê avêtin gundê me. Bi ser me de gule berdan. Gundî bi gotina ‘em ê we bikujin’ tehdît kirin. Roja çek bi kar anîn, bi birayê min re 6 kes binçav kirin. Dibin şert û mercên zor û zehmet de, bi zorê me bi 100 hezar lîreyan ji heywanên xwe re axur çêkir. Axurê me jî hilweşandin. Ez niha wî pereyî çawan kom bikim. Zivistan li pêşiya me ye, em ê heywanên xwe di ku derê de xwedî bikin? Tekane debara me li ser sewalkariyê ye. Ger em niha dest ji sewalkariyê berdin, emê bi çi debara xwe bikin? Niha ji bo kaneke mermeran, hemû gundiyan ji nedîtî ve tên.” 
 
SERDANÊN WAN BÊ ENCAM MAN
 
Arafat Bîlek jî, daxuya kirin ku wan gelek caran daxwazname dan welatiyê û qeymeqamtiyê, lê bi tu awayî bersiv ji bo wan nehat dayîn. Bîlek, diyar kir ku di dema êrişê de, eskeran 4 saetan kelepçekirî dan rawestandin û wiha bilêv kir: “Gelek alavên min dibin axura hilweşandin de man. Li vê derê nêzî 100 kesan dijîn. Em hemû heywanên xwe li wê derê xwedî dikin. Niha di destê me de, tu tişt nemaye. Berî 14 salan kan li vê derê ava kirin, lê me destûr neda ku me ji vê derê derbixin. Herî dawî bi eskeran re hatin û xwestin bi zorê me ji xaka me derbixin. 25 axurên me bi dozeran hilweşandin.”
 
‘EV ZILME’
 
Welatî Altûn Bîlek jî, anî ziman ku pir kêm mabû ku zarokekê wî dibin hilweşanindê de bimîne û wiha bertek nîşan da: “Hemû heywanên gund li wê qadê dimînin. Em li wê derê bêrîvantiyê dikin. Ew der stargeha heywanên me ne. Niha hemû heywanên me derve dene. Em bi heywanên xwe debara xwe dikin. Tişta ku hat kirin zilme. Ev zilm nayê qebûl kirin.”
 
MA / Bariş Donmez
 

Sernavên din

01/06/2021
11:29 Hewlêr û Bexdayê bertek nîşanî birîna daran dan
11:25 Li navçeya Rezan zilamekî li jinekê da
11:10 Hejmara 15’emîn a pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
10:59 Danişîna Mûsa Orhan ê tecawîzkar dest pê kir
10:42 Xizaniya Jinê: Li welatê nan jinan hewceyî nan kirine
10:07 Melîk ê berî 27 salan hat qetilkirin: Kesên gule berdanê polîs bûn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 187'an de berdewam dike
09:00 Turkdogan: Herî kêm 500 hezar mirov li Sûriyeyê hatin kuştin
09:00 Bi sedan karker tuwaletekê û serşokekê bikar tînin
09:00 Nelirêtiya şaredariyên AKP'ê ketin raporan
09:00 Ertan: Rêya çareseriyê Ocalan e
09:00 Ronî: Divê gelê Botanê ji bo ziman dakevin qada mitîngê
09:00 Dadgehê nûçeya der heqê kartolan de li dijî parastina cemaweriyê dît
09:00 Dayika Aştiyê 20 sal in têkoşîna aştiyê dide
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2021'AN
01:22 Karkerê li Muglayê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
01:15 Eskeran li Semsûrê 5 welatî binçav kirin
31/05/2021
22:25 Buldan: Eger li vî welatî dozgerên bi wîcdan hebin divê cînayetan ronî bikin
22:04 Polîsan 13 kes binçav kirin
21:27 Li Tirkiyeyê 47 hezar û 527 însan bi Covît-19 mirin
21:19 Hêzên paramîliter ên girêdayî Tirkiyeyê li Girtîgeha Efrînê 2 kes kuştin
17:01 Li Silopiyayê 110 donim zevî şewitî
16:10 Mirinên biguman: 2 jin jiyana xwe ji dest dan
15:57 Ekîn Ceren li ser gora xwe hat bibîranîn
15:39 Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxaneyê
15:24 Li Mêrsînê di salekê de 50 jin ji ber binpêkirina mafan serî li ÎHD'ê dane
14:51 Bertek nîşanî binçavkirina endamên SES'ê dan
14:15 Girtiyê nexweş Ozkan: Destên min tim kelemçekirî ne, qet nayên derxistin
13:41 Li Wanê dema qedexekirina çalakiyan 15 rojên din jî hat taloqkirin
12:45 Qeyûm di 2 salan de 3 caran heqê avê biha kir
11:32 Li Mêrsînê erdhej çêbû
11:21 Malbata Şenyaşar: Ê ku 3 kes ji me kuştin kî ne?
11:05 Antrenorê karateyê dest dirêjî xwendekara xwe kir
10:36 Ciwanê winda hat dîtin
09:35 Karkerê înşeatê Ertem xwe kuşt
09:07 Koma 38'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Ozturk: Di Pirsgirêka Kurd de tecrîd wergeriyaye qodên şer
09:07 Piştî 11 salan bi guhertina îfadeya ‘şahid’ hat girtin
09:07 Ozguneş: Ji bilî azadiya Ocalan çareseriyeke din tune ye
09:07 Gundiyên ku axurên wan hatin hilweşandin pirsa ‘Em biçin kur’ kirin
09:07 Cezayê 'qebehetê' li afîşa 1’ê Gulanê birîn
09:07 Bazara Îranê li ber girtinê ye
09:07 Rêveberiya Aboriya Jinan: Şoreşa aboriya jinan ji cîhanê re bûye mînak
09:07 Ji bo kirîna ceh û kayê sewalên xwe difiroşin
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2021'AN
30/05/2021
22:01 Zarokê ku bi ava Çemê Dîcle re çû jiyana xwe ji dest da
21:51 Ji ber Kovîd-19’ê 134 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
19:41 Li Edenê faîlê êrişa zayendî hat girtin
19:18 ‘Xelata Rûmetê ya Clara Zetkîn a 2021’an’ dan Gultan Kişanak
15:43 PDK'ê meşa 'mertalên zindî' asteng kir
15:34 Li Enqerê, kuştina jinekê ya biguman
15:10 Di qonaxa şer de rola hunerê: şer birîn dike, huner derman dike
14:28 Welatiyên taxê li dijî girtina rê bi bertek in
14:17 Gardiyanê zarokê lîstik dilîst birîndar kiribû serbest berdan
13:22 Parêzerê girtiyê 83 salî Ozkan: Girtîgeh bûye îşkencexane
12:46 Zarokê winda bibû cenazeyê wî hat dîtin
11:41 Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan dest bi meşa ‘Mertalên Zindî’ kirin
11:37 Edhem Barzanî: Dem hatiye ku em helwest nîşan bidin
11:19 Eskerê di şer de birîndar bibû mir
10:53 Gardiyanekî bi çekê zarokê 16 salî yê lîstik dilîst birîndar kir
10:32 Malbata Şenyaşar: Em ê her roj hesab bipirsin
10:15 Di kuştina Ayşe Tûba Arslan de bêhiqûqiya 24’emîn
09:23 RJAK’ê 5’emîn Kongreya xwe li dar xist
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 185'emîn de dewam dike
09:03 Şener: Di dewleta mafyayî ya nû de hesabdayîn tune ye
09:02 Kerestecîoglû: Heya xizaniya jinê neqede wê têkoşîn jî neqede
09:02 Hejmara windayan derûniya esker û cerdevanan xera kiriye
09:02 Ciwanekî li dû şopa Egîdê Cimo
09:01 Got, 'tu çawa yî, baş î?' 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê lê birîn
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2021'Ê
08:07 Di gulebarana eskeran de agir bi daristanê ket
29/05/2021
21:37 Îro 7 hezar û 656 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:41 47 gund ji ber operasyona TSK'ê hatin valakirin
Komên OSO û cerdevan darên welatiyan dibirin
17:14 Bi daxwaza walitiyê biryara beraeta hevşaredar hat xerakirin
16:03 ÎHD'ê xwest girtiyê nexweş Gunden were berdan
14:44 'Ji bo mafê jiyanê Mehmet Emîn Ozkan berdin'
14:44 Nişeya nexweşiyên Ozkan pê re şandin nexweşxaneyê
14:28 Dayikên Şemiyê li ser daxuyaniyên Peker bang li dozgeran kirin
14:02 Kelemçekirî kemoterapiya girtiyê nexweş hatiye kirin
13:52 Rapora kana mermeran: Ji bo mirov û sewalan xetere
13:44 Xizmên windayan aqûbeta Zubeyir, Kemal, Abdulbakî û Zekî pirsîn
13:38 Dozger xwest cezayê kujerê Tuba Arslan bê daxistin
11:30 Jinek hat kuştin, du jin jî birîndar bûn
11:27 Malbata Şenyaşar: Rojên ku hesabê bidin nêzîk in
11:15 Baroya Amedê giliyê stasyona bazê kir
10:37 Gefa kuştinê li gundiyên li dijî kana mermer derketin xwarin
10:36 Li Cûdî dar tên talankirin
10:23 Ji bo cezayê girtiyê nexweş Ozkan bê taloqkirin serî li dozgeriyê dan
10:09 Bakirhan: Ji ber pirsgirêka Kurd çareser nabe mafya pêş dikeve
09:52 Aykol: Ozgur Gundem bû ronesansa kurdan
09:11 10 sal in kurê xwe nedîtiye: Ji hesreta azadiya wî xwîn çû ser mêjiyê min
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 184'emîn de dewam dike
09:10 Ocalan: Heger hûn rê li ber çeteyan vekin, dê dewlet parî parî bibe, hiqûq veguhere metayê
09:09 ‘Tekane armanca Tirkiyeyê jiholêrakirina statûya kurdan e'
09:09 Girtiyên dikevin greva birçîbûnê dixin hucreyan
09:01 Rojnamevan Erol giliyê polîsên ku gef lê xwaribûn kir
09:00 Taciz û mobbîng aşkere kir: Piştevanî ji min re bû hêz
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2021'AN
00:43 Leşkeran li Hevserokê HDP’a Farqînê dan, hevserok rakirin nexweşxaneyê
28/05/2021
20:20 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 47 hezar û 134